MEKTEBA ME Û DERSDARÊ MINÎ PÊŞIN
MEKTEBA ME Û DERSDARÊ
MINÎ PÊŞIN
Gundda destbi çêkirina emrê teze dibe. Hetanî sala 1922-a gundda mekteb tunebûye. Wê salê gundda mekteba êlêmêntar (çarsale) vedibe. Dîrêktor û dersdarê wêyî pêşin Vahan Mxîtaryan bûye. Hetanî nha jî gundîê me bi hizkirin û şêkirdarî ewî camêrî bîr tînin. Alîê me mekteba 7-sale tenê li Cercerîsê hebûye. Lema jî paşî xilazkirina koma 4-a çend lawikê gundê me gêdûkêra diçûn Cercerîsê dixwendin. Ji wana yek jî Cewoê Emer Mamoyan bûye, ku paşê têxnîkûma kurdaye Pişkavkazêye pêdagogîê, wê şûnda têxnîkûma ermenyaye pêdagogîê xilaz dike, bi deha sala mekteba gundê meda dersê zimanê ermenî û kurdî dide, çend sala bûye dîrêktorê mektebê. Cewoê Emer Mamoyan dersdarê kurdî pêşin bû, ku layîqî navê dersdarê RSS Ermenîstanêyî emekdarî hurmetlî bû.
Wan salê pêşin gundda avayê mektebê tunebûye. Dersdara xanîê gundyada ders didane şagirta. Dawya salê 30-î avayê mektebêyî du ç’evî tê çêkirinê, hîm davêjnê, wekî dersxana zêdekin, lê şerê Wetenîêyî mezin nehîşt ew armanc bê sêrî. Destpêka salêd 1960-î, gava Wezîrê Eşo dîrêktorê mektebê bû, du dersxane serda zêde kir. Lê wan herçar dersxana jî têrê nedikir, lema jî çend odê gundya dikirne dersxane û wanda şagirt hîn dikirin.
Salêd 70-da gundê meda avayê mekteba navînî duqat hate çêkirinê. Çawa şagirtê gundê me, usa jî şagirtê gundê Avşênê diçûne wê mektebê. Lê, telebextra, wextê erdheja sala 1988-a ew avayî bi temamî hedimî û nha Avayê dersdara kirine mekteba gund.
Vêderê ez dixwazim du gilya bêjim derheqa du dersdarê xweda. Dersdarê minî pêşin, ku ji koma 1-7 ders daye min, Cewoê Emer Mamoyan bûye. Dersdarekî baş, merivekî xêrxwaz, zane. Ew usa jî gelekî berk bû. Tê bîra min me, çend zarê gund, paşî dersa piş xanîkî k’ap dilîst. Nişkêva yekî got: “Mamoyan hat”. Heryek me alîkîda revî. Sibetirê em çûne mektebê. Cewo Mamoyan gazî min kir, bire sivderê. Wêderê “Qanûnê bona şagirta” nivîsî bûn, dîwêr xistibûn. Minra got: “Bixûne”. Min xwend hetanî gihîştme wêderê, kîderê dihate gotinê “şagirt gotî xumarê nelîze”. “Lê te duh çi dikir?” – got û şemaqek da bin guhê min. Xeysetê wî bû, wexta şagirtekî nikaribûya bersivê bide, gazî yekî mayîn dikir, û eger ewî dawîê rast bersiv dida, digotê: “De şemaqekê bide ewê, ku nikaribûye bersivê bide”. (Derheqa vê yekêda min serhatîke xweda “Du qewmandin ji emrê mektebê” nivîsye). Hertim mera digot “destê xwe daynin ser rûniştokê” û dinihêrî, çika bin neynûkê me kîjanîda qirêj heye. Bona vê yekê ewî em didane şermê û me timê destê xwe temiz xweyî dikir. Merivekî rastgo û helal bû. Temamya gund qedrê wî zanibû. Saya serê wî bû, wekî me, çend şagirtê wîye berê, paşwextîêda xwe rya zimên girt. Xwexwa tevî şerê dijî Fînlandîaê bûbû û birîndar bûbû.
Dersdarê minî mayîn Reşîdê Mîrze Mîrzoêv bû. Ew him dîrêktorê mektebê bû, him jî dersê dîrokê dida me. Zef baş dîrok zanibû. Telebextra, salê şêr bûn û pirtûkê meye dersa tunebûn. Ewî her tenê bi zar ders mera şirovedikir û rojtira mayîn ji me dipirsî. Lê pirtûkê meye dersa tunebûn, emê çawa hînbûna? Tê bîra min, em koma 5 bûn. Mîrzoêv hat dersa dîrokê derbazke. Gazî şagirtê pêşin kir, ewî nikaribû dersa xwe şiroveke. Ew ber texte da seknandinê. Gazî yê duda, sisya, çara… kir. Gişka jî nikaribûn dersa xwe şirovekin, û ew jî ber texte dane seknandinê. Nava koma meda yê emrî xweda biç’ûk ez bûm. Gewdê xweda jî zareke jarkokî bûm. Gazî min jî kir. Min jî dersa xwe nizanibû. Ez jî dawya gişka dame seknandinê. Destpêkir şagirt yek heb kuta û da rûniştandinê. Bare-bareke usa ketye dersxanê, her Xwedê zanibe. Sirê gihîşte min jî. Hat ber min sekinî, zûr bû ç’evê min nihêrî, hilda ha got: “Te îdî bela xwe dîtye, mala te şewitye. Eva tera cezaê lapî girane. Tu bizdyayî. Ez destê xwe nadme te, here cîê xweda rûnê. Lê careke mayîn dersa xwe pakî hînbe, yanê na tu zanî ezê çi bînme serê te”.
Min bawer nedikir, wekî ez usa hêsa xilaz bûm. Şagirtê hevalê min hey serê xwe hildibirîn, alîê min dinihêrîn û dikenyan, lê min guh nedida ser kenê wan. Raste, kenê wan min keder dihat, lê ya lape sereke ew bû, wekî ez nehatime kutanê. (Derheqa vê yekêda min serhatîke xweda “Du qewmandin ji emrê mektebê” nivîsye).
Gava kolxoza gundê me û Avşênê gîhandin hev û kirine kolxozekê, Reşîd Mîrzoêv jî kivşkirin çawa sedrê serwêrtya kolxozê. Min jî mekteba navîn xilaz kiribû û gundda dixebitîm çawa serwêrê klûbê. Ç’êlekeke me hebû, avis bû, ç’evê me lê bû kengê wê bizê. Derbaharê ç’êleka me sekitî. Goştê ç’êleka avis wê çi be? Kelax bû. Min û apê xwe Hemîd me goştê ç’êlekê bir Tbîlîsîê û teslîmî kopêratîva gund kir. Gelekî arzan goşt ji me stendin, çimkî kelax bû. Pere zef kêm bûn. Apê min hilda minra got: “Van pera bive here, wekî qe na karibî du mîê doşanî bikirî”. Ez vegeryame gund. Ezî malda bûm, gava gizîrê gundê me Kamilê Şeko hate hundur û got, wekî Mîrzoêv dixwaze te bibîne. Ez çûme nivîsxana kolxozê. Mîrzoêv wêderê bû, ji min pirsî:
— We goştê ç’êlekê firot?
Min go:
— Erê.
Go:
— De here, wan pera minra bîne.
Min go:
— Hevalê Mîrzoêv, min ew pere anîne, wekî qe na du mîa bikirim.
— Ez tera dibêjim here bîne, tê poşman nebî!
Îdî min nikaribû ber xeberda, vegeryame malê. Dya min ji min pirsî:
— Reşîd çira gazî te kir?
Min gotê, wekî perê goştê ç’êlekê dixweze. Hêrs ket, nifirî min û Mîrzoêv kir. Min bi kulzikî pere hildan, çûme nivîsxana kolxozê. Mîrzoêv wêderê hîvya min bû. Go:
— Te pere anî?
Min go:
— Erê.
— De, ka bide min.
Pere hildan, hesab kir, kire cêba xwe, gazî serwêrê fêrma pêz Êloê Qeymes kir û jêra got:
— Sibê Seyrê (navê dya min Seyrê bû) û Emo (gundda minra digotin Emo) wê bên, bira 4 mîa bibijêrin, bibin.
Êlo got:
— Ser ç’eva.
Ez guhê xwe bawer nakim. Min bawer nedikir, wekî ezê karibim 2 mîa bikirim, lê eva divê “4 mîa bide wan”.
Ez vegeryame malê. Dya min go:
— Te pere da Reşîd?
Min go:
— Erê.
— Ew pere çûn… — dya min got, — Reşîd ew pere xwarin.
Min go:
— Daê, Mîrzoêv ha minra got, — û min gilî kir. Lê dya min got:
— Lao, ewî tu xapandî, pere ji destê te derxistye.
Hetanî sibê xew nekete ç’evê me. Sibê zû ez û dya xwe çûne ber goma pezê kolxozê. Êlo wêderê bû û got:
— Ser ç’eva, ser sera. A, bikevne nava vî kerî, çar mîa bibijêrin.
Min dya xwe me çar pez bijartin, da pêşya xwe, anîn malê. Çend roj derbaz bûn, Reşîd Mîrzoêv gazî min kir, go were bin vê aktêda qolke, wekî her çar pez telef bûne.
Eva qencîke usa bû, wekî hetanî roja îroyîn jî ji bîra min naçe û ez rehmê ruhê dersdarê xweyî hizkirîra dixwazim.
Добавить комментарий