rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

MÎKAÊLÊ REŞÎD

 

SIFETÊ ÇEND MERIVÊ WEXTÊ MIN:

 

 

MÎKAÊLÊ REŞÎD

 (Kerîk ji pirtûka E.Serdare bîranîna – “Mukurî”)

 

                           Şayîrê meyî xweyşuret Mîkaêlê Reşîd hevalê minî nêzîk bû û navbera me gelekî xweş bû. Raste, temenê meda firqyaMîkaêlê Reşîd-2 10 sala hebû, lê ew yek nedibû menî, wekî em hevaltîke baş nekin. Û îro, gava ji wedê mirina wî gele sal derbaz bûne, min çetin tê, ku derheqa wî şayîrê meyî eslîda gele kêm tê nivîsarê. Çawa ez zanim, her tenê Eskerê Boyîk û Tosinê Reşîd derheqa wîda nivîsîne. Lê ew şayîr û merivekî usa bû, ku layîqe derheqa wîda hertim bê nivîsarê û bîranînê. Ew şayîrekî usa bû, ku mekteba şayîrtîê derbaz bûbû, û ew yek nava efrandinê xweda xwey dikir. Ezê paşê bêjim ew çi mekteb bû.

                  Mîkaêlê Reşîd sala 1927-a bajarê Tbîlîsîêda hatye dinê. Ew û herdu xûşkê wî hela binbêjing bûn, gava bavê wan Reşîd çû rehmetê. Xweykirina wan hersê zara kete stûê dayka wan Zeynevê. Mîkaêl bajarê Tbîlîsîêda mekteba ermenyaye navîn xilaz kir û hate Yêrêvanê fakûltêta ziman û edebyetê ya înstîtûta ermenyaye pêdagogîêye ser navê X.Abovyanda hate qebûlkirinê. Mîkaêl hela wextê şagirtîê şiêr bi zimanê ermenî dinivîsîn. Wexta ewî înstîtûta pêdagogîêda dixwend, şiêra wîye eyan “Bi zimanê ermenî” rojnema “Grakan têrt”-êda neşir bû. Ewê usa kir, ku serkarya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê guhdarîê bide ser Mîkaêlê Reşîd. Û bi navçîgarya serkarya vê Yekîtîê M.Reşîd înstîtûta Moskvaêye edebyetêye ser navê M.Gorkîda xwendina xwe pêşda bir. Vêderê gele şayîrê rûsa û miletê mayîne paşwextîêye eyan hevaldersê wî bûne: Parûyr Sêvak, Natalya Dûrova, V.Soloûxîn û yêd mayîn. A vê înstîtûtêda ew mekteba edebyetêye eynsî derbaz bû û rind haj têorîa edebyetê, îlahî poêzîaê, hebû û ew yek emirda dida mîaserkirinê. Eva yeka jî bû menî, wekî paşwextîêda M.Reşîd çend gotarê giranbaha nivîsîn derheqa pirsêd edebyeta meye wextê sovêtîêda, nimûnê zargotina meda.

                  Paşî xilazkirina înstîtûtê Mîkaêlê Reşîd vegerya Ermenîstanê û rojnema nehya Aştarakêda derbazî ser xebatê bû. Û gava careke mayîn rojnema “Rya teze” dîsa hate weşandinê (s.1955-a), Mîkaêl rêdaksîa rojnema kurdîda xebitî pêşîê çawa korêktor, paşê çawa wergêr (tercmeçî). Ewî gele sala ew xebat kir û neyara nehîştin, wekî ew bibe endamê partîa komûnîstîê. Lê çawa eyane, yekî ne endamê partîa komûnîstîê bûya îzna wî tunebû qulixê bilindda kar bike. Û gava Mîkaêl hate bawerkirinê, wekî rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da pêrspêktîvê pêşdaçûyîna wî tunene, ew para radîoa Yêrêvanêye kurdîda derbazî ser xebatê bû çawa wergêr. Hetanî dawya emrê xwe (s.1985-a) ev xebat dikir.

Hayrên-2                  Raste, pêşîê Mîkaêl bi zimanê ermenî diefirand. Lê zûtirekê bi saya xebathizî û şureta xwe ewqasî baş hînî kurdî bû, wekî ne ku tenê bi kurdî diefirand, lê usa jî nimûnê edebyeta ermenya werdigerand kurdî. Mesela vê yekêye geş efrandinê şayîrê ermenyayî sedsalya navîn Nahapêr Kûçake, ku ewî ji ermenî wergerandye kurdî û bi pirtûkeke başqe daye çapkirinê (s.1983-a).

                  Hetanî nha çendik-çend berevokê wîye bi kurdî û ermenî hatine çapkirinê. Lê 3 pirtûkê wî bi zimanê rûsî Moskvaêda hatine weşandinê. Bona xwendevan tem û akla poêzîa wî tex’mîn bikin, ez çend xetê şiêreke wî bînim:

                   

                  Rê dûr bûye, çetin bûye,

                  Ser rê dûman û mij bûye,

                  Cimeta min bêç’ar bûye.

                   

                  Lê şiêra wîye “Qîza kurda” bûye kilam. Aramê Tîgran miqamê wê hinartye, û nha ew kilam ne ku tenê dengxana radîoa Yêrêvanêda tê xweykirinê, lê usa jî bawer bikî bi hemû radîostansîaêd kurdîda tê dayînê. Aha çarxetê wê kilamê:

                   

                  Gelo ew kîye?

                  Ji çi eslîye?

                  Şede ezmane,

                  Qîza kurdane.

                   

                  Lê berevoka wîye bona zara “Pişîka min” rastîê jî hizkirya zaroka bû. Ez zanim, wekî gele zara gele efrandinê wê berevokê ezberî zanibûn.По дорогам Родины-2

                  Çawa min îdî gotye, Mîkaêlê Reşîd zef baş zimanê ermenî zanibû û antologîa edebyeta kurdê sovêtîê bi zimanê ermenî hazir dikir. Ewî serhatya mine “Em çûne aş” bona wê antologîaê wergerandibû ermenî. Wergêra wê serhatîê hetanî nha jî arxîva minda tê xweykirinê. Lê, telebextra, mirina bêwext nehîşt ew wî şuxulî bîne sêrî.

                   

                  Ez dixwazim vêderê çend gilya jî bêjim derheqa Mîkaêlê Reşîdda çawa meriv. Ew merivekî gelekî merivhiz bû û meriva bawer dikir. Saxê dilê xwe bû, çawa dibêjin, çawa ew bû wî tirê gişk usanin. Ez meseleke biç’ûk bînim. M.Reşîd rind kişik (şaxmat) dilîst û hertim paşî xebatê dihate rêdaksîa rojnema “Rya teze” û Qaçaxê Mirad, Karlênê Çaçanî, Egîtê Xudora kişik dilîst. Û gava dibir gelekî kêfxweş dibû. M.Reşîd guhada hinekî belengaz bû, rind nedibihîst. Min jî kişik pakî nizanibû, her tenê gavê fîgûra zanibûn. Ewî ew yek zanibû û rojekê minra got: “Were ez û tu kişika bilîzin”. Qaçaxê Mirad hazir bû. Ewî ç’ev kire min, wekî qayîlbim. Min go: “Erê, were em bilîzin”. Qaçaxê Mirad piş min sekinî, giva dîna xwe dide lîstikê, lê hêdî minra digot çi gavê bikim. Min usa jî dikir. Lîstik pate xilaz bû û M.Reşîd ecêbmayî ma:

                  — Kuro, lê te digo ez pakî kişika nizanim bilîzim… Lê eva çi bû?

                  Ewî usa jî tex’mîn nekir, wekî ew ne lîstika min bû, lê ya Qaçaxê Mirad bû.

                  Mîkaêl merivekî xeberxweş bû. Xeberdana wî mînanî poêzîa wî bû – zelal, ferih û hewas. Ew rind haj dîroka edebyeta hemdinyayê hebû, 3 ziman – kurdî, ermenî, rûsî – wekehev zanibû, dicedand xeberdana xweye kurdî bi fraz û îdîomê zimanê me bide xemilandinê.

Чудо-2                  Yêrêvanêda fêza avayê Opêraê û balêtê cîk hebû kartol rind diqelandin. Bajêrda ew eyan bû çawa “kartolxana Têmûr”. (Raste, navê serkarê wê Têmûr bû, lê ne kurd bû). Gele cara berî xilazbûna xebatê Mîkaêl minra têlêdixist, wekî cîkîda neçin, emê tevayî herin kartolxana Têmûr. Em diçûn, me kartolê qelandî, avceh hiltanî û Mîkaêl destpê dikir şiêrê xweye tezenivîsî minra dixwend. Ez dibûme xwendevanê wan şiêraye pêşin.

                  Mîkaêl dixwest qîza Emînê Evdale Şe’rê bistîne. Lê nedanê. Aha ewî derheqa vê hesîna xweda çi nivîsye:

                   

                  Wey li min, wey li min,

                  Emîn Şe’rê nade min,

                  Wê çawabe halê min?

                   

                  Paşê M.Reşîd zewicî. Kevanya wî rûs bû, navê wê Galya bû. Kur û qîzeke Mîkaêl hene. Navê qîza wî Yûlyaye, ewê û Sêrgêy kurê wî fakûltêta ziman û edebyeta rûsî ya zankoa Yêrêvanêye dewletê xilaz kirine. Nha Yûlya mektebeke Yêrêvanêda dixebite, Lê Sêrgêy Moskvaêda dimîne û çendik-çend sala kanaleke têlêvîzîona Rûsîaêda xebitye. Kurekî Sêrgêy heye. Ewî navê bavê xwe lêkirye.

                  Çawa min got, M.Reşîd sala 1985-a çû ser dilovanya xwe, û me ew mex’berê gundê Yêx’êgnûtê (Qamûşlûa berê, nehya Hoktêmbêryanê) rex qebra dayka wî Zeynevê teslîmî axê kir. Eferim Sêrgêy kurê wîra ser mezelê bavê heykelekî bêqusûr daye çêkirinê. 

2013

 

Çend gotara jî bixûnin ji sîkla «Sifetê çend merivê wextê min»:

 

EREBÊ ŞEMO (EREB ŞAMÎLOV)

QAÇAXÊ MIRAD (MÛRADOV XAÇÎK ŞABABOVÎÇ)

NADO MAXMÛDOV

ŞIKOÊ HESEN

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *