rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DÎROKA WEŞANA PIRTÛKA HECÎÊ CINDÎYE “HEWARΔ

 

ÊPÎZODÊ CUDA-CUDA

 

DÎROKA WEŞANA

PIRTÛKA HECÎÊ CINDÎYE “HEWARΔ

 

  

H.Cindî HEWARÎ-2         Sala 1965-a weşanxana Ermenîstanêye “Hayastan”-ê, li ku pirtûkê kurdî dihatine weşandinê, sparte min rêsênzîa hundur binivîsim derheqa pirtûka Hecîê Cindîye “Hewarî”-da. (Wextê sovêtê tradîsîake ha hebû: pirtûk berî bê weşandinê gerekê bihata rêsênzîakirinê. Me jêra digot “rêsênzîa hundur”, çimkî ew her tenê bona weşanxanê û xudanê pirtûkê bû). Min rêsênzîake baş nivîsî û da îzbatkirinê, wekî eva pirtûka Hecîê Cindî layîqî weşanêye û wê karê bide edebyeta me.

         Wî çaxî Êmma Bakoêva wê weşanxanêda kar dikir çawa berpirsyara weşanê pirtûkê kurdîye bedewetîê. Ewê rêsênzîake xirab nivîsîbû derheqa evê pirtûka H.Cindîda û dabû kivşê, wekî nelazime eva pirtûka bê weşandinê.

         Bi vî teherî 2 rêsênzîaê dijî hev hebûn. Lazim bû rêsênzîa sisya, wekî bi obyêktîvî ewê pirtûkê qîmetkin. Xwestin, wekî rêdaktorê rojnema “Rya teze” Mîroê Esed ewê rêsênzîaê binivîse. Ew pêşîê qayîl nebû, paşê fikra xwe guhast û qewlekî ha danî: ez (Emerîkê Serdar) gotî roja yekşemê herim rêdaksîaê û ewê pirtûkê Mîroê Esed û Têmûrê Lêşora bixûnim. (Mîro û Têmûr hevalê heve nêzîk bûn û rojê yekşemê timê tevayî nava bajêrda digeryan). Wî çaxî ez rojnemêda dixebitîm çawa wergêr. Ez weke 2 meha rojê hêsabûnê diçûme rêdaksîaê û min destnivîsara H.Cindî Mîro û Têmûrra dixwend. Gava min xwend, xilazkir, Mîroê Esed hilda minra ha got:

         — De nha ser navê min rêsênzîaê binivîse, bîne bide min, ezê îmza xwe daynime binî.

         Min rêsênzîake baş nivîsî, wekî lazime ew pirtûk bê weşandinê, û Mîro û Têmûrra xwend. Wana begem kir û Mîro îmza xwe danî binîda.

         Bi saya wê rêsênzîaê jî sala 1967-a ew pirtûk hate weşandinê. Ez jî rêdaktorê wê bûm. Rojekê jî Hecîê Cindî û kevanya wî Zeyneva Îvo hatine mala me. Ewî 2 pirtûk xwera anîbûn. Yek çawa rêdaktorê wê pirtûkê pêşkêş da min (hetanî nha jî ew arşîva minda tê xweykirinê), lê derheqa ya mayînda hilda minra ha got:

         — Eva pirtûka jî min anye, wekî ez û tu çawa xudan û rêdaktorê wê pirtûkê bibin herin pêşkêş bidne Mîroê Esed, emekê kîjanî weşana vê pirtûkêda heye.

         Hema wê êvarê ez û Hecîê Cindî em çûne mala Mîroê Esed. Mîro ne li mal bû. Tenê qîza wî Janna malda bû. Ew 10-15 salî bû. Hecîê Cindî jêra kurdî xeberda, lê ewê kurdî nizanibû (dayka wê ermenî bû). Hecî ew da şermê û bi ermenî gotê:

         — Lê şerm nîne tu kurdî nizanî? Bavê te kurde, tu avtoa rêdaksîaê syar dibî, diçî-têy, saya serê rêdaksîaê jiyan dikî… Şerme, tu gerekê kurdî zanibî.

         Me pirtûk mala Mîroda hîşt û em derketin, çûn.

         Nha, gava ewqas sal derbaz bûne, ew pirtûk ewqas ciya, ewqas cara hatye weşandinê, derheqa wêda çiqas hatye nivîsarê, lê tu ciya naê gotinê, wekî alîkarya min jî hebûye di şuxulê weşana vê pirtûkêda. Herdu rêsênzîaê min, îlahî ya dawîê nîbûya, eva pirtûka nedihate weşandinê.

 

s.2014-a

Yêrêvan

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *