EZ DERBAZÎ PÊNSÎAÊ BÛM. MIN ÇAWA MER…
EZ DERBAZÎ PÊNSÎAÊ BÛM.
MIN ÇAWA MER PAŞLA XWEDA
GERM DIKIRIN
Gava ez ji konfêransa Hewlêrê vegeryam û rojtira mayîn sibê zû çûme rêdaksîaê, ne Rizgan, ne jî Grîşa minra xeber nedan. Min wanra go:
— Çi bûye, çi qewimye?
Ewana serê xwe kirine ber xwe û nizanibûn çi menîê bigrin. Min pirsa xwe wekiland. Bû nêze-nêza wan, dîsa pakî tiştek negotin. Min gote wan, wekî ez pê perê wan yanê perê rêdaksîaê neçûme. Wan herdua nikaribûn pakî bersiva min bidin. Wana got:
— Çira gazî te dikin, gazî me nakin?
Min gote wan:
— De bira nav û hurmeta we jî ewqasî mezinbe, wekî we nas bikin û gazî wekin.
Min tê derxist, wekî ç’evnebarîê dikin û fikra wanda tiştek heye. Lê çi difikirîn, min nikaribû tê derxista.
Rojekê pey wêra malda ez ketim, lingê min şkest. Ew herdu ne tenê ser minda nehatin, lê qe carekê têlê jî nexistin, ne gotin: çi hatye serê te. Ez paşê pê hesyam, wekî wexta ez Kurdistana Îraqê bûme, bêy min Grîşa û Rizgan çawa endamê ewê hevaltîê qirar kirine min ji xebatê azakin.
Bêy wê yekê jî rewş rêdaksîaêda ewqasî xirab bû, wekî min îdî qirar kiribû tu tiştekî hesab hilnedim, ji xebatê azabim.
Ew çendik-çend roj bûn lingê min şkestî ez malda bûm. Ewana jî qirara azakirina min (îzna wane wê yekê tunebû, çimkî ez hazir nîbûme) derdixin, dibêjne Mirazê Cemal, wekî wê qirarê bîne bide min. Miraz înkar dike, dibêje: “We qirar derxistye, xwexwa jî bivin bidnê”. Lê wana turuş nedikir bêne mala me.
Weke 2 meha derbaz bû. Lingê min hevekî pak bû. Rojekê ber êvarê, wekî rûçkê wan nemerda nevînim, ez çûme rêdaksîaê. Min qerewilê ber dêrîra got, wekî ez diçim ji xebatê aza dibim, hûrmûrê xweyî şexsî dibim. “Ez eşaretîê didime te, wekî paşê gilî-gotinê zêde tunebin”. Min hûrmûrê xweyî şexsî, kompyûtêreke rêdaksîaê, ku para min diket çawa serokê hevaltîê, hilda û anî. Rojtira mayîn ji para polîsîaê minra têlêxistin, gotin, wekî rêdaksîaêda dizî bûye, emê bêne mala te. Xêlekê şûnda kapîtanekî polîsîaê hate mala me. Min go:
— Çi bûye?
Go:
— Ketine rêdaksîaê, hûrmûrê wê dizîne. Grîşa Çatoyan (yanê Grîşaê Memê) elametî daye me û gotye, wekî Emerîkê Serdar hatye û ew hûrmûr dizye.
Min gotê:
— Ezim rêdaktorê rojnemê. Çira minra têlênaxe, navêje ketine rêdaksîaê, dizî kirine, lê carekêra elametîê dide we?
Min gotê, wekî ez ji xebatê aza dibim, çûme min hûrmûrê xweyî şexsî û kompyûtêra para xwe anye. Derheqa vê yekêda min gotye nobedarê ber derê avayê rêdaksîa. “Hûn dikarin herin ji wî bipirsin”.
Camêrî protokola xwe nivîsî, qol kir û çû. Diçe cem nobedar. Nobedar gotina min îzbat dike. Polîsîa şermîê didine Grîşa, wekî çawa şerê neşûştî avîtye min.
10-ê avgûstê sala 2006-a ez û Nûra xwe çûne rêdaksîaê, min nexwest fermana azakirina min bi destî Grîşa bê nivîsarê. Lema jî min Nûrê xwera bir, wekî ew têksta fermana min devtera fermanada û devtera mine xebatêda binivîse.
A, Grîşa û Rizgan xebata mine 44 sala li rêdaksîaê vî cûreyî “qîmetkirin”. Ew jî wî çaxî, gava min hertim digot: “Rya teze” ewledê mine, ez ewledê “Rya teze”-me”.
Grîşaê Memê bû rêdaktor. Rizganê Cango hîşt çû Rûsîaê. Grîşa û Mirazê Cemal man.
Divêjin, pey mirinêra derheqa miryada yan baş xeber didin, yan jî xebernadin. Lê rastî ji her tiştî bihatire. Gotî rastî bê gotinê. Bira dilê tu kesî nemîne, ezê rastîê bêjim.
Grîşa merivekî usa bû, wekî ji emrê efrandarîê gelekî dûr bû. Nava ewqas salada, wekî ewî rêdaksîaêda xwedêgiravî kar dikir, tu gotareke usa nenivîsî, wekî layîqî guhdarîêbe. Tu înîsîatîvek nîşan neda.
Tê bîra min, ew çawa hildane ser xebatê. Apê wî – Tîtal Mûradov, ku cem me dixebitî, çendik-çend cara M.Esedra gotibû, wekî Grîşa hilde ser xebatê. Lê M.Esed qayîl nedibû. Rojekê jî merivê Grîşa – Xalit Çatoêvê apê wî, Semend Sîabandov, Bayloz Rzgoêvê merivê wî çûne cem Mîro û bona vê pirsê hukumî ser kirin. M.Esed mecbûr bû Grîşa hilde ser xebatê.
Grîşa wê mekteba Yêrêvanêye şevbuhurîêda dixebitî, kîjan ewî xilaz kiribû. Wê mektebêda ew ne ku dersdar, lê terbyetdar bû.
Wexta cara duda hat cem me xebitî, ew mînanî gizîrê rêdaksîaê bû. Hejmara rojnemêye hazir dibire çapxanê, paşî neşirkirinê diçû tîraja wê ji çapxanê tanî.
Û wexta ez çûme pênsîaê, ewî xwexwa rabû fermana xwe da û xwe kivşkir çawa rêdaktorê sereke. Nava 4 salada xwedêgiravî ewî rêdaktorî rojnemê dikir, rojneme nediçû, nedigihîşte destê xwendevana. Temamya tîraja rojnemê danî kabînêta xweda, dida serhev. Rûpêlê “Rya teze” bi wan qinyata tijî dikir, ku ji malperê kurdî hildida. Tu tiştekî xwexwetîê rojnemêda tunebû. Carna jî digirt temamya hejmarekê pêşkêşî merivekî dikir. Rojneme nedihate xwendinê. Ew tradîsîaê, ku rêdaksîaê nava salê derbazbûyîda saz kiribûn, Grîşa gişk pêpes kirin. Nava wan 4 salê “rêdaktorya” xweda ewî 4 xetê xwexwetîê rojnemêda nenivîsî. Dilê min gelekî dêşya, çimkî gele tişt bi destî me, koma xebatkarê rojnemêye pêşin, hatibû kirinê. Û gava min didît rojneme ketye çi derecê, ez gelekî berxwe diketim, çimkî min 44 salê emrê xwe dabû wê rojnemê. Lema jî hevpeyvîneke xweda min derheqa vê yekêda got û ev mesela gelê me anî: “Dewsa şêra mane kundê dêra” (“Rûdaw”, hejmar 43, 4-ê mayê s.2010-a).
Min rûê dilsaxya xweda gele şaşî kirine. Yek ji wan şaşya ew bû, wekî xênji Grîşaê Memê min usa jî Rizganê Cango rêdaksîaêda careke mayîn hilda ser xebatê. Min nizanibû, wekî ez me’ra paşla xweda germ dikim. Min bi meha 2 aylix didane Rizgan: yek ew bû, wekî giva katibê cabdar bû, yek jî, gava Mirazê Cemal ne wêderê bûya, ser kompyûtêrê têkst berev dikir (wey li wê berevkirinê!).
Xwedêgiravî katibê cabdar bû, lê nava çend salada ewî tu carekê makêta rojnemê nikaribû hazirkira (min ew hazir dikir). Qinyatê diçûn çapxanê nedixwend, xênji nivîsara anotasîaê pirtûkaye biç’ûk tu karekî mayîn nedikir. Nava çend salê xebata rêdaksîaêda ewî gotareke pirî-hindikî pak nenivîsî.
Lê wexta ez çûme Başûrê Kurdistanê û min ew xwera bir, çi hate serê min, bira serê minbe. Wêderê min teze tê derxist, wekî çiqasî rast gotine: bona meriva nas bikî, gotî cînartîê yanê rêwîtîê tevî wan bikî.
Xeysetê wî û Grîşa mînanî hev bûn, û badilhewa nîbû, wekî hevdura “çaşke-loşke” bûn. Ewqasî ç’evnebar û xêrnexaz bû, wekî ji rewşenbîrê meye vêderê her tenê ew nehat tevî civata hobêlyana 70-salya min û bimbarekkirina pirtûka mine bi zimanê rûsî nebû.
Добавить комментарий