rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

PEZ, PASPORTA UNDABÛYÎ Û… CESÛS

 

WEXTÊ  XEBATA  LI  RÊDAKSÎAÊ

 

PEZ, PASPORTA UNDABÛYÎ Û… CESÛS

         

шпион и овца        Dawya salêd 80-î hukumeta Ermenîstanê qirar derxist, wekî çend nehyêd Ermenîstanêda gotî pêz xweyî nekin, çimkî ew erdê êrozîa dike. (Qirarêda navê wan nehyê navdeştê hebû, li ku kurd diman û pez xweyî dikirin. Dêmek, ev qirar dijî kurda bû). Hilbet, menya vê yekê hebû: kurdê navdeştê pez vêderê kok dikirin, payîzê dibirin Azirbêcanê difrotin. Ermenya digotin: kurd pezê xwe ser erdê me kok dikin, divin difroşne azêrya. Kurd ne gunekar bûn: pez Azirbêcanêda dha baha bûn. (Hilbet, hukumeta sovêtîêye merkezîê paşê ew qirar pûç’ derxist).

        Rojekê jî ez çûme oda lawikê me. Babaê Keleş, Hesenê Qeşeng, Grîşaê Memê, Têmûrê Xelîl, Prîskê Mihoyî, Egîtê Abasî wêderê bûn. Gilî hate ser wê qirarê. Hêrsa min jî rabû, min got:

        — De bira kurdê me jî hev bigrin, herin ser sînor şikyatê xwe bikin!

        Rojek derbaz bû, kurdekî nehya Masîsê û kurdekî Sûrîaê hatine kabînêta min. Ewî kurdê cî (telebextra, navê wî naê bîra min) hilda minra got, wekî ew hevalê han ji Sûrîaêye, çûye Qazaxstanê kurê xweyî xwendkar bibîne, rêva pasport û perê wî dizîne. “Ez hîvî dikim îznê bidî, bira bi têla te baylozxana Sûrîaêra, ku li Moskvaêye, xeberde û derheqa halê xweda bêje”. Min îzin da. Kurdê Sûrîaê têlêxist û destpê kir erebî xeberda. Ez fikirîm: “Min şaş kir, wekî îzin daê. Ez erebî nizanim û kê zane, çi dibêje”. Lê min dengê xwe nekir. Ewî xeberdana xwe xilaz kir, razîbûna xwe da, xatirê xwe xwestin û derketin çûn.

        Min zanibû têlê baylozxanê bin kontrolêdanin. Wê zanibin, wekî bi têla min baylozxanêra xeberdane. Ez roj bi roj hîvîê bûm, wekî lawikê KGB wê min biqesidin.

        Rojekê jî ez û Prîskê Mihoyî kabînêta minda dixebitîn. Têlêxistin. Min tetka têlê hilda. Wî serê têlê gotin, wekî Hakobyanê KGB-ye. (Min dilê xweda got: “Lawik hatin. Ezê bêjim: kurdekî meyî Sûrîaê bû, pasport û perê wî dizîbûn, bêç’are mabû, hatibû, hîvî kiribû, wekî bi têla min baylozxana Sûrîaêra xeberde û ç’arekê xwera bibîne. Min nikaribû daxwaza wî înkarkim. Lê ez nizanim, ewî erebî çi got”).

        Hakobyan pirsî, wekî me derheqa qirara xweykirina pêzda çi daye. Min gotê, wekî me tenê ew qirar çap kirye. Ewî got:

        — Lê we şirovekirina wê nedaye?

        Min gotê:

        — Kîjan rojnema rêspûblîkaê şirovekirin daye, wekî em nadin?

        Hakobyan got, wekî ne axir xweykirina pêz bona olka we ne tenê pirsa ebûrkirinêye, lê pirsa debê, çandêye. Ewî serda zêdekir, wekî ew berxwe dikevin kurdê me dikare biqewime herin ser sînor qalmeqalmê pêşda bînin. “Eva yeka mera dest nade”. Min gotê:

        — Ez çi dikarim bikim? Lê, bi tex’mîna min, kurdê meyê tiştekî usa nekin.

        Hêja min tê derxist, wekî yekî derheqa xeberdana mine wê rojêda (“bira kurdê me herin ser sînor şikyatê xwe  bikin”) elametî dabû KGB. 

        A, em qewlê hada dixebitîn.

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *