rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BÊÎSAFÊ BÊÎSAF

 

BÎRANÎNÊ  ZAROTÎÊ:

 

 

BÊÎSAFÊ BÊÎSAF

 (Ev serhatya derheqa qewmandinê zarotya nivîskare rêalda berevoka wîye bîranîna “Mukurî”-da,

usa jî berevoka wîye bona zaroka “Em çûne aş”-da hatye weşandinê)

 

                   Gele cara merî merivaya xwe unda dike, kirina wan weke kirina ne anegorî merivayêne. Qewmandineke ha ewqasî hukumî ser min kirye, wekî hetanî roja îroyîn jî ji bîra min naçe. Ew yek wextê zarotya minda bûye. Aha çi qewimye.

                  Pişîkekî meyî nêr hebû. Min navê wî danîbû Givir. Wekî ez bêjim Givir aqil bû, dive kesek min bawer neke û bikene. Lê rastîê jî usa bû. Pişîk ç’ilekin, lê Givir ç’ilekî nedikir. Wekî goşt wêderê danîbûya, hetanî me nedidaê, ser goştda nediçû. Dya min şîr dikire teştê fire, êvarê hetanî sibê servekirî datanî kox bona sibê tox’avka ser berevke. Derê koxî vekirî bû, lê Givir nediçû kox û tu wexta tox’avka şîrê me nedixwar. Dizya me nedikir. Mala meda mişk tunebûn – Givir qira wan anîbû. Wexta berf erdê tunebûya, diçû zevya kêleka mala me mişk digirt, danî heyatê û pêra dilîst. Mişkê taqetketî berdida, mişk hevekî direvya, Givir lepê xwe davîtê, danî ber xwe, datanî. Usa tanî serê mişk hetanî ew lap taqet diket, paşê Givir ew dixwar.

                  Pêşberî mala me dara têlê hebû. Wexta Givir derdikete derva, kûç’ka ew didît û didane pey, Givir çeleng-çeleng wê darêva hildikişya jorê. Kûç’kê dikire ewte-ewt, dora darê diçû, dihat. Givir jorda lê dinihêrî. Wexta kûç’kê didît Givir peya nabe, dihîşt, diçû. Paşê Givir peya dibû.

                  Min gelekî Givirê xwe hiz dikir. Wextê payîzê û zivistanê em ber tendûrê rûdiniştin, Givir dihate ser çokê min, dikire mire-mir û destê min dalast. Êvarê, wexta diketme nava cya, dihat dikete nava cîê min. Wexta ez diçûme nava gund, dida pey min, dihat. Lê min berî didaê, here bona kûç’ik wî negrin.

                  Cînarekî me dewletî bû. Êpêce pez û dewarê wan hebûn. Kevanya malê êvarê pez û ç’êlek didotin, şîr dikire teştê fire û datanî kox. Kuleka kox fire bû. Givir diçû xwe kuleka koxra davîte hundur, tox’avka xwe têr dixwar, careke mayîn banzdida, wê kulekêra derdiket. Ewî timê usa dikir.

                  Carekî ezî ne gund bûm. Wexta ez vegeryam, min Givir nedît. Min ji pîrka xwe pirsî:

                  — Ka Givir kuye? Ber ç’evê min nakeve…

                  — Wey, belkî aykê Givir nemerdara nemîne! Ewî zulmeke usa kir…

                  Û pîrka min gilî kir, wekî çawa cara bi sirê Givir diçe dikeve koxê ewî cînarê me. Zevê wê malê diçe kulekê digre, dikeve koxda, Givir digre, niftê serda dike, agir berdidê û Givir berdide. Alav pê dikeve, Givir direve, ji mala wana dertê, dibe zîwe-zîwa wî, dikeve nava gund. Gundî çiqasî dixwazin bigrin, alava wî bitemrînin, lê nikarin. Givir direve berbi deştê. Hema wêderê jî dişewite.

                  Wexta pîrka min ev yek minra gilî kir, ez derketime derva, çi lazim bû min ewî zulmkarra got. Tê kivşê ewî jî tex’mîn kiribû, wekî zulm kirye, qe dengê xwe nekir. 

 Wênekêş Arif Sevinç.

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *