DESTPÊKA ŞERÊ WETENÎÊYÎ MEZIN Û ÇÛYÎNA BAVÊ MINE ESKERÎÊ
DESTPÊKA ŞERÊ WETENÎÊYÎ MEZIN
Û ÇÛYÎNA BAVÊ MINE ESKERÎÊ
Sala 1941-ê bû. Meha gulanê bû. Bavê min û apê min ji Tbîlîsîê vegeryabûn. Hatibûn bona tevî xebata gîhadirûnê bin. Lê destbi şerê Wetenîêyî mezin bû. Mobîlîzasîa pêşinda bavê min birin eskerîê. Mobîlîzasîa dudada apê min jî birin eskerîê. Mala me ma bê mêr. Bavê min orta gundê me û bajarê Spîtakêda qulix dikir û wêderê ma hetanî şerê Stalîngradê bi altindarya Artêşa Sovêtê xilazbû. Paşê bavê min birin pêşenîê, Bakûra Kavkazêda tevî şêr bû, birîndar bû, anîne hospîtala Tbîlîsîê. Dya min serda çû, jêra got, wekî çend pezê me mane, ezê herim wan peza bifroşim, pera bidme doxtira, te xilazkim. Lê bavê min qayîl nabe û dibêje:
— Eger ez yê azakirinême, wê min azakin, lê eger ez dikarim paşî qencbûna birînê herim ber şêr, têkme şer, ezê herim, ez qelpîê hiznakim.
Û bavê min careke mayîn şandine pêşenîê û wêderê şehîd ket. Ne şikil, ne jî nemê bavê min nemane. Çira? Çimkî pîrka min aminya xwe tu kesî nedanî, neme û şiklê bavê min bin kumişkê xweda xweyî dikir. Û gava carekê dixweze here Tbîlîsîê mala meta min, diçe stansîa Spîtakêye rya hesin. Wexta poêzd tê û pîrka min dixweze hilkişe vagonê, xûjanê Spîtakê tirê pere bin kumişkê pîrka minda hene, kumişk direvînin. Neme û şiklê bavê min usa diçin unda dibin.
Apê min nebirine pêşenîê. Ewî komerê Pişkavkazêda qulix dikir û paşî xilazbûna şêr sax-silamet vegerya malê.
Cîye bê gotinê, wekî her tenê wextê mobîlîzasîa yekê û duda wekîlê miletê kêmjimar dibirne eskerîê. Paşê Stalîn qirar kir, wekî wekîlê miletê kêmjimar neşînin pêşenîê. Lema jî çend mêrê gundê me dibirin batalyona xebatê, nedibirine ber şêr.
Добавить комментарий