rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

“EZ SERÊ DYA XWEKIM…”

 

ÊPÎZODÊ CUDA-CUDA

 

“EZ SERÊ DYA XWEKIM…”

 

клянусь                  Wekîlekî rewşenbîrê me, ku jina wî ermenî bû, pê hesya bû, wekî ezê dîsa herim sanatorîaê, minra got kurê wî minra tevayî here sanatorîaê. Hilbet, ez qayîl bûm û em çûne wê sanatorîaê, li ku ez çend sala hêsa bûme. Xebatçîê sanatorîaê gişka zanibû ez kurdim û yê hêsa dibûn jî derheqa vê yekêda zû pê dihesyan. Rojê pêşîê ez û ew kurê rewşenbîrê me tevayî diçûn-dihatin û odekêda jî diman. Geleka ji min pirsîn:

                  — Ew kîye?

                  Min go:

                  — Kurê filankesê meye (dêmek kurde).

                  Çend roj derbaz bûn, ew kurê rewşenbîrê me û cahilê ermenî, ku sanatorîaêda hêsa dibûn, hevdura bûne nas û tevayî diçûn-dihatin. Îdî bûbû edet ew tevî min nedigerya û kompanya wîye ermenya hebû û şev dereng dihate odê.

                  Rojekê jî ew nîvê şevê bi lez hate odê, qutya xwe vekir û tiştekî gerya. Min jê pirsî:

                  — Çi digerî?

                  — Ez pasporta xwe digerim.

                  — Vê şevê pasport çî terane?

                  — Ez dixwazim bivim nîşanî hevalê xwedim, wekî ez kurd nînin, lê ermenîme.

                  Tê kivşê pasporta wîda miletî nivîsîbûn “ermenî”.

                  Hêrsa min rabû, min gotê:

                  — Ew çawane, te miletya bavê xwe hilnedaye, lê miletya dya xwe hildaye? Here, Xwedê ox’ira terabe, lê em bi wê yekê zyanê nakevin. Nava dîrokêda me ewqas ewledê xweye sîanet bin navê miletê mayînda unda kirye, wekî yek kêm yanê yek zêde hesab yeke. Şikir Xwedê, gele merivê meye mezine navdar hene û temamya cihanê me nas dike. Emê teze bi navê te neêne naskirinê.

                  Ewî, hilbet, guh neda gotina min, pasporta xwe hilda û lez derket, çû.

                  Wê şevê tabetî nekete min û kete bîra min, çawa ewî timê serê dya xwe sond dixwar. (Cem ermenya qebûlkirîye wî çaxî serê dya xwe sond bixun, gava bavê wan mirye yanê merivekî neeyane). Û sibetirê min ber xwe neda û jêra got:

                  — Ne temamya rêspûblîkaê bavê te nas dike! Lê tu evê yekê bendî tiştekî hesab nakî, lema jî tu serê wî sond naxuî, lê serê dya xwe sond dixuî, ku tu kes wê nas nake…

                  Navbera me hucet pêşda hat, û paşî wê yekê em îdî odê başqe-başqeda diman. 

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *