rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DERHEQA QANATÊ KURDODA Û ÇIMA EZ NEBÛM ASPÎRANTÊ WÎ

 

 

DERHEQA QANATÊ KURDODA

Û ÇIMA EZ NEBÛM ASPÎRANTÊ WÎ

 

        Sala 1960-î bû. Qanatê Kurdo hatibû Yêrêvanê û mêvanxana “Armênîa”-êda dima. Wê salê pirtûka wîye “Ferhenga kurdî-rûsî” neşir bûbû. Ewî anîhat, yek da min, yek jî da Q.Mirad. Ser pirtûkê bona min ha nivîsî: “Ez vê kitêba xwe bi dil û can pêşkêşî xortê delal Emerîkê Serdar dikim, ku bixûne û bizanbe, ku zimanê kurdî gelekî dewlemende û sîrine. Q.Kurdo. Yêrêvan, 4-ê okt.s.1960”.

        Merivekî xeberxweşî, laqirdçî bû. Ewî êpêceyî xweşîê xwe min û Q.Mirad  kir û pêra jî bi dil dikenya. Q.Kurdo merivekî helal, zane, obyêktîv bû, kêmasî û destanînê merya eşkere, raste-rast dida rûê wan. Min zanibû, Q.Kurdo ne tenê zimanzanekî kurdî navûdenge, lê usa jî kurdzanekî bi dîapazona fireye – rind haj dîrok, edebyet, zargotin, êtnografîa kurda heye û derheqa wan derecada êpêce xebatê ulmî nivîsîne. Xênji wê, Q.Kurdo 20-î zêdetir aspîrant hazir kirin çawa ji kurdê Sovêtê, usa jî ji kurdê Îraqê, Sûrîaê, Avropaê. Wana gişta bi serkarya wî bi açixî dîsêrtasîa xweyî kirin, navê kandîdatê fîlologîê stendin û nha jî ji wana yêd zêndî dereca kurdzanîêda kar dikin.

        12 sal derbaz bûn. Ez îdî rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitîm. Gele gotarê min derheqa pirsêd edebyeta kurda û ermenya rojnemêda çap bûbûn. Q.Kurdo dîsa hatibû Yêrêvanê û wê mêvanxanêda dima. Ez û Tosinê Reşîd, ku pismamê Q.Kurdo bû, çûn dîtina wî. Wexta em derda çûn, ewî minra got: “Ez xût te digeryam. Rinde tu hatî. Min dixwest te bibînim. Min ew gotarê teye derheqa pirsêd edebyeta kurdîda, ku rojnemêda çap bûne, xwendine. Gelekî min xweş hatine. Ez dixwazim tu şuxulê xwe hazirkî, bikevî aspîrantûraê. Ez hazirim bê pere bibim serkarê teyî ulmî”.

        Min dokûmêntê xwe hazir kirin û danê. Xêle wext derbaz bû, min ji wî nemek stend. Kax’azekî biç’ûk minra şandibû û nivîsîbû, wekî reşê wê nema bi zimanê rûsî minra dişîne, ku ewî dêkanê fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê G.Nalbandyan, usa jî Hecîê Cindîra şandye. Aha tercma wê nemê:

 

“Dêkanê fakûltêta rohilatzanîê

ya zankoa Yêrêvanêye dewletê,

profêsor G.N.Nalbandyanra,

reş profêsor Hecîê Cindîra.

 

        Eyane, wekî nha para kurdî ya fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê gelekî motacê pêşekzanê edebyeta kurdîye.

        Bi hesabhildana wê yekê, wekî fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê van salê nêzîkda bi qewata xwe nikare pêşekzanê usa hazirke, min qirar kir bona kara meye ulmîye tomerî seba hazirkirina kadrê kurdzanîêye kvalîfîkasîakirî wera bêjim em hereketê xwe bigihînin hev bona lez hazirkirina pêşekzanê dîroka edebyeta kurdî.

        Wê derecêda kandîdatê herîbaş, bi fikra min, xebatkarê rojnema “Rya teze” Emerîk Serdaryane.

        Ewî weke 100 gotarê rexnekirinê û rêsênzîaê derheqa efrandinêd şayîr û nivîskarê kurda û ermenya, derheqa wan xebatê ulmîda nivîsîne, ku derheqa edebyet, ziman û zargotina cimeta kurdadanin.

        Hemû gotar û rêsênzîaê E. Serdaryan hertim hukumekî baş dihêlin.

        Ser hîmê wan xebata û qisê mine tevî Emerîk Serdaryan ez hatime ser wê fikrê, wekî bi serî wî merîkî meyî cahil heye xwendye û rind edebyetê zane û dixweze hînbe û alîê edebyetzanîêda kar bike. Gotarê wî bi bawerî îzbat dikin, wekî xudanê wan xweyê fikra rexnekirinêye tûj û obyêktîve û mêla wî gelekî ser xebata ulm-îzgerîê heye. Ez tex’mîn dikim, wekî E. Serdaryan dikare bibe xebatkarekî ulmîyî baş, eger qewlê anegor bêne sazkirinê bona pêşdaçûyîna wîye ulmî.

        Kabînêta kurdzanîê ya para Lênîngradê ya înstîtûta akadêmîa ulmîye rohilatzanîê wê bi hizkirin E. Serdaryan aspîrantûraêda bida hildanê, lê Serdaryan nikare ji Yêrêvanê here, li ku jin-zarê wî dimînin. Em nikarin E. Serdaryan bi cûrê dûreke aspîrantûraêda qebûlkin, çimkî îzna me tune bona îdarêd ulmîye mayîn pêşekzana hazirkin. Lê îzin dane me serkarîê wan aspîrantê dûreke bikin, ku ji rêspûblîkaêd mayîn şandine.

        Ser hîmê jorgotî bona bi açixî safîkirina pirsa me 2 rê dimînin:

1.                  Hîvî ji dêkanê fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê G. N. Nalbandyan bikin bona berbirî Sedirtya akadêmîa TRSS ulma bibe seba para Lênîngradê ya înstîtûta akadêmîa ulmaye rohilatzanîêda cîkî bidin aspîrantê dûreke seba hazirkirina pêşekzanê dîroka edebyeta kurdî bona ew Ermenîstana Sovêtîêda kar bike, yanê
2.                  hîvî ji admînîstrasîa zankoa Yêrêvanêye dewletê bikin bona E. Serdaryan qebûlkin aspîrantê fakûltêta rohilatzanîêyî dûreke.

        Ez hertim hazirim serkarya E. Serdaryane ulmî bikim û wî hazirkim.

        Bi fikra min, bona hazirkirina aspîrantê dûreke gele pere nelazimin.

        Gava pirsa E. Serdaryan baş bê safîkirinê seba ew bi cûrê dûreke aspîrantûraê bê qebûlkirinê dikarin cîda întamê qebûlkirinê teşkîlkin. Întamê qebûlkirinê çarin:

1.      Matêrîalîzma dîrokî û dîalêktîkîê,
2.      Têorîa edebyetê,
3.      Zimanê dereke,
4.      Întama pêşek.

        Ez gumanim û berk bawerim hûnê bi xêrxazî berbirî pêşdanîna min bibin û tevayî mecalê lazim qebûlkin.

 

Bi qedirgirtineke mezin,

serokê Kabînêta kurdzanîê ya para Lênîngradê

ya înstîtûta akadêmîa ulmîye rohilatzanîê,

doktorê ulmê fîlologîê Q.Kûrdoêv.

 

Lênîngrad,

5-ê yanvarê sala 1972-a”.

            (Orîgînala wê arxîva minda tê xweykirinê).

 

        Ez çend cara bona vê pirsê cûme cem G.Nalbandyan û Hecîê Cindî. Wana bi menîê başqe-başqe tu tiştek nekirin, û min jî, Qanatê Kurdo jî îdî ew yek terk dan. Bi vî teherî nehîştin ez xebata ulmîva mijûl bim.

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *