rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

ME ÇAWA DIZÎKAVA GUHDARYA RADÎOA DIKIR

 

WEXTÊ  XEBATA  LI  RÊDAKSÎAÊ

 

ME ÇAWA DIZÎKAVA GUHDARYA RADÎOA DIKIR

         

радио        Wexta N.Xrûşçov ji xebatê derxistin û dewsê L.Brêjnêv kivş kirin, guhastin kete nava seyasetya sovêtîêye berbi kurda. Sovêtê destpê kir guh neda kurda, ber beesîsta helekarî kir û alîkarya eskerîê daê. Îdî mînanî berê rojnemada derheqa kurdada gelekî nedinivîsîn. Me nizanibû Kurdistana Îraqêda  çi diqewime. Her tenê car-cara rojnemê ermenyaye welatê dereke derheqa şerê li Kurdistana Îraqê dinivîsîn. Me ew rojneme destê hev direvandin. Wî çaxî radîoa pêşmergê kurd hebû. Navê wê “Dengê Kurdistana Îraqê” bû. Em, çend heval, bûbûn pepûkê wê radîoê û êvarê ji ber wê dûr nediketin. Lê, telebextra, beesîsta her tişt dikirin, wekî dengê wê radîoê rind neê bihîstinê. Lê ewê wê radîoêda kar dikirin, tê kivşê haj vê kirina beesîsta hebûn û pêlê wê hevekî diguhastin. Wexta wê guhastinê em êpêce tiştî pê dihesyan.

        Vêderê, Ermenîstanêda jî, rewşeke usa hebû, wekî me nikaribû eşkere derheqa wî şerîda gilîkin. Nava xebatkarê meda jî cesûs hebûn, ku elametî didane KGB, wekî em radîoa “Dengê Kurdistana Îraqê” dibihên. Tê bîra min, rojekê yekî ermenîyî nenas hate bal min û pirsî, wekî “rewş li Kurdistana Îraqê çawane? Tu radîoa “Dengê Kurdistana Îraqê” dibihêyî û haj şerê wêderê heyî?” Min xwe dewsa nezana danî û gotê: “Xwe ez ji Kurdistana Îraqê nehatime, wekî zanibim rewş wêderê çawane. Ew radîoa kêye, çi radîoêye?.. Min derheqa wê radîoêda qe nebihîstye. Ewê tera gotine, derewa dikin”.

        Em hatine bawerkirinê, wekî nava meda cesûs heye. Şika me diçû ser yekî-duda. Yek ji wana G.M. bû, ku gelekî dixwest KGB-da bixebite, her teherî ber xebatçîê wê helekarî dikir, lê ewana her tenê înformasîa jê distendin, lê usa jî hilnedan ser xebatê. Me rind tex’mîn dikir ew cesûse, lê me nikaribû îzbatkira. Lema jî em nava xeberdana xweda îdî dha fesal bûn û me ber gişka, îlahî ber G.M. û yê dinê, eşkere xeber nedida.

        Me, 3 hevala – min, Elîê Evdilrehman û Hesenê Qeşeng – qirar kir heryek me êvarê radîokê bibihê, rojtira mayîn sibetirê ne ku rêdaksîaê, lê nava bax’ê pêşberî rêdaksîaêda rastî hevdu bên û înformasîaê pevbiguhêzin derheqa şerê Kurdistanêda. Elî azêrî zanibû û gotî radîoa bi zimanê azêrî bibihîsta, Heso farizî zanibû û gotî radîoa bi zimanê farizî bibihîsta, min jî gotî radîoa “Dengê Kurdistana Îraqê” bibihîsta. Me eva yeka dikir hetanî meha martê sala 1970-ê, gava serkarya heja kurda û hukumeta Îraqê peyman girêdan, şer dane seknandinê.

        Min ne tenê radîo dibihîst, lê roj bi roj bloknota xweda dinivîsî, wekî kîjan rojê, kîderê bûye şer, çi zyan gihîştye dijmin, pêşmerga çi mêrxasî kirine… Ew bloknot hetanî nha jî mala meda tê xweykirinê.

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *