amarikesardar
PAMBA KURDA – SÎPAN: CÎÊ WÎ GÊOGRAFÎÊ
PAMBA KURDA – SÎPAN:
CÎÊ WÎ GÊOGRAFÎÊ
Navê gundê me berê Pamba Kurda bû. Ez wêderê hatime dinê. Salêd sedsalya XX-ye 70-îda navê wî guhastin, kirine Sîpan. Ew dikeve nava navça Aragasotnê.
Çira jêra digotin Pamba Kurda? Ew berpala zincîra ç’yaê Pambakêye. Wekî usane navê Pambê ji navê Pambakêye. Çira jêra digotin Pamba Kurda? (Ji roja bingehgirtina wîda hetanî nha wî gundîda tu maleke kurdê surman nemaye, binelî xalis kurdê êzdî bûne û nha jî usane). Çimkî gundekî ermenyayî mayîn hebû, ku dikete berpala zincîra ç’yaê Pambakê, û wî gindîra jî digotin Pamba Ermenya.
Gundîê meye ahil xebera “Pamb” ha şirovedikirin: pamb yanê bilindcî. Tu kesekî nizanibû xebera “Pamb” ya kîjan zimanîye. Lazime vira bidne kivşê, wekî ewledekî gundê meyî şîrhelal Avtandîlê Fetî, ku cîgirê sedrê Komşuxulkira sovêta nehya Aparanê, wê şûnda Aragasê bû, çawa min îdî gotye, navê gundê me da guhastinê û navekî delal, navekî dîrokî “Sîpan” danî ser.
Gundê me gundekî biç’ûke, weke 50-60 malîye. Hersê alîê wî gundî ç’yane. Rohilatêda ç’yaê Miskînya, Hevtêmanatin. (Çira “Hevtêmanat”? Çimkî wextêda ew ç’yaê gundê me bûye, paşê bi hevtêmanatê wî çaxî firotine gundê Çobanmazêyî, nha Avşên). Bakûrda Girê Gewre, yanê jî em jêra dibêjin Gêdûk. Bakûr-roavaêda ç’yakî mezin heye. Em jêra dibêjin Qemerdax’. Wî navçeyîda paşî ç’yaê Aragasê (Elegezê) ew ç’yaê lapî bilinde. Gava Qemerdax’ digihîje zincîra ç’yaê Pambakê, nava wanda tê bêjî qulç’ikek pêşda tê. Me jêra digot Qulç’ikê Te’rî. Çira? Çimkî sal donzdeh meh bû wêderê mij bû. Wî alîê ç’yaê Qemerdax’î roavaêra me digot Xilxile. Ew erdê gundê me nîbû, lê erdê Ortinavê (nha Craşên) bû. Navbenda ç’yaê Qemerdax’ û ç’yaê cînarda gêdûkek heye. Me jêra digot Gêdûka Ortinavê. Berbi roava ç’yaê Qûç’aye. Ne ç’yakî bilinde, tê bêjî qûç’in. Navbera ç’yaê Qûç’a û ç’yaê Zyaretê gêdûkek heye. Me jêra digot Gêdûka Xemê. Çira usa digotin, ez nizanim. Ç’yaê Zyaretê ç’yakî tûje. Zyareta gundê me serê wî ç’yaîye û jêra dibêjin Zyareta Ardawid (çira usa dibêjin, ez nizanim). Jêrê ger’eke fire heye. Me jêra digot Ger’a Qurbana. Çira? Çimkî wexta gundî diçûne ber zyaretê, wê ger’êda qurban serjêdikirin, kuç’ikê xwe vêdixistin, xwarina xwe didane ser, paşê hildikişyan diçûne ber zyaretê.
Kêleka ç’yaê Zyaretê ç’yaê Dibûrîye. Rastîê jî dibûrî. Xêra wê gundyara tunebû. Ne zevîê berpala wî, ne jî gîhaê wî pakî şîn nedibûn.
Peyhatina ç’yaê Dibûrî Xama bû. Erdê wê rêje. Zevî baş şîn dibûn. Gîhaê wî pir bû, bawer bikî nîvê gîhaê gund ji wêderê dihat.
Pey Xamara dihat ç’yaê Altûntext. Ew jî mînanî Dibûrî kêrî tiştekî nedihat. Ne dihate çandinê, ne jî dihate dirûtinê. Bawer bikî pez û dewarê gundê me tu cara nediçû wêderê nediç’êrya, çimkî ç’êre tunebû.
Başûrê gundê me best bû, gişk zevî bûn. Me jêra digot K’ewşen. Bawer bikî nîvê erdê gundê meyî rakirinê wêderê bû.
Çend kanîê gundê me hebûn. Kanya mezin Kanya Hevtêmanat bû. Nha ava wê kanîê karêz kirine, anîne gund û rewacê gund dide razîkirinê. Binetara wê kanîêda nava çayîrêda kanîke mezin heye. Me jêra digot Kanya Çayîra. Berpala ç’yaê Qemerdax’î rohilatêda kanîke biç’ûk heye. Jêra dibêjin Kanya Celîlê Keleş. Roavaêda jî çend kanî hene. Ji wana yê sereke Kanya Mîrzeye. Ava wê nîvê bostanê kartolê gundê me av dide. Berpala ç’yaê Dibûrî kanîke biç’ûk heye. Jêra dibêjin Kanya Bek’o. Gundîkî me ava wê karêz kirye anye ber derê xwe.
Me rohilat-bakûrra digot Piç’êxa. Fikra vê xeberê ez nizanim. Lê cîê gundê meyî lapî xweş bû, gîhaê wê pir bû, kulîlk û pincara wê gelek bû. Ew cîê me, zarokayî, lapî hizkirî bû.
GOTINA XUDANE VEKIRINÊ («MUKURλ)
Temenê min bere-bere berjêr diçe. Wexte, heval jî wê yekê minra dibêjin, wekî ser wê rê min çi dîtye, çi hatye serê min, çi qewimye, rast û obyêktîv raberî xwendevana bikim çawa bîranîn.
Dêmek, nha ez destpê dikim. Destpêkirin jî mukurîne. Ez û mukurîê xwe bûne hevkarê hev.
Min mukurya gundê xwe, gundîê xwe, hevalê xweye zarotîê kirye. Min mukurya ç’ya-banîê me, kanî-ç’evkanîê me, deşt û mêrgê xwe kirye. Min mukurya mala me, zarotî, cahiltya xwe kirye. Min mukurya xebata xwe kirye. Ew xirabî û neheqî jî, ku wextêda minra kirine, rehetîê nadine ruhê min…
XUDANÊ MÎRATA EFRANDARÎÊYE MEZIN (PÊŞGOTIN, «MUKURλ)
XUDANÊ MÎRATA
EFRANDARÎÊYE MEZIN
Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, wergêr, rexnegirê edebyetê û şuxulkarê civakî, serokê koma rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd Emerîkê Serdar (Emerîkê Dewrêş Serdaryan) 8 sibatê sala 1935-a gundê Pamba Kurdada (nha Sîpan) nehya Aparanê (nha qeza Aragasotnê, Ermenîstan) hatye dinê. Dê-bavê wî gundî bûn: Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo. Ew hela şeş salî nîbû, gava destbi Şerê Wetenîêyî mezin bû û bavê wî şêrda şehîd ket. Temamya giranya xweyîkirin û mezinkirina kurê taê-tenê kete ser milê dayka wîye nexwendî Seyrê. Emerîkê Serdar paşî xilazkirina dibistana gundê xweye 7-sale xwendina navîn dibistana gundê Elegezêye navînda stend. Sala 1959-a ewî fakûltêta dîrokê-fîlologîê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyan xilaz kir, 3 meha dibistana gundê Elegezêye navînda bû dersdarê ziman û edebyeta ermenya, ziman û edebyeta kurda. Hema wê salê ewî teglîf dikin, wekî radîoa Yêrêvanê para xeberdanê kurdîda kar bike. Pêşîê ew wêderê dixebite çawa dîktor (spîkêr), paşê dibe cîgirê serokê parê. Sala 1962-a Emerîkê Serdar cîguhastî rêdaksîa rojnema “Rya teze” dibe. Pêşîê dixebite çawa wergêr, paşê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê rêdaktor. Lê ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-a ew dibe rêdaktorê rojnemêyî sereke. Sala 2006-a derbazî pênsîaê dibe.
Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanêye, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêye. Ew usa jî endanê PENa Kurde. Sala 1980-î bona emekê mezin di dereca pêşdabirina prêsaê Emerîkê Serdar bi hurmetnema Sedirtya Sovêta Ermenîstanêye tewrebilind tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew layîqî navê hurmetlî – Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdar dibe. Emerîkê Serdar du cara bûye dêlêgatê hemcivînê Yekîtya rojnemevanê Sovêtê, ku Moskvaêda derbaz bûne. Meha avgûstê sala 2009-a Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbrîc, Anglîa) (International Biographical Centre (Cambridge, England) navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş — 2009” daye Emerîkê Serdar. Emerîkê Serdar nava kurdada merivê yekemîne, ku layîqî wî navê navnetewîyî hurmetlî bûye. Derheqa emekê E.Serdare di dereca çand û edebyeta kurdîda usa jî “Ênsîklopêdîa Îslamê”-da hatye nivîsarê (“The Encyclopedia of Islam, Kurd, Kurdistan, Band 5 (Khe-Mahi), Brill, 1986).
Sala 2003-a bi teglîfkirina radîo û têlêvîzîona Komera Îranêye Îslamê Emerîkê Serdar 7 roja çû Têhtanê û tevî fêstîvala radîoa Îranê bû. Hema wî çaxîda destpêkirî çend sala bi têlê şiroçîê radîo û têlêvîzîona Îranêye kurdî bûye.
Ji sala 1992-da ew serokê serwêrtya Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurde.
Emerîkê Serdar 2 cara Başûrê Kurdistanê qesidye. Cara yekemîn sala 2001-ê bi teglîfkirina Mam Celal. Cara duda sala 2006-a tevî konfêransa kurdzanya Rûsîaê bûye, ku Hewlêrêda derbaz bûye. Ewî wê konfêransêda bi têma “Rol û kemala rojnema “Rya Teze” doklad xwendye.
Derheqa emir û şuxulkarya wîda gotareke mezin 2 hejmarê rojnema “Xebat”-da (19.X.2008 (N 3000), 20.X.2008 (N 3001)) hatye nivîsarê.
Emerîkê Serdar xudanê bi seda gotaraye derheqa pirsêd edebyet û çandêda, ku bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî hatine çapkirinê.
Çawa kurdzan Tomas Boîs pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Lîbananêda bi zimanê înglîsî çap bûye, dinivîse, Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye.
Hetanî nha 10 berevokê serhatî û romanokê Emerîkê Serdar çap bûne. Ji wana hevt bi zimanê kurdîne – “Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keşkûl” (2013). Lê sê berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du cara syarkirin” (rûsî navê pirtûkê haye — “Dewetek du cara kirin”) (2005), “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê şevê…” (2013). Efrandinê berevoka rûsîye pêşin hersê qîzê wî – Leylê, Nûrê û Zerê – wergerandine, lê efrandinê herdu berevokê mayîn Nûrê tenê wergerandye.
Serhatîêd Emerîkê Serdar kirine pirtûkê dersê zimanê kurdî, hemû hejmarê almanaxa efrandinê şayîr û nivîskarê kurdê Ermenîstanêye “Bahara teze”-da hatine çapkirinê, usa jî welatê derekeda neşir bûne. Sala 2012-a serhatya wîye “Nemebir” bi wergera zimanê fransî almanaxa Înstîtûta Parîzêye kurdaye salewextêda hatye çapkirinê.
Emerîkê Serdar eyane çawa wergêrekî baş. Ewî çend pirtûkê seyasetîê wergerandye kurdî û çap kirine. Emerîkê Serdar wergêrekî edebyeta bedewetîêye. Ewî romanoka nivîskarê ermenyayî meşûr, dost û xêrxazê gelê kurd, redaktorekî rojnema “Rya teze”-yî pêşin Hiraçya Koçare “Hizret” wergerandye kurdî û çap kirye. Ew wergêr û hazirkirekî wan berevokê şayîrê ermenyaye mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane, ku bona 100-salya bûyîna wan bi kurdî hatine çapkirinê. Ewî usa jî efrandinê gelek nivîskarê ermenî, rûs, Avropa roavaê, Asîaê wergerandine û rûpêlê rojnema “Rya teze”-da dane çapkirinê.
Emerîkê Serdar emekekî giranbaha kirye nava nivîsara kurdaye vekirîda. Efrandinê wî, ku derheqa qewmandinêd rêaldanin, usa rast emir nîşan didin, ku merî dikare wana hesabke çawa tiştê dokûmêntal.
Têma efrandinêd wîye hîmlî emrê gunde. Ew emir gelekî rêal û bedew hatye nîşandayînê bi hemû derecê xweva, bi şîn û şayê xweva. Lê nîgara dê nava efrandinê wîda cîkî berbiç’ev digre. Ew gelekî bi dil û xemkêşî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasya wêda, emrê wêyî dijwarda dinivîse. Nîgara dê bi hemû atrîbûtê xweva tê ber ç’evê xwendevana. Ewî guhdarya mezin usa jî danye ser psîxologîa dayîkê, usa rêal nîşan daye, wekî te tirê ew dayîk zûda tera nase û nêzîkî dilê teye.
Em dikarin bêjin, wekî cara pêşin nava edebyeta kurdê Sovêtêda Emerîkê Serdar nivîskarê pêşine, ku guhdarî danye ser psîxologîa nîgarê xwe, usa rêal û nazikayî nîşan daye, wekî hukumekî mezin ser xwendevana dihêle. Zimanê nîgarê wî jî zêndîye, her yek bi cûrê xwe xeber dide, xeberdana yekî ne mînanî yê mayîne. Emerîkê Serdar ev cudatya xeberdana nîgara cara pêşin kirye nava edebyeta kurdê Sovêtê. Zimanê nivîskar dewlemende. Ew mesela, meteloka, îdîoma, fraza bi merdane dide xebatê û ew nava efrandinê wîda pirin. Tu tiştekî ecêb vêderê tune – nivîskar zarotî û cihaltya xwe gundda derbaz kirye, li ku her tişt bi zargotinê hatye perwerdekirinê.
Emerîkê Serdar nava edebyeta kurdê Sovêtêda nivîskarê pêşine, ku janra Nexş-nîgarê hûr (helbesta spî) anî meydanê. Nexş-nîgarê wîye hûr kurtin, kûrfikrin, fîlosofîne.
E.Serdar janra Nema vekirî anî nava edebyeta kurdê Ermenîstanê. Hetanî wî tu kesekî nava rojnemevanîê û edebyetêda ew janr nedabû xebatê. Emerîkê Serdar hela sala 1959-a cara pêşin ew janr da xebatê (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”).
Ew yek, wekî çawa xwendevanê kurd, usa jî xwendevanê bi zimanê rûsî bi nivîsar efrandinêd Emerîkê Serdar çiqas begem kirine û bilind qîmetkirine, xweber nîşana wê yekêye, wekî nivîskarê me çiqasî bi dilê xwendevanara xeberdaye. Xwendevanê bi zimanê rûsî dinivîsin û dibêjin, wekî ewana bi serî efrandinêd Emerîkê Serdar gelê me, rabûn-rûniştina wî, erf-edetê wî nas kirine. Eva jî bûye pirake qewîn navbera xwendevanê miletê mayîn û emrê gelê me.
Nivîskar Yêrêvanêda dijî û diefirîne.
Nûrê SERDARYAN
(Nûra Emerîk),
endama Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.
NAVEROK («MUKURλ, 2014)
N A V E R O K
Anotasîa
Xudanê mîrata efrandarîêye mezin (N.Serdaryan)
Gotina xudane vekirinê
GUNDÊ ME
Pamba Kurda-Sîpan: cîê wî gêografîê
Hinek ji dîrokê, qebîl û berek
JI DÎROKA GUNDÊ ME
Çend êpîzod ji jiyana gunde derbazbûyî
Melûmetîê pêşin, hîmdar û statîstîka resmî
Qetla, ku sed sala berê qewimye
Mekteba me û dersdarê minî pêşin
«Ez batrakim, ez batrakim!..»
Û zevya çandî kire sîlos
Bêîsafê bêîsaf
Kamilê Şeko û zarokê gund
MALBETA ME
Kurt derheqa qebîla me Sanyada
Rya pêşîê min: ji Împêrîa Osmanîê hetanî Împêrîa Rûsîaê
Kirî û teslîm kir
Ax, ew heleqetîê navbera qebîlada!..
Destpêka Şerê Wetenîêyî mezin û çûyîna bavê mine eskerîê
Tekera yazîê
Çawa ji sî pezê me mane her tenê çend pez
Cînarê meye qenc û xirab
Ji emrê şagirtîê
Apê min vegerya malê
Sê berxê meye bi navê giregirê partîaê
«Înspêktora» («telîmçya») malê
Em çûne aş
Xebata mine li Têlavê û qewmandinê wêderê
Çetinayê mezin li ser rya mektebê
Dîroka qerexman û sondxwarina derew
Her tişt boy navê dîwana sovêtê!
SALÊ XWENDKARYA MINE DÛRE DIRÊJ…
«Ez xortekî ç’yame û sax’lemim…”
Ez çawa bûme xwendkar
Dêkanê min parazvanê mine
Mirina pîrka min Şerê
Pasporta teze û grafa derheqa miletîêda
Nexweşya dya min û “mêrxasya” zevê sedrê kolxozê
Mirina dya min
Rola apê minî Hemîd yazya minda
Pirtûka Emînê Evdale «Mem û Zîn» û gava mine pêşin li ser rya rexnekirina edebyetê
Du konyakê bextreş
Neme N. Xrûşçyovra
SALÊ XEBATÊ
LI MEKTEBA ELEGEZÊ
Ez çawa derbazî ser xebatê bûm û gavê mine dersdarîêye pêşin
Me çawa xêra mezin da
Me çawa wedê xweyî aza derbaz dikir
Konkûrsa radîoê, ez bûme dîktor û hêsirê şagirtê min
LI RADÎOÊ
Kolêktîva me
Derheqa Qaçaxê Miradda
Derheqa Erebê Şemoda
Derheqa Nado Maxmûdovda
Neme ji Lalişê
Şervanê bona aştîê û moralê
«Em destbi xeberdana zimanê rûsî dikin…»
Derheqa Şikoê Hesenda
Derheqa Mîkaêlê Reşîdda
«Ka sazbendya kurda ku hatye?»
Gelo mêrxasin yanê qaçaxin?
Wergêra sînxron
«Mera tişt nelazime xênji…»
Ji otaxa kîseçîê hemamêye!
Hazirkirina radîokompozîsîa
Çawa û çira ez ji xebata radîoê aza bûm
Derheqa Qanatê Kurdoda û çira ez nebûm aspîrantê wî
LI RÊDAKSÎAÊ
Çend gilî derheqa minda
Du têlêgram û Mîroê Esed
Rasthatina tevî Martîroa Saryan
Dîroka weşana pirtûka Hecîê Cindîye «Hewarî»
Şaşya seyasetîê û tevhevbûn li rêdaksîaê
Tê bêjî dêtêktîve, yanê ez çawa kivşkirim serwêrê para çandê û nema
«Dewsa rêdaktor», yanê «Her tenê ne Emerîk!»
«Her tenê min neşîne Sîbîrê…»
Gelo miqamê kêye?
«Ez serê dya xwekim…»
Kolêktîva rêdaksîa me
Xebata para çandê û nemaye praktîk
Me çawa dizîkava guhdarya radîoa dikir
Pez, pasporta undabûyî û… cesûs
Mirina Qaçaxê Mirad
Tiştekî sade nîbû — wergêra edebyeta seyasetîê û şerkarya dijî şer-şiltaxa
Mîroê Esed çû pênsîaê
«Her gêzîê teze bi cûrê xwe gêzî dike». Destpêka dijîhevbûnê
Dijîhevbûn zêde dibe. Şikyatê 60-perî, ku ser min nivîsîbûn…
Salê 90-î. Destpêka werguhastinê mezin. Ez kivşkirim rêdaktorê sereke
Problêmê fînansîê, nema şagirta û sponsorê me
Çawa rojneme digihîşte xwendevana
Çawa «Rya teze» derbazî latînî bû
Çûyîna mine li Têhranê bona tevî fêstîvala radîoê bibim
Ji jiyana rêdaksîaê. Sazkirina hevaltya dahidûdkirî (OOO) û destpêka dawîê
Çûyîna li konfêransa Hewlêrê û derheqa çend nas û hevalê minda
Întrîg, şantaj û dawîê… me usa jî pere nestend
Ez derbazî pênsîaê bûm. Min çawa mer paşla xweda germ dikirin
SAZKIRINA ŞÊWRA REWŞENBÎRÊ KURD
Dîroka sazkirinê
Derheqa xebata praktîke kirîda
KIRINA “ÊZDÎÊ TEZE”
«Kurmê darê ne ji darêbe…», yanê her tişt çawa destpêbû
Derheqa terevdar, ruhdarkir û piştgirîê «êzdîê teze»-da
Şerûda û harbûya çi dikirin
Du gilî derheqa «Prêzîdêntê êzdîê temamya dinyaêda»
Miletya Cangîr ax’a û nema Gorbaçyovra
«Her bijî dada Ermenîstanê!..»
«Rya teze» yanê «Dengê ezdya»?
«Êzdîê teze»: gava dibêjin «PKK», gotî fem bikin «têrorîzm»
Ji civîna ulmî hetanî civata kolxozê
Hindik mabû em hesabkirana…
Bêdengya «êzdîê teze» di pirsa guhastina dînê êzdyada
Kîne — «êzdîê tezene» yanê «kurdê gelîê Zîlanin»?
«Şêx, hêdî bajo!»
«Şivan ku dil bike, dikare ji nêrî gulmastê çêke»
Dewsa paşgotinê
LI MEYDANA EDEBYETÊ
Gavê mine edebyetêye pêşin. Çima «Emerîkê Serdar», lê ne ku «Emerîkê Dewrêş»
Çawa ez ser rexnekirina edebyetê bengî bûm û bûme “dijminê çanda kurda”
Stendina navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş bona sala 2009-a” (Kêmbrîc, Anglia)
Du qewmandinê berbiç’ev bi kolorîta rohilatê
Wergêra edebyeta bedewetîê
Wergêra edebyeta seyasetîê
M.S.Lazarêv “Pirsa kurda”, yanê dîroka dizya wergêrekê
Janra mine hizkirî nexş-nîgarê hûrin
Berevoka mine pêşin «Destê dê»
Pirtûka mine duda «Îdî dereng bû»
Pirtûka sisya «Dengê dil» bû
Endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê s.1995-a. Çima usa dereng?
Heşer-meşera li Ermenîstanê û pirtûka mine «undabûyî»
«Dewetek du cara kirin»: pirtûka mine çara, pêşkêşa neferê malê bona 70-salya min
Pirtûka mine pênca «Gundê me» bû
Berevoka şeşa «Hetanî kengê?»
Pirtûka hevta — «Hisreta emir»
Janra nema vekirî. Nema mine vekirî Prêzîdêntê ŞAY C.Bûşra
75-salya min
Berevoka mine heyşta «Bijare»
Berevokê mine neha û deha “Wê şevê…” û “Keşkûl”
Çend gilî derheqa qîza min Nûrêda
Û dawîêda ez dixwazim bêjim…
BÎRANÎNÊ EMERÎKÊ SERDARE PIRQÎMET (“MUKURΔ, 2014)
BÎRANÎNÊ EMERÎKÊ SERDARE PIRQÎMET
(“MUKURΔ)
Îsal Yêrêvanêda pirtûka bîranînê nivîskar, rojnemevan, wergêr, xebatkarê civakî Emerîkê Serdare “Mukurî” bi zimanê kurdî çap bûye. Ew bi temba dewletê bi kîsî Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê hatye weşandinê.
Pirtûk 211 rûpêle, parek wêneê xudan, malbeta wî, heval-hogir û xebatkarê edebyetê û civakîne (weke 50 wêneyî). Wêda gelek dokûmênt, neme û nivîsarê ferz hene, ku xudan wana dide xebatê.
Nivîskar gotye, Nûra qîza wî nivîsye. Ewê usa jî pirtûk amade kirye bona weşanê û pêşgotina wê nivîsye.
Pirtûk pêşkêşî bîranîna apê wî – Hemîdê Serdar û herdu kurê wîye mezin Yaşa û Mîşa kirye.
Berevok ji çend parane: “Gundê me”, “Ji dîroka gundê me”, “Malbeta me”, “Salê xwendkarya mine dûre dirêj…”, “Salê xebatê” (“Li mekteba Elegezê”, “Li radîoê”, “Li rêdaksîa rojnema “Rya teze”), “Sazkirina Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd”, “Kirina “êzdîê teze”, “Li meydana edebyetê”. Parek jî pêşkêşî şuxulkarê edebyeta meye navdar Ereb Şamîlov, Qaçaxê Mirad, Nado Maxmûdov, Mîkaêlê Reşîd, Şikoê Hesen û yêd mayîn kirye.
Bîranînada nivîskar ne ku tenê derheqa xwe, malbeta xweda nivîsye, lê usa jî derheqa gundê xwe, dîroka wî, olka me ji sedsalya XIX-a girtî hetanî rojê me, hilketin-daketinê wê, tradîsîaê me, wê zulma giran, ku wî çaxî gundê kurdada hebû, zorbetya “xan û begê” sosîalîzmê, pirsê sosîalîê û yêd mayînda nivîsye. Bi saya vê berevokê xwendevan dikare pê bihese, wekî edebyet û çanda kurdê Ermenîstanê çawa pêşda hatine, çi çetinayî ser wê rê hebûne. Xudanê berevokê derheqa van yekada dinivîse çawa şede û tevbûyê wan qewmandina, lema jî gotin û nêrîna wî qîmetlîne.
Dikarin vê berevokê dikana Yêrêvanêye firotana pirtûka (li Meydana rêspûblîkaê) û dikana li hewşa Mala Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêda bikirin. Dikarin ewê usa jî malpera nivîskare şexsîda bixûnin (vêderê biguvêşe).
Pirtûka bîranîna Emerîkê Serdare “Mukurî” gelekî kêrhatîye bona lênihêrandina çend pirs û problêmê edebyet, çand û jiyana kurdê Ermenîstanê wextê sovêtê û paşî dewrana sovêtê. Pirtûk bi saya wê yekê jî hêsa tê xwendinê, wekî ew ser parê biç’ûk hatye parevekirinê û her parek xweyê navekîye.
Nûrê SERDARYAN (Nûra Emerîk),
wergêr,
endama Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.
BÊY REXNEA WÊJEÊ PÊŞDAÇÛYÎNA WÊJEÊ NIKARE HEBE!
JI RÛPÊLÊ KOVARÊ KURDÎ
Kurdistana Bakûr, bajarê Dîyarbekrêda kovara kurdîye teze “Wêje û rexne” destbi weşanê kirye. Îsal meha gulanêda hejmara wêye duda ronkayî dîtye, li ku cî dane usa jî wekîlekî rewşenbîrê meyî Ermenîstanê, nivîskar, rojnemevan û rexnegir Emerîkê Serdar. Wê parêda, ku pêşkîşî wî kirine, cî dîtine jiyannîgarya wî (xudanê gotarê Ahmed Kanî), gotara E.Serdare rexna wêjeê “Daxwaza me, xwendevana”, ku hela sala 1966-a rojnema “Rya teze”-da hatye çapkirinê, û hevpeyvîna tevî E.Serdar bi sernivîsa “Bêy rexnea wêjeê pêşdaçûyîna wêjeê nikare hebe!”, ku êdîtorê kovarêyî sereke Dawid Yeşîlmen derbaz kirye. Em ewê hevpeyvînê raberî we dikin.
BÊY REXNEA WÊJEÊ
PÊŞDAÇÛYÎNA WÊJEÊ NIKARE HEBE!
HEVPEYVÎN BI EMERIKÊ SERDAR RE
“WÊJE û REXNE”: Ji bilî rexneyê te gelek berhemên helbest û romanek jî nivîsandiye. Di gelek konferansande tu axiviyî û te xelat wergirtiye. Lê navê te herî zêde bi rexnegiriya te derketiye. Raste ev gelo? Heger rast be çima te xwest giraniyê bidî rexneyê?
EMERIKÊ SERDAR: Raste, gelek pirtûkê min derketine, ew hîmlî nivîsara vekirîye (proza), lê min helbest nenivîsîne. Konfêransada axavtina min hîmlî rexne bûne û ew ji alîê gelek tevgelada baş hatye qebûlkirinê, lê gelek jî jê razî nemane. Telebextra, tu konfêransekêda tu yekî xelat nedaye min, hela serda ji min xeyîdîne. Belê, navê min gelekî rexnekirina wêjeêra girêdayî bû, lê xwendevan dha gelekî min nas dikin çawa nivîskar û rojnemevan. Çimkî xebera mine rexnekirinê dha gelekî zar bû, ne ku nivîsar. Ez hîmlî civînê koma nivîskarê kurdada diaxivîm, gava pirtûkê nivîskarê kurda dihatine enenekirinê (lênihêrandinê).
“W. û R.”: Ji kerema xwe re tu dikarî bi kurtasî behsa destpêkirina xwe ya nivîsîna rexneyê bikî? Te çawa biryar da an çi te bi ber rexnegiriyê ve birî?
E. S.: Sala 1958-a pirtûka Emînê Evdale teze neşir bûbû. Ew veçêkirina destana “Mem û Zîn”-ê bû. Wî çaxî min kûrsa 3-ada dixwend. Min pirtûk xwend. Ew gelekî dûrî ruhê veçêkirina bedewetîê bû. Gelekî sist û prîmîtîv hatibû nivîsarê.
Rojekê jî civata koma nivîskarê kurdada ew “poêm” hate enenekirinê. Min rabû, hûrgilî derheqa kêmasîê wê pirtûkêda xeberda, gelekî berk rexne kir. Civat tevîhev bû. Rojtira mayîn kurê Emînê Evdal Sîdar hate pêşya min û xwest minra bike şer. Lê gundî û hevalê min Fêrîkê Ûsiv kete ortê, nehîşt. Çend roj derbaz bûn, dêkanê me A.Pox’osyan gazî min kir û minra got, wekî Emînê Evdal hatye, şikyatê min kirye û derheqa minda gelekî xirab xeberdaye, dew kirye, wekî min ji înstîtûtê derxin. Dêkan ji min pirsî, çi bûye. Min jêra got. Ewî gote min, wekî Emînra gotye: “Ez nizanim wî xwendkarê me civîna koma nivîskarê kurdada çi gotye, lê her tenê dikarim bêjim, wekî ew xwendkarekî meyî pêşe û em gişk jî jê hiz dikin”. Dêkan minra got karê min nivîsar û koma wan neketye. Paşî wê civatê gotibûn, wekî nehêlin Emerîkê Serdar here civatê wan. Lê ez diçûm û min gilîê xweyî rexne digot.
Helbestvan û nivîskarê meye wî çaxî (lo yê nha jî) hîn nebûbûn rexnekirinêra hesab rûnên. Wana rexnekirin hesab dikirin çawa şikyat, xirabî, întrîg. Wexta pirtûkê wan derdiketin û ewana rêsênzîa dinivîsîn, her tenê çawa kêmasî didane kivşê, çika kîderê şaşya herfa (tîpa) heye. Bi fikra wan, eva rexnekirina pismamtîê bû. Lê rexnekirina wêjeêye obyêktîv ji goveka femdarya wana dûr bû. Lema jî wana rexnekirina wî cûreyî hesab dikirin çawa dijminayî, xayîntya berbi wêjea kurda. Telebextra, eva yeka hetanî nha jî usane.
Xênji wê yekê, wekî wêjea me ser dereca pêwîst nîne, hela serda jî yekî, ku dixwaze tiştekî teze bîne nava wêje yanê jî xebera xweye rexnekirinêye obyêktîv bêje, wî hesab dikirin û dikin çawa xayînê çanda me.
“W. û R.”: Nêrîna te ya li ser rexneyê xwedî çi paşxaneyê ye? Tu di bin bandora kî de zêdetir mayî?
E. S.: Alîê rexnea wêjeêda hukmekî mezin rexnegirê rûsayî mezin Bêlînskî ser min hîştibû. Min gotarê wî usa dixwendin û dimihandin, çawa merîkî tî avê vexwe. Nava meda çend merî hebûn, yê ku pirî-hindikî wêje û rexne fem dikirin û minra digotin “Bêlînskîê kurda”.
“W. û R.”: Gelo rewşa rexnegiriyê çawaye li nav kurdên Qefqasyayê?
E. S.: Çawa jorê hate gotinê, rexna wêje nava kurdê Kavkazê (îlahî Ermenîstanê) rewşeke başda nîne. Raste, himberî salê 1930-1950-î wêjea me bi serî efrandarêd meye cahil êpêceyî pêşda çûye, rexnegirya me jî bi gavê biç’ûk pêşda çûye. Dawya dawîê em gihîştin wê yekê, wekî “lawika” îdî usa tûj bersiv nedidan, hînî rexnekirina wêjeê bûn. Badilhewa nîne, wekî kurdzan Tomas Boîs (Thomas Bois) pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Bêyrûtêda çap bûye, nivîsye: “Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye” (rûpêla 128).
“W. û R.”: Em te weke rojnamegerekî Rya Teze jî dizanin. Ji bo wêjeyê ger ez bipirsim, ciyê rexnegirî û wêjeyê çiqasî giring bu ji bo Rya Teze?
E. S.: Ew, çi ku dihate gotinê û kirinê, hîmlî rûpêlê rojnema “Rya teze”-da bû, çimkî tu organeke meye weşanêye mayîn tunebû. Ez bêjim, gava sala 1962-a ez rojnema “Rya teze”-da derbazî ser xebatê bûm, gele gotarê mine rexnekirinê rûpêlê rojnemêda çûn. “Lawik” ji vê yekê tirsyan, zanibûn sirê wê bigihîje wan jî, lema jî gihîştine hev û êrîş anîne ser berpirsyarê rojnemê Mîroê Esed, wekî virhada gotarê Emerîkê Serdare rexnekirinê çap neke. Ewî alîê xweda gele cara yan nedihîşt gotarê mine rexnekirinê rojnemêda derên, yanê usa seqet-suqet dikir, ku ewana îdî kemala xwe unda dikirin. Dawya dawîê ewî minra got terka gotarê rexna wêjeê bidim, çimkî “lawik” wana rind qebûl nakin. Lema jî rûê dilsarî û peyketinêda daxwaza min rexnekirinê bere-bere kêm bû.
“W. û R.”: Ji bilî ked û xebatên te yên di derbarê rexnegiriyê de, li nav kurdên Qefqasyayê rewşa rexnegiriya wêjeya kurdî çawaye? Kî rexneyên wêjeyê dinivîsê, kî xwedî berhemên rexnegiriyêne?
E. S.: Bira xwendevan nefikire ez pesnê xwe didim, lê rastî ewe, wekî ji roja pêşinda destpêkirî hetanî nha her tenê min gotarê rexnekirinê nivîsîne û rojnema “Rya teze”-da (usa jî rojneme û kovarê ermenî û rûsîda) dane weşandinê. Çiqas ez zanim, ne Gurcistanêda, ne jî Azêrbêcanêda merîkê usa tune, ku her tenê rexna wêjeêva mijûlbe. Raste, car-cara rojnemê wan komaraye kurdîda gotarê rexnekirinê têne weşandinê, lê ew jî gelekî prîmîtîvin, analîza wêjeê obyêktîv wanada tune. Berhemê rexnegirîê tunene û ez nikarim navê wan meriva bidim, ku car-cara gotarê “rexnekirinê” dinivîsin.
“W. û R.”: Gelo kovarên li ser wêjeya kurdî hene? Ev hinekî pirseke ansîklopedîke û dirêje lê tê bikaribe çi bibêjî ji me re?
E. S.: Raste, ez bawerim: him Bakûrda, him Başûrda kovarê wêjea kurdî hene, lê, telebextra, bawer bikî ew nakevin destê me. Ez wera bêjim: wextê Sovêtê kovarê wêjea kurdî tunebûn, nha jî komarê Sovêta berêda tunene. Her tenê Ermenîstanêda çend sala pêşda almanaxa wêjea kurîye salewextê “Bahara teze” (bi zimanê kurdî) dihate weşandinê. Le eva îdî çend sale ew jî tune, dernaê. Lê ez zanim Avropaêda gele kovarê çand û wêjea kurdî têne weşandinê. Mesele, ez zanim wextêda kovara “Roja nuh”, “Pênûs”, Almanaxa Înstîtûta Parîzêye kurdî (bi zimanê fransî) û yêd mayîn dihatine weşandinê.
“W. û R.”: Gelo berhemên te yên li ser rexnegiriya wêjeyê hene? Û tu niha li ser çi dixebitî?
E. S.: Sala 2011-a berevoka gotarê mine “Bijare” (bi zimanê kurdî û rûsî) Yêrêvanêda hate weşandinê. Wêda çend gotarê mine rexna wêjeê hebû. Lê pirtûkê mine xût rexna wêjeê tunene. Nha jî ez ç’evada merûmim û nikarim gele tiştî binivîsim.
“W. û R.”: Tu çiqasî dikarî wêjeya kurdî ya Bakurê Kurdistanê bişopînî? Nêrîna te ya li ser wêjeya Bakur çawaye?
E. S.: Ez gelekî haj wêjea kurdî li Bakûr nînim. Min êpêce efrandinê Apê Mûsa (Mûsa Enter), Mehmed Uzun, Medenî Ferho, Fîrat Cewarî, Konê Reş û yêd mayîn xwendine. Wera rast bêjim, bi tomerî Bakûrda wêjea rast kême. Ez zanim, nivîsara tirkaye vekirî gelekî pêşdaçûyîye (îlahî novêl û roman). Û eva yeka çira hukumê xweyî baş li ser wêjea kurdî nahêle? Wêjea kurdîda guhdarîê nadne ser psîxologîa nîgara, nitirandina dinya wane hundur, sazkirina nîgarê rast û rêal, nîşandayîna jiyana rêal… Nava nivîsara wanda bang dha geleke, ne ku mecalê bedewetîê.
“W. û R.”: Li Bakurê Kurdistanê cara pêşiye ku kovarek tenê li ser rexne û analîzên wêjeyê tê çapkirin. Û ev hevpeyvîn jî di wê kovarê de ê çap bibe. Tu dixwazî çi bibêjî ji bo kovarê? Çi şîretên te hene ji bo me xwendekar û xebatkarên kovarê re?
E. S.: Ez gelekî şame, wekî nava me, kurdada, kovareke mexsûs heye, ku derheqa pirsê rexnea wêjeêda dinivîse. Telebextra, hetanî nha tu hejmareke wê neketye destê min, min nexwendye û ez nikarim bêjim gelo dereca wê çawane. Lê ew yek, wekî kovareke usa tê weşandinê, xweber tiştekî şabûnêye. Daxwaza min ew bû, wekî kovarê guhdarya mexsûs bida ser heralî analîzkirina efrandina bedewetîê, kêmasî û destanînê wê bi bawerî nişan bida û bi wî teherî alîkarî bida pêşdaçûyîna wêjea me. Rast gotine: bêy rexnea wêjeê pêşdaçûyîna wêjeê nikare hebe. Lê wê yekêra tevayî min dixwest kovarê alîkarî bida bilindkirina dereca xwendevana, rastqîmetkirina şuxulê bedewetîê. Dha rind dibe, wekî rûpêlê kovarêda dîskûsîa bêne derbazkirinê derheqa pirsê wêjeêye cuda-cudada, yanê qîmetkirin û analîzkirina efrandina tezeneşirbûyîda. Wê gelekî baş bûya, eger kovarê wargê kurdada civînê xwendevana derbazkira, haj xwestin û ramanên wan hebûya.
“W. û R.”: Gelo em ê tucarî we li Diyarbekirê bibînin? We dil heye hûn carekî werin Diyarbekrê?
E. S.: Hertim xiyala min bûye, wekî herime Bakûr, ne tenê Amedê, lê usa jî cîê mayîn. Gotî bîr nekin, wekî pêşîê min ji wan dera hatine. Pêşîê ji Şengalê revîne Xezalîê, deşta Bişêrîê, Serhedê, wê şûnda Împêrîa Rûsîaê (Ermenîstanê). Û xiyala min ew bûye, wekî ez herim cîê pêşîê xwe, tebyeta wêderê bibînim, bîn-boxsa wêderê tex’mînkim… Eva xiyala mine hertimî bûye. Bira Xwedê bike, wekî ez karibim rojekê bibim mêvanê welatê kal û bava. Lê, telebextra, tê kivşê ev xwestina min wê neê sêrî, çimkî ez îdî temenê xweda mezinim (weke 80 salîme) û ç’evada belengaz bûme. Lê ez zanim, wekî Bakûrda, îlahî Amedêda, xwendevanê min gelekin û ew yek min dide şakirinê û ruhdarkirinê.
Dawid Yeşilmen
kovara “Wêje û rexne”
(Amed)
Gulan, s.2014-a, №2
Usa jî van hevpeyvînê Emerîkê Serdare mayîn bixûnin:
MEHMÛD
MEHMÛD
Mehmûd merîkî ecêb bû. Tiştê usa dikir, wekî ji aqila dûr bûn. Şetele bû. Gundî haj vî xeysetê wî hebûn û gava dibihîstin, wekî Mehmûd dîsa tiştekî ecêb kirye, zendegirtî nediman, her tenê vedibeşirîn û digotin:
— Lê Mehmûd neke, kê wê bike?
Rojekê Mehmûd diçe gundekî dûr. Kîsikê tijî titûn malda bîr dike. Wexta rêva kirê cix’arê tênê, teze tex’mîn dike, wekî kîsik malda bîr kirye. Îdî gelekî ji gund derketibûye û xwera nedîtye paşda bizvire. Difikire, wekî rêva cix’arekêşê rastî wî bên. Êpêceyî diçe, lê kesek rast naê. Xwexwa jî cix’arekêşekî zor bûye. Dinihêre, ç’ara wî tê birînê, kirê cix’arê gelekî tênê, belgê tirşoye hişkbûyî berev dike, destê xweda dipişirîne, cix’arekê dipêç’e. Qulapekê, duda didê, lê dinihêre qîma wî ji cix’ara usa naşkê, digre wêda davêje û pêşda dilive. Kirê cix’arê zorê didinê, lê çi bike, ç’ara wî tê birînê. Dîna xwe didê, wê yek wêda tê. Şabûn dikeve dil. Nêzîkî hev dibin. Mehmûd silavê didê û jê dipirse:
— Camêro, tu cix’arekêşî?
— Welle, cix’arekêşim, — ew dibêje Mehmûd. – Nevî cix’ara te kuta bûye?
— Min bîr kir, kîsikê titûnê malda hîşt. Kerema xwe cix’arekê nadî min?
— Keremke, camêro, — rêwî dibêje, qeraxê rê rûdinê, kîsik derdixe, dirêj dike.
Mehmûd cix’areke qalim dipêç’e û dû didê. Wexta dikişîne, kuta dike, yeke mayîn jî dipêç’e. Virda-wêda xwera xeber didin û wexta radibin ji hev dûrkevin, Mehmûd jê dipirse:
— Tu diçî mala xwe?
— Belê.
— Rya min dûre, cix’ara min jî tune. Xêra seheta xwe, heve titûn nadî min heta diçim, digihîjme cî?
— Keremke, camêro, weke çend cix’ara xwera hilde, — rêwî dibêjê û kîsik dirêj dikê.
Mehmûd kîsik rast nîvî dike, xatirê xwe jê dixwaze, dide serê rê. Hevekî diçe, difikire, wekî titûn hindik hildaye. “Ew diçe mala xwe, ewqas titûn çî wîrane”, — difikire, vedgere rêwî dike gazî, wekî bisekine. Mêrik cîê xweda disekine. Mehmûd tê digihîjê.
— Titûna min kême, gotî ewa mayîn jî bidî min, — Mehmûd bi cûrê emirkirinê dibêjê.
— Keremke, minra her tenê weke cix’arekê, duda bihêle, wekî dinê hilde, — rêwî dibêjê û kîsik dirêj dikê.
Mehmûd titûnê temamî hiltîne, kîsikê vala didê.
— Camêro, te qe na minra cix’arek têda bihîşta, — rêwî dibêjê, gava dibîne, wekî kîsik vikî-valaye.
Mehmûd qe caba wî jî nade, pişta xwe didê, diçe. Hevekî diçe, difikire, wekî kîsikê wî gelekî rinde. “Çi kîsikekî rind bû. Merîkî heyfe, dengê xwe nake. Ez gotî kîsik jê bistînim”, — Mehmûd difikire, paşda dizvire, mêrik dike gazî.
— Filankes, hela bisekine, ezê gilîkî tera bêjim.
Rêwî cîê xweda disekine. Mehmûd tê, digihîjê.
— Tu gotî ewî kîsikê xwe bidî min, — Mehmûd emirî ser dike.
— Çira?
— Dilê min usa dixwaze. Ez divêm bide, gotî bidî.
— Lê wekî ez nedim? – rêwî bi hemdî xwe jê dipirse.
— Wekî nedî, ezê zorê te bistînim.
— De, ez nadim, hela tê çawa zorê bistînî, — rêwî dibêje û bin ç’evara lê dinihêre. Dibîne Mehmûdî bê ç’eke.
— Tera dibêjim, pakî kîsik derxe, bide, yanê na zanim çi bînime serê te, — Mehmûd gefa lê dixwe.
— Heyran, xwe tu cerdbaşî nînî! Rya Xwedê ketî? Ew jî qencya min? Çira titûnê bidme te, çima ha bikî!
— Dêmek, nadî?
— Hilbet nadim!
Mehmûd xwe dirêjî rêwî dike. Lê rêwî cîê xweda disekine û wexta Mehmûd digihîjê, rêwî dike çemê usa Mehmûd erdê dixe, wekî zingîn ji nav dil tê. Çok dide ser sîng, bêbûtê derdixe. Gava Mehmûd ç’ev bêbûtê dikeve, ziravqetî dibe.
Rêwî dibêjê:
— Tu ha destê min xilaz navî. Ecelê te hatye, risqê te dinê hatye birînê. Ezê îro te bikujim. Rave, xwexwa mezelê xwe bi desta bikole, yanê na ezê leşê te ber vê tevê buhêlim, bikim xurê teyr û tûya.
— Ez bextê te, jin-zarê teme, tê wê yekê nekî, — Mehmûd îdî bi lavaya tê rêwî.
— Na ku nevye, nemerdê mînanî te gotî rûbarê dinê nemînin, — rêwî dibêjê û pê serê bêbûtê diniç’înê. – Zûbike, rave, yanê na ezê vê sehetê bela te bidmê.
Mehmûd dîsa lavaya dike, lê rêwî guh nadê û ji gilîê xwe paşda venakişe.
— Pakî ewe ravî xwexwa mezelê xwe bikolî, yanê na meytê teê ber vê tevê, ser vê rê genî bibe, bîna kurederê bike van dera, — rêwî dibêjê û bêbûtê destê xweda xweş dike.
Ç’ara Mehmûd tê birînê, xwe davêje dest-pîê rêwî.
— Heyran, qeletek bû, min kir. Bidî xatirê Xwedê, min kir tu meke, destê xwe nede min, zarokê min hûrin, gunene, — Mehmûd lavaya tê.
— Tê kivşê, qeletê ha te gele kirine, — rêwî pê pozika çarixê diniç’înê û bi hêrs dibêjê: — Tu gerekê bona van nepakîê xwe cabê bidî yanê na? – mecalê nade, wekî Mehmûd gilîkî bêje, serda zêde dike: – Îro ew roj pêra gihîştye, gotî bona kirinê xwe bêy cezakirinê. Tu rastî merîkî usa nehatî, wekî dengê xwe tera neke. Îro tu sax’ ji destê min xilaz nabî. Bona meytê teyî heram ber tevê genî nebe, dha pake ravî, bi destê xwe mezelê xwe bikolî.
— Heyran, ez bextê teme, min nekuje, wekî dinê, bê mene, çi dixwazî ez ber te sekinîme. Ezim gunekar, ez jî gotî cabê bidim, — Mehmûd dibêjê û jêla zûr dibe ç’evê rêwî dinihêre. Dîna xwe dide sifetê wî, tex’mîn dike, wekî rêwî merîkî reme, ber helekarya dike, — tu merîkî maqûlî, ax’ayî, ax’akî şertê xweyî. Xwe mînanî min êx’intî nînî. Êx’intîme, lê çime! Wexta êx’intî nîbûma, minê çira usa bikira. Min neda hişê xwe, wekî camêrî maqûltîê dike. Min jî ew kirina te çawa qelsî hesav kir û bi vê êx’intya xwe xwest xwera, giva, navekî qazanc bikim.
— Çima merîşêlandin navqazanckirine? – rêwî bi eks jê dipirse, hîvya cabê namîne, hildide ha dibêjê: — Wekî tu rastîê jî êx’intîyî, îdî hate kivşê. Ew bona te hê xirab. Ç’ar-mikana te tune, tu gotî bi desta, çencerûka tirba xwe bikolî. Tê bikolî yanê na? – bi bêbûtê dîsa diniç’înê.
Gava Mehmûd dibîne helekarîê wî jî bendî tiştekî derbaz nebûn, îlac rêwî nabe, zorê radibe ser qedema û nizane çi bike. Dev-ç’ev lê xar dibin, dişewişe,lerzek pê digre, ancax ser linga disekine.
Gava rêwî Mehmûd vî halîda dibîne û tex’mîn dike, wekî îdî zirav lê qetyaye, xeberdan jî pê nabe, gunê xwe pê tîne.
— Here, ez destê xwe nadme te, — rêwî dibêjê. – Lê tobe bike careke mayîn qeleta ha neke. Destê xwe neke her qula. Qul hene mişkin têda, qul hene me’rin têda. Here, boy navê Xwedê ez destê xwe nadime te. Ew çi hate serê te, ew jî tera bese. Wekî namûsa te hebe, tê tobe bikî virhada tiştê usa nekî. Lê ew çi titûna min daye te, gişk paşda bide. Nemerdê mînanî te ne layîqin, wekî cix’arekê jî ji titûna camêra bipêç’in. Wekî tu rastîê cix’arekêş bûyayî, te qeleta usa nedikir. Here, min dûrkeve, xûna xwe neyne ber derê min.
Mehmûd şaş û metel dimîne, rêwî dinihêre, nizane çi bike. Tê bêjî gotina rêwî negihîştibû sewdê wî, dêrî bûbû, sekinî bû.
— Ne min tera got titûnê bide, biceme here, ber ç’evê min nekeve, — rêwî bi hêrs dibêjê.
Mehmûd bêhemdî xwe dest dike cêva xwe, titûnê derdixe û bi destê lerizok dirêj dikê.
Rêwî titûnê ji destê wî hildide, destê xweda dipişirîne, usa hûr dike, dike birnotî û nava hewêda bela dike.
— Te tirê ez ber titûnê ketime? Na, ez ber titûnê neketime. Ez dixwazim wî halîda cix’ara te jî tunebe, wekî bikşînî dilê te rehetbe. Gotî bê cix’arê bimînî, wekî hişê te bê serê te. Wekî eynsî cix’arekêşî, tê zanibî eva tera çi hêjaye, — rêwî ha dibêjê, pişta xwe didê, diçe.
Êpêce wext Mehmûd cîê xweda disekine, dîna xwe dide rêwî, nizane çi bike. Paşê tê bêjî ser hişê xweda tê, ji cî dilipite.
Wexta Mehmûd vedigere gund, nava cimetêda evê yekê gilî dike. Gundî dibihên û … zendegirtî namînin.
— De wekî Mehmûde, gotî tiştê usa jî bike, — dibêjin û dikenin.
Gele cara gundya xweşîê xwe Mehmûd dikirin û digotin:
— Mehmûd, Mehmûd, rehme bavê tebe, ca bêje te çawa xwest kîsikê wî mêrikî jê bistînî…
Mehmûd caba wan nedida, serê xwe berjêr dikir, vedibeşirî. Tê bêjî ew jî îdî ser kirina xwe dikenya.
Axir Mehmûd yekî gelekî dilê xweyî sax’ bû. Ewqas dilsax’ bû, wekî tex’mîn nedikir çi tiştê gotinêye, çi tiştê gotinê nîne. Çi hatibûya sêrî, çi dîtibû, çi bihîstibû – temam yek bi yek digot, tu tiştek venedişart. Lema jî, raste, gundî sifte ser kirinêd wîye bi sirê dikenyan, hela hineka jî xweşîê xwe pê dikirin, lê tu kesî xilêletî wanda nedidît. Kirinêd Mehmûd zû dihatne bîrkirinê û tê bêjî gundî hîvya kirinêd wîye teze bûn. Û ew kirin derengî nediketin.
DENGBÊJ
DENGBÊJ
Rokurtkê payîzê bûn. Xebata deştê kuta bûbû, gundya êrîk-bêrîka xwe dîtibûn, debr-dirlikê xwe dabûn ser hev û destbi def-deweta kiribûn.
Hela çend roja pêşda cahil mala Têcoda berev bûbûn, dara zevê dixemilandin, pêra bi deng dilîstin, pêşya dewetêda diçûn. Şayî îdî ketibû gund.
Wê rojê nîvro şûnda mala Têco gazî sazbenda kir. Birazeva jî hat, dara zevê ji mal derxist, cahil lê top bûn û bi defê nava gund gerandin. Qûjînya def û zurnê bû, qeydê “Nava mala” lêdixistin. Dengê wê best-beyara bela dibû, dikete her malekê û şabûn dikire dilê her bendekî. Gava nêzîkî malê heznî dibûn, dengê defê didane kerkirinê, diçûn îzin ji wan dixwestin û careke din dibû girmînya defê. Mal bi mal digeryan. Kevanya kevç’î rûn dikirne derdana sazbenda, êmîş dara zevêva dikirin, lê mêra pere didane defçî.
Gişka karê xwe dikir: mêrê ahil û kulfetê sere kincê xweye teze hazir dikirin, wekî êvarê herne dewetê, cahil nedihatne mal-avaya, çawa dibêjin, ew bê def direqisîn, lê wexta def lêdiket, ew “Xwedê” xwe jî bîr dikirin.
Çûyîn-hatin nava gundda dha zef bûbû, merî hevra qurban-heyran bûbûn. Deweta malekê bû, lê şabûna gundekî bû.
Xwendî bere-bere dihatin, ber derê Têco peya dibûn. Çawa edet bû, gundya ew ji destê hev direvandin.
Wê rojê te derê kîjan malê vekira, texte rastkirî bû, bi hezar naz-nemetî xemilandî bû. Yekî bizineke wî jî hebûya, ewî jî karê xwe kiribû, xwendî hildabûn.
Mala Cindî topayî hildabû, lê Têco nehîştibû, wekî xwendya hilde, çimkî Cindîê kal ew çend meh bû nexweş bû, nava cyada bû. Malêd, ku xwendî hildabûn, usa jî gazî der-cînarê xwe kiribûn. Têmûrê cînar jî gazî kurê Cindîyî mezin – Emer kiribû, biribû malê. Emer gula govenda bû. Dengekî xweş lê bû û gava diqîrandê, tu ji kubra wî, sewta wî têr nedibûyî. Dengbêjekî gund, êlêyî hêle bû. Tu deweteke gund bêy wî nedikirin, hela ji gundêd cînar jî dihatin pey, dibirne şaya.
Û îro Emer textê Têmûr şên kiribû. Dev-ç’evê wî hazirara dikenyan, kake-kaka wî bû, distra. Xwendya nanxwarin, vexwarin bîr kiribûn, motacê dengê wî bûn. Emer tex’mîn dikir, wekî rûê wîda xwendî nan naxwin, kilam kin dibirî, laqirdî dikir, bi merîfetî usa dikir, wekî nan wan dida xwarinê. Lê wexta def dihat, çoke wî bê hemdê wî binda direqisîn û Emer çeplê xweye zirav hildidan, direqisî. Reqaseke çawa dikir!..
— Eferim, Emer, Xwedê merîfeta te zêdeke, — sazbenda digotin û perê destê wîda top bûyî hildidan. Serdewetî xatirê xwe ji hazira xwest, hîvî kir, wekî hevekî zû bêne govendê, da pêşya sazbenda, çû dîtina xwendîê mayîn.
Êvarê klûbêda cimet kimkimî bû, govend digerya. Serdewetî ji cahila hîvî kir, wekî deng govendê bigerînin hetanî bi defê diçin pey xwendya, tînin.
Du cahila hevra digot, duda lê vedigerand. Paşê qîzê cahil gotin, xorta lê vedigerand. Û çiqas diçû, cimet dha gelek dibû, govend giran digerya. Textekî mezin orta govendêda vekiribûn, iç’ke, çerez danîbûn ser û çend mêrê navsere dorê rûniştibûn. Wexta xwendî bi def-zurnê anîne dewetê, dora texte dane rûniştandinê, vana vêderê îdî xwera destpêkirin derbazkirin, gavendê temaşekirin, lê def çû pey bûkê salê. Ew jî anîne dewetê.
Govend çiqas diçû giran dibû. Mêrê sere ketibûn çirpîkê, zevê salê, cahil ketibûn destê wan, kulfetê navsere ketibûn destê xorta, bûk, qîzê cahil ketibûn çirpîkê. Zaro jî ketibûn poç’ka govendê, xwe dihejandin. Serê govendê, poç’ka govendê gihîştibû hev. Çend mêrê navsere ketibûne sergovendîê. Zurneçî qeydê “Zûlo” lêdixist, defçî dikire gazî:
— Malîava Rostemra! Sed manat pere ser serê van camera şavaş daye! Şavaş, malîava!..
Û paşî her gerekê sergovendî dihate guhastinê. Her tenê kulfet nediçûn, nediketne sergovendîê. Wexta yekî ser serê jinara şavaş dida, defçî diçû tanga çirpya jina, wêderê şavaş dikire gazî û çomaq ser serê wanara digerand, çimkî, çawa edet bû, îzin tunebû jin fêza mêrada bilîzin. Qet dengê defçî kêm nedibû, hey dikire gazî “Şavaş, malîava”, hey zurneçîra tevayî kilam digot, pêra jî cîê xweda direqisî.
Mêrekî navsere şivik girtibû xwe, orta govendêda sekinîbû, wekî zaro anîzasîa nekin.
Du qîzêd cahil hine digerandin. Kê tilya xwe hinêda dikir, pere davîte sinya wan.
Govend bi hemdî xwe digerya.
Wî çaxî Zîna qîza Cindî hate hundur, nêzîkî Emer bû, guhê wîda tiştek got û ewana lez ji dewetê derketin.
Cindîê kal ber ruhda bû, gazî Emer kiribû, wekî temî-weysetê xwe lê bike. Ç’evî li rya kur bû û gava Emer derda hat, tê bêjî careke mayîn ruh berda hat.
— Emer, lao, ya min îdî boşe, — Cindîê kal bi dengekî lerizok got. – Gunê dya te, xûşk, birêd te stûê te, rind miqatî wanbî…
Bîna nexweş diçikya, tê bêjî dengê wî ji gelîkî kûr dihat, zorê xeber dida.
Çawa tase ava sar ser Emerdakin, cîê xweda sar bû. Çend seheta pêşda bavê wî pak bû, ev çi hate sêrî?
— Bavo, çi te qewimye?.. Çira kê nexweş nakeve? Ev çi gilîne tu dibêjî? Muhuleta xwe bîne, çira usa dest ber xwe hiltînî? – Emer gotê, lê kela girî îdî dabû qirikê.
— Na, lao, ez nagihîjme sibê. Temya min we, mirina min mekin gazî… Bira kes pê nehese, şaya mêrika neteribe, — ancax dengê kalê dihate bihîstinê. – Lao, şin û şayî birê hevin. Lê şin gotî şayê alt neke. Lema jî edetê miletê meye: wextê ha şînê nakin dengî… Gunê min stûê webe, hûn jî nekin dengî…
Bîna nexweş ma, xêlekê xwe ker’ kir. Zûr bûbû, ç’evê kur dinihêrî.
— Emer, lao, ese bidî pêşya neferê malê, bivî dewetê, wekî kes şikê nebe, bira ç’evê cahilê me ji dewetê nemîne… Ax, emir çiqas şîrine!.. Paşê, wexta dewet kuta bû, hêja şîna xwe bikin… Min jî bibin kêleka mezelê dê-bavê min ç’elkin… Binêr, gunê min stûê tebe, nevî-nevî deweta mêrika diteribînî, — nexweş zor-cefakî gilîê xwe ducar kir, ç’evê kur nihêrî û du hêsir jorda hatine xwarê. Paşê vegerya ser neferê malê, wan nihêrî, tê bêjî dem-xatir ji wan dixwest.
Neferê malê dora cîê nexweş rûniştibûn, ker’-ker’ digiryan, wekî wî duruhî nekin. Hêsira rê nedidane hev, ji ç’evê Emer dihatne xwarê, ber ç’eva bavê wî mînanî mûmê vêdisya.
Dûrva dengê defê dihat, govend bela dibû.
Sibê ser Cindîra derbaz nebû, destberbangê tex’dîr da.
Xênji mala Têco û Cindî gund wê sibê dereng ji xewê hişar bû. Baê sibêyî hênikra tevayî dîsa dengê def û zurnê dihat. Pêşîê ber derê Têco lêket, paşê nava gund gerya xwendî top kirin.
Sibê şebeqê dîsa Têmûr kurê xwe şande pey Emer. Dilê Emer çûyînê tunebû, lê neçûya jî nedibû. Wekî neçûya, dibe pê bihesyana. Lê Emer, çawa bavê gotibûyê, nedixwest şayî biteribanda. Ê, wê bi çi dilî biçûya? Emer rê ji rya dernedixist hetanî dê hilda jêra got:
— Lao, ne temya bavê teye. Rabe, here…
Emer ser textê Têmûr nava koma xwendyada rûniştibû. Te ku bengzê wî dinihêrî, tex’mîn dikir, wekî ewî vire, lê fikra wî cîkî mayîne: carna bîr dikir caba duea hazira bide, carna dêrî dibû, disekinî. Lê wexta tas hildida, dest lê dilerizîn, bengzê wî dihate guhastinê, dengê wîda kewgirî hebû. Carekê-duda jî tas ji dêst ket.
— Emer, Xwedê xêrke, kêfa te îro çira tune? – Têmûr jê pirsî, — nebî apê Cindî girane?
Emer tevîhev bû, deqekê nizanibû çi bêje. Lê her tenê deqekê.
— Na, çira, kêfa min jî xweşe, bavê min jî îro pake, — Emer cab da.
Lê wexta def hate pey xwendya, Têmûr, çawa edet bû, çend manat pere da wan, neferê malê ber defê reqisîn û qestîka ew êpêceyî malêda eglekirin, wekî xwendîê wî xêlekê jî zêde rûnên.
Dengê def-zurnê ber guhê Emer bûbû qûjîn, “birao-birao”: meytê bavê ber ç’eva bû, dengê şin-girîê kinêza ber guh bû. Qafê wîda hêwirze bû. Bi xwe ç’ila bûbû, sekinî bû… Her wextekê tex’mîn kir, wekî Têmûr ketye milê wî û tevayî berbi mala Têco diçin…
Meytê Cindî otaxêda danîbûn, perde kişandibûn ber pencera. Xênji kulfeta wî neferê malêye mayîn jî kêlekê rûniştibûn, ker’-ker’ şîna xwe dikirin. Wexta cînarek dihate malê û pirsa Cindî dikir, jinê digot:
— Cindî otaxêda razaye…
Defçî-zurneçî qeydê “Crîd”-ê lêdan û syarê bûkê rêketin. Emer jî xwera birin.
Dengê sazbendîê li Emer tesele nedibû, ew bi fikrê mal bû, kêleka meytê bavê bû. Lê wexta temîê bavê diketine bîrê, dicedand kêfa xwe xweşke, wekî tu kes tiştekî tex’mîn neke. Lê nava “şabûna” dema usada qelpî hebû, dema usa zorkuştî bû.
Nîvro şûnda bûk anîn, peya kirin. Otaxeke mezine fireda nan danîn. Cimet kimkimî bû. Temeda salixî pêk danîn. Dengbêja rê nedidane hev, ber hevda dihatin. Deqa ew ker’ dibûn, dibû girmînya defê, qûjînya zurnê, te digo ewe wê otaxê ser xwera bavêjin. Lê wexta meyê dixistin, her tişt ker’ dibû, diseqirî. Gişke şabûn, ken li ser levê wan bû, xwera dikirin, dixwarin, kêf dikirin. Hey car-cara jî xweşîê xwe hev dikirin. Şayî bê henek nabin.
Lê Emer qulç’ekîda rûniştibû, qincilîbû ser hev. Ç’evê wîda xemeke giran hebû. Rûva nava şayêda bû, lê dilda şîneke giran bû. Xûdanê serra avîtibû. Xule-xula hêsira bû, jorda dihatne xwarê, tê bêjî devê hîzekî vekirine û dikin-nakin naê girtinê. Û ewî qestîka xûdana ser sifetê xwe temiz nedikir, wekî hêsirê wî neêne kivşê.
— Îro çira dengê Emerê me naê? – temede got. – Emer, bidî xatirê Xwedê, ca yekê werê.
Dengbêjê mayîn xwe ker’ kirin. Dengê defê jî birîn.
— Canê, canê!..
Hazira hevra-hevra helan danê. Emer kete dereceke teng, xwest menîkê bigre.
— Min serma kirye, divînî min çiqasî xûdaye. Îro qet dengê min dernaê, — Emer bi dengekî lerizok got.
— De menya megre, dengê te çira ketye? – temede gotê. – Çiqas jî ketibe, wê dîsa weke dengê deh Şamila mabe. Tu navînî, ewî vêsibêda serê me bir, — temeda xweşîê xwe Şamilê dengbêj kir. Gund-gundîtî zanibû, wekî ew çi jî hevra bêjin, ji hevdu naxeydin.
— Ya min, qe na ez cila xwe ji avê derdixim, lê tu ya xwe bêje, — Şamil gotê. – Tu qe nikarî pistûkê jî bilîzî.
Bû pîrqînya cimetê, kenyan. Lê dest ji yaxa Emer nekişandin.
— Canê, canê, Emer!..
Û Emer bi dilekî kul kilama “Sura Qelenîê” lîlandê. Dengê wî raçandî bû, lê vê carê tê bêjî dilerizî, cî-cîna zirav dibû, te digo eve wê bê birînê. Ewî bi xwe jî tex’mîn nedikir, wekî çiqas bi xem, bi dilê birîn distrê.
Sura Qelenîê tê, sureke sare,
Qelna destê bavê min şêlaze,
Taxima sêrî karbare…
Cimet ker’ bûbû, guh didaê. Hazir bûbûn pepûkê kubra wî. Demekê şayî hatibû bîrkirinê û hazir ketibûn bin hukumê wê xemê, ku dengê wîda hebû. Bê hemdî wî dengê wîda şin û şayî tevhev bûbûn, lê sewtêd şînê dha gelek bûn. Emer ev yek tex’mîn kir û kilam kurt birî.
Xêle wext deng ji hazira nedihat, tê bêjî tiştek tex’mîn kiribûn: nizanibûn ser şayêne yanê ser şînêne. Xulese, serdewetî ew kerbûn teriband û got:
— Dengî dinêbe, Emer! Kubra te îro gelekî bi xem bû, nizanim çira…
Demekê şûnda dîsa şayî kete qamê xwe. Dîsa kirin, xwarin, salixî pêk anîn, stran. Kutasîê jî topayê xwe avîtin û rabûn, çûne malê xwe.
Êvarê dîsa dengê defê dihat. Govend digerya.
Çawa bavê gotibû, Emer usa jî kir: da pêşya cahilê malê, bire dewetê. Lê zû jê derketin.
Rojtira mayîn teze be’s li gund bela bû, wekî eva du roje Cindî çûye rehmetê…
DERHEQA XUDANÊ KITÊBÊDA
DERHEQA XUDANÊ KITÊBÊDA
Nivîskar, rojnemevan û tercmeçîê kurd Emerîkê Serdar (Emerîkê Dewrêş Serdaryan) 8-ê sibatê sala 1935-a gindê Pamba Kurdada (nha Sîpan, Ermenîstan) hatye dinê. Paşî xilazkirina mektebêd gundêd Pambêye 7-sale û Elegezêye navîn ew fakûltêta dîrokê-fîlologîêda ya Înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîêye ser navê X.Abovyan tê qebûlkirinê û ewê sala 1959-a xilaz dike. Sê meha mekteba Elegezêye navînda dersê ziman û lîtêtatûra ermenya û kurda dide. Dawya sala 1959-a ew komîtêa Ermenîstanêye radîoêda para xeberdanêd kurdîda derbazî ser xebatê dibe (sivte çawa dîktor, paşê çawa cîgirê serokê parê). Ew vêderê dixebite hetanî nîveka sala 1962-a. Wê salêda hetanî nha ew rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da kar dike (bûye tercmeçî, serwêrê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê redactor, lê ji sala 1991-da rêdaktorê serekeye).
Ew sala 1965-da endamê Yekîtya rojnemevanêd Dovêtîêye, nha Ermenîstanêye.
Emerîkê Serdar sala 1986-a layîqî navê rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdarî hurmetlî bûye. Bi qolê wî bi seda miqale prêsa kurda, ermenya, ûrisa û yêd mayînda çap bûne derheqa pirsêd lîtêratûra û çanda kurdada.
Emerîkê Serdar hela dawya salêd 50-î destbi efrandarya bedewetîê kirye. Ew sala 1995-da endamê Yekîtya nivîskarêd Ermenîstanêye. Hetanî nha sê berevokêd wî bi zimanê kurdî û berevokek jî bi zimanê ûrisî çap bûne.
Emerîkê Serdar usa jî terceçîye. Ewî romanoka nivîskarê ermenî Hraçya Koçare “Hizret” tercmeyî kurdî kirye û bi kitêbeke başqe çap kirye. Ew usa jî hazirkir û tercmeçîkî berevokêd klasîkêd lîtêratûra ermenya Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane bijareye, ku bi kurdî çap bûne. Ewî û Mîroê Esed hersê kitêbê L.Brêjnêv (“Malaya zêmlya”, “Daxuliqandin” û “Xopan”) tercmeyî kurdî kirine.
Emerîkê Serdar usa jî konstîtûsîaêd Yekîtya Sovêtê û Ermenîstanê, Berneme û Qanûnnema Partîa komûnîstîêye Yekîtya Sovêtê tercmeyî kurdî kirine.
E. Serdar du cara bûye dêlêgatê hemcivînê rojnemevanêd Yekîtya Sovêtê. Ew sedrê serwêrtya Şêwra rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurde.
Sala 1980-î E. Serdar bi hurmetnema Sedirtya Şêwra RSS Ermenîstanêye tewrebilind hatye rewakirinê.
MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA
JI RÛPÊLÊ DÎROKA ME:
DÎSA DERHEQA GÊJGERÎNGA NAVBERA KURDÊ ÊZDÎ Û MUSULMANDA
MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA
Min wextêda gotarek nivîsî derheqa dostya kurda û ermenyada, da kivşê, wekî Cangîr ax’aê kurdê êzdî (ev xebera “kurdê êzdî” min ji ankêta wîye wextê girtinê hildabû, ku rojnemada derketibû), wê derecêda çi karekî mezin kirye. Ew gotar bi zimanê ermenî rojnema “Avangard”-êda çap bû.
Bi helandayîna “êzdîê teze” kurê Cangîr ax’a Sûrên hate ser min şêr, wekî min çira bavê wî kirye kurd. Min gotê, wekî xebera “kurdê êzdî” min ji ankêta girtina bavê wî hildaye, ku çend rojnemada derketye. Xulese, min ew verêkir, çû. Ez paşê pê hesyam, wekî wan “êzdîê teze” bi qolê binelîê gundekî nehya Abovyanê neme M.Gobaçyovra şandine, li ku şikyatê min kirine, wekî min miletya mêrxasê wanî miletîê feş kirye. Ewê nemê ji Moskvaê paşda dişînin Kommerkezya PK Ermenîstanê bona wê pirsê binihêrin.
Kandîdatê ulmê dîrokê Memoê Xalit wî çaxî Kommerkezîêda dixebitî. Ew û xebatkarekî Kommerkezîêyî ermenî diçin wî gundî (navê wî gundî naê bîra min). Serkarya gund wanra dibêje, wekî cem wan qe êzdîk tune, gişk ermenîne. A, şer-şiltaxê ha davîtne me.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin: