MIRINA QAÇAXÊ MIRAD
MIRINA QAÇAXÊ MIRAD
Wî çaxî ştatê rêdaksîaê zêde kiribûn. Qaçaxê Mirad bûbû dewsgirtîê rêdaktor, ez jî katibê cabdar. Babaê Keleş serwêrê parê bû, Grîşaê Memê tercmeçî, Prîskê Mihoyî, Yûraê Şao, Rizganê Cango, Têmûrê Xelîl – miqaledar.
Ew çend meh bûn, wekî Qaçaxê Mirad wextê xebatê, civatê meda radiza. Wî çaxî kurê wî Vahanra kurek bûbû.
Carekê min ji Q.Mirad pirsî:
— Dive kurê Vahan şevê digrî, nahêle tu pakî razêyî?
Got:
— Na, gede nagrî, rehet radizê. Nizanim çima hertim xewa min tê.
Mîroê Esed jî tê derxistibû, wekî Q.Mirad wextê xebatê û civatada radizê. Eva mera tiştekî tezeyî ecêb bû. Me berê ew yek tu wexta cem Q.Mirad nedîtibû. Ew merivekî terbyet, maqûl bû, tu wexta tiştê usa îzin nedida xwe. Rojekê jî, gava min dît Q.Mirad nivîsar nîvcî hîştye û dîsa razaye, ez çûme cem M.Esed û min derheqa wê yekêda jêra got. M.Esed hate kabînêta me. Q.Mirad îdî hişyar bûbû. M.Esed gotê:
— Rave, avto ber dêrîye, syarbe, here malê, hêsabe. Îro înêye, duşemê paşê were ser xebatê.
Q.Mirad gotê:
— Na, hevek maye, ezê tercmekim, paşê herim.
M.Esed gotê:
— Na, tişt nake, bihêle, Emerîkê tercmeke.
Q.Mirad çû malê. Duşemê Q.Mirad nehate ser xebatê. Me mala wîra têlêxist, çika çi qewimye. Xwexwa têl hilda û got, wekî doxtira gotine gerekê bikevî nexweşxanê. “Ezê sibê herim nexweşxanê”, — ev bûn gotinê dawîê, ku me ji devê hevalê xwe zêndî bihîstin.
2 roj derbaz bûn. Roja derketina rojnemê bû. M.Esed gote min: “Wexta rojneme hazirbe, ez û tu ser Qaçaxda herin”. M.Esed kabînêta xweda rûê rojnemê dixwendin. Ezî sivderê bûm. Wextekê min dît merîê Q.Mirad Cîvanê Mişîr derda hat û bi kelogirî got:
— Tu zanî, Qaçaxê apê min çû rehmetê.
Ez cîê xweda sar bûm sekinîm, xeberdan min nebû. Gava hevekî ser hişê xweda hatim, ez çûm M.Esedra got. Ew jî ecêbmayî ma, bawer nekir. Go:
— Ez îdî nikarim rûê rojnemê bixûnim, were em herin nexweşxanê.
Em avtoê syar bûn, çûne nexweşxanê. Gava em ketine hundurê nexweşxanê, me dît Raîsa jina wî, Vahanê kurê wî digrîn û pêpelînga peya dibin. Îdî her tişt femdarî bû. Em hilkişyane jorê, çûne cem doxtira. Doxtira mera gotin, wekî rûê birîna wîye wextê şêr organîzma wîda azot gelekî zêde bûye û bûye menya mirina wî. (Min zanibû, wekî şerê Wetenîêyî mezinda Q.Mirad birîndar bûbû û gulle renê wîda mabû, doxtira jî dernexistibû). Doxtira gotin, wekî hema ew gulle jî bûye menya wê yekê, ku organîzma wîda azot zêde bibe. Rûê azotêda bûye, wekî ewî hertim xwestye razê.
2 roja şûnda bi heyteholeke mezin – bi tevgelya hemû rewşenbîrê me, xebatkarê Kommerkezya PK Ermenîstanê, hemû Yekîtîê efrandarîê û hilbet bi tevgelya gele qewm û pismamê rehmetî – me meytê Qaçaxê Mirad bir gundê Nor-Gêx’îê û teslîmî axê kir. Ew 4-ê dêkabrê sala 1979-a wefat bû.
2 meha şûnda bi qirara byûroa Kommerkezya PK Ermenîstanê ez hatime kivşkirinê çawa cîgirê rêdaktorê “Rya teze”. Babaê Keleş jî hate kivşkirinê çawa katibê cabdar.
Добавить комментарий