rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

HEYFHILDAN — 5

 

 

           — Hîvîkirin, teweqekirina min ewe, wekî cahil-cûhilê xwe serwextkin, virhada serhişkîê nekin.

          — Çima cahilê me xweyê xwe çend seryanin, wekî em – mezinê wan – li hev bên, hevdura xeverdin, lê ew gura me nekin, pey gilîê me neçin? – Huso bi xeyd got.

          — Na, hilbet, ez zanim, ew serê xwe derbaz divin, lê gilîê we derbaz nabin, — malxuê malê got. – Lê ez zef zanim, cahilin, qafseqetîê nekin.

          — Camêro, dinya xiravbe ew yek nikare bive, — Avdel got. – Çira em nizanin edetê êl-eşîrê çawanin, çi gotî bê kirinê?

          — Neheyf, şikir hûn dikarin dinyakê şîretkin. Lê ez zef zanim, olecaxe, cahilin, gele cara, haşa camêrê rûniştî, persenga davê xwe nizanin, — xweyê malê got û hate kivşê, wekî bona gotina xweye kutasîê poşman bû. Lê îdî hate gotinê. Ew merîkî usa bû, wekî çi digot, çi dikir bi dilê sax digot û dikir. Fikra wî her tenê ew bû, wekî tu gilîkî nesafîkirî ortê nemîne. Ew merivekî gelekî xêrxwaz bû. Gişka ewa yeka zanibû. Ewî usa jî dixwest xwera navekî hê baş qazancke, wekî sibê-dusbe gilî nava gund, êl-eşîrê belabe, bêjin filankes kete ortê û ew dijminaya giran orta wan qebîla da hildanê, ew hevdu anîn. Ewî dixwest ne ku tenê serkarê wan herdu qebîla hevdu bîne, lê usa jî mêrêd wan qebîlaye mayîn. Ew derheqa vê yekêda difikirî û dixwest pêşîêda usa bike, wekî serkarê wan herdu qebîla şuxulê wî bidne hêsakirinê, elametîê bidne merîê xwe, wana hazirkin bona wê derecê, wekî usa derneê kutasîêda şuxul qolayî bibin yanê jî weke misqalekê dilsarî ortê bimîne, her tişt çawa lazime neê kirinê.

          Wexta nan xwarin, kuta kirin, rabûn serkarê herdu qebîla dîsa çûne dest-rûê hev, xatirê xwe ji malxuê malê xwestin, derketin, rex hev ketin, nava gundda êpêce erd tevayî çûn, paşê ji hev dûrketin, her kes berbi mala xwe çû. Wana qestîka usa kirin, êpêce erd tevayî çûn, wekî gundî bibînin, ku ew îdî hev hatine, hevdura xeber didin, wekî vayîs nikaribin vayîsya xwe bikin. Gundî jî derketibûn ber derê xwe û dîna xwe didane wana. Hilbet, gundî pêşîêda pê hesya bûn, wekî Sêvdîn ketye ortê, dixweze wana hevdu bîne. Bona wî meremî jî gazî wan kirye, birye mala xwe. Nha gundya dixwest pê zanibûna, çika ew yek hatye sêrî yanê na. Wexta dîtin, wekî ew herdu tevayî derketin, hevdura şîrin-şîrin xeber didin, hatin bawerkirinê, wekî dijminaya orta wan hatye hildanê. Dost, xêrxwez şabûn, çevnebar û vayîs xweda şewitîn.

           

          * * *

          Wexta Evdoê mêrê Belgê pê hesya, wekî şuxulekî ha heye, tabetî neketê, lingekî wî malê bû, lingê dinê derva bû. Hey diçû malê, pêra-pêra derdiket derva, dîna xwe didaê, çika ewana ji mala Sêvdîn derketin yanê na. Çawa dibêjin, pirte-pirta dilê wî bû.

          Lê ya Belgê? Qe talaşa wê jî nîbû. Bona wê hesab yek bû, dixwestin bira hev bihatana, nedixwestin cenimê-gora wana. Tiştê ewê ya xwe kir. Çiqas mêr dihate hundur, derheqa vê yekêda jêra xeber dida, ewê guh nedidaê, şuxul-emelê xweva mijûl dibû. Û gava Evdo dît, wekî serkarê herdu qebîla, rîspîê gunde mayîn tevayî derketin, hevdura xeber didin, bi dilekî şa vegerya malê û got jinê:

          — Ç’evê te ron, ewana hevdu hatine. Wê tevayî ji mala Sêvdîn derketin, şîrin-şîrin hevdura xeber didin.

          Belgê avrûke tûj da mêr û caba wî neda. Ji şabûna mêr ew avrûê tûj texmîn nekir.

          — Şikir vê gavêra, — ewî eşq-eşq got. – Ew qetil ber derê min jî hate hildanê.

          Ev gotina wî jinê keder hat. Îdî berxwe neda, hilda ha got:

          — Dêmek, min ku heyfa malxirav hilda, qetil anî ber derê te, erê? – ewê bi dilekî keder pirsî, zûr bû ç’evê mêr nihêrî.

          — De pak, pak, — mêr nehîşt gilya kûrke, — çi bû, derbaz bû, çû, — got û lez dêrîra derket. Bû niç’e-niç’a Belgê, serê xwe hejand.

          — Ez mêrê mînanî tera çi bêjim, — ewê got, kesereke kûr rahişt û ser kursîê ber dîwêr rûnişt, destê xwe da bin çena xwe û kete nava mitala. Lê mitalê wê gelek bûn. Hilbet, ew levhatin bi dilê wê jî bû. Ewê jî tu wexta nedixwest, wekî ew kîn dirêj bikşîne û bibe xenîmê serê hinekî. Eva alîkî pirsê bû. Lê alîê pirsêyî mayîn ew bû, wekî raste, ewê heyf hildabû, lê dilê wê birîndar bû û birîna wê tê bêjî teze bûbû, usa diziqitand, te tirê birîn vekirine, kulme xuê kirinê. Kela dilê wê rabû, xwe derd-kulara têr girya û gava perç’a dilê wê lap danî, ç’evê xwe temiz kir, derkete ber dêrî, xwest bizanibe, çika mêrî wire yanê na. Lê Evdo îdî ne li wandera bû, çûbû nava gund, wekî gilî-gotinêd teze pê bihese.

          — Lê gelo her cara raste, wexta divêjin “Mêra mêr dikuştin, jina jî hûr-rûvî dişûştin”? – ewê ber xweda got. – Derdê min çi bû, lê ew pey çi ketye.

          Lê wexta perç’a dilê wê danî, ew hemdî xwe fikirî, texmîn kir, wekî mêr jî hindava xweda raste.

          — Kurê xelqêye, wê çira dilê wî ser birê min bêşe, — ewê xwexwa xwera got. – Ew jî ketye derdê wê yekê, wekî zyanek negihîje wî û pêşewitîê wî. Lê xwe mînanî min qertelê nîne, wekî koka bavê binva qelya. Wekî birak, kurapek hebûya, ewî wê heyfa malxirav bi destê xwe hilda. Ne gunekî wîye, dinya usane, lêv dirana pêştire.

           

          * * *

          Hema wê roja êvarê mala serkarê wan herdu qebîlada merîê wan berev bûn. Avdel û Huso elametî dabûne merîê xwe, wekî bên, hev bicivin. Wexta gişk berev bûn, bi sirê ser pîê odê, ser kulava rûniştin. Huso hêdî, bi hemdî xwe dîna xwe da gişka û giran-giran got:

          — Em bê serê Sêvdîn nevin. Mêrikî xêrxaze. Îro nanê xwe çêkir, gazî min, Avdel û çend rîspîê gund kir, bire mala xwe. Ewî camêrî usa kir, wekî em hevdu anîn. Min û Avdel hevdura xeberda, em çûne dest-rûê hev. Camêrî hema usa jî got: mêrekî we hatye kuştinê, mêrekî wan hatye kuştinê. Heyf pêş heyfêva. Em usa jî hevdura pevketin, wekî heyfa kesekî ser kesekî nemaye. Rehme bavê Sêvdînbe, ewî xwe guhê qaymeqam jî xistye, nehîştye, wekî ew elametîê bide dîwanê. Dêmek, dîwan derheqa vê yekêda haj pê tune. Nha xûna me kesekî ser kesekî tune. Rastya Xwedê ewe, wekî dijminaya orta meda, ku eva çend sal bû, hate hildanê. Hergê hetanî nha lawikê me û wan hevdura xeber nedidan, nediçûn malê hev, nedihatin, virhada hevdura jî xeverdin, bêminet herin malê hevdu, werin. Gerekê mêrika bivînin, wekî sozê me û serê me yeke, em xweyê sozê xwene. Nevî-nevî ez dibihêm yek ji we serhişkîê, xûngermîê bike. Yekî tiştekî usa kir, bizanive ew dijminê mine, hizdikî bira birê minve jî. Ez tu wexta nabaxşînim merîê usa. Bira wî çaxî gazina xwe bike, min neke. Bîr nekin, wekî ez û Avdel hevdu hatine, me hevdura xeverdaye. Sozê min û wî tev heye, ha, — Huso eva cumla kutasîê bi cûrê gefxwarinê got û mêrê runiştî nihêrî, ç’evê xwe wan cinû kir.

          — Apo, me nan bi deva xwarye, xwe bi guha nexwarye. Em jî weke xwe merîne, dinyaê fem dikin. Dereca, gilî-gotina zanin. Çira em ewqasî fem nakin, wekî tu radivî pirsê usa didî destê me? – yekî bi cûrê xeyd got û vegerya ser hazira, dîna xwe da wan, xwest pê zanibe, çika gotina wî çi hukum ser wan hîşt. Gotina wî bi dilê gişka bû û ew dane femkirinê, wekî pirsa wî raste û ew pêra qayîlin.

          — Lao, gotin ne xirave, negotin xirave, — Huso got. – Ezê pêşîêda bêjim, bira paşê nevêjin “apo, te em şîret nekirin, gilî-gotina nedane hesandinê. Lao, ew borcê mine, ez gotî bikim.

          — Xwedê borc nede, apo, — çend merya navbirî dane xeberdana Huso.

          — Qe berxwe mekevin, — wexta wana xwe ker kir, Huso gilîê xwe pêşda bir, — min, Xwedê nekirî, gilîê sar nedaye destê we, hûn bêhurmet nekirine. Min her tenê xwest eşaretîê bidme we, wekî gilî-gotin hane. Wê wera dest bide, wekî ez soz-qirarê xwe biteribînim?

          — Hilbet, dest nade.

          — De min jî usa got, wekî paşê poşmanî tuneve.

          — Gilîê te ser ç’evê me, apo, — ewî pirs dabûyê, dîsa kete nava xeberdanê. – Tu mezinê meyî, tacê serê meyî. Wekî nha tu bêjî herin xwe bavêjne avê bixeniqin, ji hazira kesek gilîê te dernaê. Gilîê te gilîê qencin. Çira ez nizanim, wekî tu bona kara me usa dikî? Welle, ser bextê mindabe, tu ji me gişka zeftir berxwe dikevî û derheqa meda difikirî. Ê, em jî kîne, bê mene, kurê tene. Em çawa dikarin ji gilî-gotinê te derkevin yanê jî tiştekî usa bikin, wekî, Xwedê nekirî, weke misqalekê zyanê bigihîne navê te, hurmeta te. Na, ew yek nebûye, tu cara jî nave. Tu wî alîda arxayînve. Şikir hetanî roja îroyîn cahilê me gura mezinê me derneketine, wê virhada jî usave.

          — Xwedê we xweyke, lao, — kalê, wexta dît ewî gilîê xwe temam kir, bi dilekî baristan got. Gotina wî gelekî Huso xweş hatibû… — Hûn ku haqasî qedrê mezina zanin, Xwedê jî wê rya we rastke. Hilbet, mezin xwedaye, lê evd erê gotî gura mezinê xwedave, wekî Xwedê jî rya wî rastke. Lê çira divêjin: “Yê neke gura mezina, wê ser sêrî şînvin sturîê bizina”. Bavê min, mezina tu cara rya xirav nîşanî cahilê xwe nedane. Bira Xwedê emirê werave, wekî hûn usa gura mezina dernaên, guh didine ser şêwr û şîretê wan. Yê ku guh dide mezina, gura wandabe, kevir jî ber pîê wî dive penêr.

          — Bira Xwedê seheta terave, apo, — yekî mayîn got, gava dît, wekî kalê xwe ker kir. Ewî tirê kalê gotina xwe kuta kirye. Yanê na jî, tu cara îzn nedida xwe ber gilîê mezinê xweda bê. – Qebîla me bêy te neve. Tu ku heyî, serê meyî, bê mene, bavê me gişkanî.

          — Rehma Xwedê bavê teve, — kalê gotê. – Em çawa karin ji gilîê te derên? – ewî bi cûrê pirsê got. – Em ku gilîê te, dûrî te pêketî, bendî tiştekî hesav nekin, wî çaxî gotî zulm ser meda bibare.

          — Xwedê meke, lao, — Huso gotê.

          — Erê, wekî usave, bira zulm bê pêşya me. Tu dikevî ortê, gilya, dereca tînî sêrî, lawikê me ji xiravîê dûr dixî, rya rsat nîşanî me didî, em jî ravin şuxul cûrekî mayîn bikin? Eva wê Xwedê xweş bê?

          — Hilbet, xweş naê!

          — Îdî em çawa dikarin ser gilî-gotinê te ranevin, rûnenên? Tu rast divêjî, yekîk usa kir, wekî usane, dûrî hazira pêketî, şîrherame. Wî çaxî ne karê wî me ketye, ne jî karê me wî ketye. Ew xwera, em jî xwera. Yekîk rave gura apê min meke, şuxul tevhev levxe, bizanive ew dijminê me gişkane.

          — Ez zanim, lao, — Huso nehîşt ew xeberdana xwe kuta bike, çimkî zanibû, wekî ew merîkî hêrsî biecye, dikare şuxula qolayî bike. – Şikir Xwedê, nava qebîla meda merîê usa ne hebûne, ne jî wê hevin. Lê mezin gotî pêşîêda cahilê xwe hînke, wekî paşê dereng nîve.

          — Xwedê seheta terave, apo, tu rind divêjî, — çend merîê rûniştî hevra gotin.

          — Gelî lawika, min îro gazî we kirye, wekî hûn haj gilî-gotina hevin, — Huso gilîê xwe pêşda bir, çimkî çi ku ewî hîmlî dixwest bigota, negotibû, xeberdana mayîn ketibû ortê. – Wexta hûn nha diçin malê xwe, temîê bidne cahilê xwe, bira hemdî xwe ravin, rûnên, neheqîê, serhişkîê nekin. Bira ew jî zanivin, wekî em û mêrika hevra pevketine. Jinê xwe jî şîretkin: bira zimanê xwe kinkin, tena jinê qebîla wan nexin. Ez zanim, kambax, xeysetê jinaye gilya hev bivin, bînin. Karê wana gilî-gotina neketye. Em gotî bîr nekin, wekî birîna mêrika hela hê tezeye, dilê wanî hela kulî-birîne. Ya me, eva îdî çendik-çend sal derbaz bûye. Lê ya wana: duh rok îro du ro. Ya duda: me eyba giran anye rûê wana. Em gerekê vê yekêra jî hesav rûnên yanê na?

          — Hilbet, gotî hesav hildin.

          — Dive, ji alîê wanda gilîkî zêde bê gotinê, em gerekê guh nednê, esêvankî me nebihîstye. Ç’êr-etî baê sarin. Ji wê yekê qaşa kembera me naşkê.

          Husoyî hela xeberdan bû, elametî dane bûkê malê, wekî şîvê daynin. Bûka nan kişandin odê, şîv danîn. Berî gişka Huso destpê kir nan xwar û hazir jî teglîf kirin, wekî bixun. Lawika destpê kirin nan xwarin. Çend loq savarê birinc xistin, destê xwe temiz kirin, paşda vekişyan. Huso kir, nekir, îdî lawika nan nexwarin, gotin, wekî têrin. Wexta bûka nan hildan, cix’arekêşa dû dane cix’ara û hîvîê man, çika serkarê qebîla wanê kutasîê çi bêje.

          — Gilîê minî kutasîê eve, — Huso ha got, çend qulap dane cix’arê. – Virhada karê we wan mêrika neketye. Cavekê jî bidne Belgê, bira hişê xwe berevî ser hevke, gilîê kêm-zêde xever mede. Ew lela min kirîve, çi lazim bû, ewê kir. Bira usa meke, wekî heta-hetayê destê me û wana bikeve hev.

          — Lê ew xûşka min kirîve, — kurê Husoyî biçûk, ku binpîya odêda sekinî bû, got. – Ya ewê kir, qe kesekî nekiribû.

          Huso îdî guh neda ser gotina kur, nexwest wê pirsêda kûrbe, çimkî texmîn dikir, wekî dikare zyan jê bê, qestîka gilî zivirand ser pirseke mayîn. Xêleke xurt ji şevê çûbû, gava lawik rabûn, xatirê xwe ji Huso û malê xwestin, derketin çûn.

           

          * * *

          Wê êvarê mala serkarê qebîla mayîn – Avdelda jî gele mêr berev bûbûn. Gişke mirûzkirî bûn. Wexta Avdel bi hemdî xwe derheqa gilî-gotined wê rojêda wanra got, ew yek çend merya xweş nehat. Lema jî pêşîê kesekî dengê xwe nekir. Serê xwe kiribûne ber xwe û difikirîn. Wexta vê kerbûnê dirêj kişand, Avdel ber xwe neda, ji hazira pirsî:

          — Hûn çi duşurmîş dibin? Çira we gişka xwe ker kirye?

          — Emê çi duşurmîş bin? – yekî bi înk pirsî. – Mêrê wan kuştîê mêra bû, lê mêrê me? Ne axir eva bona me rovetîke mezine!

          — Lê tu çira wê yekê hesav hilnadî, wekî neheqî ji alîê meda bûye? – Avdel jê pirsî. – Te tirê Hoto tiştekî pak kir?

          — Na xêr, ez navêjim tiştekî pak kir, — ewî caba Avdel da. – Lê kirina ha jî mera dest nade.

          — Çye, bi fikra te, em ravin heyfê ji jinekê hildin, erê? – Avdel bi pirsê caba pirsa wî da. – A, sosretya mezin wê ev be, wekî em ravin berê xwe bidne kevnejinekê, hizdikî çiqasî jî ew mêranîbe.

          Avdel qestîka gilî danî ser Belgê, wekî lawika bide kerkirinê, usa bike ew soz-qirarê wîra qayîl bin.

          — Ez navêjim em heyfê ji jinekê hildin, çira mêrê wan qelyane? Em nikarin wê yekê usa zû-zû bîrkin, çi ku ewê qancixê kir. Axir ne tiştê bîrkirnêye! – ewî ha digot merîê Hotoyî nêzîk bû, pismam, pêşewitîê wî bû. Gişka didît, wekî dilê wî çiqasî şewitye, çiqasî berxwe dikeve, lema jî dengê xwe jêra nedikirin, lê hilnedihatin, wekî ew çawa ber mezinê xwe usa xeber dide.

          — Lê tu çira wê yekê navêjî, — Avdel gotê, — wekî eva çendik-çend sal bû heyfa wana ser me bû, Hotoê rehmetî ew bendî tiştekî hesav medikirin. Min çiqas cara jêra got, wekî herin mêrikara pevkevin, lê ewî gura min nedikir. Nava haqas salada mêrika qe carekê dengê xwe kirin?

          — Na, welle, dengê xwe nekirin, — yekî mayîn kete nava xeberdanê.

          — Ê, bira bikrana. Dha rind bû, wekî bi destî mêrekî wan bihata kuştinê, ne ku eva rûreşya han bihata rûê me, — pismamê kuştî bi hêrs got.

          — Divên, bavê te syara kuşt yanê peya, divên kuşt, çû, — Avdel ber gilîê wîda hat. – Nha qezya me qewimye, mala me şewitye, Hoto çûye rehma Xwedê. Teze em gerekê peykevin, wekî kê kuştye? Ew jî cîê balesevev nekuştine, heyfa xwe hildane. Me jî mêrekî wan kuştye. Na, bavê min, ew yek mera dest nade. Rastî eve: heyf pêş heyfêva.

          — Ê, erê, heyf-heyf, lê qe na gerekê wede derbaz bûya, birîn jî hevekî kevn bivya, paşê gilî-gotinêd ha bihatana ortê, — paşî gotina Avdele sert pismamê Hoto îdî nerm bûbû, bi cûrê gazinê gotê.

          — Ç’evê min, ez heyrana tevim, te tirê apê te haqas nizanibû? – Avdel îdî bi lewzekî şîrin gotê. – Min zanibû. Lê eglebûnê mera dest nedida. Te hew lênihêrî cahilekî me ravû qafseqetîk kir, xûneke dinê jî anî, kire ber derê me. Dêmek, hetanî kurê-kura em gotî dijminê hev bûna, erê? Na, delalê min, eva yeka qe mera dest nade. Divên, bira mişk jî neve dijminê merya. Wexta mişk jî dijminve, dikare xewêda bê ç’evê merya derxe. Qama min, merî gotî hertim dijminê xwera hesav rûnê. Kê ku dijminê xwe bendî tiştekî hesav nake, timê sekesiz dive.

          Avdel bi vî teherî ten pismamê Hoto dixist, dixwest bida femkirinê, wekî pismamê te wededa dijminê xwe bendî tiştekî hesab nekirin, gilî-gotinê pevketinê neanîn ortê, lema jî kete vî halî, şuxul gihîşte vê derecê.

          Pismam jî eva yeka tê derxist, lê qestîka serra xarand, nexwest vê êvarê gilya bide kûrkirinê. Bêy wê yekê jî ewî gelekî ber mezinê xwe xeberdabû. Lê evê yekê dest nedida. Paşê didît, wekî ji mêrê qebîla wana hazir yek piştê nagre. Ew tenê dimîne. Ew jî dilê xweda bawer bû, wekî serkarê qebîla wan rast kirye, heyf pêş heyfêva. Lê bona qarê dinyalikê hevekî ha xeberda. Û gava çend lawikê dinê jî ketine nava xeberdanê û gotin, wekî Avdel rast kirye, pismam serê xwe kire ber xwe û bi dengekî nimiz got:

          — Apo, ez xulamê teme, tê bibaxşînî, min ber te zêdezimanî kir. Aqilê te çawa dibire, usa jî bike. Ez apê xwera qayîlim…

          — A, ez heyrana ç’evê teme, — Avdel bi dilekî şa gotêda. – Ez zanim dilê te dêşe, birîna te hela tezeye. Tişt nake, kurê min, usa jî diqewime. Lê mêr jî ewe, wekî nava xaxê giranda serê xwe unda neke, rya rast bivîne, bê qezya-nezya ji navê derê. Hilbet, ne rinde bê gotinê, lê şikir apê te jî zane çi dike. Xwe wera xiravîê naxwazim? Hergê ez wera xiravîê dixwazim, bira bê pêşya min û kura.

          — Xwedê neke, camêro, tu çira usa divêjî? – ji hazira yekî navsere gote Avdelra.

          — Ez divêjim, — Avdel gilîê xwe pêşda bir, — cîê qencî lêye, xiravî çirane. Nha îdî her hesavê me û mêrika ser hev tune, em mala xwe, ew jî mala xwe. Her tenê teweqekirineke min ji merîê min heye: xiravî mala merya dişewitîne. Divên, kê ji dinê xwar, yê ber heqmaqa dixwar. Xwezila min wî evdî, yê ku ber heqmaqa dadixwe û xwe nake hevalê wan. Hela dewr-zemanada neqewimye, yek xwe xiravîê bigre, lê here ser pakîê. Min îdî rû-gulî spî kirine, serkarê qebîlekême, şikir koma min jî zefe, lê hetanî nha we bihîstye zorkuştîê yekî bikim?

          — Na, welle, tiştê usa tunevye, — hazira hevra-hevra gotin.

          — Bira Xwedê ruhê min bistîne, wê yekê neke pêşê min, — Avdel got û hazira nihêrî. – Gunê min xêrve, pêşya weve, çiqas dikarin ji neheqîê dûrkevin.

          Avdel hevekî xwe ker kir, tizmîê destê xweva mijûl bû, tê bêjî ser gilîkîda kûr-dûr difikirî. Lê lez nediket. Dixwest gilîê wî rind bigihîje cî, serê hazirada usa rûnê, çawa bizmar darza rûdinê.

          — Me cîê balesevev mêrek unda kir, — ewî nişkêva dîsa destbi xeberdanê kir. – Lê ser bextê mindabe, mêrika gunekar nînin. Ne emin gunekar, ne jî qebîla malmêranê wê qancixê. Hûn nha texmîn dikin, wekî du qebîl tevayî bûne dijminê me? Û ne gunekarin jî. Wexta, Xwedê nekirî, sive-dusve şuxul cûrekî mayîn bive, emê derêne ne ku tenê pêşya qebîla Huso, lê usa jî ya malmêranê wê. Lê eva yeka mera dest nade. Dewsa mêrekî, Xwedê nekirî, dikare biqewime, êm îjar çend mêra bidin der, çend mala wêrankin, ew jî wî çaxî, gava mêrê me bêxeda neçûye, pêşîê ewî lêdaye mêrê wan kuştye. Wan jî heyfa xwe hildane. Wekî roja-rojda Hotoê rehmetî gura min bikra, emê mêrikara pevketana û şuxulê jî negihîşta vê derecê. Dereceye, hat derbaz bû. Ew jî xwestina rebê min bû. Hilbet, yazya wîda jî usa hatibû nivîsarê. Merîê aqil tim pêşya xwe dinihêre, kûr-dûr difikire, qencîê-xiravîê ji hev başqe dike… Nha em hatin, gihîştim serê gilya. Gilî jî ewe: em û wan gotî hevdu bên, xûna me kesekî ser yê mayîn nemaye. Xûn pêş xûnêva hatye rêtinê, mêr pêş mêrava hatye kuştinê. Ez texmîn dikim, ewê ku bûye sevevê vî gilî, orteçîtî kirye, wekî em hevdu bên, hûn gişk jî zanin: ew yek Sêvdîn kirye, wê sive-dusive parî nanê xwe çêke, gazî me gişkake, wekî em û wanava li hev bên. Aqilê min ha dibire, ji vê yekê çêtirtir tune. Hûn çi divêjin?

          — Em gişk tera qayîlin, ser sozê tene, — ji hazira çend merya gotin, yê mayîn jî nîşan dan, wekî fikra wan jî usane.

          — Dêmek, — Avdel bi razîbûn got, — gilîê me bû yek. Xwedê silametîê bide, emê usa jî bikin. Raste, ez û Huso hevdu hatine, em hevdura xever didin, lê serî qebîle, mêrê qebîlêne. Xwedê komeka werave, wekî hûn jî ser soz-qirarê minin. Merî gerekê haj mala xwe heve, paşê bikeve nava gilî-gotina. Ez pêşîêda haj qebîla xwe hevûm. Min usa jî zanivû, hûnê ji gotina min derneên. Lema jî ez û Huso hevdu hatin. Bira Xwedê hezar rojê min qurbana rojeke weke.

          — Xwedê neke, apo, tu çira xwera usa divêjî, — ewî pismamê Hoto gotê û xwest hê xwe ber dilê wîda xweşke. – Bira em ç’ûk-mezin bêy te nevin, wî aqilê te, rê-tivdîra te nevin. Tu rastîê jî qebîlêra rê-tivdîreke baş divînî. Bira Xwedê seheta terave, timê usa serkarîê me bikî, me ji ya xirav dûrxî.

          Çend lawikê dinê jî xeberdan, pesnê Avdel dan, ber dilê hevduda hatin. Gişka jî digot, wekî ya rast pevketine. Usa jî qirar kirin, wekî wexta Sêvdîn gazî wanke, kêm-zêde xeber nedin, gilîê netê neynine ortê û çawa erf-edetê eşîrêye, usa jî wê derecê bidne derbazkirinê.

          Şîv anîn. Lawika nanê xwe xwarin. Ser nan êpêceyî xwera xeberdan, lê îdî derhqa wê yekêda xeber nedidan, çi ku hatibû qirarkirinê. Rûniştin hetanî nîvê şevê, paşê rabûn, şevxweşî dane neferê malê, Avdel û kurava jî wanara derketin, ew verêkirin û her kes çû mala xwe.

           

          * * *

          Sêvdîn îdî derengî neêxist. Hema rojtira mayîn çend pezê xwe şerjê kirin, nanê xwe çêkir, gazî çend merivê gunde rîspî, mêrê herdu qebîla, Evdo û merîê wî kir, anî mala xwe. Çi lazim bû kir, wekî gişka li hev bên, dilsarî orta wanda nemîne. Mêrê herdu qebîla, Evdo û merîê xweva çûne dest-rûê hev, hevdura xeberdan.

          Dijminaya orta wan herdu qebîlêd gund, ku dikaribû qebîla sisya jî têkira nava xwe, hate hildanê. Dîsa mînanî berê hevdura cînartî kirin, çûn malêd hevdu, hatin, ser şîn û şayê hevbûn.

          Ne tenê gundda, lê temamya wê êlêda derheqa kirina Belgêda xeber didan, pesnê mêranya wê didan. Gele cya, gele cara jî tiştê tezeye nebûyî serda zêde dikirin. Û ev serhatya Belgê ji zarekî derbazî zarekî mayîn dibû, ji gundekî derbazî gundekî mayîn dibû. Çiqas çû dha mezin bû, bi gilî-gotinêd tezeva dewlemend bû û xemilî. Kurmanc mêranîê, mêrxasîê hiz dikin, dipesinin. Wekî tiştek jî kêmbe, xwexwa serda zêde dikin û dha dixemilînin, dinitirînin bona ew kirina mêrxasîê dha tam, dha bedew bê kivşê û bona silsileta bibe mesele. Kurmanc vî cûreyî jî mêrxasîê nava cahilêd xweda terbyet dikin. Mêrxasî bona wan serê her tiştîye. Hindike bêjin kurmanc mêrxasîê hiz dike, kurmanc mêrxasîê, mêranîê dihebîne, ber temene dibe. Û ew mêrxasî dha geş tê kivşê, gava jin dike.

1 2 3 4 5

 

 

HEYFHILDAN — 4

 

           

          * * *

           

          Çend jinê cînar şuxul-emelê xwe kuta kirin, hatin serîkî bidne Belgê.

          — Qîzê, dûrî zara, porkurê, te çi kir? – Seyrê ji Belgê pirsî, rind dîna xwe da tim-têla wê. Jinê mayîn jî, wekî dora Belgê sivderêda rûniştibûn, zûr bûbûn xemla wê dinihêrîn.

          — Lê min çi bikra? – Belgê kesereke kûr rahişt, ç’evê wê şêlû bûn. – Şev-ro tabetya min tunebû. Ew kelb jî sax-silamet ber ç’evê min diçû-dihat. Ez dha xweda dişewitîm. Ez çi bikim, Xwedê, dûrî zara, roja min reşke, ne bave, ne biraye. Koka mala bavê min qelyaye, kilît dêrî ketye, jina bûkîn çawa bî ser mala bavêda vegeryaye. Min qertelê çi bikra? Zef jî pêşewitîkî me tune. Xwe xuna malxirêv usa bade erdê nedima? – got, destmal ji ber benê pişta xwe derxist, ç’evê xwe temiz kirin. Jinê dorê jî pê pêşa şelika, dêra ç’evê xwe temiz kirin.

          — Qîzê, mala bavê te bişewite, çawa şewitî, çû, te çawa qursax kir? Ew mêr, tu jin? – Seyrê jê pirsî.

          — Min serê xwe dadanî – malxirav dihate xewna min, — Belgê got, zûr bûbû niqitkekê nihêrî. – Hertim dipirsî: lê xûna minê wa bêxeda here, heta-hetayê erdê bimîne? Ez hişyar dibûm, min didît xewne. Îdî xewa min diteqisî. Rûdiniştim, xwe û derd-kulara digot, dilûband. Îdî min hatibû qirikê, ez ku negihîştama meremê xwe, ezê dîn û harbûma. Gorbigorî te tirê mêr bû, mêrê devê Tîtal bû? Ax, bê Tîtal, te çawa mala xwe xirav kir, te çi anî serê xwe, — berxwe neda, bû kûre-kûra wê, girya. Hevekî girya, ç’evê xwe temiz kirin, parç’a dilê wê danî, paşê dûmkayî da xeberdana xwe. – Tu divêjî te çawa qursax kir? Ka qursaxê mêra wî kelbîra hebû? Ji tejya xiravtir bû. Te binihêrya çawa bûbû pepûk, çawa xwe davit ser dest-pîê min, wekî lênedim, gever nekim.

          — Çawa, Hoto xwe davîte ser dest-pîê te? – Seyrê ji Belgê pirsî.

          — Lê çawa! Bûbû pepûk mînanî tejya ber min direvya. Lê ew mêr bû? Her tenê dikaribû mînanî kelbê diz, dizîkava bê parava, bi mixenetî malxiravxe. Û mêrik xwera nav qazanc kiribû, çye mêrekî mêrkuje. De we gişka jî dît, roja pêşîê Tîtal ew çawa kiribû pîson, ser ç’evê wî peritandibû.

          — Da-daê, Xwedê erdê hilnede, tu ew mêrê devê Tîtal bû? Wekî usa dizîva, bi mixenetî Tîtal neda, Tîtalê ew bixwara, — ji jinê hatî yek kete nava xeberdanê, ku hetanî wî çaxî xwe ker kiribû û guh dida xeberdanê.

          — De bira here, bigre xwe! – gava jinikê gotina xwe kuta kir, Belgê gilîê xwe pêşda bir. – Mêrkuje? Min mêrkujî rind nîşanî wî da, — Belgê bi înk got.

          Wextê ha xeber dida, ç’evê wê dha fire dibûn, cîê xweda direqisîn, te tirê qewata wê hê zêde dibe û hazir dibe careke mayîn êrîşî ser dijminê xwey qane-qan bike. Jina gava ç’evê wê dîtin, jê tirsyan, dilê xweda fikirîn, wekî rastîê jî ç’evê mêrkujane. Xêle wext tu kesî dengê xwe nekir. Paşê Seyrê jê pirsî:

          — Lê te pê çi lêda?

          — Pê qemê. Min mînanî wî, dizîkava mixenetî nekir, lêneda. Min çend cara gotê, wekî karê xwe bike. Ê, feqîrî tu mêr bû, wekî karê xwe bikra? Gava ç’ev min, qema destê min ket, bizdya, dest ber xwe hilneda. Min pê qemê lêda, milê wî birîndar kir. Wexta milê wî birîndar bû, revî. We bidîta çawa direvya! Lê ez gihîştimê û min qemek da qafê wî gever kir.

          — Ser ç’evada birîndar bûbû? – Seyrê jê pirsî.

          — Na, min her tenê qemek da serê wî. Çira we ser ç’evê wî nedîtye?

          — Na, da-daê, emenî avîtibûne ser, Avdel nehîşt sifetê wî vekin.

          — Wê çawa vekin? – Belgê bi eks got. – Nikarin vekin. Min usa eblû kirye, wekî hetanî kurê-kura bîra wana neçe. Bê hûn çira sifetê wî vedişêrin? Vekin, bira xelq bibîne. Naxwazin xelq bibîne, erê, wekî poz, guhê wî jêkirîne?

          — Pî, te poz, guhê wî jî jîkirine? – jinka mayîn pirsî.

          — Erê, lê çawa! Min jêkirine, birine, danîne ber kêlika mezelê canîreş, wekî kelb bixun, — Belgê bi înk got û serê xwe hilbirî jina nihêrî. Xwest zanibe, çika gotina wê çawa hukumî ser jina dike.

          Jina lêvê xwe gestin. Wana ecêba ha nedîtibûn, ne jî bihîstibûn.

          — Min ya xwe kir, — gava Belgê dît, wekî jin çawa ecêbmayî man, bi dilekî baristan got, — virhada çi dive, bira bive. Min heyfa malxirav hilda. Nehîşt ew kul minra here gorê, ew jî besî mine. Ezê dilşkestî nîbûma, minê bişanda def-zurne banya, defê xista. Lê çi bikim, dilê minî kule. Ezê îşev teze rehet serê xwe daynime ser belgî. Min sond xwaribû – hetanî heyfa malxirav neê hildanê, ez kincê xwe naêxim, nakevim nava cî-nivîna. A, îşev teze ew meremê dilê min mîaser bû. Cê bidin xatirê Xwedê, wextê hûn diçin wêderê, mala wî kelbî, bêjine wan bira sifetê wî vekin, hûn bi ç’evê xwe bivînin. Hela çika vedikin, çi divêjin.

          — Na, na, çawa meyt anîne malê, tê kivşê Avdel zanivû, lema got, wekî ser ç’evê wî venekin, giva ew yek dînê mera dest nade, guneye.

          — Hela tu dinihêrî ew jî kelbekî çawane, naxwaze xelq eyba wan bivîne. Lê wextê çûn meyt erdê dîtin, çira ç’evê xelqê tunebû, wekî min ew kiribû çi halî? Lê hesav yeke, îro nîve, wê sivêbe, wê nava cimetêda bela neve? Wê wî çaxî çi bêjin? Xwe ewê jî nayne dînra nade girêdanê.

          — Lê eferim qursaxê tera, — jinekê got. – Hezar salî bima, min nikaribû tiştekî usa bikra. Ez ku xûnê divînim, ber ç’evê min reşevetê. Îdî ku ma xûna merya birêjim.

          — Xwedê nekirî qezyake usa te jî biqewimya, çawa min qewimî, teê bêhemdî xwe bikira, — Belgê bi cûrê şîretê gotê. – Heyfhildan zulme, zulmeke usane, bira bavkuştîê min nevîne. Ew mînanî kurmane, kete serê merya, îdî xwe jê dernaê. Sivê hetanî êvarê hiş-sewdê te ser wêye, tu nikarî êmanekî wê bîrkî. Hertim berê ç’evê teye, te tirê dijene te, gazî te dike. Rehetya merya dêstda tune. Ne min wera got, herşev malxirav dihate xewna min, dewa heyfa xwe dikir. Min ku heyfa wî hilneda, ezê dînbûma, çola ketama. Hilbet, xwestina rebê min bû, wekî minra li hev hat ruhê wî kelbî cenimê şakim, bin gunê birê xwe derêm. Carekê dîsa hate xewna min, minra go: gunê min stûê teve, hergê tu heyfa min hilnedî. Min porkura-porkur çi kir? Paşî kuştina wî sekbavî rast çûme ser mezel, min devê xwe kire kêlika malxirav û gazî kir, wekî min heyfa te hilda û bin gunê te derketim. Çika îşev tê xewna min, çi divêje.

          Belgê ha got, bû xule-xula hêsira ji ç’evê wê hatine xwarê. Tê bêjî birîna wê teze bû. Jin jî pêra giryan. Paşê ber dilda hatin, nehîştin bigrî. Belgê pê destmalê ç’evê xwe temiz kirin, xwest rave jinara şîvê bîne, lê wana nehîşt. Rabûn, dîsa ber dilê wêda hatin, temî danê, wekî mal derneê, miqatî xweve. Belgê hetanî ber dêrî ew verêkirin. Jina Belgêra gotin: “Şeva te bimîne xweş”, Belgê jî wanra got: “Herine ser xweşîê” û ji hev dûrketin.

          Gava jin hevekî ji Belgê dûrketin, yekê got:

          — Em herin serîkî bidin wan jî, şerme, cînare, wê bêjin qezyake usa me qewimî, wana qe derê me venekirin.

          — Hoto, welle, merîkî qenc nîbû, qedrê cînartîê nizanibû, lê çi bikî, bixwezî-nexwezî, gotî herî, nave, — Seyrê got û jin berbi mala kuştî çûn.

           

          * * *

           

          Wê şevê Husoê serekê qebîla malbavanê Belgê merî şandin mala Evdo, gotinê, wekî bira haj xwe hebin, derneên, cyada-myada meçin, miqatî zarê xwe bin. Belgê jî bira ber zimanê xwe bide, serhişkya neke, gilî-gotina ser wanda neşîne, tena wan nexe.

          — Çi bûye, bûye, ew mala xwe, em mala xwe, — hatya gotine Evdo û Belgê. – Apo digot, karê wê gilya-milya neketye, kêm-zêde xeber nede. Tiştekî qolayî nîne, jinekê lêdaye mêrekî wanî rû-rema kuştye. Birîna wan tezeye, bira xwe meke hevalê wan.

          Evdo xwe ker kiribû, dengê xwe nedikir, serê xwe berjêr kiribû, merya nizanibû guh dide wan yanê derheqa tiştekî mayînda difikire. Belgê pêşberî wan sekinîbû, gele tişt dilda disêwirî, dixwest wanra bigota, lê îzn nedida xwe. Hîvîê bû, wekî Evdoê çi lazime bêje, lê deng ji Evdo nedihat. Wextê ewê dît haye, hilda gote hatya:

          — Apora bêjin, bira alîê meda arxayînbe. Çi lazim bû, min kir. Gilî-gotinê zêde kêrî çi tên. Lê xwezil heyfa malxirav bi destî mêra bihata hildanê.

          Ewê eva gotina kutasîê bi dilê keder, bi ten got. Hazira tena wê texmîn kirin, lê qestîka serra xarandin, yanê giva guh nedanê, nebihîstin ewê çi got û çawa got. Ser vê yekê Evdo serê xwe hilbirî, yek hev dîna xwe da hazira û bi dilekî şkestî gote wana:

          — Nha jî destê me û wan mêrika kete hev, em bûne dijminê heve qane-qan. Xûnek kete ber derê min.

          — Çira? – ji hatya yekî pirsî.

          — Çima tu nizanî çira? – Evdo bi pirsê caba pirsa wî da.

          — Xûn çira kete ber derê te?

          — Lê ket ber derê kê?

          — Lê xûna Tîtal kete ber derê kê?

          Hew mabû Evdo bigota: “Çi min xûna Tîtal ketye”, lê bona xatirê jinê xwe zevt kir, negot.

          Ewê hatî xeberdana xwe pêşda bir:

          -Çira Belgê kîye, ne kinêza meye? Hergê pirsa rastîê ji min dikî, em û ewin dijminê hev, çî te wê ortê tune.

          — Belgê kinêza weye, lê nefera vê malêye û ev mal bona wê cavdare, — Evdo bi dengekî usayî bilind got, tê bêjî ewê dibihîstin, dûr bûn.

          — Camêro, tu çira wê yekê navêjî, wekî ewê tenê heyfa birê xwe hildaye. Cîê balesevev lênedaye, nekuştye. Heyf ber heyfêva. Îdî çî wan te ketye? Qe şayîşa mekişîne, em mînanî şûrekî dudev piş te sekinîne, — yekî got û ç’evê yê mayîn nihêrî.

          Lê gonekî tel hate Evdo û ew bi eks vebeşirî, tê bêjî dilê xweda digot: “Wekî hûn bona alîkarîê şûrekî dudevin, we çira xwexwa heyfa mêrê xwe hilnedida?” Evdo, hilbet, eva yeka negot, lê bi bengzê xwe da femkirinê, vegerya ser jinê, ku pala xwe dabû stûnê, destê xwe tewarkiribûn, gotê:

          — Keç’ê, şîvê bîne, em şîvê buxun. Çi bû, bû. Lawikara nan bîne. Xwedê reme, hilbet, wê avekê vî agirîda bike.

          Hatya nehîştin, wekî Belgê şîvê bîne, rabûn xatirê xwe xwestin, darêkirin çûn.

           

          * * *

           

          Pey çûyîna wanra êmê cix’arekê derbaz nebû, gava çend kurapê Evdo hatin malê. Ewana jî hatibûn, wekî halê vê mala merîê xwe bihesin, ber dilê Evdo û Belgêda bên û bêjnê, wekî bira haj xwe hebin. Lê wexta, Xwedê nekirî, tiştek qewimî, xwe Evdo tenê nahêlin. Gotina wan ber dilê Evdoda bû baristan. Bengzê wî xweş bû, bîna wî derket, dilê wî fire bû. Hilbet, Belgê jî bona hatina wan şabû, lê alîkîva jî berxwe diket, wekî çira kurap, pêşewitîkî Tîtalî nêzîk jî tunebû, wekî dilê wî ser bişewitya û roja îro neketa vî halî. “Xwedê yazya minda ha nivîsîbû, ez çi bikim”, — ew dilê xweda fikirî.

          Belgê şîv anî ber lawika. Wana û Evdo şîva xwe xwarin, êpêceyî xwera xeberdan. Xêleke xurt ji şevê çûbû, lê kurap hela mala Evdoda bûn. Xwestin wê şevê mala Evdoda bimînin, lê kirin, nekirin Evdo nehîşt.

          — Lî çawa emê te îşev tenê bihêlin? – wana gotine Evdo. – Hezar olecaxê dinê hene, te lênihêrî şev hatin derî te girtin. Em kurapê tene, xelqê xerîv nînin, îşev jî emê mala teda bimînin.

          — Na ku nevye, hûn îşev malda namînin, — Evdo gote wan. – Mayîna we bona min qelsîye. Berê ewlin, ewana tu wexta wê yekê nakin. Ya mayîn, wekî kirin jî, min û wan maleke xweş. Sivê cînar wê bivînin, wê bêjin Evdo tirsya, kurap şev mala wîda man. Eva yeka minra qe dest nade. Ravin, arxayîn herin, tiştek jî nave.

          Evdo û kurapava gelekî ber hev dan, lê Evdo nehîşt, wekî ewana wê şevê mala wîda bimînin. Şev-nîveka şevê kurapa xatirê xwe ji Evdo û Belgê xwestin, derketin çûn.

           

          * * *

           

          Rojtira mayîn Hoto birin, ç’el kirin. Ji qebîla malbavanê Belgê kes neçû ser şînê. Elametî jî nedabûne qebîla kuştî, wekî dixwazin bêne ser şînê. Û tu kesekî derheqa vê yekêda xeber nedida. Gişka jî zanibû, wekî gerekê usa jî bûbûya.

          Lê gund-gundîtî eşkere yanê dizîkava derheqa kirina Belgêda xeber didan, payê wê didan û gişk ser wê fikrê bûn, wekî ewê mêranîke zor kirye. Û ew ber ç’evê gundya dha bilind bû, qedrê wê dha zêde bû.

          Çawa erf-edet bû, gundya gazî mêr û jinê qebîla kuştî kirin, birin malê xwe, wanara ezet-qulix kirin. Zûtirekê nanê tevirkola dan, devê mirî erdê derxistin. Paşî vê yekê cînara ser sûrtê mêrê qebîla hiznî dane kurkirinê. Jinê wî qebîlê îdî kinc şûştin, savûn dane xevatê.

          Çendek derbaz bû. Rîspîê gund hev şêwirîn, dîtin, wekî ha nave, lazime bikevne ortê, şuxul bidne rastkirinê.

          — Ewê yekê her tenê Sêvdîn dikare bike, — ji rîspya yekî got. – Qedrê wî him bal Avdel, him jî bal Huso heye. Sêvdîn ku kete ortê, wê ese şuxul rast bike.

          — Ser herdu ç’evê min, — Sêvdîn got. – Bona şuxulê qenc ez dikarim Emoê xwe jî têkim qurban.

          — Mirazê te Emo bive, Xwedê seheta terabe, welle ser bextê mindave, tu timê alîê xêrêyî. Belkî xêr bê pêşya te û kurê te.

          — Lê wexta te dît Avdel û Huso xwe nadne ber, menîê cure-cûre digrin û naxwazin hevdu bên, wî çaxî emê bi kom bikevne navê, — yekî rîspî got. – Lê kambaxa-kambax bîna me û wan ewqasî jî hevdura xweş nîne. Lema jî ez divêjim, belkî tu tenê wî şuxulî bînî sêrî. Ev qetla hanê hetanî kengê bikişîne? Û çiqas dirêj bikişîne, ewqasî xirave.

          — Me jî rast nekir, wekî wextêda neketine ortê, — yekî mayîn got. – Wekî em ku biketana ortê, xwe îro eva qezya hane giran nediqewimî. Sêvdînê camêr gele cara got, lê me gurê nekir.

          — Me çend cara gilî ber Avdelra avît, lê camêrî eşkere digot, wekî Hoto nikare, mêrik naxwaze here, pevkeve, xwe zorê nake.

          — Nedixwest, te dît çawa ser bela xwe vebû. “Neke serê kesê-kesa, wê bê serê pisê-pisa”.

          — Şuxulê çûyî çûye, îdî merî pey nakeve. Silav parîê hazire. Nha gotî ew şuxul bê sêrî. Ew cînarin, lê borcê cînartîê borcekî girane. Cînar gotî xêra cînêr bixwaze. Lê vê gavê xêr ewe, wekî ew dijminayî navbeyna wanda bê hildanê.

          Û hate qirarkirinê, wekî sifte her tenê Sêvdîn bikeve nava wî şuxulî bîne sêrî – herdu qebîla hevdu bîne, dijminaya orta wan bide hildanê.

          Êvarekê Sêvdîn çû mala Avdel. Ewana kêf-halê hev pirsîn, virda-wêda hevekî xeberdan. Paşê Sêvdîn gote Avdelra:

          — Ez îro bona pirsekê hatime mala te û tu gotî min bêqedir verê mekî.

          — Tu ser ç’evê minra hatî, — Avdel bi dil gotê. – Vê êvarê tu destê kurê min jî bigrî, bivî, bavêjî avê, devê min ber te nagere.

          — Mirazê te kurave, mertala Şems ser milê wanbe, — Sêvdîn got û xêlekê xwe ker kir. – Pirsa min pirsa qence. Tu xeysetê min rind zanî, aqilê min ku şuxulekî nebire, ez tu cara nakevime ortê. Ez zanim gilîê min cem te dibuhire, lema hatim. Yanê na ez nedihatim. Em bêjin, bona şuxulê usaye qenc merî pêncî carî jî here, bê, ne poşmane.

          — Xwedê poşmanîê nede, Sêvdîne bira, gilîê xwe bêje.

          — Gilîê min gilîê xêrêye, — Sêvdîn got. – Ez vê êvarê hatime, wekî ew dilsarya orta weda heye, bê hildanê. Hûn cînarê hevin, tiştê usa dest nade. Lazime hûn herdu – tu jî, Huso jî – ehlê xêrê bin. Gotina min ewe, wekî dijminayî ne wera, ne jî wanra dest nade.

          Sêvdîn gelekî xeberda, gele derece û menî anîne ortê û da bawerkirinê, wekî ya baş ewe hevdu bên, hela qezyaêd teze neqewimîne.

          Avdel merîkî aqilî dûrdîtî bû. Ewî jî zanibû, axirya wê dilmayînê qenc nîne. Lê çawa serkarê wê qebîlê, merîê kîjanê teze hatibû kuştinê, nedixwest pêra-pêra qayîlbe.

          — Sêvdîn, tu ser ç’evê minra hatî, — ewî got. – Tu zanî, ez gelekî qedrê te digrim. Lê, bi texmîna min, hela zûye derheqa wê derecêda xeverdin.

          — Na, Avdelê bura, zû nîne, — Sêvdîn gotê. – Çiqasî merî rojekê wê derecê bîne sêrî, ewqas başe. Ez zef zanim, Xwedê nekirî, hezar tişt dikare biqewime. Te hew nihêrî merîê am û tam wê ortê çûn. Bona çi? Bi texmîna min, em dikarin û borcdarin wê derecê zû pê bînin. Tu dinihêrî, lawikê we û merîê Evdo jî îdî hevra serê poz xever didin? Ê, çi zanî, çi dikare biqewime. Ew ez û tune, wekî me dinê dîtye, qenc û xirava ji hev dibijêrin. Lê cahilê me? Xwe ew jî mînanî min û te nafikirin. Lê em, mezin, borcdarin miqatî cahilê xwe bin, wana ji qezya-nezya dûrxin. Avdelê bira, bi texmîna min, rya tek-tenêye rast eve. Tu jî eleh wekîl, merîkî dûrdîtîyî, timê alîê qencîê bûyî. Nha gilî temam destê teye. Ez jî birê xwe hîvî dikim — boy navê xatirê cînartîê were em terka wê dilsarîê bidin.

          Avdel û Sêvdîn gelekî berhev dan, kutasîê Avdel qayîl bû, wekî ew û Huso hevdu bên. Sêvdîn ji erd heta ezman jê razî ma, bi dilekî eşq û şa, wekî ew gilî anî sêrî, ji mala Avdel derket.

          Rojtira mayîn êvarê Sêvdîn çû mala Huso. Xeberdana wî û Huso dirêj nekişand, çimkî Huso pêra-pêra gotina Sêvdînra qayîl bû, hela serda razîbûna xwe daê, wekî dive sevevê kirineke usaye qenc.

          — Ser bextê min û kuradabe, — ewî got. – Merivê mînanî te her tenê xêrxazin. Belê, yekî xêra merya dixwaze usa dike. Bira Xwedê bike em ber hev şermî nemînin. Bira gotina teve, ez qayîlim.

          Sêvdîn bi dilekî baristan ji mala Huso jî derket. Sibetirê karê xwe kir, wekî gazî wan herdu serkarê qebîla bike, bîne mala xwe, wana hev bîne. Sêvdîn du pezê xwe serjê kir, nanê xwe hazir kir, Emoê xwe şande pey çend merîê gunde mayîne bi nav û deng. Gava ewana hatin malê, rûniştin, Sêvdîn xwexwa pêşîê çû pey Huso anî malê. Huso û ew rîspîê gunde mayîn malda rûniştin, xeberdan, Sêvdîn û Emoê kurê wîva çûne pey Avdel. Ew jî anîne malê.

          — Gelî maqûla, — Sêvdîn berbirî hazira bû. – Em îro bona nêteke qenc vêderê berev bûne. Nêta qenc ewe, wekî ew dilsarya orta meda heye bê hildanê. Dilê du bira jî ji hev dimîne. Yazî-miqeder bû, qewimî. Gilîê çûyî merî pey nakeve. Peyketin tiştekî qenc xwera nayne. Min îro gazî Avdelê bira, Husoê bira, maqûlê rûniştî kirye, wekî ew hevdu bên, dilsarya orta wanda bê hildanê.

          — Heyran, — rîspya herdu alîya gotin, — yek deyndarê yekî nemaye. Xûn pêş xûnêva. Mêrekî we hatye kuştinê, mêrekî wan jî hatye kuştinê. Hûn mala xwe, ew jî mala xwe.

          — Avdelê bira, — Sêvdîn gotê, — te dît, wexta Tîtal hate kuştinê, ew camêra çawa merîfet rabûn, rûniştin, gilîk zêde ne anîne ortê. Eferim wera jî, hûn jî, ser bextê minrabe, camêrin. Tiştê baş ewe, wekî we jî dîwan pê neda hesandinê. Çî me, çî Romê… Roma rûtik, ku biketa ortê, wê şuxul dha xirav bikra. Ya me eşîrtîye, karê me Romê, dîwanê neketye. Eşîrtya me jî, şikir vê gavêra, ser her tiştîrane. Em gotî şuxulê xwe bi eşîrtî bikin.

          — Hilbet, hilbet, — çend merya alîê xweda gotin.

          — Ez texmîn dikim, — Sêvdîn gilîê xwe pêşda bir, — her tişt ferihe. Avdel û Huso birê hevin, em jî çawa cînar, xêrxaz dikevne vê ortê û herdu bira hîvî dikin: herin dest-rûê hev, hevdura xeverdin.

          Rûspya gişka ev gotina Sêvdîn begem kirin. Her yekî alîê xweda gilîkî qenc got û usa kir, wekî ew herdu serkarê qebîla hevdu bên. Avdel û Huso bin ç’evada hevdu dinihêrîn.

          Bengzê herdua jî xweş bû. Gilîê pêşîê Huso diket. Û ewî jî xeberda:

          — Bo, ba-bao, çira serê meda qewimye, wekî mêr hatine kuştinê? Ew yek serê kal-bavada qewimye. Lê tiştê pak ewe, wekî merîê mayîne am û tam neketin tomika wan. Herdu bûn sevev, herdu jî ortê çûn, — hevekî xwe ker kir, texmîn kir xeverdana wî usa rind dernaê, çawa ku lazime. Lema jî kese birî. – Em cînarê hevin, gundîê hevin, xwe heta-hetayê dijminayê hevdura nakişînin? Ez her tenê wê dikarim bêjim, wekî virhada wê alîê meda dijminayê tunebe.

          Gişka xeberdana Huso begem kir û vegeryan Avdel nihêrîn, hîvya gotina wî man, çika ewê çi bêje. Ewî jî serê xwe kiribû ber xwe, difikirî.

          — Gelî maqûla, ezê çi bêjim, — ewî got. – Xwedê erdê hilnede… Qezya bû, qewimî. Wexta îro camêrê rûniştî ketine ortê, Sêvdînê bira eva borcê qencîê hildaye ser xwe, ewqasî çerçirîye, wê Xwedê jî xweş neê, wekî qedrê vê yekê neê girtinê. Ez qedrê merivayî, maqûltî, xêrxazya Sêvdîn digrim. Ez qedrê camêrê rûniştî digrim û ber we divêjim, wekî alîê meda jî wê dijminayî tuneve, emê dîsa mînanî berê hevdura bira bin.

          Avdel û Huso ji cîê xwe rabûn, çûne dest-rûê hev. Camêrê rûniştî jî tev wan rabûne şipya. Gişk eşq û şa bûn. Dijminayî hate hildanê.

          — Eferim, ez heyrana mêrê çêbim, — Sêvdîn got.

          Paşê nan kişandin ser texte. Hazira nanê xwe xwarin, kuta kirin.

          Çawa xweyê malê, gilî Sêvdîn diket. Ewî ewqasî şabû, wekî te mala dinê temam bidaê, wê ewqasî şa nebûya. Bi wê şabûnê jî ew berbirî hazira bû:

          — Gelî maqûla, gelî kurê dewletya! Ez bêy hurmet, sîaneta Avdelê bira, Husoê bira nevim. Hûn jî ser serê min, ser ç’evê minra hatine. Şikir vê gavêra, wekî cînarê min îro mala minda hevdura xeverdan, çûne dest-rûê hev, dilsarya orta wan hate hildanê. Ez usa jî bona wê yekê şame, wekî serê-serda destê Roma Reş nekete nava van gilî-gotinê me. Me pirsê xwe bi eşîrî anîne sêrî. Hilbet, gere usa jî bivya. Kal-bavê me usa kirine, em jî gotî pey gilî-gotinê wan herin. Em ku pey gilî-gotinê pêşîê xwe diçin, lingê me kevira nakeve. Vî edetê me baştir tişt tune, gava em usa qedrê pêşîê xwe, mezinê xwe digrin û pey gotina wan diçin. Lê edetekî meyî dinêyî baş jî heye, ewe, wekî em ne ku tenê serkarîê mala xwe dikin, lê usa jî qebîla xwe dikin, rya rast nîşanî cahilê xwe dikin, — Sêvdîn ji şabûna texmîn nekiribû, wekî derheqa tiştê usada xeber dide, ku ewqasî jî wê derecêda nedihatine girêdanê. Wexta ewî dîna xwe da hazira û bengzê wanî ecêbmayî dît, hêja ew yek texmîn kir, lema jî xeberdana xwe kese birî. – Nha hîvîkirineke min ji Avdelê bira, Husoê bira heye.

          — Keremke, bêje, maqûl, — herdua hevra gotin.

1 2 3 4 5

 

 

HEYFHILDAN — 3

 

 

          Raste, gilîê wî bi dilê gişka bû, çimkî tu kesî Hotora nedigo elahxêr, lê tu kesî wê derecêda, wî halîda îzn neda xwe gilîê Elî begemke. Lê Elî merivekî usa bû, wekî çi ku dilê wîda bû, ew jî ser zarê wî bû, çawa dibêjin, nikaribû ber devê xwe bide. Lema jî tu kes jê nedixeyîdî. Gişk haj vî xeysetê wî hebûn. Elî yekî ziravî, talyanî bilind bû, ç’evê wî ser sêrî direqisîn, ha vêderê dinihêrî, ha wêderê. Merîkî nesitirî bû, nikaribû deqekê pakî cîê xweda bisekine. Ha xweşîê xwe merya dikir, ha xwe orta gilyara dikir û cîê tê-netê xeber dida. Te hew dinihêrî ser şînê gilîkî usa danî ortê, wekî cimeta heznî ancax xwe zevt dikir, ku pîrqîn nekevê, nekene. Raste, sivikayê wîye wî teherî hebûn, lê merîkî gelekî rastgo bû. Te serê wî lêda, gilîê xêlif ji dêv dernediketin, tiştê nedîtî gilî nedikir.

          — Jinik qîza bavê xweye, — Elî got, gava dît, wekî gişka xwe ker kirine û tu kes naxweze caba wî bide.

          — Elî, nha ne wedê gilîê usane, — yekî bi cûrê şîretê gotê. – Mêrik çûye rehma Xwedê, ne cayîze gilî-gotinê usa bînî ortê. Dilê lawikê wan kule, çira tu agir hê gur dikî? Qezyak bûye, tu dixwazî qezya duda jî bê kirinê?

          — Bo Elî merîkî dilê xweye, — yekî mayîn kete nava xeberdanê û tê bêjî gotina evî kutasîê wî xweş nehat. – Belengazî çi gotye? Merîye, da, gilîk bû, dêv derket, çira dinya xirav bû? Tişt nake, kes Elî naxeyde.

          — Dixwezin, bira vê sehetê jî bixeydin, — Elî hevekî hêrs got. – Çira usa nîne?

          — Ya usabûnê usane, — ewî pêşîê caba Elî da. – Lê nha wedê wê yekê nîne.

          — Ez her tenê wê yekê zanim, wekî jina usa qebîlekê hêjaye. – Elî qestîka xeberê kutasîê bi teqileke mexsûs gotin. – Qebîlekê nikaribû heyfê hilde, lê jinikê hilda, dayka min kirîbe, eferim jina usara! Jina usa ne jine, jina usa mêre, — got û çû ser selê pezxudanê rûnişt. Gişka dîna xwe dane wî. Dihate kivşê, gotina wî bi dilê geleka bû.

          — Lê qursaxê wê çawa qursax bûye, — gava Elî ser sel cîwar bû, got. – Mala te jinê neketê, jin nîne, mêrekî çargurç’ike.

          — Bo, Elî, tu serê bavê xwekî, tu bidî xatirê Xwedê, yanê tê xwe kerkî, yanê jî rave ji vêderê here. Tê şuxula xirav bikî, — yekî navsere bi lavaya gote Elî.

          — Xwedê xiravîê mede, camêro, ezê çira şuxula xirav bikim, — Elî bi hemdî xwe caba wî da û texmîn kir, wekî ew bi dilê sax dibêje. – Ecêbeke usa qewimye, em jî derheqa wê yekêda xever didin. Xwedê nekirî, xwe me tu tiştekî zêde negotye. Wexta tu rê têra divînî, wekî ez xeber nedim, ez jî xeber nadim.

          Demekê gişka xwe ker kir. Zaro pêşberî mezina sekinîbûn û guh didane ser xeberdana wan. Ji hundur xênî dengê şîn-girî dihat.

           

          * * *

           

          Belgê û Evdo hela hê sivderêda sekinîbûn û ç’evê wan mala Hoto bû. Herdua jî xwe ker kiribûn, tê bêjî tu tiştekî wan tunebû hevdura bigotana. Lê rastîê gele tiştê wana gotinê hebûn, dixwestin hevdura bigotana, lê dem demeke usa bû, wekî kesekî turuş nedikir pêşîê destpê bike. Zarê wan jî hatibûn, kêleka wan sekinî bûn. Wan jî dengê xwe nedikir, hey carna serê xwe hildibirîn dê dinihêrîn, tê bêjî teze dya xwe dibînin û nas dikin. Zara jî îdî zanibûn, çi qewimye.

          Hema wî çaxî Avdelê serekê qebîlê derkete derva. Merîê wan gişk pey derketin. Ewî du cahilêd xwe şandin, wekî ga ji nava garanê bînin. Çend merî jî erebêva mijûl bûn, tundurust kirin. Ewî temî da yekî, wekî wexta ga tînin, erebê girêdin, kulêv daynine ser, emenîkî jî hildin, bajon bên serê zevya Gelîê Soê.

          Lê bi xwe da pêşya cimetê û berê xwe da zevya Gelîê Soê. Cimeta berevbûyî da pey. Ç’ûk û mezin ketine rêzê û berbi zevîê çûn. Jina Hoto, qîzê wî hey xwe dikutan, hey porê xwe, ser ç’evê xwe vedirûtin. Çend jinê qebîla wan ketibûne milê wan û nedihîştin ew xwe bikutin. Mêra serê xwe kiribûne ber xwe, kere-ker pêşda dilivyan. Xênji qebîla Huso kesek gundda nema. (Huso serekê qebîla malbavanê Belgê bû). Gişka derê xwe ser piştê vekirî hîştin û gihîştine wê êrdeka şînê û çûn. Qe hîvya kerîê berxa jî neman, ku îdî berbi gund dihatin.

          Belgê û Evdo derketine derva. Zara dane pey wan. Sekinîn û dîna xwe dane wê êrdeka şînê.

           

          * * *

           

          Merîê qebîla Husoye mayîn jî ji malê xwe derketin, ber derê xwe sekinîn. Çend merî çûn, gihîştine hev. Şêwra xwe kirin, wekî lazime haj xwe hebin, bi tivdîr bin. Cab dane hevdu û gişka tivdîra xwe dîtin. Wexta qeme, mertal, şivdarê xwe hazir danîn, mêrê qebîlê gişk mala Husoda berev bûn.

          — Gelî lawika, — ewî giran-giran destbi xeberdana xwe kir. Gişka xwe ker kir, guh danê, çika serekê wana çi bêje, çi şîretê wan bike, çi rê nîşanî wande. Ewî çawa bigota, wê usa jî bûbûya. Serekê qebîlê ew bû. Demê hada ewî gilî-gilîê wî bû. – Çawa hûn pê hesyan, ewê qancixa me lêdaye mêrê mêrika kuştye. – Kesî caba wî neda. Ewî jî kire niç’e-niç’, serê xwe hejand. – Camêr, qe gilîê ha dibe? Eva him bona wan bêhurmetîye, him jî bona me. Xelqê rave çi bêje? Wê bêje temamya qebîla filankesê nikaribû heyfa mêrekî xwe hilda, jinikê ew heyf hilda. Eva ya me. Lê ya wan? Wê bêjin çi mêr bû, wekî kevnejinekê nikaribû, ewê lêda kuşt. Ewê rûreşî anî rûê me herdu qebîla. Nha îdî gilî qewimye, çûye, — serekê qebîlê hevekî xwe ker kir. Wexta ewî navbirî da gilîê xwe û derheqa dûmayîka gilyada fikirî, mêrekî navsere, ku deve-devî pêncî salî emir kiribû, defê spî ketibûne ser sûretê wî, got:

          — Apo, ez xulamê teme, tê bibaxşînî, wekî ber gelîê teda têm.

          — Xwedê te xweyke, lao, keremke bêje, çika çi divêjî.

          — Apo, gotina min ewe, wekî heyf ber heyfêva, kuta bû, çû.

          — Ê, erê, apo heyrana ç’evê tebe. Ne axir heyfhildan jî heye, heyfhildan jî. Heyfhildana jinê başqeye, kurê min. Minê por-gulî spî kirine, lê hela gilîkî ha nebihîstye, bavê min. Evê qancixa qancix çi kir?

          — Zef jî rind kir, — yekî dûr, ber dîwar rûniştî, bilind-bilind got. – Eva çend sale mala me şewitye, birê wê hatye kuştinê, lê yekî me nedibû heyfê hilde. Ewî gorbigor jî kesek bendî tiştekî hesav nedikir, nedixwest pevkeve, bêminet diçû, dihat, ne minê, ne teê. Xûşka min kirîbe, zef jî rind kirye, ew kelbê kelba gever kirye. Ewê, Xwedê nekirî, tu tiştekî xirav nekirye, her tenê heyfa birê xwe hildaye. Eva çendik-çend sale birê wê hatye kuştinê, lê ne xûna wî dane, ne hatine xwe avîtine ber derê me, ne jî me yekî bûye heyfa wî hildin. Lê evê yekê mera dest dida? Hilbet, destnedida. Rastya Xwedê ewe. Wekî ewa mera rûreşî bû, — hevekî bi hêrs got û çi dilê wîda hebû, temam da der, hêja texmîn kir, wekî tiştekî rast nekirye, ber xeberdana mezinê xweda hatye û hevekî dengê xwe bilind kirye. Lema jî çawa merîkî usa, ku tiştekî netê kiribe, vegerya ser serekê qebîlê û gotê:

          — Apo, tê bibaxşînî, min ber te zêdezimanî kir. Lê çi bikim? Kela dilê min rabû, min nikaribû xwe zevtkira. Apo, tê gelekî bibaxşînî min.

          Husoê serekê qebîlê serê xwe kiribû ber xwe, difikirî. Lawikê hazir zûr bûbûn, wî dinihêrîn, hîvya gilî-gotinê wî bûn. Hilbet, cîê mayîn bûya, wexta rîspîê wan ne li wir bûya, her yekî dikaribû caba gotina wî bida. Lê, hilbet, her tenê merîê yaşê wîda. Îzna cahila tunebû caba mezinê xwe bidin. Wana dikaribû her tenê fikra xwe bigota. Em bêjin, wextê ha, demê hada îzna cahila tunebû hazirbûna yanê tevî xeberdanê bûna. Lê vê carê çimkî serokê qebîlê wêderê hazir bû, kesekî îzn neda xwe dewsa wî cabê bide. Lema jî gişka xwe ker kiribûn û hîvya gotina Huso bûn, çika wê çi bêje. Lê ew hela difikirî, rodikir, dipîva. Hineka texmîn kirin, wekî dilê serekê qebîlê ji wan gotina ma, ser milê xwe vegeryan û avrûke tûj danê.

          — Xwedê baxşandinê nede, lao, — serekê qebîlê paşî duşurmîşbûneke dirêj got. – Erê, birê apo, tu rast divêjî. Ewê lêdaye heyfa xwe hildaye. Lo alîkîda jî qenc kirye! Ew kelb har bûbû, mineta xwe kesekî nedikişand, gura kesekî nedikir. Ba-bao, babax bûbû, pifî ezmana dikir, — dîsa navbirîke biç’ûk da xeberdana xwe. – Wexta mêrekî wanî rû-rema kevnejineke me nikaribûyê, rya wîye, bira têda here. Lê her tenê heyfa min lawikê me tê. Tu were ew seypîsanê kurê seypîsana zyanekê bigihînine lawikê me.

          — Dêmek, wexta wî kelbê wan lêda mêrê me kuşt, wana hesavê usa mera nedikirin, erê? – ji rûniştya yekî navsere pirsî.

          — Çira mêrê wan mêrin, mêrê me dîkin? – yekî dinê jî bi pirsê kete ortê.

          Serkarê qebîlê lênihêrî gotina wî hazira xweş nehat. Dîr ewe rastin. Wanda ketin dest nade. Eva yeka dikare bêtifaqîê têke orta wî û qebîlê. Lema jî pêra-pêra gilîê xwe guhast û dha bi fesal xeberda.

          — Hilbet, ew yek devê bavê wan neketye, — Huso wa bi hemdî xwe got, hazira nihêrî. – Her kes kurê bavê xweye. Wekî ewana qayîl nebûn heyf ber heyfêva, îdî wî çaxî bira her kes haj hesavê xwe heve, çawa divêjin, pira-pir, hindika-hindik. Lê rastya Xwedê keve, heyf ber heyfêvane. Ewî lêdaye mêrê me kuştye, Belgê jî lêdaye ew kuştye, heyfa birê xwe hildaye. Raste, wekî tu usa hesav bikî, mala min dûrî lawika şewitî. Ew kelb qe nedibû qilîç’ka Tîtal, lê hesav yeke, mêr ber mêrva hatye kuştinê. Eva îdî gilîê paşine. Hilbet, çar camêrê ravin ortê, navçîgarîê bikin, wekî destê wan herdu qebîla heta kurê-kura nekeve hev. Eva şuxulê pêşîêye. Lê nha gotî hûn gişk rind haj xwe hebin, bi tivdîrbin. Bira ç’ekê we hazir danîbin. Wexta malekê yanê yekî tiştek texmîn kir, bira qulka dîwêrra pêra-pêra elametîê bide mala mayîn, wekî em gişk carekêra pê bihesin û haj xwe hevin. Temîê bidne jin, zarê xwe, bira ber derê xwe dûrnekevin. Kî zane, olecaxe, hezar tişt dikare biqewime. Dilê mêrika nhayî kule, çima badilhewa gilî-gotina tev rakin, bi van menya şuxulê nepak. Wexta nha meytê wî anîn, kesek ji we derneê ber dêrî yanê ser xênî. Qafseqet gele hene: te hew nihêrî yekî gilîkî netê got û vê roja şîna wan em rabûne hevdu. Xelqê mera çi bêje? Wê nevêjin, gelo nava wanda qê camêrek, merîkî aqil tunebû, wekî şîretek merîê xwe bikra, roja şîna dijminê xwe şerekî teze pêşda neanîyana? Eva mera, nav-dengê qebîla mera qe lap dest nade. Raste, em dijminê hevin, mêrkuştin ketye orta me, lê em dîsa merîê gundekîne, cînarê hevin. Dive cahilekî wan xûngermîê, serhişkîê bike, gilîkî sar bêje, ç’êrekî bike. Hûn bavê min kirîvin, hesêvankî we qe nebihîstye, ne hildin, ne daynin. Paşê ewê xwexwa bona gotina xwe poşmanbe. Gilîê minî kutasîê her tenê ewe, wekî herin malê xwe, derneên hetanî ew kuştîê xwe dibin, çel dikin. Paşê emê hela binihêrin, çika çawa bikin. De, ravin, hûn bavê min kirîvin, kere-ker her kes here mala xwe, temîê bide neferê mala xwe, wekî karê wan gilî-gotina tune. Ez wê jî wera bêjim. Hûn çawa zanin, merîê vayîs gundê meda gele hene. Dive, yek ji wana bê wera gilîkî bêje yanê tenekê wexe, geveztîê bike. Guh medin gilîê wan, guh medinê. Vayîs mala merya xirav dikin. Hûn jî wan vayîsa zef rind nas dikin. Nêta vayîsa jî hema ewe, wekî qetlekê bikne du qetla, wekî ser agirê lodê xelqê firîkê xwe biqelînin. Şikir hûn gişk jî mêrê rû-remane, xweyê komî-kulfetin, malxuê mala xwene. Mehêlin vayîs ber we devê xwe vekin, deqa wanda bidinê. Rojê ha gotî merîê karibe xwe xweyke, dûrî şer-dewa here, agir hê nede gurkirinê. Lê ez wera bêjim, — dihate kivşê, Huso îdî bîr kiribû, wekî gotibû “gilîê minî kutasîê”, lê xilazbûna gilîê wî nedihate kivşê. Çawa dibêjin, gilî ji ber gilya derdiket û ewî dixwest carekêra gele tişta bêje merîê xwe, wana ji qezyaê dûrxe. – Tê kivşê, Avdelê camêr naxwaze vê ortê xiravîk pêşda bê. Gava dinê we bihîst, ewî çi gote jina Hoto, cahilê xwe? Wekî usane, fikra wîda xiravî tune. Em gerekê vê yekê jî hesav hildin. Raste, em xwera ha xever didin, lê eferim şîrê Belgêra, ew dya min kirîbe. Raste, hêrsa min zef ser wê ravye, lê ewê şuxulekî usa kir, wekî wê om-om bê gilîkirinê. Kî wî alîda diçe, rastî wê tê, bêjne apê te digot dya min kirîbe, eferim wêra, şîrê wê lê helalbe. Kê jêra çi divêje, bira bêje. Tiştê canikê meremê dilê xwe anî sêrî, cenimêda çi dive bira bive, kîderê zirave, bira wirda jî bişkê. Weke emela rehme lêbe, ewqasî nepakî, neqenc bû, hetanî kete vê rojê, hetanî her tişt ç’evara hat. Belga min qenc kir, zerpê xwe nîşanî wî kelbî da.

          Rîspî xwe kir ker, destê xwe simêlê xweye palik xist, rast kir. Dihate kivşê, ji gotina xwe razî bû, kêfa wî xweş bû, ç’evê wî mînanî ç’evê cahila diç’ûrisîn û ewî bi bengzekî geş lawika dinihêrî. Ewî hê gilîê xweyî kutasîê negotibû, lema jî tu kesek ji cîê xwe nedilipitî. Hîvya gotina wî bûn. Ewî eva yeka texmîn kir û hilda giran-giran gote merîê xwe:

          — Min çi wera got, bîr nekin. Ravin herin malê xwe, lê guhê we ser gilyave. Binihêr, min gotye, lê dîsa diwekilînim, çimkî gelekî ferze: yek we tiştekî hesya, pêra-pêra elametîê bide yê mayîn. Bira gişk pê bihesin û haj xwe hevin. De ravin, hûn ser ç’evê minra hatine, gilîê min bîr nekin, rind miqatî hev bin.

          Lawik ji mala Huso derketin û her yek berbi mala xwe çû.

           

          * * *

           

          Ro devedevî ava bû, gava be’s li gund bela bû, wekî meytê Hoto tînin. Kê ku gundda mabû (xênji qebîla Huso), temam derketin ber derya, ser xanya û dîna xwe dane anîne meyt. Kulav ser erebê raxistibûn, meyt danîbûne ser, çatû avîtibûn serê ga, yekî çatûa ga girtibû, dabû pêşîê, du merî rex ga ketibûn, dajotin, danîn. Avdel pê-pê pey erebê dihat, serê wî berda bû. Koma mêra dora wî bû. Gişka serê xwe berjêr kiribûn, mirûzkirî bûn. Kulfet pey mêra dihatin. Jina Hoto û qîzava xwe lap peritandibûn, ser ç’evê xwe hê qelişandibûn, xûnê ber-pêşîrê wan hilda bû. Qudumê wan tunebû, ancaxkî dilivyan. Çend kulfet ketibûne bin milê wan û komek didanê, wekî lingê xwe bavêjin û pêşda herin. Gişka xwe ker kiribûn. Her tenê lube-lûba jina wî bû. Nava gundra derbaz bûn, yekî gilîkî sar negot, ç’êrek nekir. Erebe çû ber derê kuştî sekinî. Mêra dadane meyt ji ser erebê peyakirin, “birao” kirin û birine hundurê xênî. Cimet pey wan çû. Xanî û sivdera weke dêşekê têra cimetê nekir. Yê mayîn jî derva sekinîn.

          Wextê meyt birin ser stêr (xudanê malê) danîn, Avdel nehîşt emenîê ser sifetê wî bidne alîkî.

          — Bona ayna dînê me guneye, sifetê rehmetî venekin, — ewî got û binpya cinyazda sekinî. Qîza xwe avîtine ser cinyazê bavê, porê serê xwe verûtin, sûrtê xwe çencerûk kirin. Hey digiryan, dinivatin, hey jî pêra gilîê bi ten digotin.

          — Pakî rûnên, şîna xwe bikin, — Avdel gote jina Hoto û qîzêd wî. – Karê we gilî-gotinê mayîn neketye, kesî zêde xever medin. Her tenê we dikeve şîna xwe bikin, — kîsikê titûnê ji cêva arxalixê xwe derxist, cixarek pêç’a. Hetanî hingê jina kulav ji ser stêr anîbûn, qat kiribûn, danîbûn ber dîwara, wekî mêrê navsere ser rûnên. Lê qisîlê qatkirî danîbûn kêleka meyt, wekî kulfet ser rûnên. Avdel çû jorê, kêleka şêx rûnişt. Maqûlê mayîn bi sirê rûniştin. Mêra serê xwe berjêr kiribûn, agirê cix’ara gur kiribûn. Her tenê dengê lûbandin û girîê jina dihat. Yekê xwest binivêje, kilama bavêje ser kuştî, lê qare-qar, qûje-qûja jina wî, qîzê wî usa kirin, wekî dengê jinika belengaz nehate bihîstinê û ewê xwe ker kir.

          Lê wî çaxî derva, ber dêrî cimeta berevbûyî, ku hîmlî mêr bûn, kom-kom bûbûn, xeber didan.

          — Camêr, evê çi kir? – ji nava komekê yekî got. – Hetanî nha kesekî tiştekî ha nekirye.

          — Lê te dît, çawa eblû kiribû, — yekî mayîn kete nava xeberdanê.

          Ji qebîla kuştî kesek wêderê tunebû, gişk, çawa pêşewitîê wî, çûbûne hundur. Her tenê xelqê xerîb ber dêrî sekinî bûn û xwera aza xeber didan. Hilbet, wekî qe na merîkî kuştî wêderê bûya, wê tu cara kesek usa aza xeber neda.

          — Ewê poz û guhê wî çawa kiribûn? – ewê pêşîê destbi xeberdanê kiribû, ji hazira pirsî.

          — Kî zane, çawa kirye? – yekî caba wî da. – Meremê wê ew nîbûye, wekî poz, guhê wî cîkîda bibe. Meremê wê ew bûye, wekî wî eblû bike.

          — Divên, wexta lêdaye, kuştye, paşê çûye ser mezelê birê.

          — Çira?

          — Çawa çira? Çûye, wekî kêlika wîda bike gazî, wekî min heyfa te hildaye.

          — Welle, zore, bira! Kê hesabê usa jêra dikir?

          — Te hesavê usa Belgêra nedikir?

          — Min gava din dît, reşa xwe hildabû, kincê xwe guhastibûn, xemla xwe xwekiribû, derketibû ber dêrî, — yekî cahil got.

          — Tu dinihêrî, mala te jinê neketê. Xwestye dijminê xwe bide femkirinê, wekî şîna wane, lê bona wê dewete.

          — Divên, şerbikek tijî xûna Hoto kirye, bire ser mezelê birêda kirye, — ewî cahil serda zêde kir.

          — Tu çawa zanî? — yekî jê pirsî.

          — Dya min got, — cahil cab da. – Ewê xwexwa dya minra gotye.

          — Lê gelo pê çi kuştye? – gundîkî pirsî.

          — Pê qeme kuştye, pê çi kuştye. Te nedît çawa serê wî qelaştibû, çerm ji hev revî bû, hestu spî dikir.

          — Lê ew mêr bû jinikekê nikaribû? – ewî cahil bi cûrê pirsê got.

          — Pê nikaribûye da, — yekî navsere bi cûrê şîretê gote cahil. – Wekî pê karibûya, wê çira biketa wî halî?

          — Lê we texmîn kir, êpêce erd ber revîbû, ha.

          — Tu çawa zanî, wekî revye?

          — Êpêce erd xûna wî rijya bû. Çira te nedît? Tê kivşê, milda birîndar bûye, dîtye pê nikare, ber revye, wekî ruhê xwe xilazke.

          — Lê şerm nedikir, ber jinekê direvya? – ewî cahil dîsa pirsî.

          — Usa mevêje, qama min, — yekî navsere gotê, — ruhî şîrine, şerm-mermê nanihêre. Revye, wekî ruhê xwe xilazke.

          — Divên, Hotoyî destevala bûye?

          — Ê, çira nizanibû xweyî dijmine? Seva çi destevala ji mala xwe derdiket? Bo xwedêjêstendî bû, tu hesab dijminê xwera nedikir, lema jî usa hate sêrî.

          — Bo ser bextê minrabe, Belgê ne neheqe, — ewî navsere got. – Mêrik kubar bûbû. Lêda bû bi mixenetî, nemamî yekî mînanî Tîtal kuştibû, mineta xwe jî kesekî nedikişand. Ya qebîla wan, her tenê xeverdanêra xurtin. Hemîn Xwedê hewla wan ji dewlê avîtye. Eva çendik-çend sale lêdane yekî mînanî Tîtal kuştine, qe dengê xwe jî nedikirin. Lê ew mêrin?

          — Bo, ber dilê minda, ew gişk jî qurbana Belgê bin. Belgê mêrê wan gişka jî qoçaxtire. Ay jin! “Jin jî hene, jinkok jî hene”. Mal-halê merya qurbana jina usabe.

          Elî ji koma nêzîk başqe bû û hat tevî vê komê bû. Hevekî guhê xwe da ser xeberdana wan û wexta bihîst gilî derheqa çidane, xwexwa jî kete nava wê xeberdanê.

          — We dît sê cya birîndar kiribû? – Elî ji hazira pirsî.

          — Na!

          — Lê çawa! Serî lê qelaştibû, milê wî birîndar kiribû, defa sîngê wî qul kiribû. Tê kivşê, wexta Hoto ser piştê ketye, ewê zeliqandye defa sîngê wî jî. Çimkî wexta cinyaz ji erdê hildan, bin pişta wî tijî xûn bûbû, mewicî bû, mabû. Lema jî pêsîra arxalixê wî qelaştin, dîtin, wekî îdî nizanim bi qemê yanê bêbûtê defa sing daye, pişta pîlra daye der.

          — Mala te jinê neketê, tê jî bêjî ez jinim. Welle tu ne jinî, tu şêrî, şêr! Tê kivşê, mêr mêramî berê xwe daye û pêra kirye şer. Wê jintya xwe şerê mêrekî çê kirye.

           

          * * *

           

          Çiqas diçû dha gelek merî ber derê Hoto berev dibûn. Xênî îdî têra jina nedikir. Mêr hemîn gişk ji xênî derketibûn ber dêrî. Hinek ber dîwêr qerefîska rûniştibûn, hinek jî ser darê qulinga bûn. Xelqê xerîb mînanî berê îdî usa eşkere xeber nedidan, çimkî merîê kuştî wêderê hazir bûn, xelqê jî îzn nedida xwe ber wan gilî-gotinêd usa bînine ortê. Lê dîsa du merî hev top dibûn û derheqa wê yekêda hêdîka xeber didan.

          Gişk ser kirina wê ecêbmayî mabûn û her yekî hindava xweda (gelekî dilê xweda) payê wê didan.

           

          * * *

           

          Evdoê mêrê Belgê pormijî bûbû û qe pakî jinêra xeber nedida. Belgê ev yek texmîn kir û hilda ha gotê:

          — Xwedê hevînî, te çira îro usa xwe ker kirye, tu gilîk ji devê te dernaê?

          — Lê çi bikim? Nevî tu dixwazî ez bireqisim? – Evdo bi înk gotê.

          — Hergê rastya Xwedê dixwezî zanibî, ez jî, tu jî gotî îro bireqisin. Îro bona me dewete, deweteke tame.

          — Xwedê hevînî, çira gotî em şabin? – Evdo jê pirsî û teqil danî ser xebera “em”. – Nevî bona wê yekê, wekî me ravû qebîlek kire dijminê xwe, erê?

          — Ê, ez tera çi bêjim? – jinê bi ecêbmayî gotê. – Tu ditirsî, wekî heyfa bûrîê te hatye hildanê? Wekî xîreta mêra tera hebûya, te gotî ew heyf zûda bi destê xwe hilda.

          — Çira pismamê wî qelya bûn, wekî min heyf hilda? – Evdo gotê. Dihate kivşê, gotina jinê lê keder hatye.

          — Em bêjin, pismam pêşewitî nîbûn, heyf hilnedan, lê xîreta tera çi? – Belgê bi hemdî xwe gotê û texmîn nekir, wekî cara pêşine, ku mêrê xwera usa sert xeber dide. Hetanî wî çaxî tu cara ew gilîê mêr derneketibû. Evdo çi digot, usa jî dibû.

          — Nha rûê wê yekêda destê me û mêrika kete hev, em bûne dijminê hev.

          — Hûn çira bûne dijminê hev? – jinê jê pirsî. – Çi karê qebîla we vê ortê heye? Min lêdaye kuştye, min heyfa birê xwe hildaye. Kuta bû, çû.

          — Çira tu kîyî? Ne nefera vê malêyî? – Evdo bi hêrs pirsî.

          — Nefera vê malême, lê qîza bavê xweme, gulîjêkirya birê xweme. Min heyf hildaye, ne ku te yanê mêrekî qebîla weye mayîn. Rastîê keve, te jî hildabûya, dîsa tu kesî gazin te nedikirin. Te nekirye, hela serda jî min gunekar dikî. Dewsa ber dilê minda bêy, tu radivî gilîê usa didî destê min, — Belgê îdî veneşart, wekî ji mêr dixeyîde, dilê wê jê maye.

          Evdo ew yek texmîn kir, lê keder hat, lê nexwest nîşan bide.

          — Ê, ez tera çi bêjim? Çiqas heve, tuneve, tu jinî, aqilê te kême, nagihîjî gilya.

          — Min usa kirye, çawa aqilê min birye, — Belgê wa bi xeydî eşkere gotê. – Tu jî usa bike, çawa aqilê te dibire.

          Evdo îdî dengê xwe nekir. Belgê ji mêr dûr ket çû şuxul-emelê xweva mijûlbe. Pez, dewar hatibûn, gotî cîwarkira, bidota.

1 2 3 4 5

 

 

HEYFHILDAN — 2

 

 

          Tirs dha qewatê dide merya. Û Hoto êşa birîna xwe texmîn nedikir, ç’el-kora nedinihêrî, direvya. Lê înkê, kina heyfhildanê qewateke dha mezin dabû Belgê û ewê dabû pey. Qursaxê wê dha zêde bûbû, çimkî didît, wekî merîkî rû-rema mînanî zara çawa ber wê direve. Evê yekê taqeta wê hê zêde dikir. Ewê dabû pey, direvya û hey jî ç’êr dikirin. Lê wexta Hoto tunebû caba wê bide. Demeke usa bû, wekî wext jî hebûya, çetin Hoto wî halîda çawa lazime caba wê bida. Zef-zef wê hêlekarî, fêlbazî bikra. Lê zanibû, wekî ew vê demê bendî tiştekî nagrin. Lema jî, çawa dibêjin, ewî serî qurbana linga kiribû û direvya. Ç’ar-mikana wî her tenê rev bû. Îdî ew duşurmîş nedibû, wekî bona mêrê kurmanc rev (ew jî ber jinekê) ji mirinê xirabtire. Êpêce are kete orta wan. Belgê tirsya, wekî dikare biqewime Hoto bireve, ji destê wê xilazbe. Çiqas qewata wê hebû dha lez revî. Lê dîsa pêra negîhand. Hoto çawa direvya, çawa direvya! Çar gav dikirne yek û direvya. Belgê dabû pey, jêra dida ç’êra, dikir-nedikir Hoto nedisekinî. Hoto êpêceyî revî, hevekî qudûm hatine ber çokê wî, guman kete dil, wekî wê jê xilazbe. Lê hema wî çaxî, gava ewî para nihêrî, çika çiqasî ji Belgê dûrketye, nişkêva lingê wî kete korikê û ser milê xwey birîndarda ket. Tajana êşa mil û ling da qêf. Hetanî xwest rabe, Belgê xwe pêra gîhand, hat serra sekinî, bi qemê niç’andê û gotê:

          — Rave, ser pîê xwe bidekine, ez merîê ketî naxim.

          Bînefişk Hoto ketibû, ji dest tirsê û êşê ç’ev lê fire bûbûn, qudûmê wî tunebû rabe ser pya.

          — Ez bextê teme, tê min nekujî, ez guneme, — Hoto ber Belgê zarî bû, lavayî lê kir.

          — Bextê te heye, wekî xwe davêjî ber bextê merya? – Belgê bi înk jê pirsî. – Wekê bextê te hebûya, te bi nemamî, dizîkava birê minî ezîz nedixist, cîê balesevev nedikuşt. Rave, ê! Tu mêrî, rave, pêşberî jinekê têke şer! Mala te xiravbîo, ne axir jin-hurmeteke pêşya te. De rave, ê, mêro, xwelya min sêrîbîo, tê jî bêjî ez mêrim. Mala Xwedê bişewite, evî hanî netiştok kilît derê mala bavê min da, reha me qeland. Wey min…

          Kincê Hoto xûnêda mabûn. Ew xwexwa jî ç’ila bûbû, pakî xeberdan pê nedibû. Zûr bûbû hey ç’evê Belgê dinihêrî, hey qema destê wêye tezî. Ricafekê pê girtibû, diricifî, wê havînê çeqe-çeqa dev-diranê wî bû hev diketin, tê bêjî sur-serma orta Xaç-Xirdinevî tezî derxistine devra, ser berfê, ber ba-bagerê sekinye çeqe-çeqa dev-diranê wîye. Tê bêjî demekê gunê Belgê pê hat, xwest tûke û jê dûrkeve. Lê nişkêva dîsa Tîtalê birê wê kete bîrê, sifetê wî hate ber ç’eva û ber ç’evê wê reşevehat, xwexwa jî nizanibû, çawa serda kire qarîn:

          — De tê ravî, rave, yanê na ezê ruhê te cenemê şakim!

          Hoto ji cî lipitî, lê ranebû. Êşa ling û birîna mil moleta wî birîbû. Ya duda, zanibû: hesab yeke, rabe jî, rûnê jî – ji destê vê jinikê xilazbûna wî tune. Îdî qutar nekir ji cîê xwe rabe.

          — Belkî Xwedê bela te bidê, aykê min tera nemîne. Qewata min tune ravîm. Tu û Xwedê xwe, dixwezî min bikuje, dixwezî min sax bihêle. Nha ez ketime tûra te. Çawa dixwezî, usa jî bike, — Hoto gotê û bû nêze-nêza wî.

          — Tu neketî tûra min, belengazo, tu ketî çema min, — Belgê bi mêranî gotê. – Îro roja mine, ez gerekê meremê xweyî çendik-çend sala bi destê xwe bînime sêrî, wekî dilê min rehetbe.

          Belgê ha gotê û qemek da qafê Hoto. Ewî xwest bi desta serê xwe xweyke, lê derengî ket. Zingîn ji qemê hat, xûnê mînanî fişqê avît, serê wî alîkîda xwar bû. Ewê bi qemê derbeke mayîn jî gîhandê. Bû terpîna Hoto alîkîda ket û bû xire-xira wî. Belgê niç’ê qemê danî erdê, dijminê xwe nihêrî, ku nava xûnêda vedqepiç’î. Ewê îdî destê xwe nedaê, xwera gune hesab kir, hîşt, wekî ew xwexwa ruhê xwe bide. Ew der xûnêda mabûn. Weke xûna gakî jê kişya. Bere-bere xûna wî kêm bû. Îdî xire-xir jê nedihat. Hey carna yan destê wîyî silamet, yanê lingê wî bêhemdî xwe dihejyan. Wexta Belgê ew yek ber ç’evê xwe dît, teze saweke giran lê girt. Çend gava paşda vekişya. Xêle wext dûr sekinî, lê nihêrî. Mînanî sewsa dêrî bûbû, sekinîbû, nizanibû çi bike, çawa bike. Ber ç’evê wê reşevehat, qudûmê wê sist bûn û bêhemdî xwe cîê xweda rûnişt. Êpêce wext usa nehiş cîê xweda rûniştî ma. Xûdaneke sar serra avîtibû. Paşê bere-bere ser hişê xweda hat, ji cîê xwe rabû, nêzîkî meyt bû. Hoto îdî ruhê xwe dabû, alîkîda ketibû, devê wê jev mabû, ç’evê wî vekirî bûn. Belgê lap nêzîk bû, pê serê qemê niç’andê. Lê meyt ji cî nehejya. Hate bawerkirinê, wekî Hoto îdî mirye. Kûz bû, ç’evê wî nihêrî. Ç’ev fire bûbûn, te digo eve wê ji cîê xwe bifistiqin, derên. Ew jî ji wan ç’eva tirsya, paşda vekişya. Dûr sekinî û bala xwe daê. Dilê wê rehet bûbû, wekî heyfa birê hildabû, lê gava ç’ev xûnê ket, gava dît dijminê wê çawa eblû bûye û nehiş bêfesal ketye, merivayê nava wêda xeberda. Kîn û înka çend deqa pêşda ber merivatîê paşda vekişyan. Ewê demekê heyfa xwe anî, wekî Hoto kuşt, xûna wî rêt, gunê wî kire stûê xwe. Lê ewê yekê her tenê demekê kişand. Kînê û înkê dîsa serê xwe hilbirîn, jendine dilê wê û sewdê wê, meytê birê kuştî hate ber ç’eva û ruhê beyantîê hemû hesînê mayîn alt kirin.

          Belgê bi gavên çeleng nêzîkî meyt bû. Soranî ber pişta xwe derxist û kevç’ika dilê wîda kire xwarê. Demekê wê tirê Hoto nemirye, qestîka xwe tirkemirarî avîtye. Wexta ewê soranî kevç’ika dilê wîda kire xarê, soranîê sîngê wî qul kir û weke çar tilya jî erdêda çû. Meyt bûbû mînanî darekî û tu nîşanê sax’îê nedihate kivşê. Belgê hêja hate bawerkirinê, wekî ruhê Hoto şandye cehnimê.

          Wexta Belgê ji mal çûbû, şerbikek xwera biribû. Soranî ji qefesa Hoto kişand, xûn dîsa hat. Şerbik tijî xûn kir, danî alîkî. Bi soranîê pozê wî, guhê wî jêkirin, danîn kêleka şerbik. Ne soranî, ne qeme ji xûnê temiz nekir, herdu jî wêda danîn, qasekê pêşberî meyt ser şînayê rûnişt û dîna xwe daê. Belgê îdî rind ser hemd-hişê xweda hatibû, talaşa wê nîbû, tê bêjî dîkeke şerjêkirye.

          Paşê ji cîê xwe rabû, nêzîkî meyt bû. Ewê usa meyt eblû kiribû, wekî xwexwa jî jê tirsya. Nikaribû gele wext lê binihêre. Pêra-pêra meytê birê hate ber ç’eva. Mirîtî jî wê tirê birê wê razayî bû: ç’evê wî ketibûne hev, ser dêmê wî beşereke usa hebû, ku te tirê ser tiştekî ecêbmayî maye. Lê meytê vî? Merya nikaribû lê binihêrya, sawê mêrê kulê jê dikişand. Xûnê ser ç’evê wî hildabû, ketibû kora ç’evê wî, tijî bûbû, mewicî bû, lema ç’ev nedihatine kivşê. Birîna sêrî usa bûbû, wekî hestu çîl-qerqaş dikir. Dewsa pozê wî koreke vike-vala bû, kirç’îk spî dikir. Dewsa guha tiştek tunebû, xûn ketibû qula guha xitimandibû. Wexta Belgê wa rind dîna xwe daê, sizî canê wêra jî çûn. Ewê jî nikaribû gele wext wî meytê eblûkirî binihêre, her tenê çend deqa kêlekê sekinî, jorda lênihêrî û ber xweda got:

          — Te girte xwe, kelbo… Min tu vî halîda dîtî. Min bi destê xwe heyfa birê xwe hilda. Virhada çi dibe, bira bive… Teze dilê min rehet bû…

          Ji meyt dûr ket, soranî hema usa bi xûnêva ber benê pişta xweva kir, qeme girte destekî xwe, bi destê mayîn şerikê bi xûnê tijî, ku îdî mewicî bû, poz û guhê wîyî jêkirî hilda û berê xwe da mezelê gund, çû.

          Îdî esr bû. Zûtirekê berxê bihatana. Sya ç’ya îdî êpêceyî dirêj bûbû. Ezmanî usa sayî bû, wekî pilte ewr nedihate kivşê. Bakî hênik dihat, şînkayî careke mayîn rast dibû.

          Wîte-wîta teyreda bû, ji ser tûmekî difirîn, diçûn cîkî mayîn, yan ser tûmekî, yan ser kevirekî datanîn. Ew qetla wê rojê kirî û ew dema wê tebyeta zeynet qe hev nedihatin.

          Hilbet, Belgê ev dema tebîyetê texmîn nedikir, hiş û sewdê wê her tenê ser wê yekê bû, wekî ewê heyfa birê xwe hildaye, dilê xwe rehet kirye û nha dicedîne gaveke zû bigihîje ser mezelê birê, kêlka wîda têke gazî, wekî heyfa wî bi destê xwe hildaye. Û bêhemdî xwe diçû, tu tişt nedihate ber ç’eva. Ewê wê rojê xûn rêtibû, tu tiştek texmîn nedikir xênji hesîna dilê xwe. Dilê wê rehet bû, çi ku bi sala meremê wê bû, gihîştibûyê. Raste, dilê wê rehet bû, lê ew xwexwa tevîhev bû, peşmûrde bû, nizanibû çawa diçe. Diçû û fikra wê ji qewmandinekê derbazî yeke mayîn dibû, nikaribû kûr-dûr ser yekêda bifikire. Lê meytê Hotoyî eblûkirî ji ber ç’eva nediçû. Ewê tirê ruhê wî daye pey wê, tê hey carna sûclî dibû, vedigerya piş xweva dinihêrî wê tirê yek pey tê. Lê didît kes tune. Careke mayîn bi gavêd lez pêşda diçû.

          Mezelêd gund li palê bûn. Xwe da palê û hevraz hilkişya. Gihîşte nava mezela û ber xweda got:

          — Mirîno, rehme li ruhê webe, hûnê xwezilya xwe min neynin…

          Kete bîrê, wexta hela biç’ûk bû, tevî dê dihat, nava mezelara derbaz dibû, timê dya wê usa digot. Vê carê jî gotina dê kete bîrê û ewê wekiland. Lê bi xwe jî nizanibû dê çira usa digot, menya wê yekê çi bû.

          Nava mezelada her tenê çend kumeyt hebûn. Ew jî kumeytê merivê kivş bûn. Ser çend mezela jî heykelê berana, hespa çêkiribûn. Ser mezelekî jî bêşîk (landik) bû. Kete bîrê, wekî ew kulfeta wî mexberîda ç’elkirî ser zarê çû. Malmêranê wê ew landik ser mezelê wê çêkirin. Wekî mayîn mezelê hilnedayî bûn, heykelê ser wan her tenê kêlik bûn.

          Nêzîkî mezelê birê bû. Kela dilê wê rabû, hêsir tijî ç’eva bûn. Şerbikê xûnê, soranî, qeme danîne kêleka mezel, xwe avîte ser xwelya mezel, kêlik paç kir û xwe derd-kulara lûband. Êpêceyî girya, şîna xwe kir, paşê, wexta perç’a dilê wê danî, îdî negirya, devê xwe kire kêlika mezelê birê, bû zarîna wê.

          — Tîtal, ezîzê min, bira ruhê teva eyanbe, wekî min bi van desta heyfa te hilda.

          Ewê sê cara evan gilya wekiland, rabû şerbikê tijî xûn hilda, anî ser kêlika mezelda kir, şerbik û poz, guhê wîyî jêkirî danî ber kêlikê, soranî û qeme pê xwelya ser mezel temiz kir, danî alîkî, careke mayîn, îdî bi dilê baristan, kêleka mezel rûnişt û tê bêjî merîê zêndîra xeber dide, got:

          — Ezîzê min, min tobe kiribû hetanî heyfa te hilnedim, kinca jî xwe neêxim, reşê venekim, milê xwe kinca tezera nekim, pakî nekevim nava cî-nivîna ranezêm. Îro ew meremê min hate sêrî. Birao, xeyda te tunebe, virhada xûşka teê reşê girênede, wê xwe bixemilîne, qestîka ber ç’evê dijminara here, bê, bira ew xweda bişewitin, biteqin. Bira kotîê me jî zanibin, wekî kevnejinekê çi kir. Hergê ew mêrbin, simêl ber pozê wan hebe, ev kirina min wanra mirinekê hêjaye. De bira herin, zanivin, wekî jinekê çawa nav êl-eşîrada ew rûreş kirin. Wana gelekî dilê min êşandibû. Nha jî bira ji xelqê şerm bikin. Xelqê vê yekê têke qar, bide rûê wan. Cenim-du gor, min xûna te erdê nehîşt, virhada çawa lev tê, bira lev bê. Îdî kul dilê minda nemane.

          Belgê ser mezelê birê gelekî xwera xeberda, xwe û derd-kulara got û lûband, kutasîê rabû, çû ser mezelê dê-bavê xwe, kêlika wanda jî kire gazî, wekî çi kirye, xatirê xwe ji mezelê dê, bavê û birê xwest, soranî ber benê pişta xwera kir, qema tezî girte xwe û berjêr, berbi gund çû.

           

          * * *

           

          Gundda hela tu kesî haj qetla wê rojêye bûyî tunebû. Her kes şuxul-emelê xweva mijûl bû.  Belgê hat, gihîşte nava gund. Du kulfet ser ç’irika jorin bûn, kinc dişûştin. Belgê hat ber wanra derbaz bû, cem wan nesekinî, her tenê wextê nêzîkî wan bû, qestîka hevekî hêdî çû, usa kir, wekî ew qema destê wêda bibînin. Çimkî ew jinê qebîla Hoto bûn. Hilbet, ew nikaribû bal wan bisekinya, çimkî wanra xeber nedida. (Wextê ha ne ku tenê mêra, lê usa jî jina hevdura xeber nedidan, nediçûn malêd hevdu nedihatin, hevdura dijminayî dikişandin).

          — Eva dînik cina ketye, bi qeme diçe ser mezelê birê xwe? – yekê bi cûrê pirskirinê got.

          — Kerba wê dînbe, — ya mayîn gotê. – Ewqas xwe dikile, xweda dişewite, hetanî ecêbekê neyne serê xwe, dilê wê rehet nave.

          — Tu navînî, wê çawa qeşeng-qeşeng diçe, tê bêjî ji dewetê tê, — ya pêşîê bi eks, bi ten got.

          — Tu çira usa divêjî, zef jî dijmine. Ne Xwedê jî xweş naê, ewî nemerî cîê heqî-neheq lêda birê wêyî taê-tenê kuşt, gunê wî kire stûê xwe. Ewa çend sale belengazê xwe reş-mişot kirye, ç’evê wê hêsira ziha nave. Derdê wê ne besî wêye, tu jî serbarê serda radivî tiştê usa divêjî. Ne Xwedê jî xweş naê. Şerme, gilîkî usa bêje, wekî Xwedê jî xweş bê, merya jî xweş bê. (Ewa ha xeber dida bûka wê qebîlê bû, lê qîza qebîleke mayîn bû. Raste, wê û Belgê jî hevdura xeber nedidan, lê ewê timê gunê xwe Belgê danî û dilê wê ser dişewitî. Lema jî vê carê ewê îdî ber xwe neda û çi dilê wêda hebû, temam da der).

          Jinika mayîn caba wê neda, texmîn kir, wekî gilîkî necayîz gotye. Dengê xwe nekir.

          — Xwedê tu erdê hilnedî, ya heq nedî ya neheq, — ewê jinikê got û kesereke kûr rahişt. Ewê caba vê gotina wê jî neda, xwe ker kir û xwe kincê şûştîva mijûl kir.

          Belgê kubar-kubar nava gundra derbaz bû, tê bêjî îdî ne nava şînêda bû, çû ber derê xwe sekinî. Hevekî ser selê ber dêrî rûnişt, bîna xwe stend, paşê çû hundur malê. Mêrê wê Evdo li malê bû.

          — Keç’ê, tu haqas wext kuda çûyî, ser-beratê te tunene? Min çiqas cînara pirsî, kes haj te tunebû. Tu kuda çûbûyî? – Evdo jê pirsî û gava ç’ev qema destê wê, soranya ber pişta wê ket, reng lê çû, ecêbmayî ma.

          — Min çû heyfa xwe hilda, — ewê bi hemdî xwe gotê, qeme ser niç’ danî ber dîwêr.

          — Çawa heyfa xwe hilda? Heyfa çi? – ancax devê mêr gerya, pirsî.

          — Mim ew kelb gever kir, heyfa Tîtal hilda, — mînanî berê ewê bi hemdî xwe got û çû kêleka mêr rûnişt.

          — Bo laqirdîê xwe neke, — Evdo bi dudilî gotê.

          — Ez laqirdya nakim, rast divêjim, min çû ew kelb gever kir, heyfa xwe hilda, hatim.

          Reng dha li Evdo çû, zûr bû ç’evê jinê nihêrî. Qe talaşa jinê nîbû, tê bêjî tiştek jî nebûye.

          — Hela bêje, çika te çawa kir? – mêr jê pirsî. – Tu cina ketî, te çawa xûna mêrik anî, kire ber derê min, destê min û wana kire hev. Ezê nha çawa bikim?

          — Min xûna xelqê neanye, nekirye ber derê te, — jinê bi mêranî gotê. – Min heyfa xûna birê xwe hildaye. Xûn pêş xûnêva. Qe nefikire, min destê te û wan nekirye hev. Ewana rind zanin, wekî her tenê min bi destê xwe kirye. Tu qe berxwe nekeve, ewana nikarin tera bêjin serê pozka sola te xare. Ezim cabdar, çî te gilya neketye.

          — Çawa çî min gilya neketye? – mêr gotina wê bi cûrê pirsê wekiland. – Çira tu kîyî, ne kevanya vê malêyî?

          — Raste, kevanya vê malême, lê ez qîza bavê xweme, — Belgê bi hemdî xwe got. – Min cîê balesebeb xûn nerêtye, min her tenê heyfa birê xweyî taê-tenê hildaye. Heyf pêş heyfêva, kuta bû, çû. Tu çira fikara dikî?

          — Ez fikara nakim. Lê te tiştekî nebînayî kirye. Dive, keç’ê, tu laqirdîê xwe dikî?

          — Ne min tera got. Merî pirsê haqa qe laqirdya dike? Lo-lo, wedê min û laqirdyane?

          Bû niç’e-niç’a mêr, serê xwe berjêr kir.

          — Lê te çawa kir? Kîderê kuşt? Çawa kuşt? Meytê wî çawa kir? – Evdo bînekêra ev pirs danî rêzê.

          Û jinê hûrgilî jêra gilîkir, wekî çawa kirye. Ç’evê Evdo fire bûbûn, ecêbmayî guh dida jinê û hey dikire niç’e-niç’. Wexta Belgê gilîkir, kuta kir, mêr jê pirsî:

          — Nha meytê wî kîderêye?

          — Wê wêderêbe, kîderêbe, — jinê cab da. – Hergê nebûve xurê deva, wê wêderêbe. Goştê wî haqasî herame, wekî deve jî tu wexta nêzîk navin.

          — Lê em çawa bikin? Çawa cabê bidine wan, wekî hela terî neketye erdê, herin meytê xwe bînin? – Evdo tevhevbûyî ji jinê pirsî, çimkî halekî usada bû, wekî rê ji rya dernedixist.

          — Cînarekîra bêje, bira here elametîê bide wan, — Belgê rê nîşan daê. – Gazî zarake, bira bêne mal, îdî ji mal derneên. Tu xwexwa jî cîkîda meçe. Bi tivdîrbe. Ez zef zanim, dive tejî-tûlê wan sergermîê bikin, êrîşê bînine ser me. Qema dinê jî binê stêr gerekî derxin, hazir daynin. Olecaxe, tiştekî usa bû, minetê mekişîne, ez rex teme. Bira bên ser me şêr, çika dya kê digrî. Pira-pir, hindika-hindik. Xelqê wanara çi bêje? Min neheqî wan nekirye, cîê badilhewa kelbê wan nekuştye. Min her tenê heyfa birê xwe hildaye. Dinya-alem vê yekê zane. Û wextê ew lingê xwe guhê bavê xwe xin, xelqê wan nava pirç’-mûda bişewitîne. Minetê mekişîne, rave, çawa min got, usa jî bike.

          Evdo bi dilekî şkestî ji malê derket. Belgê ha-hanga dadaê derê qutya xwe vekir, kincê reşe kevn ji xwe xistin, kincê teze xwekir, mînanî bûka xwe xemiland. Qema dinê jî ji bin stêr derxist, hazir danî. Şivdara gerya, ew jî dîtin, anîn danîn kêleka qema. Rind tivdîra xwe dît, wekî wexta tiştek biqewime, ew haj xwe hebin, çar ç’ev nebin. Gava dît her tişt hazire, bi wê xemla xweva jî derkete ber dêrî.

          Çilkanî hela tiştekî ne hesya bû, her tişt seqirî bû. Her tenê car-cara ewte-ewta kelba dihat, qûrtîn-qûjînya zara bû xwera dilîstin. Te hew dinihêrî dîkekî vê mehelê dikire gazî, dîkekî mayîn li meheleke din caba wî dida. Ç’êta dixwestin mînanî dîka têkne gazî, lê dengê wan têraê nedikir, dirêj nedikirin, kese dibirîn. Îro dengê wan têrê nedikir. Sibê ew ç’êtê bûbûna dîk û dengê wanê qube bihata bihîstinê. “Karik bin sepetada namînin”, — Belgê ew mesela cimetê dilê xweda wekiland, wexta dengê ç’êta kete guhê wê. “Ne karik bin sepetada dimînin, ne jî xûna neheq erdê dimîne”, — ewê dilê xweda got. “Qe na zuretek pey bima,– ew derheqa birêda fikirî. – Bira mîna van ç’êta biç’ûk bûya, minê xweykira, mezinkira, wekî rikneta mala bavê min kokêva nehata birînê. Destê netiştokekî riknet ortê çû, lê ewî jî girte xwe”, — Belgê xwexwa xwera ha got, qestîka çend cara ber dêrî çû, hat, xwest, wekî der-cînar bi wê xemlê wê bibînin. Lê telebextra ji cînara tu kes ber derê xwe nîbû. “Ev qir ketye nava wan, yek ji mala xwe dernaê”, — Belgê dilê xweda got, cîê xweda sekinî û herçar alya nihêrî.

          Xêle wext derbaz bû, gava dît Evdo û cînarê wanî pêşber tevayî ji mala wî derketin. Wana tiştek hevdura digotin, lê dengê wan Belgê tesele nedibû. Wexta Evdo ç’ev jinê ket, bi desta da femkirinê, wekî here malê.

          Lê Belgê ji cîê xwe nelipitî. Cînarê wan berbi mala Hoto çû, lê Evdo berbi mala xwe hat.

          — Te çi xwe xemilandye, derketî derva, nevî diçî dewetê? – gava mêr nêzîk bû, jê pirsî. Nava pirskirina wîda lêhilatin hebû.

          — Îro bona min dewete, — Belgê gotê. – Wekî kesekî gazin min nekira, îzn jî destê min bûya, minê bişanda def-zurne banya, deweteke tam bikira, wekî dilê min rehet bûya.

          Mêr dengê xwe nekir, çû piş malê. Zarê wan wêderê xwera dilîstin, holik çêdikirin. Bavê gazî wan kir, anîne malê. Lê Belgê hela ber dêrî sekinîbû, dixwest bibihê, çika çawa şipûk dikeve mala Hoto, dibe zare-zara nefera. Dixwest ew yek bibihîsta, wekî perç’a dilê wê rind danya. Ç’evê wê wî cînarê wan bû, ku Evdo şandibû, wekî wê caba nebixêrîê bide wan. Cînar çû, kete gundur. Nişkêva qajîn ji mala Hoto hat. Wexta dengê qajînê kete guhê Belgê, ew paşda vegerya, hate sivderê. Ji vêderê mala Hoto rind dihate kivşê, lê ji wêderê nikaribûn bidîtana, wekî sivderêda kî heye, kî tune.

          Çend deqe derbaz nebûbûn, gava jina Hoto derkete derva û kire gazî:

          — Hewar, gundîno! Ez bextê weme, şipûkê mala min xistye, malxuê malê hatye kuştinê, — hey digot, hey porê xwe, ser ç’evê xwe vedirût.

          Neferê malêye mayîn jî derketine derva. Gişk digiryan. Qîzê Hoto ser ç’evê xwe peritandibûn, porê xwe usa vedirûtin, wekî porê wan ser sêrî bûbû gijik.

          Cînar derketine derva. Ç’ûk û mezin berbi mala Hoto revîn. Gava gihîştine cî, jina destê jina wî, qîzê wî girtin, wekî xwe nekutin. Ber derê wan qalmeqalmeke usa bû, wekî te tirê heşer-meşere û dûrva merya çetin tê derxista, wekî kê çi dibêje.

          — Mala min xirav bû, ocaxê min kor bû, zarê min êtîm man, — dengê jinikê temamya gund bela dibû.

          Mêrê qebîla wan, der-cînar, gundî tijî ber derê wan bûn. Hey xeber didan, hey alîê mala Evdo dinihêrîn. Çend cahila xwe xweş kirin, wekî êrîşê bibin ser mala Evdo, lê merîê qebîlêd mayîn milê wan girtin, nehîştin. Mezinê qebîlê Avdel jî wan hilat û vegerya ser jina Hoto, gotê:

          — Tê şîna xwe bikî, pakî bike, çi qare-qara teye! Merî ber dêrî şînê nake, here malê, paşê tu zanî.

          Jinikê dengê xwe nekir, kere-ker çû hundur. Kulfeta dane pey. Ber dêrî her tenê mêr û zaro man. Dora ewî cînarê wan girtin, ku ew besa nebixêrîê dabû wan, pirs-pirsyar jê dikirin. Ewî jî wanra ew yek digot, çi ku Evdo jêra gotibû.

          Çiqas çû dha zef cimet ber derê Hoto berev bû. Her tenê merîê malbavanê Belgê nehatin. Ewana nikaribûn bihatana, çimkî dijmin bûn. Wana jî hela nizanibûn kê kuştye, seba çi kuştine. Ewana ber derê xwe sekinîbûn û dûrva dîna xwe didanê.

          Nişkêva Avdel usa bilind got, wekî gişka jî bihîst:

          — Bira tu kes zêde-zêde xeber mede, gilî-milya neyne ortê, — vegerya ser merîê qebîla xwe: — Gelî lawika, ez werame, sergermîê mekin. Sergermî dest nade. Ez wera divêjim, pakî ç’evê xwe vekin, hişê xwe berevî ser hevkin, her kes ji we gotî kurê xwe, birê xwe şîretke, wekî vê ortê xiravîê hê mezin çênevin.

          Dihate kivşê, ewî qestîka usa digot, wekî merivê qebîla dijmin bibihên û zanibin fikra wan tune wanra têkine şer.

          — Werin, em herne hundur, binihêrin, çika çi bikin, — Avdel ha got, da pêşîê, çû hundurê malê. Merîê wî gişka dane pey.

          Her tenê merîê qebîla Avdel çûne hundur, yê mayîn derva man. Yekî ji yekî dipirsî, wekî çawa bûye, kî kuştye, kîderê kuştye. Lê nedipirsîn, wekî bona çi kuştine. Dihate kivşê, wekî wê bona çi hatibe kuştinê. Pirs didane hev, lê tu kesekî hela tam nikaribû caba wan bide. Her kesî xwera gilîk digot, gilîê tam her tenê ew bû, wekî Hoto hatye kuştinê. Cînarê Evdo wêderê bû, wexta ji wî dipirsîn, ewî digot, wekî Evdo jêra gotye Belgê lêdaye kuştye.

          — La tu xûşka min kiribîê, — yekî xelqê xerîb, ku navê wî Elî bû, got. – Hey jin! Jina usa deh mêra hêjaye…

1 2 3 4 5

 

 

HEYFHILDAN — 1

 

 

HEYFHILDAN

          Şêr şêre, çi jin, çi mêre.

          (Mesela cimetê)

 

 

                   Gundê Çilkanîêda bû şer. Tîtal û Hoto ser tiştekî netê qirka hev girtin, bezyane hevdu. Cînar ketine ortê, ji hev dûrxistin. Tiştekî ewqasî jî mezin neqewimî bû, wekî bûbûya menya dijminaya wan. Mirîşkê mala Hoto ketibûne zevya Tîtal. Evî jî kiş kiribûyê, derxistibû, kevir avîtibûyê û lingê mirîşkekê şkênandibû. Jina Hoto derketibû ber derê xwe û nifir Tîtal kiribû. Tîtal jî lêhilatibû. Ser vê xeberdanê Hoto malê derketibû, xwe dirêjî Tîtal kiribû. Ewî û Tîtal çend kulm avîtibûne hev. Tîtal lêdabû ser ç’evê wî reş kiribû, xûn ser xistibû.

          Hoto merîkî gelekî mixenetî bi kîn bû. Bawer bikî qe yekî gundda jê hiz nedikir, ne qebîla wan, ne jî gundîêd mayîn. Xeysetê wî gelekî xirab bû, bi sala kîn dikişand, meryara rast nedibû. Gelekî jî fêlbaz bû, dikaribû derewa xwe dewsa rastya xelqê bide derbazkirinê. Ç’evnebarê usa Xwedê nedabû. Bi xwe yekî berbiç’ev nîbû û gava merivekî bi bejn-bal, seke-sifet didît, ç’evnebarî dikir. Gelekî jî qure bû, te tirê xwey-xudanê gund ewe. Usa diçû-dihat, te hew zanibû yarelane. Yekî gilîkî sar bigotaê, wê kîn bi sala dilê xweda xweykira, hetanî mecal dikete heyfê hilde.

          Lê Tîtal rast jî tîtal bû. Bejn-balêda yekî şitaf, merîkî gelekî hemdî xwe. Taê- tenê bû, zewicî bû, lê hela ewledê wî tunebûn. De-bavê wî çûbûne rehmetê. Ew bû û Belga xûşka wî, wekî Çilkanîêda mêr kiribû. Çawa merîê qebîla wane mayîn, ew jî gelekî dûreşer bû. Kurap, pismamêd wîye nêzîk tunebûn. Ewî eva yeka zef rind zanibû û xwe nedikir hevalê xelqê, çimkî bawer bû, wekî kesê piştê nesekine. Lê wê rojê Hoto bû peşk kete pêsîrê. Ewî nedixwest şer bikira, lê Hoto bûbû qeda. Wexta îdî, çawa dibêjin, gilî ji gilya derbaz bû, ew û Hoto ketine pêsîra hev, şivdar dêstda hebû û dikaribû şivdarek bida nava ç’evê Hoto. Lê ew yek nekir, dît Hotoyî destevalaye, ewî jî şivdara xwe wêda avît û çend kulm dane ser ç’evê Hoto. Paşî şêr jî ew berxwe diket, wekî çira usa kir, çira dilsarî kete orta wî û cînarê wî.

          Lê Hoto dilê xweda tivdîreke mayîn didît. Lema jî wexta cînara ew nava hevra kirin, birin malê, jinê av anî, wekî ser ç’evê xweye bi xûn bişo, Hoto destê xwe tasê xist, av rijand, xûna ser ç’evê xwe neşûşt.

          — Hetanî ez heyfê hilnedim, xûna ser ç’evê xwe naşom, — Hoto gote jinê.

          — Xwedêjêstendî, — jinê gotê, — çira çi bûye, wekî tu gotî heyfê hildî? Te mêrikra da ç’êra, te xwe dirêj kirê, nha jî dixwazî qetleke teze bikî?

          Horo xwe ker kir. Çiqasî Hoto derva “qoçax” bû, malêda ewqasî alçax bû. Jin rind haj barê wî hebû û ewî nikaribû ber jinê xwe çêke, qureke. Lema jî jinê deqa wîda didaê, çi lazim bû digotê. Lê Hoto yan xwe ker dikir, yanê jî hêrs diket, lê tiştek ber nediçû, zef-zef ç’arneç’arî tepek-dudu davîte jinê. Lê jinê bi aqil, bi zar usa bela wî didaê, wekî Hoto sêrî hetanî linga dişewitî, soro-moro dibû, xweda difetisî. Wê rojê jî usa bû: jinê ya nemayî anî sêrî, lê Hoto xûna ser ç’evê xwe neşûşt, tê bêjî him eynatî jinêra, him jî eynatî xwera.

          Wê şevê Hoto bi wan ser ç’evê xûnva raza. Sibetirê jî xûna ser ç’evê xwe neşûşt. Hela wexta teze Şems nedîr da, derkete derva, berê xwe roêda kir û got:

          — Ya Şems, tu qewatê bidî min ez heyfa evê xûna xwe hildim.

          Xênji wî tu kesî ev gotin nebihîst.

          Wê rojê ç’evê Hoto mala Tîtal bû, dixwest têkira çemê û heyfa xwe hilda. Lê hetanî berêvarê Tîtal ji mal derneket. Wexta garan hat nava gund bela bû, Tîtal destevala ji malê derket, çû, wekî dewarê xwe bîne. Rya wî kêleka mala Hotora derbaz dibû. Ç’evê Hoto hemîn lê bû û gava dît, wekî Tîtal destevala derket, hat here nava gund, dada malê qeme hilda û sivderêda xwe teland. Telebextra jinê ne li malê bû, ew tenê bû. Û çawa dît, wekî Tîtal hat tûşa mala wî, dizîkava ji mal derket, tele-tel nêzîkî Tîtal bû û para qemek da takara stûê Tîtal. Tîtal şewişî ket. Hoto para du qeme jî pişta pîlê wîra kir. Xûna Tîtal mînanî fişqê avît. Hoto tevîhev bû, nizanibû çi bike. Çend cînara, gava dûrva ev yek dîtin, bezîn, hatin xwe Tîtalra gîhandin. Lê îdî dereng bû, Tîtal çûbû rehmetê.

          Raste, Hoto girtin, lê çend meha şûnda merivê wî dane zora pera ew aza kirin. Zagûna Romê usa bû, te dikaribû merî bikuşta, pere bida, xilazbûyayî.

          … Belga xêrnedî serdapê xwe reş kir. Xêlek derbaz bû, dê-bavê jina Tîtal hatin qîza xwe birin. Kula Belgê hê teze bû. Lê çi dikaribû bikira? Edet bû. Belgê xweda dişewitî, diperitî, gava didît, wekî ji qebîla malbavanê wê tu kes nafikire heyfê hilde. Ewê çend cara ten merivê qebîla xwe xist. Lê wana dîsa tu tişt nekirin, her tenê merîê qebîla Hotora xeber nedidan, wexta tenê bûna qure-qure xeber didan, lê tiştek ber wan nediçû. Qebîla Hoto ew bendî tiştekî hesab nedikirin, çimkî zanibûn, wekî barê wanda tişt tune, de qursax nakin gilîkî sar bidne destê wan yanê guhê kareke wan jî xûnkin. Raste, çend cara (îlahî wextê definkirinê û xêrê) gef xweribûn, lê ew mabûn çawa xeberê vike-vala. Hoto jî qe mineta xwe nedikişand, diçû, dihat, kesek bendî tiştekî hesab nedikir. Hê qure bûbû, pifî ezmana dikir. Belgê ew yek didît, xweda hê dişewitî. Ewê zanibû, gundda pêşewitîê wan tunene, her kes tefekûrya xwe û mala xwedane, qe pirtîkî nafikirin bona heyfa Tîtal hildin. Û Belgê qirar kir – hetanî heyfa birê bi destê xwe hilnede, kincê xweye reş neêxe, milê xwe kincê tezera neke, neçe tu dewet û şaya.

          Raste, carekê, duda ji alîê qebîla Hotoda dabûne femkirinê, wekî rind dibe herdu qebîl hevdu bên, lê ew jî serra-berra gotibûn. Çawa dibêjin, gilî ji xweyê kêrê derneketibû, çend merîê qebîlêye mayîn nava cimetêda gotibûn. Ew jî tê kivşê bona wê yekê, wekî ji xwe tirsyane, ku rûê kirina Hotoda dikare ew bikevin tomikê. Lê ya Hoto: ne minê, ne teê. Deng û his ji alîê wîda tunebûn. Raste, serekê qebîlê Avdel çend cara şermî dabû Hoto, wekî çira ewqas wext xwe ker dike, tiştekî xwe çênake, rûê vê yekêda dikare zyan bigihîje merîê qebîlêye mayîn, lê Hoto fêlbazî kiribû û xwe ji caba rast ta dabû. Nedigo na. Digo erê, lazime ew hevra pevkevin, lê bona wê yekê tu tişt nedikir. Avdel jî zef rind zanibû Hoto çi merive, xweyê çi xeysetîye. Çendik-çend cara Avdel şermî dabûyê, lê Hoto tiştek ji xwe çênedikir, dilê wî tunebû pevketa.

          Çend sal derbaz bûbûn, lê heyfa Tîtal hilnedabûn, ne jî hatibûn pevketibûn. Halê Belgê jî dîsa usa bû. Eger berê car-cara dîsa gilî dihate ser heyfhildanê, hineka fort didane xwe, wekî wê heyfê hildin, yanê jî xeberdan dibû derheqa pevketinêda, lê paşê bere-bere ew jî hate bîrkirinê û xeberdana usa îdî nedihate ortê. Birîna Belgê mînanî agirê pesarîê şil bû, hêdî-hêdî dû dikir û xweda dişewitî.

          Belgê didît, wekî birê wê bêxeda çû û talaşa tu kesî jî nîne. “Ya dest dike, qe dê-bav nakin”, — Belgê ev mesela cimetê timê dilê xweda diwekiland, rê û menya digerya, wekî çawa bike heyfa birê xwe hilde. Ew jî jina xelqê bû, dayka çend zara bû, çawa dibêjin, bi serê xwe nîbû. Mêrê wê ji qebîleke başqe bû û çi gava jinê derheqa vê yekêda gilî berra davit, ewî qestîka serra dixarand û mînanî tiştekî dixwest jinê bide femkirinê, wekî karê wî suxulê usa neketye. Xûşkê dît, wekî ç’ar-mikan lê hatine birînê: eger ewê xwexwa tiştek kir, hemîn kir, xêr ku na, tu kes heyfa birê wê hilnade. Û Belgê qirar kir çi cûreyî jî mabe xûna birê xwe erdê nehêle. Îlahî wî çaxî kizîn dilê wê diket, gava ç’ev mala bavêye derî dadayî diket. Derê mala bavê heta-hetayê hatibû dadanê, ûrt-ocaxê mala bavê qelya bû. Û Belgê xweda dişewitî mînanî kizika ser sêlê. Ew bû, ew bira bû, ew jî Xwedê jê stend. Xenîmê serê wî jî nha sax-silamet rûbarê vê dinêye, ber ç’evê wê diçe, tê û qe mineta xwe jî nakişîne. “Wê mineta xwe mex’berê sikî-sar bikişîne”, — Belgê digot û kela dilê wê hê gur dibû. Ewê dixwest demê usa here derî Hoto bigre, lêde yan wî bikuje, yanê jî xwexwa bê kuştinê, her tenê dilê wê rehetbe. Lê çawa kulfeteke aqile bilyan pêra-pêra texmîn dikir, wekî tiştek ji wê yekê dernaê. Ewê îdî usa merîê qebîla bavê xwe kiribû eynat, wekî nedixwest rûç’kê wana bibîne, ewana ber ç’eva bûbûne merê reş. “Evê jî bêjin em mêrin, — ewê xwexwa xwera digot. – Ew ne mêrin, palasin. Lê wekî birê minî ezîz hebûya, wê bihîşta ew nepak usa xwera bêminet here, bê. Mala Xwedê bişewite, çira dinyaê xiravbûya, birak jî bida min, wekî xûna birê minî ezîz erdê nehîşta, heyfa birê xwe hilda, ez jî nava vê zinêqetîê derxistama. Ê, çi firqî, Xwedê bira neda Tîtalê min, xûşk daê. Ew borc nha dikeve ser xûşka porkur”. Çi şuxul jî bikira, derheqa çida jî bifikirya, bê hemdî wê sifetê Tîtal dihate ber ç’eva. Hindik dima dîn bûya. Rastîê jî, wekî zarê wê ber bînê nîbûna, wê dîn-har bûya. Wexta ç’ev zara diket, perç’a dilê wê hevekî dadanî. Şev-ro xem-xiyal, fikrandina Belgê heyfa birê bû. Wext-wedekî usa bû, edetê ûsa bûn, wekî heyfhildan ketibû nava xûna kurmanca – hizdikî ew mêr bûya yanê jî jin. Ser wê fikrê bû û bawer bû, wekî heyfa birê hilde, kula wê sivik bibe. Temamya wan çend salê derbazbûyî ew dabûne bawerkirinê, wekî pêşewitîkî wanî pêş tune, wekî mirazê dilê wê bîne sêrî. “Lê çira ez çime, kula reş ketime? Çi dixwezin bira bêjin, her tenê bira nevêjin bêxweyî, bêxudan bû, bêxeda çû, kesek jî tunebû heyfa wî hilda”, – ewê timê ha digot, wexta tenê dima û têr digirya.

          Bawer bikî hevtya usa tunebû, wekî neçûya ser mezelê birê, devê xwe nekira kêlka mezel, nekira gazî:

          — Bira xûşka te qertelbe, qijika reşbe, çawa kesek tune heyfa birê minî ezîz hilde… Erê, daê, kesek nemaye bi heyfara.

          Xwe halara digot, dilûband, têr digirya, hevekî perç’a dilê wê dadanî, paşê radibû, melûl-melûl berbi gund dihat. Jinê gund, gava dûrva dîna xwe didanê, hevdura digotin:

          — Belengazê xwe xwar.

          — Qertela-qertel çi bike? Ew bû ew bira bû, ew jî cîê bêxeda çû, kete ax-berê sar.

          — Lê, lê, daê, qe tiştê ha dibe, ji merîê wî kesek duşurmîşî xwe nave, çawane?

          — Pêşewitî ku tunebin, wê habe. Lê wekî birakî wî, kurapekî wîyî helal hebûya, xûna belengazî wê erdê bima?

          — Hilbet nedima, nha zûda heyf hildabû. Lê çima dibêjin: “Bêxweyo-undayo”.

          — A, de lema jî qertela-qertel xweda dişewite, diperite. Belkî aykê wê û Tîtal Hotora nemîne.

          — Çira nemîne, welle rind jî maye, ka qe yek jêra divêje ji vêderê rave, here dera han? Xûna mêrik rêt, kilît derê bavê wî xist, bêminet jî digere, qe xwera hesava jî nake.

          — Ne ew rastî mêra nehatye. Bira rastî mêra bihata, wî çaxî wê kivş bûya, çika kî berxe, kî berane. Ez çi bêjim lawikê wanra. Xîret, namûsa wan tune. Dûrî navê Tîtal pêketî, divên “Xîret avîtine ber sê, sê jî qebûl nekirye”. Lê xîreta wan çawa hildide?

          — Ê, ez çi bêjim, daê, divên “Rya malê malxuê zane”.

          — Weyla Xwedê malxuê usa kuştî, wekî ber xîret-namûsa qebîla xwe nakeve. Îda saxbûna merîê usa çirane? Bimre, wê bazarê çêtire.

          Jina ha xeberdidan, Belgê dinihêrîn hetanî ew diçû, dikete mala xwe.

          Hertim ha bû. Belgê jî zanibû, wekî jinê cînar gunê xwe pê tînin. Evê yekê kîna heyfhildanê hê gur dikir, ew nava soz-qirara xweda hê berk dibû.

          Û Belgê tivdîra xwe dît. Ewê qema mêrê xwe hilda, destpê kir cêribandin kirin. Qeme nava hewêda dibir-danî, tê bêjî yekîra dikire şer, qestbende, car-cara qeme bi berayê kulavê topkirî dixist, toz ji kulêv derdiket. Ewê qestîka usa dikir, wekî berê ewlin tirsa wê bifire, çimkî teze qeme hildabû destê xwe û dida xebatê. Ya duda, bona milê wê dha zex’m bin, fesala qemê zanibe, wekî wexta lêdanê derba wê rind bigihîje cî. Ewê êpêce wext cêribandinêd ha dikirin, wexta tenê dima, kesek malda tunebûya. Hey jî ç’evê wê lêbû, çika Hoto kuda diçe, bi ç’ek diçe yanê destevala. Ewê çend cara dît, wekî ew destevala ji çolê, ji gundêd cînar vedigere. “Mêrik arxayîne, — ew difikirî, — qe mineta xwe kesekî nakişîne. Ne minê, ne teê, tê bêjî lênedaye, mêr nekuştye, xweyî dijmin nîne, hefsa xwe qe kesekî nake. Çimkî zane, çi kir tûrê wîda ma. Lema jî mêrik usayî arxayîne. Emê binihêrin wê tûrê teda bimîne yanê na. Xwedê gotî xûna birê minî amî-tam erdê nehêle. Ez gotî bi van desta heyfê hildim, wekî zanibin dinêda jin jî hene, jinkok jî hene”.

          Rojekê jî Belgê dîna xwe daê paşî pezê denê nîvro Hoto ji mala xwe derket, şivekek dêstda berê xwe da alîê Gelîê Soê. Hevekî ji mala xwe dûrket, cîê xweda sekinî. Jina wî ber dêrî hûrik hevdixistin. Jinê kire gazî:

          — Qîzê, ez diçim serîkî bidme zevya meye newalêda, çika gihîştye yanê na. Heta hatina min ew sergînê min vê sivê birîne, têke şarang, bira hişkbin. Ç’evê te bostanbe. Gava dinê merkeba mala Hûtê ketibû nava bostên, êpêce kol xirav kiribûn. Ç’evê te lêve, dîsa neê, nekeve nava bostên.

          — Birabe, — jinê gotê. – Her tenê zû were, — tê bêjî xuşûşîk dilê jinêda hebû.

          — Ezê her tenê serîkî bidme zevîê, vegerim, bêm. Ezê çi bikim, xwe wêderê rûnanêm, — ha gote jinê, şiva destê xwe nava hewêda ba kir, da serê rê, berbi Gelîê Soê çû.

          Belgê ber dêrî xwe torpê toraqêva mijûl dikir, ev xeberdan gişk bihîst, ber xweda ç’êrik-dudê cîwar kirin. “Ezê bivînim tê çawa zû vegerî. Vegerandina te gotî her tenê meytkîbe”, — hêdî ber xweda got, wekî kesek nebihê.

          Belgê zanibû, wekî zevya wan êpêceyî dûre. Îro jî rêncbera pez, dewar wî alîda nebirine. Merîê mayîn jî çetin wêderê hebin, wê bona çi herin, derên wêderê. Mêrê wê ne li male, zaro jî çûne pincarê, paşê hatibûn, piş malê xwera dilîstin.

          Çû hundur xênî, qeme hilda, kire ber pişta xwe, dêrîva derket, qe derî jî piş xweva negirt, pêberjêrî newala binetara mala wan bû.

          Ew newal diçû, digihîşte serê zevya Hoto. Ew qestîka kete newalê, wekî kesek wê nebîne û şikberîê neve.

          Hoto rêda, lê Belgê newalêda hevraz çûn. Dilê wê usa dikuta, te digo eve wê ji qefesa wê derê. Bê hemdî xwe lez çû. Paşê ser hişê xweda hat, hilkişya, ji newalê derket, xwe da teldê zinarekî û rê nihêrî. Dît Hoto wê êpêceyî dûr maye. Hêdî-hêdî, hey carna şivka xwe nava hewêda ba dike, hey erdê dixe. Belgê dîsa vegerya newalê, rûnişt, hevekî bîna xwe stend. Texmîn kir, wekî dijnimê wê hat, jê derbaz bû. Ji cîê xwe rabû, berê xwe qulbêda kir.

          — Şemso, tu zanî ez bona şuxulê heq diçim. Tu qewata milê min zêdekî. Teva jî eyane, ez nemerdîê nakim, heyfa birê xweyî terî-can hiltînim. Tu oxir-namûsê bidî, — ha got, pêşda livya. Mînanî berê îdî lez nediçû. Dilkê wê jî îdî usa lênedida. Rind ser hemd-hişê xweda hatibû û îdî bi hemdî xwe, dilê xweda qirar dikir çawa bike, wekî Hoto sax berbi mala xwe venegere. Ewê xûna xwe dabû ber ç’evê xwe, bona xwe nedifikirî, hemd-hişê wê her tenê ser wê yekê bû, wekî çawa heyfê hilde.

          — Ya min, cenima min, xwe canya min canya ezîzê min neçêtire, — ewê digot. – Her tenê Şems qewatê bide min, ez meremê xwe bînime sêrî, wekî dinê cenimêda, çi tê serê min, bira bê.

          … Belgê yeke pî-beden bû, bejne bilind bû, her bîlekeke wê weke kirdanekî qalim bû. Ç’evê gire tas bûn, gulîê wêye zer dihatin digihîştine hetanî ser penya. Lê wextê Tîtal hatye kuştinê, ewê kite gulya xwe birî û pêra kire ç’el. Kita din ma. Îdî ne şe dikir, ne jî girêdida, her tenê hev top dikir û dikire bin reşê.

          Belgê gelekî jî serxwe bû. Eyarê rûn, toraq-penêrê tijî usa berxweva dikir, ji cîkî dibire cîkî mayîn, tê bêjî terte sergîne dêstda cîguhastî dike. Wextê loda gîhê dadanîn, mêrê wê radibû serê lode, lê ewê jêlva gurzê gîhê didanê. Gurzê terikî usa sivik-sivik bilind dikir, wekî te hew zanibû xurome gîhaye, digre wêda kewkî dike. Mêrê wê ew gurz ancax bilind dikir û cî dikir. Cînara gişka zanibûn, dîtibûn, wekî ew çiqasî zexme, milê xweda çiqasî qewate.

          — Bixwaze, wê gakî tenê erdêxe, — wexta gilî dihate ser qewata wê, jinê cînara digotin.

          — Jineke gelekî mêranîye, — mêra derheqa wêda digotin. – Ew hevt mêra hêjaye. Mêrê xwera pî-pî dixebite, hila wî serxwetire jî. Ay jin! Xwedê bide merya – wê ha bide. Mêrê xwera bûye xezne, çi xebata giran hebe, dike, qe navêje “of”.

          — Mêrê wê qe nave nîvê wê. Du mêrê dest-pê bigihîjinê pê nikarin. Welle, bira, jin nîne, pelewane.

          … Belgê hêdî-hêdî newalêda hevraz diçû. Diçû, wekî meremê xwey çendik-çend sala bîne sêrî.

          Çû ranêzkayî zevîêra kir. Ji newalê derket, xwe da teldê zinarekî û Hoto nihêrî. Hoto serê zevîê sekinîbû, zevîê dinihêrî. Mala xweyê zevîê bişewite, usa şîn bûbû, zer dikir, wekî merî hewas-hijmekar bû zevîê binihêrya. Lê Belgê ne zerbûna zevîê texmîn dikir, ne jî wîte-wîta teyr û tûya, ku best û beyar hildabûn. Her tenê dijminê wê bû, ber ç’eva sekinîbû. Dîsa dilkê wê zû-zû lêda. Berxwe diket, difikirî. Dudilî bû: te hew nihêrî qewata wê negihîştê, tiştek pê nekir. Meremê wêyî çend sala ewqasî dûr bûye, nha hatye ber sekinye. Çawa jî mave ew gotî bigihîje meremê xwe. Yanê na ew xwe sax’ nahêle, wê qemê erdêda gutke, xwe jorda bavêje ser.

          Hoto hemdê xwe, bengzekî şa çend cara dora zevîê çerx da, rind dîna xwe daê. Ji çend cya simil jêkirin, destê xweda pişirandin. Dihate kivşê, dixwest pê zanibe, çika kengê wedê dirûna zevîêye. Paşê hat serê zevîê ser kevirekî rûnişt, cix’are derxist pêç’a.

          Belgê ha wî dinihêrî û didît, wekî ew çawa ra-tivdîra xwe dibîne.

          — Lê çawa ra-tivdîra mala bavê min qeland, belkî Xwedê ra-tivdîra te jî biqelîne. Tu gerekê nanê vê zevîê şa nebî, – Belgê ha got û qirar kir, wekî eva dema lape başe. Ji piş zinêr derket, tele-tel berbi wî çû. Hoto tu tişt texmîn nekir, dha rast tu hesînek ser wî neket, çimkî hemd-hişê wî ser zevîê bû. Xwera rehet cîê xweda rûniştibû û ber xweda dikire gine-gin.

          Belgê çû serra sekinî. Dîsa Hoto tiştek texmîn nekir. Belgê, ku pêşîêda qeme ji bin pêşa xwe derxistibû, pê niç’ê wê niç’ande Hoto û gotê:

          -Min ha-ha devê bavê te kiro, tê nha teze ji destê min xilazbî!

          Hoto veciniqî, ji cî quloz bû. Gava ç’ev Belgê, qema destê wê ket, reng lê çû, spîç’olkî bû sekinî.

          — Qancixa qancix, rya Xwedê ketye, — Hoto bê hemdî xwe got, çend gava paşda çû û xwexwa jî nizanibû çi bike. Her tişt usa nişkêva qewimî bû, wekî mecal nedaê ew ser hişê xweda bê û zanibe çi lazime bike, çawa bike, wekî ji wê qezyaê xilazbe.

          — Kerê kurê kera, karê xwe bike, şerê min tera şere. Te tirê xûna ezîzê minê hema usa erdê bimîne, kesekê tunebe heyfê hilde, serê kelbê mînanî te cenimê şake? – Belgê îdî bi hemdî xwe gotê. – Karê xwe bike. Yan îro Xwedê wê bide min, yanê jî te. Ji me herdua îro gotî yek sax’ venegere mala xwe.

          — Bo here, qancixa qancix, çi karê min te ketye! Te dêla xwe avîtye ser serê bavê xwe, ne zanî mêrtî çye, ne zanî jintî çye. Forqa forq, dûrî min here, çi karê min te ketye, — Hoto lez-lez gotê, nonanî tiştekî xwest yaxa xwe jê xilazke. Xwest gilîkî jî bêje, lê Belgê nehîşt.

          — Çi karê te min ketye? – Belgê bi eks, bi cûrê pirsê wekiland. – Karê te min neketye, karê min te ketye. Ez zanim mêranî kîjane, lê tu nizanî. Ez îro gotî mêranîê nîşanî tekim, wekî zanibî dinyaêda çi heye, çi tune û serê bavê xwe jî mezintir xever medî. Forq ez nînin, forq dya teye, wekî tûlê mînanî te dinêxistine. Min devê bavê teda ha-ha kiro, tê nha rengê jina bibînî. Min zûda tera çandibû, lê îro teze li hev tê, wekî em pirsa mala Dûko ji hev bikin. Karê xwe bike. Ez naxwazim mînanî te fesadîê, mixenetîê bikim. Min jî dikaribû, çawa te kir, dizîkava qemek bavîta wî stûê tey heram, hilfiranda. Lê min usa nekir, çimkî ew yek şanê mêra, jinê esilzade nakeve. Raste, ez kulfetim, lê dîsa wê yekê nakim. Lê tu ne mêrî, tu pînê kulfikêyî. Bese, min gelek xeberda, kelbê mînanî te çine, wekî merî aqasî jêra xeberde. Karê xwe bike, min devê te û bavê teda ha-ha kiro, îro xilazbûna te ji destê min tune.

          Ç’ev li Hoto fire bûbûn, zûr bûbû Belgê dinihêrî, hey jî yek gav paşda diçû. Belgê qema xwe girtibû xwe, çiqas Hoto paşda diçû, ewqas ew pêşda diçû, nedihîşt ara orta wan kêm bibe.

          — Çî min heye, wekî çi karê xwe bikim? Ezim ev şivka destê mine, — Hoto gotê û şivka destê xwe nîşan daê. Lalome dêv ketibû, nizanibû çi bike. Ancax ew çend xeber dû hev dane rêzê.

          — Kelbo, min elametî da te, wekî haj xwe hebî, karê xwe bikî. Wekî mayîn şuxulê teye. Ya te hela destê teda şivek heye, lê destê Tîtalda çi hebû, wekî te usa anî sêrî? Şedê min û te Xwedêye. Rebê minva eyane, wekî min nemerdî mînanî te, mixenetî nekir, dizîkava lêneda tu gever nekirî. Min xwest bi helalî, bi mêranî xûna birê xwey ezîz hildim. Min nexwest weke qirşekê xilêletî bikevê. Nha ez gotî xûna te birêjim. Wê xûnê bivim kêlka mezelê ezîzê xwe xim, wekî ruhê wîva jî eyanbe, heyfa wî hate hildanê, xûna wîye am û tam bêxeda erdê nema. Min devê bavê teda ha-ha kiro, te gelekî dilê min êşandye, te daxeke usa daye dilê min, wekî heta-hetayê nikarim bîrkim. Te tirê ji destê min xilazbî, — Belgê ha bi kel gotê, bi qemê êrîşî ser Hoto kir.

          Hoto paşopê paşda çû. Lê Belgê xwe lez dirêjkirê, qema xwe hilbirî û jorda anî. Hoto şivka destê xwe da pêşîê. Çawa qeme şivkê ket, ew ji destê wî pekya, wêda ket. Ç’ara Hoto hate birînê. Çawa dibêjin, merîê ku dixeniqe, destê xwe davêje qirş-qala. Ew jî kûz bû, wekî şivkê hilde. Wî tirê wê karibe pê şivikê xwe xweyke. Wextê ew kûz bû, Belgê qemek da milê wîyî rastê. Milê wî mînanî darekî hişkî-hola rexda hat. Hoto şewişî, ew bû wê biketa, lê ancax xwe girt. Bû fişîna xûnê ser girka milê wîra avît. Wexta Belgê ç’ev xûnê ket, hê devxûn bû, har bû. Dîsa xwe dirêj kirê, lê Hoto kire çemê û revî, xûna wî niqitk-niqitk ser hêşnayêda dirijya.

          — Kelbo, nereve, tu kuda direvî! Ecelê te hatye, tu îro sax ji destê min xilaz nabî, — Belgê lê kire gazî û da pey. – Lê tu mêrî? Heyfa navê mêra nîne, wekî ser kelbê mînanî teye? Mînanî kelbê diz ber jinekê direvî. Hela payê xwe jî didî, wekî mêrkujî, hewsa xwe nakî, minetê kesekî nakişînî, de tu mêrî, nereve!

          Lê Hoto direvya. Qe caba wê jî neda. Ruhî şîrine, direvya, her qar û qibî dibirin, wekî ruhê xwe xilazke. Îdî şerm ortê hatibû hildanê, fêlbazî bîr kiribûn, ber ç’eva bûbû heşer-meşer. Aqilê wî her tenê alîkîda dixebitî: bireve, belkî xilaz dibe. Ewî dixwest wê deqê dinya welgere, her tenê wîra li hev bê, bireve, ruhê xwe xilazke.

1 2 3 4 5

 

 

BÊŞÊKIR — 3

 

 

          Çendek kete ortê. Rojekê jî Qasim cîê xebata Memêra têlê xist.

          — Tu gerekê evê şemya tê ese malbî, — paşî silav-klava Qasim gote Memê.

          — Çira, çi bûye? – Memê jê pirsî.

          — Tişt tune, şikir bona şayêye, şemîê êvarê mala Filîtê bê keç’ikê nîşanke. Tu gotî ese hazirbî.

          Memê hevekî xwe ker kir, hogirê xwe nihêrî, wî tirê wan jî gotina apê wî bihîstin, menîkê gerya, wekî neçe.

          — Apo, ez nikarim bêm, — ewî hêdî têlêda got.

          — Çira?

          — Çimkî xebata min heye.

          — Ne te xwexwa digot, wekî rojê şemîê û ledê tu naxebitî, azayî. Lema min soz da wan, wekî şemîê êvarê bên keç’ikê nîşankin bona tu jî hazirbî. Xweyê wêyî, gotî nîşanya wêda hazirbî yanê na?

          — Apo, tu bibaxşîne, lê ez nikarim bêm.

          — De Xwedê komeka terabe, wexta naxwezî bêy nîşanya kinêza xwe, ew jî îdî şuxulê teye, — Qasim bi xeyd got û tetka têlê danî.

          — Ew kî bû tera xeber dida? – ji hevala yekî Memê pirsî. Hevalêd wî ermenî bûn.

          — Apê min bû.

          — Çira têlê dixist, xwe tişt neqewimye tu usa soro-moro bûyî?

          — Na, tiştek jî tune, têlê dixist, digot min bîra te kirye.

          Memê nefikirî, wekî çira ew derew kir. Hema usa bê hemdî xwe got.

          — Hela lê binihêr, çiqas apekî başe, — xebatçîke wan got. – Bavê merya usa bona merya nafikire.

          Pêşîê Memê tirê ewê qestîka usa got, ten lêda. Lê gava wê nihêrî, texmîn kir, wekî ew bi dilê sax dibêje, tu qelpî-qûlpî nava gotina wêda tune. Memê dengê xwe nekir, her tenê zorê vebeşirî.

          Wexta her kes şuxulê xweva gîro bû, serê xwe kirine ber xwe xebata xwe kirin, Memê ser kax’ezê ber xweda xwar bû û kete nava mitala. “Apê min ji min xeydî. Çira gotî bixeyde? Îdî şuxul-emelê min tune, herim derêm gund, bikevim nava wê qalme-qalma wana. Ez ku biçûma, wê serê min bibrana. Lê ew yek minra lazime? Bira herin, çawa dixwazin usa jî bikin. Çi karê min wan ketye, qîzê didine mêr, dewetê dikin, çi dikin, bira bikin. Ew şuxulê min nîne… Lê wekî apê min bixeyde, pere nede min, ezê çawa bikim? Na, apê min tiştê usa nake… Ne merîkî usane. Dil-dînê wî ber hev nade. Bixweze jî nikare… Lê wekî jinê nehîşt? Ê, apê min qe guh didê? Dizîkava jî mabe, wê pera bigihîne min… Nha ev dokûmênt zû serrast bûna…”. Lê fikra wî dîsa dihate ser pera. “Apê min ku pera nede, ezê çawa bikim? Deynkim? Ê, ez qe nikarim hetanî deh sala bin wan deyna derêm… Lê çawa bikim?.. Ezê hetanî mux’darekî moletkim. Hergê hetanî wî çaxî apê min ser minda nehat yanê têlê nexist, ezê herim gund û apê xwera zimên bibînim… Yanê na şuxulê min naê sêrî”.

          Mux’darek derbaz bû. Qasim ne têlê xist û ne jî hate şeher. Memê sed selefî hate bawerkirinê, wekî ap jê xeydye. Qirar kir wê şemîê here gund, şev wêderê bimîne, apê xwera xeberde, roja ledê vegere, wekî duşemê ser xebatêbe. Sibê zû rabû, qestîka çû heve hûrmûr kirî bona dilê wan xweşke, kete avtobûsê û çû gund.

          Qasim ne li mal bû, bona xizmeta xwe çûbû gundê cînar. Jina apê serê poz jêra xeberda. Lê qîzapa wîye mezin qe pakî silava wî jî venegirt.

          Memê guh neda ser vê berbirîbûna wan, hevekî malda rûnişt, paşê derkete ber dêrî. Gava xatya wî dît hatye, berbi wî hat. Lê belengazê îdî ç’evtirsandî bûbû, paç nekir, hevekî ji wî dûr sekinî, kêf-halê wî pirsî. Memê usa caba wê da, çawa merî tiştekî ser rûê xwe retke. “Ê, bê tu xêrê nebînî, — wexta ewê dît Memê çi cûreyî caba wê dide, dilê xweda got, — ne ez xatya teme. Divên, bîna dya tê ji xatya. Emekê min berê ç’evê te bigre, çira min tu hindikî xweyî kirî, te hindikî nanê ber destê min xwarye. Bê, emekê Qasim dişêkirîne, wekî emekê min bişêkirîne?” Û xatî, çawa merî bibe dizê sola xwe, por û poşman jê dûrket.

          — Kurê xûşka te ji şeher hatye, qe çi tera anye, — rêva cînarekê jê pirsî.

          — Bira kurê min xweş bin, çira ez hewcê tiştê wîme, — xatîê bi hêrs got.

          — Çiqas merîkî neraste, — gava ewê dît xatî hêrs bûye, culet kir van xebera bêje. – Eva çiqas care ji şeher tê, bira qe na carekê bona xatirê dê xatî biketa bîrê û bigota “ezê evê destmala han xatya xwera bibim”. Çira destê wî bin kevirdane, yanê talanê wî birine?

          Dilê xatîê êşya, gotina cînarê lê xweş nehat.

          — Lêlê, tu çira usa divêjî? Her carekê tê, ez ç’ev pê dikevim, min tirê malê dinê dane min. Hela nezewicye, ez gotî komekê bidmê, ne ku ç’evê min destê wîbe, çika minra çi tîne, — hêrs-hêrs got û lez berbi mala xwe çû.

          Memê hela ber dêrî bû, wexta Qasim hat.

          — Rojxêra te, — apê serê poz gotê û çûne dest-rûê hev.

          — Ser ç’evê minra hatî, — Memê qestîka bi teqil silava apê vegirt. Eva yeka Qasim xweş hat, ser selê ber dêrî rûnişt. Memê şipya pêjber sekinî.

          — Tu çira ber dêrî sekinî, naçî hundur, — Qasim gotê. Xeyda pêşîê îdî nava gotina wîda tunebû.

          — Malda tenê bîna min dernediket, — Memê guhastina cûrê xeberdana apê texmîn kir, dha bi şîrnayî gotê. – Ez derketim derva ç’evnihêrya te bûm. Min gelekî bîra te kiribû. Kêf-halê te çine, qe seheta te çawane?

          — Xwedê komekêrabe, sax’ya te dixwazim, şikir pakim, hela vê gavê gazinê min tunene. Tenê tu minra xweşbî, ez dare-dinêda tu tiştekî naxwazim. Kêfa te çawane, kêfxweş-silametî, kêfa heval-hogirê te çawane?

          — Xulamê teme, Xwedê sehetê bide te, şikir pakim, heval-hogira jî bara-cema tu silav dikirin.

          — Xwedê te jî silavke, wan jî.

          Herdua wî cûreyî şîrin-şîrin hevdura xeber didan. Qasim îdî lap xeyda xwe bîr kiribû, ç’ev kurê birê ketibû wî tirê temamya dinê dane wî.

          — Kêfê xizmê me çine? – Memê pirsî.

          Evê pirsa Memê xeyda berê dîsa anî bîra Qasim. Serê xwe berjêr kir, hevekî xwe ker kir, paşê wa sivik caba wî da:

          — Xwedê komekêrabe, şikir pakin.

          Memê hela pêşber ser darê du linga sekinî bû, lingê wî diqerimîn, hey xwe davîte ser vî lingî, hey xwe davîte ser wî lingî. Nîşan dida, wekî qedrê apê gelekî zane, îznê nade xwe bêy îzndayîna wî kêlekê rûnê.

          Apê her tişt texmîn kir.

          — Were vira kêleka min rûnê, — got û hevekî xwe wêda da, jêra cî aza kir. Memê pêra-pêra kêlekê rûnişt, destê xwe stura bir û gotê:

          — Apo can, dibe tu ji min xeydîî?

          Qasim dengê xwe nekir, her tenê texmîn kir, wekî wexta Memê destê xwe stura bir, çawa nişkêva ji şabûna dilê wî cîê xweda pirpitî.

          — Ez zanim, apê min ji min naxeyde, — Memê got û destê xwe ji stûê wî berda.

          — Jinapa te, qîzapê te gelekî ji te xeydîne, — Qasim gotê.

          — Tişt nake, ezê nha ber dilê wanda bêm. Bira apê min ji min nexeyde, mineta yêd dinê qirşek.

          — Lê tu çira nehatî? Em ewqas ç’evnihêrya te bûn. Xizma çend cara dane rûê min, digotin: ka Memê çira nehatye, îro nîşanya xûşka wîye, çira ew gotî navda nîbe?

          — Kambax, ez şuxulê avayê xweva mijûl bûm.

          — Lê te çira têlêda minra negot, wekî şuxulê avayê xweva mijûlî?

          — Hevalê mine xebatê wêderê bûn. Min nedixwest, wekî ew haj pê hebin, ku ez dixwazim xwe koopêratîvê binivîsim.

          — Te çawa kir? Xwe nivîsî yanê na?

          — Min dokûmênt temam rast kirine, her tenê dimîne ser pera.

          — Ne min tera gotye, mineta pera nekişîne. Çi wexta tera lazimbe, apê xwera bêje, ezê bidme te. Nha kengê tu gotî pera bidî?

          — Çiqasî zû bidim, ewqas kara mine.

          — Wekî usane, ez nikarim îsal karê keç’ikê bikim. Ezê elametîê bidme Filît, wekî ez îsal qîza xwe nadim, bira saleke mayîn silametî bên, bûka xwe syarkin, bibin. Van roja çawa mecal kete min, ezê çend dewara, çend peza bibim bazarê bifroşim, çend manat jî malda hene, bikim ser, tera bigihînim.

           

          * * *

           

          Mehek jî derbaz nebû, gava Qasim pere Memêra şandin, lê syarkirina bûkê ma saleke mayîn. Memê xwe koopêratîvê nivîsî û ma hetanî avayî hazirbe. Raste, jinê kire pime-pim, lê Qasim guh nedaê.

          — Pirsa ferz avayê Memêye, — ewî gote jinê. – Hetanî avayê wî tunebe, ew nikare bizewice. Xwe ez ranabim ûrta bavê xwe naqelînim, bikevme ber çend kapêka û zewaca Memê derengî bêxim. Ya keç’ikê tişt nake, bira salekê jî bimîne.

          — Te tirê Memê avayî stend wê te bibe xweyî, — jinê bi kelogirî gotê. – Eva rojeke navnîşan, hergê virhada Memê derê te vekir, te pirsî, bê qeda tekeve.

          Hêrsa wî rabû, xwe dirêjî jinê kir, lê qîza nehîşt.

          Paşî stendina pera, tê bêjî, av ser Memê zelal bû, deng-hisê wî tunebû. Qasim ç’evnihêrya wî bû, wekî wê bê bêje, çika çi kirye, lê Memê nedihat. Ji wan çend qîza, ku Qasim bona Memê raç’ev kiribûn, hatibûn dudu nîşan kiribûn. Besa derheqa vê yekêda gelekî Qasim keder hat, lê ewî her tişt dilê xweda xwey kir, derdê xwe kesekîra negot.

           

          * * *

           

          Salek derbaz bû. Nava wê salêda Memê rûç’kê gund nedît. Qasim ku dît kurê birê naê, rabû xwexwa serda çû. Tu guhastin neketibû nava emrê Memê, dîsa kirê dima.

          — Lê otaxa teê kengê hazirbe? – Qasim jê pirsî.

          — Hela wê êpêce wext bikşîne, — Memê caba wî da. – Bi texmîna min, lap kêm wê salekê jî bikişîne.

          — Lê zewaca te? Ne derengî dikeve. Qîzê baş mêr dikin, diçin. Axir usa nabe.

          — Ê, ez çi bikim, tu destê mine? Çiqas qîzê baş mêr dikin, diçin, dewsê ewqas qîzê baş jî mezin dibin. Divên, “Bira serî hebin, kum gelekin”.

          Qasim dîsa vegerya gundê xwe. Û gava jinê pirsa avayê Memê jê kir, Qasim got, wekî îdî giva çêkirina wî avayî hevda tê, wê zûtirekê bistîne.

          …Wext pêra gihîşt. Çendekî şûnda Filîtê bihata bûka xwe syarkira bibra. Qasim û jinê çawa lazim bû karê qîza xwe kirin. Êvarekê, wexta dê cihêzê qîzê hazir dikir, Qasim gote jinê:

          — Ez dixwazim sibê Memêra têlêxim, bira çendekî pêşya dewetê zû bê.

          — Têlêxe, lê aqilê min jê nabire, — jinê gotê.

          — Aqilê te çi nabire?

          — Aqilê min hatina wî nabire. Ew çiqas nîşanîêda hat, wê ewqasî jî bê dewetê.

          — Bo evsene, evsene xeber nede, — Qasim ser jinêda hêrs bû. – Tu lap xerifî. Wê çawa neê deweta xûşka xwe? Ya nîşanîê nikaribû bihata, çimkî pey kax’ezê avayê xwe digerya. Nha şikir her tişt hazire. Ez têlêxim wê ese bê.

          — De, gilîk bû, min got, çû, — jin qestîka rabû derket, çimkî zanibû, wekî xeberdan ha pêşda here, wê eseyî telayî bikeve ortê. Lê ewê nedixwest gilîkî tel bikeve malê, qîza wê serê rêye, bira bi dilmayî ji malê neçe.

          Rojtira mayîn Qasim çû Memêra têlêxist.

          Memê vê carê ne cîê xweda bû. Qasim gote hevalê wî, wekî Memêra bêje, bira hevtêkê îzna xwe bixweze bê xûşka xwe verêke.

          — Xûşka çi? – hevalê Memê ji Qasim pirsî. – Ne Memê divêje, wekî taê-tenêye, xûşk, birê wî tunene.

          Qasim hevekî tevîhev bû, nizanbû çawa wî bide femkirinê, wekî qîza wî bona Memê ne qîzape, lê xûşke, ew û Memê tevayî, malekêda mezin bûne, nanê ber destê dê-bavekî xwarine.

          — Raste, ne xûşka wîye helale, lê qîzapa wîye helale. Çi firqî? Qîzap jî xûşke, — Qasim gote hevalê Memê.

          — Hilbet, usane. Çi qîzapa merya, çi xûşka merya. Îlahî qîza apekî usa. Me bihîstye, wekî te bona Memê qe çi bêjî nekirye. Mera negotye, lê em zanin, hetanî perê koopêratîva wî jî we daye.

          — De, ez hîvî dikim, bîr nekî jêra bêjî, bira bê. Ezê şemîê ç’evnihêrya wî bim.

          — Ser ç’evê min, apo can, arxayîn bin, ezê ese bêjimê.

          Qasim vegerya malê. Jinê jê pirsî:

          — Te Memêra xeberda?

          — Min xeberda, lê ne cîê xweda bû. Min hevalê wîra got, wekî bêje.

          Şemî, led jî hatin, derbaz bûn, lê Memê nehat. Qasim tirê hevalê wî bîrkirye,  jêra negotye. Lema jî duşemê lêda çû, têl da ser, wekî bi xwe jêra xeberde. Dîsa hevalê wî têl hilda.

          — Dive te bîrkiribe Memêra negotye, wekî em hîvya wîne, — Qasim gotê.

          — Na, apo can, min bîr nekirye. Hema wê rojê jî hat, min her tişt jêra got. Çû cem serkarê xwe îzn stend, wekî bê dewetê. Lema jî naê ser xebatê. Gerekê eva sê roj bûya Memêyî gund bûya. Ez nizanim çira nehatye. Vêderê îzna xwe stendye, gotye “ez diçime deweta qîzapa xwe”. Ez nizanim ev çi hewale.

          Xuşûşeke mezin kete dilê Qasim. “Dive hatibe, rêva Xwedê nekirî tiştek hatibe sêrî?” – Qasim xwexwa xwera fikirî, dil-dînê wî ber hev neda, paşda vegerya gund, kete avtobûsê û çû şeher. Memê ne mal bû. Ji xweya malê pirsî, wekî kanê Memê kuye.

          — Eva sê roje Memê çûye Moskvaê, wekî xwera demûdezgê malê bikire. Wê van roja kvartîraê bistîne, dixweze kvartîra xwe bi mêbêla tezeva bixemilîne.

          — Lê negot wê kengê bê? – Qasim bi dilşkestî jê pirsî.

          — Digot, çiqas zû herim-bêm, lap kêm wê çend roja bikişîne. Negota jî dîsa femdarî bû. Ancax nava ewqas wextda ew karibe şuxulê xwe bîne sêrî. Hela bîne sêrî jî pake. Me pere dayê, wekî mera jî mêbêleke împort bîne. Lê hûn çira ber dêrî sekinîne? Keremkin, werne malê, qawekê vexun.

          — Na, ez zef razîme, Xwedê mala we şênke, şuxulê min heye, ez gerekê zû vegerim, — Qasim gotê û texmîn nekir, wekî çawa reng lê çûye, spîç’olkî bûye. – Ez çiqasî zanim, ewqas perê wî tunebûn, wekî here ji Moskvaê demûdezgê malê bîne. Dive deyn kiribin?

          — Deynê çi! Lê eva weke du salê wîye dixebite, perê wî kuda diçin? Tenêye, çixara wî jî kême, zef rind kirye, destê xwe daye ber. Wekî tu apê wî nîbûyayî, min tu cara nedigot: çend manatê me kêm bûn, ewî deyn dane me. A, Memê kurekî haye, ha, — ewê got û tilya xweye beranî nîşan da.

          Qasim bi dilekî şkestî xatirê xwe ji xweya malê xwest, bi gavê sist jê dûrket. Metel mabû, temamya sifetê Memê ber ç’eva vebûbû û ewî tirê vê dinêda tiştê lapî baha unda kirye. Hilbet, ewî nikaribû navkira, wekî çi unda kirye. Lê ewî bawerbûna xwe unda kiribû. Çi ku gumana wîda hebû, bi çi şa dibû, firnax dibû, ew unda kiribû. Dît, wekî her tiştîda xapyaye, kurê birê ew nîne, çi ku ewî gumana xwe dabû ser. Nêt û meremê wî bûne xewnerojk, emekê wî deya çû. Gelekî lê keder hat û bi wî dilê şkestî vegerya gund. Jinêra negot, wekî Memê çûye Moskvaê. Got, wekî îzna wî nedane. Paşê ewqas gilî-gotina dîsa dilê wî nexwest jinêra rastîê bêje.

          — Dilê wî naxweze bê, qestîka menya digre, — jinê gotê.

          Qasim dengê xwe nekir, texmîn kir, wekî jin ji gotina wî bawer nake.

          — Min tera digot naê, te digot na, wê bê, — jinê bi eks gotê.

          Eger carê mayîn bûya jinê usa eks xeberda, Qasimê ya nemayî banya sêrî. Lê vê carê dengê xwe nekir.

          Çendek kete ortê. Qasim qîza xwe verêkir. Neynka dilê wî şkestî bû, dikir- nedikir nikaribû kirina Memê bîr bike. Qasim gelekî hatibû guhastinê, hertim pormijî bû, bi seheta ser selê ber dêrî rûdinişt, diket nava mitala, kesekîra pakî xeber nedida. Hela serbarê serda, wexta hatin qîza wî birin, çend cara ten lêdan, dane rû, wekî kanê kurê birê wî kuye, çira şaya xûşka xweda hazir nîne, Qasim dixwest wan bide bawerkirinê, wekî çira Memê ne hazire. Lê texmîn dikir, wekî ji gotina wî bawer nakin. Ev gişk dighîştne hev û ruhê wî vedirûtin. Lema jî tê bêjî Qasim ro bi ro şûnda diçû. Belengaz, bîrsar bûbû. Carna dêrî dibû, nizanibû çi dike. Jinê tê derdixist, wekî Qasim çiqasî hatye guhastinê, gelekî berxwe dikeve.

          — Lolo, çi te qewimye? Tu çira ewqasî berxwe dikevî? Hela minra bêje, ez jî zanibim, — jinê jê dipirsî.

          Lê Qasim pakî caba wê nedida, nedigotê, wekî çi tabetîê nade wî. Çawa jî bigota, hesab yek bû, jinê wê ew gunekarkira. Û wê rast bûya. “Ez mînanî zara dêstva çûm. Ewî çawa dixwest, min usa dikir. Lema ha tîne serê min… Çi jî bike, heqê mine… Her tenê gunekar ezim, kesekî mayîn nîne”, — Qasim ha xweda dişewitî…

           

          * * *

           

          Mehek, dudu derbaz bûn. Deng-hisê Memê tunebû. Qe carekê xeberek jî ser wanda neşand. Çend cara Qasim dixwest here jêra têlêxe, lê zû poşman dibû û nediçû. Lê ewî nikaribû ber dilê xwe bide. Dilê wî digot, wekî here, binihêre, çika halê wî çawane. Dive nexweşe yanê tengasîêdane. Û xwexwa xwe dida bawerkirinê, wekî hebe-tunebe, qezyak hatye serê Memê, lema hetanî nha deng-hisê wî tune. Ewî ewqas ji vê fikra xwe bawer kir, wekî rojekê rabû, da serê rê, çû şeher.

          Xweya malê gotê, wekî eva mux’dareke Memê kvartîra teze stendye, çûye. Qasim jê pirsî, wekî ewî kîderê avayî stendye. Jinikê adrêsa Memêye teze daê. Şabûn kete dilê Qasim. “Canim, merî gotî pey gilî-gotinêd derbazbûyî nekeve. Şikir otax stendye, nha ezê wî îdî bizewicînim”, — Qasim fikra xweda ha qirar kir, taksîk girt, ketê, adrêsa Memê da avtoajo. Çend deqa şûnda taksî ber avayîkî bilind sekinî.

          — Eva ew avayîye, ku te dixwest, — avtoajo gotê.

          Qasim derxist perê wî daê, bi dilekî şa, bi gavêd qeşeng pêpelîngara hilkişya qatê sisya. Ser meydana qatê sisya biç’ûk sekinî. Du derî bûn, nizanbû kîjan derîxe. Xulese, derîk kuta. Kulfeteke cahil derî vekir.

          — Bibaxşînin, mala Memê kîjane? – ewî pirsî.

          — Eve. Lê bibaxşînin, hûn kîne?

          — Ez apê Memême.

          — Keremkin, pêşda werin.

          Qasim çû hundur.

          — Keremkin rûnên, Memê çûye bazarê, ku hebe, wê nha bê.

          Qasim ser kursîê ber text rûnişt. Pêşîê xwest pirske, çika ew kîye, lê îzn neda xwe. “Dibe hevala wî, nasa wîbe”, — ew dilê xweda fikirî, rabû nava otaxa gerya. Qusûra otaxa tunebû, demûdezgê wî jî rind bû. Dîsa hat cîê xweda rûnişt. Ewê kulfeta cahil pêlav anîn, danîne ber.

          — Solê xwe bêxin, pêlava pêkin, bira hevekî lingê we rehetbin, — ewê gote Qasim.

          — Na, tişt nake, qîza min, lingê min rehetin.

          Kulfeta cahil bi dilmayî pêlav hildan, birin û çû kete aspêjxanê, derî ser xweda girt.

          Xêlekê şûnda zengilê dêrî xistin. Ewê kulfeta cahil çû derî vekir. Dengê Memê li Qasim tesele bû. Qasim rabû, berbi wî çû. Sivderêda rastî hev hatin. Qasim xwe avîte pêsîrê, çû rûê wî. Lê Memê ew bi dilekî sar qebûlkir. Hatin otaxêda rûniştin. Qasim kêf-halê wî pirsî. Memê serê poz caba wî da û qe kêf-halê wî jî nepirsî.

          — Ev kulfeta hanê cahil kîye? – Qasim jê pirsî, wexta ew herdu tenê man. Ew dîsa çûbû ketibû aspêjxanê û derî ser xwe girtibû.

          — Bûka teye, — Memê gotê.

          — Çawa “bûka mine”? – Qasim ecêbmayî jê pirsî. – Bûka çivanî?

          — Bûka teye, jina mine, — Memê gotê û alîê aspêjxanê nihêrî. – Qîzê, zûbke, nha apê min birçîye.

          — Çawa, tu zewicîyî?

          — Erê, eva hevtêkê zêdetire em çûne ZAGS-ê.

          -Lê te çira em pê nedane hesandinê? – Qasim bi hêrs got.

          — De, min çi bigota? Min nexwest cefê bidme we.

          — Dêmek, zewaca te bona me cefa bû, erê?

          Memê dengê xwe nekir.

          — Çira tuyî bêxweyî bûyî, xweyê te tunebûn, wekî te rabû oyîneke ha kir?

          — Min çi oyîn kirye? Me hevdu hiz kir û hevdu stend. Tu çira hêrsa xwe radikî?

          — Wekî usane, ez hêç, bona te tuneme, erê?

          Memê xwe ker kir. Jinê nan, îç’ke anî danî ser text, vegerya çû aspêjxanê, wekî xwarinê bîne.

          — De, wekî te usa kir, ez bendî tiştekî hesab nekirim, bizanbe virhada tu bona min mirîyî, ez jî bona te. Rya mala te min herambe, — Qasim bi hêrs got û ji cîê xwe rabû.

          — Apo, tu kuda diçî, bisekine, parî nan bixwe, — Memê gotê.

          — Nanê te herame, naê xwarinê, — Qasim got, derî zex’m piş xweva girt.

           

          * * *

           

          Sal hatin derbaz bûn. Qasim derê Memê venekir. Memê jî îdî rya gund bîr kiribû. Wext-wede pêra gihîşt Qasim çû rehmetê. Memê nehat ser şîna apê jî. Digotin, apê gunê xwe kirye stûê jinê, qîza, wekî cabê nednê. “Bira mirîtî jî neê ser min. Ewî dilê min gelekî êşandye”, — Qasim weyseta xwe kiribû.

1  2  3

 

 

BÊŞÊKIR — 2

 

 

          Qorixçî serê xwe hilbirî, wî nihêrî û got:

          — Gava din ez mêrga fêza gundda rastî wî hatim. Ser piştê velezya bû. Nêzîk bûm, min gotê: “Sivexêra te”, qe ji cîê xwe jî ranebû, hiltîne minra dibêje “Sivexêra te”.

          Pîrqînî kete kêlendîkêşa, kenyan. Qasim şerma serê xwe kire ber xwe, zilkê destê xweva mijûl bû. Kenek ketye lawika çawa dikenin! Her tenê qorixçî û Qasim nakenin.

          — Wexta min jêra got, wekî merî usa silava merya venagre, hilda ha da destê min: ê, ez çira gotî tera bêjim ser ç’evê minra hatî, heyfa ç’evê min nîne, wekî tu ser wanra bêyî.

          Lawik hê bilind kenyan. Beşereke biç’ûk ser bengzê qorixçî jî hate kivşê.

          — Ewî xwedêjêstendye, çye? – yekî pirsî.

          — Ne xwedêjêstendye, — qorixçî gotê, — lê qure bûye, babax bûye. Qasim, — qorixçî vegerya ser Qasim, — dive xwendye, lê xwendina usa kêrî kapêkekî naê. Ez tuyî ser wê xwendinêkim, wekî maqûlîê bide hildanê. Camêr, kal-bavê me usa silava hev vegirtine, evê te çûye çend herfa hîn bûye, nha hatye her tiştî dike bin pîê xwe, pêpes dike. Heyran, ez çiqas zanim, riknata weda merîê usa bêmerîfet tunebûne, ev kê çûye?

          — Malxalanê wî usaye xwedêjêstendî bûn? – yekî got.

          — Na, camêr, ez wana rind nas dikim, merîne maqûle şertê xwene, — yekî mayîn caba wî da.

          — Na, heyfa emekê te, wekî deya çû, — qorixçî gote Qasim, hizing da xwe rabû.

          — Tu çira usa dibêjî, — yekî navsere gote qorixçî, — hela cahile, dibe nizane, wê paşê xwera hînbe, xwe usa namîne.

          — Yekî hetanî nha hîn nebûye silava merya verge, virhada çetin hînbe. Em bêjin zef rind jî zane, lê qureye, xwe nagre çawa lazime caba silava camêra bide, — qorixçî gotê, carekê-duda bi hêrs şivdar erdê xist. – Pak, nizane silavê verge, lê merîfeta dinêra çi? Ez vî emrê mezin çûme kêlekê sekinîme, jêra xeber didim, lê ew ser piştê velezyaye, qe min jî nanihêre. Na, na, qe aqilê min ji wî gedeyî nabire. Çiqas cahilê gundê me xwendina xwe kuta kirine, qulixê bilindda jî dixebitin, lê tu kes mînanî wî nake. Wexta merî wan cahilara xeber dide, merîfetî, camêrtî, caba merya didin, ç’ûktîê-mezinayê zanin, zanin çawa rabin, çawa rûnên. Bo eva kubar bûye, pifî ezmana dike. Xwedê bide yeke xêr.

          Ew merîê, ku duh mala Qasimda ser kêfê bûn, ç’evê hev nihêrîn. Ew jî mînanî qorixçî hatibûne ser wê fikrê, her tenê mînanî wî eşkere nedigotin.

          Xûdaneke sar ser Qasimra avîtibû, şerma serê xwe kiribû ber xwe, kir’în ji kevir dihat, ji wî nedihat.

          Mêrekî navsere halê Qasim texmîn kir, hilda gote qorixçî:

          — De tişt nake. Xwedê mala te avake, tu persenga devê xwe nizanî, çi hate ber devê te, tê bêjî. Nha çi bû, cahilekî cahiltî kir, dinya xirab bû? Bese, bese, merî ewqasî pey enena nakeve, mûkî nake hûkî, malavao!

          Qorixçî avrûke tûj daê û gotê:

          — Tu jî zanî ne usane, lê dibêjî. Filankes, merî cahilê xwe usa hîn nake. Ez dibêjim heyfa mala wan, bira merîê usaye bêmerîfet jê derneên. Ez xirab dikim, erê?

          — Xirab nakî, — ewî caba qorixçî da. – Lê cûrê gotinê heye. Gere merî zanibe kîderê çi bêje. Tu xwexwa merya hîn dikî, qerfê xwe merya dikî, lê nizanî kîjan gilîê xwe kîderê bêjî.

          — Çira nizanim? Zef rind jî zanim. Ew tu nizanî, çi xeber didî, — qorixçî bi hêrs gotê.

          — Bo here, min dûrkeve, tu xerifî, — ewê ahil gotê.

          — Yê mînanî te xerifîne, wekî radibin xwe ortêra dikin, qestîka gilya lev dixin.

          — Şerme, heyran, we ji hev xêre, hûn çira gilîê netê hevra dibêjin, dilê hev dikevin, — yekî mayîn gote wan û rabû cîê xweda sekinî. Lawikê mayîn jî rabûn, wekî nehêlin ew bibezin hev. Qorixçî cîê xweda sekinî bû, ewî ahil dinihêrî.

          — Ez çi tera bêjim, gund-gundîtî zane tu merîkî çawanî, — ewî ahil got û hizing da xwe, ji cîê xwe rabû.

          — Tê çi bêjî, belengazo, gund min jî nas dike, te jî nas dike.

          — Belengaz yê mînanî tene, wekî persenga devê xwe nizanî. Ezê rabim ç’evê te derxim, wekî zanibî dinyaêda çi heye, — ewî ahil gotê û xwe dirêjî kêlendîê kir. Çend lawika dadane girtin. Qorixçî jî şivdar destê xweda xweş kir, xwe dirêj kirê. Lê lawika ew jî girtin, nehîştin. Her yek alîkîda birin û nehîştin têkin şer. Çend lawika qorixçî birin, verêkirin. Lawikê mayîn jî ewê ahil girtin hetanî wana qorixçî birin ji wan dûrxistin. Paşê cîê xweda rûniştin, cix’arê xwe vêxistin û kişandin.

          Wê rojê kêfa gişka tunebû. Wextê nanê nîvro hat, Qasim îdî tev hevala nexwar, tenê rûnişt, nanê xwe da ber xwe. Hevala kir-nekir neçû tevî wan nexwar.

          Wexta kêlendîkêş diketine hone, hertim Qasim dida pêşya gişka. Lê wê rojê ewî dida pey gişka. Tê bêjî milê wî sist bûbûn. Dida pey wan, hêdî-hêdî didrût û pêşda dilivya. Carna usa diqewimî, wekî lawik derdiketin serê hone, lê ew hela negihîştibû ortê. Gişka texmîn dikir, wekî ew berxwe dikeve û kesek nedida rû, wekî çira derengî dikeve. Ewî ji kirina kurê birê şerm dikir. Eva îdî carek nîbû, wekî ewî bêmerîfetya xwe dida kivşê. Eva yeka gelekî Qasim keder dihat û dekete nava xem-xiyala, lema jî tê dernedixist, wekî ji kêlendîkêşa şûnda dimîne. Ne tevî xeberdan, ne jî tevî laqirdîê wan dibû, serê wî berda difikirî. Wexta firavîna xwe xwarin, dîsa Qasim tevî hevala nebû. Tenê rûnişt, sê hêk spî kir, nava nanê loşda pêç’a, kire hoç’ û girte xwe. Nan jî pakî berda nediçû. Difikirî-nedifikirî, rê ji rya dernedixist. Kambax dile, bona xatirê birê nikaribû pirsa rast bide destê kurê birê. Nede rû jî nikare. Ewî ew nava der-cînarada kirye oyîn-sosret. Şerê îro jî dîsa rûê wîda bû. “Bê tu çira babax bûyî, Xwedê xwe nas nakî? Em çawa bikin, wekî te çûye hevekî xwendye, tu gotî pifî ezmanakî? Duh te ser texte usa kir, îro te ha kir. Pozê xwe bilind kirye, qe pakî mera jî xeber nadî. Xwedê tu qebûl nekî, min xirab kir, wekî nanê devê xwe û nefera birî, kire devê te bona tu bixûnî û nernerê ha bikî, erê? Bona xatirê malxirab nîbûya, minê usa bikira, wekî te heta-hetayê bîr nekira. Lê ez çi bikim? Qolanê milê min şkestine, kambax dile, ne kevire, nikare wê yekê bike. Nha zû bicemya biçûya, tiştê dha mezin nekira… Te hew nihêrî tiştekî usa kir, wekî heta-hetayê em kirne goştê ber dirana…” Qasim ha dilê xweda difikirî, xwera xeber dida û pêra jî texmîn dikir, wekî şîret nikarin wî rast bikin. “Yekîk hetanî nha aqilê xwe negirtibe, teze nagre. Tê kivşê, wextêda min jî guh nedaye ser, berra berdaye, çawa lazime şîret nekirye, hînî gilî-gotina, telîm-tora nekirye. Eva jî kêmasya mine: gunekarya min jî heye. Min digo bira her mezinbe, ûrta bavê min şînbe, wekî dinê cenimêda. Ez jî ne rast bûm, min gelek rû dabûyê, dilê wî çi dixwest, min usa jî dikir… Kambaxbe, lê minê çawa bikira, rabûya bikuta? Destê min nediçûyê, bona xatirê malxirab min ew ezîz mezinkir, lema jî gihîştime vê rojê…”. Qasim nava van fikir-mitalada bû, gava dengek lê tesele bû:

          — Ne derenge, em diçin, tu çira naêyî?

          Teze Qasim dît, wekî lawika kêlendîê xwe dane ser milê xwe, ketine rêzê û berbi gund diçin. Qasim derkete serê hone, kêlendî danî ser milê xwe, çû parzûn, çakûç sindyan hilda, da pey lawika û berê xwe da gund. Hetanî gihîşte cî, fikirî û kutasîê hate ser wê qirarê, wekî derheqa kirina wîye îroda tu tiştekî jêra nebêje.

          Qasim hate malê, kêlendya xwe ber arîkê sivderêra kir, çû hundur xênî. Memêyî ne li mal bû, dîsa çûbû çolê, hela nehatibû. Jinê xwest şîvê jêra bîne, lê nehîşt, go bira Memê bê emê tev bixun.

          — Tu çira îro usayî mirûzkirî, qe kêfa te tune? – jinê jê pirsî.

          Caba jinê neda, dha rast wê çi caba wê bida.

          — Qe xwe nagrî caba merya jî bidî, — jinê bi xeyd gotê û dêrîva derket, çû.

          Xêlekê şûnda Memê hat.

          — Êvarxêra te, apo.

          — Ser ç’evê minra hatî, — Qasim bi teqleke usa got, wekî xwest bide femkirinê gotî çawa silava merya vegrin. Lê Memê ew yek texmîn nekir, çimkî cûrê silavgirtinêyî usa gelekî dûrî femdarya wî bû.

          — Kêfa te çira tune, apo? – Memê jê pirsî.

          — Kêfa min çi hebe, — devê xwe tijî kir her tiştî bêje, lê kete bîrê, wekî Memêyî mêvane, wê sibê-dusibe lêde here, nexwest kêfa wîkeve.

          Memê texmîn kir, wekî tiştek bin zimanê apêda heye, lê turuş nekir bipirse. Herdua jî xwe ker kirin. Merîê xerîb bihatana hundur, wê hew zanibûna, wekî du merîê nenasin pêşberî hev rûniştine.

          Jina Qasim hate hundur, gava dît, wekî Memê jî hatye, derket çû kox. Çend deqe şûnda ewê şîv anî, da ber wana û dîsa çû suxul-emelê xweva mijûlbe.

          Herdua kere-ker şîva xwe xwarin, kuta kirin. Qasim cix’ara xwe vêxist. Carê mayîn, wexta kêfa wî cîbû, hertim pey nanxwarinêra digot:

          — Kê cefa kişand?

          — Yê nan xwar, cix’are nekişand.

          Vê carê ew yek negot û dû da cix’ara xwe. Memê jî rojnema rojê dêstda bû, lêdinihêrî. Nişkêva, tê bêjî yekî niç’andê, serê xwe bilind kir, apê nihêrî û gotê:

          — Apo, ez dixwazim sibê herim.

          — Erê? – tê bêjî Qasim hîvya wî gilîê wî bû, — diçî, tera ox’irbe.

          Dîsa herdua xwe ker kirin, dilê herduada gele tişt disêwirî, lê nedidane der. Qasim dixwest her tişt jêra bêje, bide şermê, lê qêmîşî wî nedikir, nedixwest dilê wî keve. Memê dixwest menya vê guhastinê jê pirs bike, duva tê bêjî apê wî çûye, yekî mayîn hatye dewsê. Berê qurban, heyran bû, lê-lêbû xwe têke xwelya bin pîê wî.  Lê duhva qe pakî jêra xeber nade, bi ç’evekî xeydî lê dinihêre, hema usa dikeve nava mitala. Ev çi bûye, çi qewimye? Çira gotî ap ewqasî dilsar berbirî wîbe? Pirsê ha tabetî nedidane Memê, lê ewî jî xwe ker dikir. Zanibû tiştek dilê apêda heye û ap jê vedişêre, dha rast dixwaze jê veşêre. Û Memê dilê xweda qirar kir derheqa wê yekêda jê nepirse. “Wekî rê têra nabîne minra bêje, ez çira gotî jê  pirs bikim”, — Memê fikra xweda got, rabû derkete derva. Qasim jî rabû şuxul-emelê xweva mijûl bû. Wexta êvarê gişk top bûn, Qasim hilda gote jinê:

          — Qîzê, Memê sibê here, rabe karê wî bike.

          — Qe tişt nelazime, — Memê bi cûrê xeyd gotê.

          Qasim nîşan neda, wekî xeyda wî texmîn dike, bi hemdî xwe gotê:

          — Lê xwe tu destvala ji malê naçî?

          Memê îdî dengê xwe nekir. Jina Qasim rabû karê Memê kir.

          — Memê, lao, ez pirsekêda jî deyndarê teme. Kengê ez bin wê pirsê derketim, wê şûnda îdî tu û şîrê te. Dixwazî min apê xwe hesabke, naxwazî jî qe hesab neke.

          Memê îdî xwe zevt nekir, gote apêra:

          — Apo, tu çira wî cûreyî minra xeber didî?

          Qasim dengê xwe nekir, nedixwest çi ku dilê wîda top bûye, gişkî bide der.

          — Erê, lao, bona xatirê malxirab ez hela deyndarê teme, — Qasim gotina xweye pêşîê ducar kir.

          — Tu deyndarê min çiyî? – Memê jê pirsî.

          — Ez deyndarê zewaca teme. Îdî şikir wextê teyî zewacêye. Kîjan qîza te begem kir, bêje apê xwe, apê teê tera bixwaze. Silametî ez wê pirsê jî bînim sêrî, te serîkim, deweta te bi destê xwe bikim, wê şûnda îdî tu zanî.

          — Apo, çi wextê min û zewacêye, — Memê gote apêra.

          — Na, lao, îdî wextê teye. Şikir te xwendina xwe anye sêrî, tenê dimîne zewaca te. Ç’evê xwe rind bigerîne, qîzeke esilzade bibîne, apê xwera bêje, îdî karê te şuxula neketye, — Qasim bi eşq gotê, tê bêjî dilmayîna xwe bîr kiribû, Memê dinihêrî, dilê wî şa dibû. – Ez tera bêjim zûda ber derê me def lêneketye. Bira Xwedê wê rojê bîne, apê teê deweteke usa kurê birê xwera bike, wekî xelq tilya bike guhê xwe.

          Pirsa deweta Memê eşqeke zor kiribû dilê Qasim û bi wê şabûnê jî rabû kete nava cya, raza.

          Sibê bi eşq û şa Memê verêkire şeher.

           

          * * *

           

          Raste, Qasim kurê birêra gotibû, wekî qîzekê bibîne, lê ewî jî ç’evê xwe digerand, qîz raç’ev dikirin, pey eslê wan diket. Çend qîzê baş dîtibûn, him eslê wan esil bû, bejn-bal, bedew bûn, him jî xwendî bûn, xût hinkûfî Memê bûn. Lê Qasim îzn nedida xwe bêy begemkirina Memê here destê wana yekê Memêra bigre.

          Ew çend meh bûn Memê çûbû şeher û deng-hisê wî tunebû. Rojekê jî Qasim hilda gote jinê:

          — Evda Xwedê, ca karê min bike, ez herim serîkî bidme Memê, çika qe halê wî çye.

          Lê fikra wîda hebû here pêbihese, çika Memê xwera qîz dîtye yanê na. Wexta nedîtibe, wê derheqa wan qîzê dîtîda jêra bêje. Aqilê wî kîjanê birî, wê bê wê jî jêra nîşanke.

          Rojtira mayîn jinê karê wî kir, çi lazim bû jêra danî û Qasim berê xwe da şeher, ser Memêda çû.

          Memê ne mal bû, çûbû ser xebatê. Qasim hûrmûr danî malê, çû nava şeher gerya hetanî berêvarê. Wexta vegerya malê, Memê îdî hatibû. Qasim çawa lazim bû xoş-bêş da Memê, kêf-halê wî pirsî, lê Memê her tenê jê pirsî:

          — Tu çawanî?

          Pirsa jin û zarê Qasim nekir. Eva yeka lê keder hat, lê dengê xwe nekir.

          — Ev otaxa teye? – Qasim jê pirsî.

          — Na, min kirê kirye, — Memê gotê.

          — Lê tê kengê otaxê bistînî?

          — Soz dane, lê wê çend sala bikişîne.

          — Ê, tê çend sala ha kirê bimînî?

          — Lê kirê nemînim, çawa bikim?

          — “Çawa bikim” kîjane? Çira gundda mal-halê te, otaxa te tune, wekî bihatayî wêderê, bixebityayî?

          — Ez naêm gund naxebitim, ez nazwazim.

          — Çira? Gund çi xirabe? Tu navînî, ne gundê berêye, Xwedê şênke, nha şikir gundda çi bêjî heye. Çira ewê gundda dimînin û dixebitin kêmaqilin, yanê tu ser wanaranî?

          — Dilê min gund naxweze, — Memê kese birî.

          — Ew şuxulê teye, ez zorê te nakim, her tenê heyfa min tê xanmanê me wêderê vike-valaye, tu jî hatî vêderê kirê dimînî.

          — Minra usa dest dide.

          Qasim zûr bû ç’evê Memê nihêrî, xwest deqa wîda bide, lê dîsa qemîş nekir. Herdua jî xwe ker kirin.

          — Te qe qîz dîtine? – xêlekê şûnda Qasim jê pirsî.

          — Qîzê çi? – Memê sûclî bû.

          — Çawa “qîzê çi”? Ne wextê te û zewacêye, tu gerekê xwera qîzekê bibînî yanê na?

          — Fikra usa serê minra derbaz nebûye.

          — De, wekî nefikirîyî, min çend qîzê baş dîtine, aqilê te kîjanê bibire, emê herin tera bixwezin.

          Memê dengê xwe nekir. Apê tirê ew hîvya gotina wîye. Û Qasim navê qîza, eslê wan da rêzê, got, wekî çiqasî pîr-pêşene, bedewin. Bîr nekir derheqa xwendina wanda jî gotê.

          — Şikir qusûra te tune. Apê te here ber derê kîjan malê wê qîzê nedine te? – Qasim got, smêlê xwe bada. Wexta gilî dihat ser zewaca Memê, bêhemdî Qasim şabûn dikete dilda. Ew motacê şaya kurê birê bû.

          — Ez naxwazim nha bizewicim, — Memê gotê.

          — Lê xwe nezewicî namînî? – Qasim bi cûrê pirskirinê gotê. – Ji riknata mala bavê min her tenê tu mayî. Ez gerekê zûtirekê şaya te bi destê xwe bikim, wekî dilê min rehetbe. Bîr neke, cimeta me dibêje: “Kurê zû zewicandî, zevya zû çandî, zor ji Xwedê stendî”. Na, lao, wextê te û zewacêye. Şikir hela ezê serxweme, destê meda jî heye, deweteke rind birazîê xwera bikim, wê şûnda îdî tu zanî.

          — Na, vê gavê zewac hela minra dest nade, — Memê gotê.

          — Hela minra bêje çira? – Qasim ç’evê xwe kutane ç’evê wî û jê pirsî.

          — Ne mala mine, ne halê mine, ne kvartîra mine, ezê qîza xelqê bînim ser çi?

          — Çira mal-halê min ne mal-halê tene? – Qasim bi xeyd jê pirsî.

          — Apo, nexeyde, tu gundda dimînî, ew mal-halê teye, — Memê bi dengekî nerm gotê. – Min tera got, ez naême gund. Şeherda dimînim û dixebitim, dêmek, lazime, wekî ez kvartîraê bistînim, heve tişt-mişt bidme ser hev, paşê jinê bînim yanê na?

          — Dêmek tu mala me mala xwe hesab nakî, erê? Bi fikra te usa dertê em xwera, tu xwera?

          — Na, apo, ez usa navêjim. Gotina min her tenê ewe, wekî ez gotî şeherda binge bibim, paşê gunê qîza xelqê têkme stûê xwe.

          — Ê, tu xwexwa divêjî hetanî çend sala wê otaxê nedne te. Xwe tu hetanî wî çaxî nezewicî namînî?

          — Lê ez çi bikim. Wekî pere destê minda hebûna, minê xwe koopêratîvê binivîsya, wî çaxî gilîê cûrekî mayîn bûya.

          — Koopêratîv çye? – Qasom ev xeber temiz got.

          Û Memê jêra şirovekir, wekî koopêratîv çye. Şabûn kete dilê Qasim, ç’evê wî ç’ûrisîn, bengzê wî xweş bû, bi eşq gote Memê:

          — Apê te nemirye, şikir destê meda jî heye. Here xwe du otaxa binivîse, qe mineta pera nekişîne. Apê teê pera bide te.

          — Na, apo, tu desttengî, ez zanim ewqas perê te tunene.

          — Tu xweşbî, ez çira desttengim? Saya serê te şikir malê me heye, ezê bifroşim pera tera bişînim. Tu qet minetê mekişîne, apê te nemirye, wekî tu rabî rûê tunebûna otaxada dereng bizewicî, ûrta mala bavê min biqelînî. Tu her tenê moletê bide apê xwe hetanî payîzê, mal kok dibe.

          — Ancax jî hetanî payîzê ez karibim kax’eza bidme rastkirinê. Qe zanî çiqas kax’ez lazimin?

          — Ya kax’ez îdî karê min pê neketye, ew karê teye, lê ya pera ez dîsa dibêjim qe minetê mekişîne, hetanî sala teze apê teê çiqas lazimbe tera bigihîne.

          Xwarin malda tunebû. Herdu rabûn ji mal derketin, çûn xwerinxanê. Nanê xwe xwarin, Qasim nehîşt Memê heqê xwarinê bide, xwexwa da. Hetanî êvarê dereng nava şeher geryan, paşê vegeryane malê. Tenê kerevatek bû. Memê kir-nekir Qasim ser kerevatê raneza. Qêmîşî kurê birê nekir. “Bira ew ser kerevatê razê. Sibê wê here ser xebatê, ser kax’ezda binihêre, bira rehet razê”, — dilê xweda fikirî. Memê cîê wî ser pola danî û herdu ketine nava cya. Xewa wan nedihat, nava cyada xwera êpêceyî xeberdan.

          — Memê, lao, lê tu minra çi dibêjî? – apê jê pirsî.

          — Çira çi bûye, apo? – Memê bi pirsê caba pirsa wî da.

          — Eva çend care Filîtê cînarê me tê dewa keç’ika mine mezin dike, — Qasim gotê, destê xwe ji bin lihêfê derxist, cix’ara xwe gerya. Dît, cix’arek derxist, kire serê miştikê, nava cyada kişand. – Gotina te çye, em çawa bikin?

          — Apo, ez çi bêjim, çawa aqilê te dibire, usa jî bike, — Memê bi cûrekî usa got, te tirê gilî ne ku derheqa yazya qîzapa wîdane, lê derheqa tiştekî lapî bêkêrdane. Qasim ev cûrê gotina wî texmîn kir, lê dîsa hilneda ser hesab.

          — Çawa “çi bêjî”? Ne tu jî neferê malêyî, dewsa bavê xweyî. Ez nha te dişêwirim, em çawa bikin, bidne yanê nednê.

          Bû ç’irîna kerevatê, Memê vegerya ser kêleka dinê, pişta xwe apêda kir û dengê xwe nekir.

          — Hi, Memê, lê tu çi dibêjî, gotina te çye? – wexta Qasim dît Memê xwe ker dike, careke mayîn pirsî. Dîsa Memê dengê xwe nekir.

          — Memê?

          — Çye, apo?

          — Tu radizêyî?

          — Erê, apo, ji xewa ancax ç’evê min ji hev radivin.

          — De pak, razê, — Qasim gotê, cix’ara xwe kozîdangêda temirand, lihêf kişande ser serê xwe û xwest razê. Lê xew nekete ç’eva. Bona wê bêxemya Memê berxwe diket. Dilê wî dêşya, wekî çiqas diçe Memê ewqas bi xûn-xeysetê xweva ji wî û mala wî dûr dikeve. Eva yeka rind texmîn dikir, lê kambax kurê birê bû, çawa wî digot, ûrta mala bavê wî bû û ewî nikaribû carekêra tewqê xwe jê bibire. Mînanî kurê xwe xweykiribû, wê çawa rabûya her tişt têkira bin pîê xwe û jêra bigota: “Qurba, virhada tu xwera, ez xwera”. Xênji wê, Qasim usa jî derheqa axirya xweda difikirî. Kurê wî tunebûn û ewî tirê wexta mezinbe, Memê wê jêra kurtîê bike. Lema jî ewî nikaribû gilîê tam bida destê Memê. “Tişt nake, mezinbe, hişê wî bê sêrî, wê zanibe çi çye”, — ewî dildimî dida ber dilê xwe û bi wê gumanê jî dijît.

          Memê qestîka got, wekî xewa wî tê. Wê şevê xew nedikete ç’evê wî jî. Gotina apê derheqa mêrkirina qîza wîda bona Memê qe kapêkekî jî nehêja bû. “Cenimêda, dixwazin-naxwazin! Çî minrane, dixwezî bide, naxwazî nede, ew şuxulê min nîne”, — Memê dilê xweda digot û her tenê dixwest xwe xewarî dayne, apê xwe bide kerkirinê bona derheqa wan pirsada bifikire, ku tabetî nedidanê. Lê pirsê usa gelek bûn: çawa bike, wekî xwe ber serkarîê hê xweş bike, gelo wê karibe kax’ezê lazim bigihîne hev û xwe koopêratîvê binivîse… Fikra wî ji pirsekê difirî berbi pirseke mayîn. Nikaribû çawa lazime ser pirsekêda kûr-dûr bifikire. Lema jî gele cara qirarê nivîşkan derdixist û ewana emirda nedihatne qedandinê. Hela pirsek safî nedikir, derbazî yeke mayîn dibû û usa diqewimî, wekî herdu jî nedanînine sêrî. Bêxem mezin bûbû, rû stendibû, xênji xwe û kara xwe tu tiştekî mayîn ber ç’eva nedihat. Goveka hewaskarîêd wî “ezê” wî bû û hemû tiştê mayîn gotî dora wî bigerya û teslîmî wî bûya. Derd û xemê merîê mayîn bona wî qe çopekî jî nehêja bûn. Ew çi pirsê, ku kara wîra nedihatine girêdanê, bona wî tunebûn û ewî nikaribû guh bida wan, hizdikî ew pirs bext-miraz, yazî û paşwextya merîê wîye lape nêzîkra jî girêdayî bûna. A lema jî vê êvarê ewî nexwest guh bide apê xwe û fikrê xwe bêje. Fikra wî jî nikaribû hebûya, çimkî pirsê usa qe ber serê wîra derbaz nedibûn.

          Rojtira mayîn Qasim xatirê xwe jê xwest û çû gund. Memê pey şuxulê xwe gerya, kax’ez hazir kirin, wekî xwe koopêratîvê binivîse.

 

1  2  3

 

 

BÊŞÊKIR — 1

 

 

          BÊŞÊKIR

 

 

          Memê êtîm mabû. Bavê wî çûbû eskerîê, venegerya bû, dya wî çûbû rehmetê. Apê wî Qasim anîbû cem xwe, xweyî dikir. Memê taê-tenê bû û Qasim bona xatirê birê xweyî rehmetî ew çawa ronaya ç’evê xwe xweyî dikir.

          Salêd çetin bûn, teze şer kuta bûbû. Halê mala Qasim jî ne tu hal bû, ancax ebûra xwe dikir. Wî halê giranda jî tirsa Qasim jinê newêrbû Memêra gilîkî tel bigota:

          — Ûrta birê mine, — Qasim digotê, — parîê xweş bide wî. Hetanî apê wî saxbe, gotî nehêle ew telî-tengasîê bibîne.

          Kurê wê tunebûn, çend qîzê wî hebûn. Guh nedida qîza, timê digot:

          — Ew ware xelqêne, riknata bavê min Memêye.

          Gilîê wî jinê xweş nedihat, xweda dişewitî, lê dengê xwe nedikir.

          Pere biketana dêst berê ewlin Memêra kincê teze dikirîn. Çarixê linga Qasim bi xwe hasil dikir û usa bedew didrût, wekî merya cote solra nediguhêrî. Çiqasî Memê neheqî qîzê wî bikra, hesab yek bû, Qasim qîzê xwe gunekar dikir û dikuta. Qêmîşya kurê birê nedikir, ç’evê wî tiştekîda nedihîşt.

          — Ez kor bim, bavê wî tune, bira êtîmîê texmîn neke, — digot, hizingeke kûr radihîşt.

           

          * * *

           

          Memê mezin bû, çû mektebê. Qasim çi lazim bû jêra kirî, cote solê teze kire linga (ew solê pêşin bûn, ku hatibûn mala wan), destê wî girt, bire mektebê.

          Raste, gundî biç’ûk bû û Memê mal bi mal nas dikir, lê wexta Qasimî gundda bûya, hela berî kutabûna dersa diçû ber derê mektebê disekinî, hetanî ders kuta dibûn, bi destekî çeltê Meme digirt, bi destê mayîn destê wî digirt, danî malê. Jinê nan-xwarina Memê didaê, lê Qasim pêşber rûdinişt û bi hisret lê dinihêrî.

          Hetanî koma pênca hal-hewalê Qasim û Memê ha bû. Memê carna digote apê:

          — Apo, çira ez nikarim bême malê, wekî tu têy pey min?

          — Ap qurbana tebe, dil-dînê min ber hev nadin, — Qasim digotê. – Çira şerme, wekî apê te tê pey te?

          — Şerme, lê çye. Heval minra dibêjin çira tê undabî, wekî apê te tê pey te?

          — De pak, wekî tu şerm dikî, ezê virhada neême pey te, — ber xweda serda zêde dikir. — Ez qurbana sêrîme, şikir îdî tame.

          Qasim bi xwe nexwendî bû, lê rind qedrê xwendinê digirt. Hertim ji dersdara dipirsî, wekî Memê çawa hîn dibe. Dersdara gazinê xwe nedikir. Lê qîma Qasim ji vê yekê nedihat, carna lêdida diçû mektebê, îzn ji dersdar distend, dersxana Memêda rûdinişt û hîvî ji dersdar dikir, wekî ber wî dersê ji Memê bipirse, dixweze zanibe, çika dersê xwe rind hîn dibe yanê na. Pêşîê Memê ji vê yekê şerm dikir, pakî caba xwe nedida. Dersdara jî xweş nedihat, wekî Qasim usa dike. Lê paşê him dersdar, him jî Memê hînî hatine wî bûn.

          Êvar-êvar Memê kêleka xwe dida rûniştandinê, lemp dadanî ser textê nanpetinê, wekî rind bike ronkayî, digote Memê ji kitêbê xweye dersa jêra tiştekî bixûne. Memê hetanî dereng jêra dixwend. Qasim bi hewas guh dida xwendina Memê.

          Nedihîşt Memê malda destê xwe bide tiştekî, xebatekê bike.

          — Tu dersê xwe hînbe, bese, — ewî digotê.

          Çend pezê wan hebûn. Sibê zû ewî yanê jinê pez, berx berdidan, lê Qasim qêmîşî Memê nedikir, wekî ji xewê rake.

          — Zare, bira razê, têr xewa xwe bistîne, — apê digot û nedihîşt, wekî jin deyli Memêke. Nîvro, êvarê, wexta berx, pez dihatin, qîzê wî diçûne pêşîê danîn. Memê haj birin, anîna pêz, berxa nîbû. Bahara û havîna, wexta dersê wî kuta dibûn, ew û hevalava sibê hetanî êvarê nedihatne mal-avaya. Her wî çaxî mal dikete bîra wan, wexta birçî dibûn. Dihatin, nanê xwe dixwarin, careke mayîn diçûn, hetanî terî dikete erdê, paşê vedigeryan.

          Êmîşek, ku bihata gund, hizdikî deynkira jî, Qasim dikirî, ç’evê Memê têda nedihîşt. Carna dizîkava para xwe jî dida kurê birê.

          — Ap gotî ha bin, — gundya derheqa Qasimda digotin. – Eferim eslê wîra, kurê birê usa xweyî dike, wekî bavê wî jî ser sêrî bûya, wê usa xweyî nekira.

           

          * * *

           

          Memê xwera bêxem mezin dibû. (Apê qe dihîşt, wekî xem bikevne dilê wî?). Raste, car-cara, wexta Qasimî ne wandera bûya, jinapê mede-mirûzê xwe nîşanî wî dida, û ev yek lê keder dihat, lez dêrîva derdiket, diçû nava hevala û ew yek zû bîr dikir. Derheqa wê yekêda apêra nedigot, çimkî zanibû wexta bêje, apê ese jina xwe bikute û dilsarîê bikeve malê. Jinapê jî wî çaxî mede-mirûzê xwe dikirin, wexta Memê neheqî qîzê wê dikir. Qîzê belengaz newer bûn ber xeberdana. Memê ser tiştekî netê ew dikutan.

           

          * * *

           

                   Sal hatin, derbaz bûn. Memê mekteba navîn kuta kir. Qasim seheteke ser desta kirî, anî pêşkêş daê.

          — Lao, eva jî pêşkêşa kutakirina mekteba te, — got, sehet ser zenda wî girêda, çû rûya. — Here dîsa bixûne, qe minetê nekişîne, apê te ne mirye, ezê lihêfa ser ç’evê xwe jî bifroşim, lê nahêlim tu bikevî tengasîê. Ûrta bavê min tu mayî, ez ku bona te nekim, lê ezê îdî bona kê bikim? Nevî ezê bona vana bikim, — ewî destê xwe dirêjî qîza dikir, ku dûr sekinî bûn û seheta ser destê Memê dinihêrîn, — wekî wê sivê-dusve herin malê xelqê û tûra wan zêdekin. Lao, ew ware xelqêne. Lê tûra bavê min tê zêde bikî, tuyî riknata bavê min.

          Jinê avrûke tûj daê, qîza nihêrî, dît, wekî wana serê xwe kirine ber xwe, xwe qincilandine ser hev, bûne mînanî pepûka, lez dêrîva derket, çû. Qîza jî dane pey dê.

          — Apo, tu çira dilê keç’ika duqusînî? – Memê bi cûrê pirsê gotê.

          — Xwedê jî dilê min qusandye, — Qasim gotê. – Mala min şewitî, bavê te cahil-cahil serê xwe danî ax-berê sar, zureteke kurîn pey min neket. Lê eva yeka Xwedê xweş tê?

          — Ê, keç’ik çi gunekarin.

          Qasim caba wî neda. Ewî jî zanibû, wekî gunekarya qîzê wî tune, lê ji e’aca dilê xwe digot. Dixwest bi wê yekê belkî hevekî perç’a dilê wî dayne.

          Çiqas Qasim guh nedida ser qîza, lê dilê wan ser bavê dha gelekî dişewitî. Wexta bav bêkêf dibû, qîz ji cî-nivînê wî dûr nediketin, her tişt dikirin, wekî bav zû rabe ser pya. Eva kirina wan jî ber ç’evê Qasim nedihat. Mêla wî her tenê ser kurê birê bû, çawa dibêjin, ruhê wî wêderê bû, kêderê Memê lingê xwe dadanî.

          Evê kirina Qasim Memê xirab hîn kiribû. Ew usa hatibû bawerkirinê, wekî ap çi dike borcdare hema usa jî bike. Cûrekî mayîn texmîn nedikir. Apê gelekî rû dabyê. Û çawa dilê Memê dixwest, usa jî dikir.

          Memê nedixwest îdî here hînbe. Lê Qasim zorê ew şand. Çend pezê wî hebûn, dudu firotin, pere kirne cêvê û şande şeher ser xwendinê.

          Mehekê şûnda Memê vegerya û ç’evronayî da apê, wekî înstîtûtêda hatye qebûlkirinê.

          — Tu hînbe, — ewî gote Memê, — qe şayşa nekişîne, apê te nemirye, çi ji destê min tê, ezê komekê bidme te.

          Memê çend roja malda ma. Jinapê kincê wî şûştin, karê wî kir. Pere îdî malda tunebûn, ap nava gund ket, pere deyn kir û anî da Memê.

          Roja çûyînê Qasim jêra hat hetanî serê rê, çû rûê wî û verêkir. Avtobûs êpêceyî dûrketibû, lê Qasim hela cîê xweda sekinîbû. Çend hêsir jorda hatin, ketne nava smêlê wî. Destmal ji cêva xwe derxist, hêsirê xwe temiz kir.

          — De bira nha bav hebûya, ser sêrî bûya, çira wê dinyaê xirab bûya? – ewî berxweda got û bi gavê sist, hêdî-hêdî vegerya gund. Mehê carekê ser kurê birêda diçû. Jinê pêşîêda karê wî dikir: bolme hewle çêdikir, çend kate lêdida, penêrê rûnegirtî ji nava eyarê toraqê derdixist, dikire nava nanê loş, dipêç’a dadanî, eger gundda goşt bîterbûya, çend zex’me dikeland. Ev gişk dikir hundurê çemedanekî mezin, Qasim hildanî û berê xwe dida şeher. Wexta sur û serma nêzîk dibû, Qasim usa jî jêra gorê rîs, lepik û lihêfeke germ dibir, wekî bavêje ser xwe, serma neke. Çawa digihîşte şeher, diçû cîê, ku Memê lê dima, didît, hûrmûrê wî didaê, kêlekê rûdinişt, têr jêra xeber dida, êvarê dereng radibû, diçû mala dosta. Tu wexta nedihîşt, wekî Memê bê wî verêke.

          — Tu dersê xwe derengî nekeve, ya min kul min naê, ezê herim bigihîjme cî, — digot, diçû rûê kurê birê, destê xwe dikire destê hevalê wî, xatirê xwe ji wan dixwest. Memê hetanî ber dêrî ew verêdikir, vedigerya paşda dihat, naz-nemetê apê anî dadanî ser texte, ewî û hevalava dixwarin.

          — Heyran, ya min bavê min jî heye, lê ew bona min wê yekê nake, çi ku apê Memê bona wî dike, — Xaçîkê hevalê wî digot.

          — Gelo tê karibî bin deynê wî derêyî? – yekî mayîn ji Memê dipirsî û hîvya gotina wî nedima, bi xwe jî cab dida: — Bi texmîna min, çawa merî nikare bin borcê dê-bava derê, usa jî Memê nikare bin borcê apê xwe derê. Ew ne ape, ji bavê jî çêtire.

          Memê wana dinihêrî, vedibeşirî û dengê xwe nedikir.

          Salê xwendkarîê mînanî gûza jimar derbaz bûn. Pişta Memê apêda germ bû û qe nizanibû ew çawa derbaz bûn. Dîploma xwendina bilind cêvêda ew vegerya malê. Lingê Qasim ji şabûna erd nedigirt. Tê bêjî cahil bûbû, ken li ser lêva kêm nedibû. Wexta ew herdu tenê man, Qasim jê pirsî:

          — Memê, lao, te xwendina xwe kuta kir, tê nha çi xebatê bikî? Tê bêy gund bixebitî yanê tu cîkî mayînda şandine?

          — Apo, ez şeherda ser xebatê kivş kirime, — Memê gotê. – Çend rojê dinê şûnda ez gotî îdî ser xebatê bim. Ez hatime, wekî xatirê xwe ji we bixwezim.

          — Bira Xwedê ox’ira terabe, — Qasim bê dilê xwe got. – Min tirê paşî kutakirina xwendinê tê bêy gundda bixebitî…

          — Na, apo, minra hurmeteke mezin kirine, wekî şeherda ser xebatê kivş kirine. Hevalê min her yek şandine cîkî.

          Apê tiştek negot, cix’ara xwe vêxist. Ewî texmîn dikir, wekî çi gumana danîbû ser Memê, naê sêrî. Dilê wî êşya… Herdu tevayî derketine derva. Xatya Memê wêda bi devken berbi wan hat.

          — Ez qurbana kurê xweme, şikir vê gavêra, te xwendina xwe temam kir, — got û çû rûê kurê xûşkê. Memê dizîkava cîê paçkirina wê bi destmalê temiz kir, mirûzê xwe kir, caba xatîê neda. Apê ev yek texmîn kir. Kirina kurê birê lê xweş nehat. Lê dengê xwe nekir.

          — Qasim, ç’evê me jî ronî, ç’evê te jî ronî, şikir Memê min bi rûkî-rûspîtî ser meda vegerya, — ewê gote Qasim.

          — Xwedê ç’evronayê bide te, — Qasim got. – Erê, welle, şikir vê gavêra.

          Xatîê hevekî jî jêra xeberda. Lê Memê serê poz caba wê dida. Xatîê jî ev yek texmîn kir û bi dilmayî îdî neçû mala wan, vegerya berbi mala xwe çû. Paşî çûyîna xatîê Memê gazî qîza apêye biç’ûk kir, gotê, wekî avê bîne ser ç’evê xwe bişo.

          — Ne eva lezeke te ser ç’evê xwe şûşt, — apê gotê.

          — Ezî medepîsim, — Memê gotê. – Ewê hat sûrtê min paç kir, medê min levket.

          Bû niç’e-niç’a Qasim, serê xwe hejand, ber xweda tiştek got, lê Memê nebihîst. Terkek li şûşa dilê wî ket, şikest.

          — Ne eferim şîrê tera, — Qasim nava emrê Memêda cara ewlin pirseke waye sar da dêst, jê dûrket, çû malê.

          Memê gotina wî bendî tiştekî hesab nekir, destê xwe dane pişt xwe, nava heyatê çû, hat. Qîzapê av anî. Memê pê sabûnê ser ç’evê xwe şûşt, pê pêjgîra qîç’ik temiz kir. Paşê destê xwe kire cêva xwe, bi du tilya destmal derxist, dirêjî keç’ikê kir û gotê:

          — Bibe here, rind bikelîne, ûtoke, paşê bide min.

          Keç’ikê destmal ji dêst girt, çû hundurê xênî. Lê Memê destê wî li piştê, nava heyatêda diçû, dihat, fîte-fîta wî bû.

          Êvarê apê gotê, wekî dixweze sibê ser bike kampanî.

          — Bi texmîna min, nelazime, — Memê usa gotê, ku te tirê gilî ne derheqa wîdane, lê derheqa yekî mayîndane. – Çawa dilê te dixwaze, usa jî bike. Ez bûma, min tu cara tiştê usa nedikir.

          — Na, lao, ezî adkirîme, — Qasim bi bawerî gotê. – Min zûda sond xwaribû, çawa te xwendina xwe kuta kir, gotî ser te têkme kampanî. Nha, şikir, ew roj hatye, wê Xwedê jî xweş neê, wekî ez nebim xweyê gilîê xwe.

          Sibetirê bire mêr ser textê Qasim rûniştibûn. Memê serê jorin bû. Qure-qutam jorda li hazira dinihêrî. Kêm xeber dida, çawa caba dueakirina hazira serê xwe dihejand yanê jî digot “zef razîme”. Ev herdu xeber usa çetin ji dêv derdiketin, te tirê bi kelbetanê wana dikişînin, derdixin.

          Kirina kurê birê qe Qasim xweş nedihat, xweda dişewitî, ji hazira şerm dikir, her tişt serra dixarand, zorê bengzê xwe xweş dikir û gele cara jî ber kurê birêva caba mêrê mezin dida:

          — Memê xulamê weye, destê we radmûse.

          Carekê jî, wexta dîsa usa got, alîê kurê birê nihêrî. Memê mirûzê xwe kir, nîşanda, wekî gotina apê wî xweş naê, serê xwe kire ber xwe. Paşî wê yekê Qasim îdî dewsa Memê caba dueakirina hazira neda.

          Qasim tas hilda û berbirî hazira bû:

          — Cimet, sê mirazê min hebûn.

          — Xwedê mîaserke, — hineka gotê.

          — Du mirazê min hatine sêrî, — paşî gotina wan Qasim xeberdana xwe pêşda bir. – Mirazê minî pêşin ew bû, wekî kurê birê xwe mezinkim, firaxim. Hûn gundî, cînarê minin, zanin, wekî min bi çi çetnayê ew meremê dilê xwe anî sêrî.

          — Xwedê seheta terabe, — gotinê. – Te Memê mînanî ronaya ç’evê xwe xweykir, mezin kir.

          — Rehme li çûyabe, bav jî ser sêrî bûya, wê usa xweyî nekira, çawa te xweykir.

          — Rehme li ruhê mirîê webe jî, — Qasim caba wan da. – Çi ku ji destê min hat, min ew kir, zêde qewata min nedigihîştê. – Hevekî xwe ker kir, tasa destê xwe nihêrî. – Mirazê minî duda xwendina Memê min bû. Şikir, hezar şikir vê gavêra, min ew jî anî sêrî û ez ber kurê birê xwe deyndar nemam. Ez her tiştekî ji Xwedê xwe dixwezim: ewqas emir bide min, hetanî ez Memê xwe bi destê xwe bizewicînim, wê şûnda ew zane. Ew jî mirazê minî sisyane.

          — Xwedê seheta terabe, Qasim, mirazê me şaya Memê bike, — hazira duea li Qasim û Memê kirin. Gişka hevra tasê xwe hildan û vexwarin eşqî bext-mirazê Memê.

          — Memê, de rabe caba xwe bide, — dolebaşî gotê.

          Memê giran-giran ji cîê xwe rabû, dengekî, duda kuxya, gewrya xwe temiz kir, kesekî nenihêrî, dîna xwe da dîwarê pêşber û got:

          — Ez gelekî ji apê xwe û maqûlê rûniştî razîme, wekî tas pêk anîn û vexwarin eşqî, bext-mirazê min. Bira bibe ser gilî-gotinêd we, — hêdî-hêdî tasa xwe vexwar, kuta kir, qe pakî caba hazira jî neda, cîê xweda rûnişt.

          Qasim serê xwe kire ber xwe. Hazira ç’evê hev nihêrîn. Xêlekê gişka xwe ker kir. Paşê bere-bere salixîê dinê hatine ortê, kêfa wan dîsa xweş bû. Lê sarbûneke mezin wêda hebû. Hetanî kêf kuta bû, bengzê Qasim xweş nebû. Dilê wî qusya bû, hazira jî texmîn kirin, wekî xeysetê Memê, kirina wî apê xweş naê, dilê xweda yazixya xwe anîn bona wî emekî, ku Qasim ser kurê birê rêtibû. Eva yeka wan jî çetin dihat, lê çi karibûn bikrana? Her tenê dilê xweda berxwe diketin.

          — Çawa tê kivşê, emekê Qasim deya çû, — wexta ser kêfê rabûn, ji hev bela bûn, cînarekî gote cînarê mayîn. – Xwedê qebûl neke, bavî ser sêrî bûya, wê usa xweynekira, çawa Qasim kir.

          — Te dinihêrî, çawa avrûne tel didane apê, çi cûreyî caba mezina dida, — yê mayîn got. – Merî ewqasî qure, kubar nabe, heyran. Teê bigota Qurqur bege, pozê xwe bilind kiribû, tu kesekîra pakî xeber nedida.

          — Bira cenima xwe xeberde. Wê çi me bike? Divêjin, “Mişk çiqas xwelîê bikole, wê ewqasî serê xweke”. Ew çiqasî pozbilindîê bike, wê ewqasî xwera xirabîê bike. Her tenê yazixa min emekê Qasim tê, ez ber çerçerandin û zêrandina wî dikevim. De tu zanî Qasim çi zelûlî, belengazî dît hetanî mezin kir. Nha jî divêjin gotye, wekî wê şeherda bimîne û bixebite. Lê ç’evê Qasimê belengaz rya wî bû. Digot, zureta mine kurîn tune, şikir kurê birê min him minra biraye, him jî kure. De were paşî vê yekê îtbara xwe bîne, ewleda mezinke. Wekî riknata bavê wî radibe vî cûreyî caba êlikaya wî dide, xelqê xerîbê çi bike?

          Nava merîê mayînda jî xeberdana ha dibû. Gişk ji kirina Memê nerazîbûn, dha rast kirina Memê ne bi dilê wan bû.

          Kêfa Qasim qet tunebû, tê bêjî wê rojê tiştekî mezin unda kiribû, lê tiştek negote Memê. Jinê û qîza texmîn dikirin, wekî dilê Qasim ji tiştekî qusyaye, lê jê nepirsîn, çimkî zanibûn, wekî wê gilîkî pak nede destê wan. Sibê zû rabû, eleceka kêlendya wî şkestibû, çêkir, da ser milê xwe û çû gîhadirûnê.

          Memê teştya xwe xwar, ji malê derket, berbi mêrgê çû. Tenê çû. Nava mêrgê gerya, kulîlk çinî, bîn kir, paşê girt wêda avît, westya, ser piştê ser şînayê velezya, destê xwe xwera kire sîberk, ezmanê sayî nihêrî.

          — Sibexêra te, Memê, tu çira tenê digerî? – qorixçîê gund, ku merîkî ahil bû, serra sekinî, selam daê.

          — Sibexêra te, — Memê caba wî da, qe ji cîê xwe ranebû.

          Cabdayîna wî û kirina wî qorixçî xweş nehat, lê hat kêlekê rûnişt.

          — Qe kêfê te çine? – qorixçî kêf-halê wî pirsî. Memê qe serê xwe jî bilind nekir, caba wî da:

          — Xweşya te…

          Qorixçî hîvîê ma, wekî Memê jî wê kêf-halê wî bipirse, lê kir’în ji Memê nedihat. Hêrsa qorixçî rabû.

          — Kuro lao, silav-silava Xwedêye, tu çira pakî silava merya venagrî? – qorixçî gotê.

          — Min silava te vegirt.

          — Miletê me usa silavê venagre. Wexta dibêjin “sivexêra te”, yê din dibêje “ser ç’evara hatî”. Silavê usa vedigrin.

          — Ê, zef jî usa dibêjin, — Memê vegerya ser kêlekê qorixçî nihêrî, — ez çira gotî tera bêjim, wekî ser ç’evê minra hatî? Tu ku ser ç’evê minra bêyî, tê min korkî.

          — Ê, Xwedê îdî tu korkirî, çûyî, — qorixçî bi înk gotê. – Yekî erf-edetê xwe pêpes dike, ser miryane. Nevî te çend sala şeher xwendye, te tirê tu ji miletekî aqiltirî? Xwelîser, pêşîê me usa gotine, hetanî hatye gihîştye me. Dêmek, ewqas silsileta weke te fem nekirine? Lê çira dibêjin “Xebera xweş bahara dilane”? Hema te ku bigota “ser ç’evê minra hatî”, te tirê ezê ser ç’evê tera bihatama? Qama min, xwera hînbe, tî hêla cahilî. Dinyaêda qedir-qîmet heye, ç’ûk-mezinayî heye. Ez vî emrê mezin hatime ser tera sekinîme, lê tu qe ranabî ser xwe jî rûnanêyî, ser piştê velezyayî, qe pakî caba min jî nadî. Lê ev bû camera? Nerinde, qama min. Dive tu çend herfa zanî, lê ez dinihêrim camerî dora te tune. Riknata mala bavê teda merîê haye berzeq tunebûne, ez nizanim tu kê çûyî. Tê bêjî tu ne birazîê Qasimî. Yazix, sed yazixa emekê Qasim, ku deya çû, — qorixçî tûkire erdê, rabû, şivdara xwe da ser milê xwe, jê dûrket.

          Hela wextê qorixçî xeber dida û gilîê usaye tel Memêra digotin, evê te îdî bêhemdî xwe rabûbû, cîê xweda runiştibû û nizanbû çi caba wî bide. Paşî çûyîna qorixçî êpêceyî rûnişt, çirpîkêva mijûl bû û dilê xweda ser gotina kalê dikenya.

          — Çi cimeteke evseneye, — bilind got, hizî da xwe rabû, herçar alîê xwe nihêrî, kire fîte-fît, berê xwe da gund, rêva hey lingê xwe tûmê kulîlka dixist. Qe talaşa wî nîbû, tê bêjî ne rastî qorixçî hatye, ne jî ew ten-niç’ê wî bihîstine.

          Qorixçî çû gihîşte kêlendîkêşa. Heve gîhaê drûtî top kir, da ser kevirekî, ser runişt hetanî kêlendîkêşa hona xwe birin sêrî, kêlendîê xwe dane ser milê xwe, paşda hatin nêzîkî wî bûn, kêlendîê xwe wêda danîn, kêlekê çarmêrkî rûniştin, bîna xwe stendin. Cix’arekêşa cix’arê xwe vêxistin, hergê ne cix’arekêş jî her yek tiştekîva mijûl bû.

          — Qasim, yazixa min emekê te tê, — qorixçî nişkêva gotê. Qasim tevîhev bû, zûr bû qorixçî nihêrî û bêhemdî xwe jê pirsî:

          — Çira?

          — Ez tera bêjim çira, — qorixçî qulapeke kûr cix’arê xist, dû herdû fincê xwera berda, paşê pifkire kozya cix’arê, kozî kete ser şalê wî, bi desta ew temiz kir, paşê dûmayî da xeberdana xwe. – Memê birazîê te êtîm ma. Me gişka jî didît, wekî tu çawa xweyîtîê lê dikî, mezin dikî. Eferim tera, te xweyî kir, mezin kir, da ser xwendinê, lê te qe hînî gilî-gotina, qedirgirtinê nekir?

          Qurf kete dilê Qasim, texmîn kir Memê tiştekî netê kirye, qorixçî jî merîkî usane, wekî bavê wîve jî wê gilîê rast bide dêst. “Evê min nava vê cimetêda bike oyn-sosret”, — dilê xweda fikirî û bi tirs-tirs jê pirsî:

          — Hela bêje, çika çi bûye?

2  3

 

 

NEXŞ-NÎGARÊ HÛR

 

 

NEXŞ-NÎGARÊ HÛR

 

 

DERDÊ GIRAN

 

          Divên, şeş kurê dayîkeke kurd hebûne. Kurdistanêda destbi şerkarya azadarîê bûye. Her carekê kurekî wê dayîkê diçe tevî wê şerkarîê dibe û tê kuştinê. Gava cinyazê wan her pênc kura pey hev tînin, dayîk tu cara ser wana şînê nake, hêsira nabarîne.

          Gava kurê wêyî şeşa tê kuştinê û meytê wî tînin malê, dayîk teze şîna giran dike.

          Der-cînar jê dipirsin:

          — Çira dilê te ser wan her pênc kura nedişewitî, te şîn nedikir, her tenê ser vî kurê xwe şînê dikî, hêsira dibarînî?

          Dayîkê ha bersiv daye:

          — Ewled ewlede. Her şeş jî cegera min bûn. Min şîn nedikir, çimkî dewsa yekî yê mayîn diçû dikire şer. Ez nha şînê dikim, çimkî îdî kurê min tunene ez bişînim şerkin bona ji dagirkira azakirina welatê me. A, derdê giran eve.

 

 

MIRAZÊ DILÊ MIN

 

 

          Ez zanim rojekê bê, gava mirina bêwa wê min jî bipirse. Bira bê, jê natirsim. Ne merivê pêşinim, ne jî yê paşin. Çiqasê mînanî min çûne, hela çiqasê jî herin…

          Her tenê tirsa min ji wê tirsêye, wekî ewê wextekê usa min biqeside, gava Kurdistana mine ezîz hela aza nebûbe, ez ala wê ser avayê hukumeta wê nebînim, her sibe û êvarê bi radîoê hîmna wêye dewletê nebihêm.

          Ez ji mirinê natirsim. Her tenê ditirsim mirazê dilê xwe mîaserbûyî nebînim.

 

 

 

BÎNA BAVÊ MIN JÊ TÊ

 

 

          Dîsa li gundê me ez bûme mêvan. Sekinîme li serê çayîra rex ç’êm. Bakî hênik, bakî nerm tê û çayîr hêdî fûr dide mînanî pêlê berêye nerm. Çayîr fûr dide, çayîr fûr dide, dengê wîşînya kêlendîê ber guhê min dikeve û xemeke giran dike dilê min…

          Zanim, bavê min bi kêlendîê ew çayîr derem-derem “çap” kirye, kêlendî kişandye. Wexta germa havînê daye ser, xûdana wî niqitk-niqitk rijyaye ser xwelya wê. Û gava bona vê xwelîê, bona weten qezya giran pêşda hatye, dijminê nemerd bi nemamî êrîşî ser wetenê me kirye, bi destê westyayî kêlendî ber arîkêra kirye, tiving hildaye, çûye ber şêr. Lê niqitka xûdana wîye kutasîê ketye ser erdê vê çayîrê û jêra, me, merîê saxra, bûye qewat û qanat. Bavê min wê havînê çû ber şêr, kire şer, emrê xwe da, wekî lingê dijminî nepak vê çayîra hêşîn nekeve, ew hertim, heta-hetayê ber baê hênik, ber baê nerm mînanî pêlê berê hêdî-hêdî fûrde, meryara nazik-nazik “bikene”.

          Ez sekinîme serê vê çayîra hezar rengî, ew usa şîrin dike xuşîn, tê bêjî ez dengê wîşînya kêlendya bavê xwe dibihêm.

          Çayîr fûr dide, çayîr fûr dide… Bîna bavê min jê tê…

 

MIRINA DENGBÊJ

(Bona bîranîna Şevavê Egît)

 

          Dengbêjî nexweş bû, ketibû nava nivînê û dewsa dengê kilamê wîye berê nele-nela wî bû.

          Carna, wexta êşê hevekî sist dikir, kela dilê wî radibû, hisreta emir û heyatê ber ç’eva xweş dibû û hêdî-hêdî serî dikete kilamê “jorda” dihate xarê. Êşê ber kilamê teyax nedikir, “direvya”, dengê dengbêj hey bilind dibû, ji odê derdiket û wî welatê xerîbda bela dibû…

          Zelûlî û kel kilamêda hebûn, hewar û gazî hebûn, hizkirina emir û jîyînê hebûn… Dengbêj distra û bi temamya heyetya xweva dibû kilam û texmîn nedikir, wekî nexweşe, ew jî nexweşekî pir girane. Ç’evê xwe girtibû û distra, hew zanibû ewî ne ku nava nivînêdane, lê ser fêza oda Qeroda rûniştye, gundî û cînar odê top bûne, kewa gozel jî ber dêrî guhdarya kilama wî dike.

          Dewet û şayê kurda dihatne ber ç’eva, wî tirê teze bûk anîne peya kirine, qîz û xortê gund ber dêrî govend girtine, defçî-zurneçî çûne pey xwendya û govend bi deng digere. Dengbêj jî sergovendîêdane, distrê û cote kewê gozel lê vedigerînin…

          Kilam û xiyal gihîştibûn hev û emir ber dengbêjê nexweşda danîn.

          Lê êşa, ku ber kela dilê dengbêj revî bû, tîş-tîşî bû, dîsa qewata xwe topî ser hev kir, xwe nexweşra gîhand, niç’andê, xwe pê da hesandinê, wekî ewe heye, wekî raste, xêlekê paşda vekişyaye, lê dengbêj dîlê wêye, ji nav çencikê wêye xedar nikare derê, xilazbe. Êşê hicûm kir…

          Dengbêj zanibû, wekî dermanê dilê wî tenê kilame, her bi wê kare nexweşîê qelske. Û distra…

          Kesek li mal tunebû, odeke sike-sare, vike-vala.

          Vê carê îdî ne stran bû, lûbandin bû. Lûbandina wî ji dil bû û bi dil jî zanibû, wekî ew mêvane li vê dinyaê û qonaxa wîye kutasîê jî ev welatê xerîbî-xerîbstane, ev cî-nivînê sarin, rabûna wî îdî tune…

          Û dengbêj dilûbandê. Hisreta welat û milet dilda.

 

BONA BÎRANÎNA DARÊ

 

          Ev mêşê şîn, êv mêşê mezin ker û lale. Bîna bê naê, belgeke darê naheje. Her tişt seqirye, hetanî wîte-wîta ç’ivîka, dengê teyreda jî naê. Her tenê gava lingê xwe davêjim, dibe xişe-xişa belgêd weryaye hişkbûyî. Ez jî bêhemdî xwe disekinim. Her tişr seqirye, her tişt ker û lale mînanî wê dema şîna giran, gava nişkêva gişk xwe ker dikin, dibên Ezrayîl hatye û kerbûneke saw padşatîê dike. Ê, çi zanî, dibe vî mêşê şînda, vî mêşê mezinda dareke palûtê ser koka xweye rizî jorda hatye xwarê. Dive mêşe û teyrede bi kerbûna demekêva qedrê bîranîna wê dara palûtê digrin. Ez jî borcdarim qedrê wê şehîdê bigrim û bêhemdî xwe cîê xweda ker û lal disekinim.

          Ev mêşê şîn, ev mêşê mezin ker û lale.

 

Ç’IVÎKEKE BIÇ’ÛK

 

          Go, şêrda agir dareke şîn ketibû, dişewitî. Ç’ivîkeke biç’ûk bi nukul av danî, serda dikir û dixwest wê alavê bitemirîne.

          Gelo şerbaza ji kirina wê ç’ivîka biç’ûk qe şerm nedikirin?

 

GELO TU ZANÎ?..

 

 

          Gelo tu zanî, wexta ez bi ç’evekî mayîn yekê dinihêrim, ruhê min temûl nake û ç’îkek davêje dilê min. Lê eger zimanê min xebereke bi dil dibêjê, diranê min temûl nakin û… zimên digezin.

          Gelo tu zanî bona çye?..

 

NEMA DAWÎÊ

 

          “Evîne bêsebre, lê min sebir dikir, çimkî ez hîvya cabeke teye xêrê bûm.

          Ez hîvya çi bûm, min stend… Min stend… Lê çi stend? Bira ewê jî ez zanibim. Evîntîêda sebirkirin tune. Evîne bêsebre… Lê min sebir dikir, çimkî hergê min sebir nekira, minê tu bidayî der. Min sebir dikir û hergav bi hêsirê ç’evê xwe av berî ser agirê dilê xweyî gur dida. Hêsir jî ç’evê minda neman, lê agirê dilê min netemirî. Sebrê agirê dilê min hê gur dikir, lê ezê guman bûm, wekî tê rokê derî li min vekî, bi zarê xweyî şîrin navê min hildî û derda bêyî. Min zêde tiştek ji te nedixwest.

          Evîne bêsebre, lê min sebir dikir. Çimkî her nemeke te minra sebrek bû. Min nemê te distendin, çendik çend cara ser hevdu dixwend, şa dibûm, bin her xebereke teda fikreke kûr didît û dildimî dida ber dilê xwe. Lê wexta digihîştime xeberê kutasîê – “Dema xatirê te, hetanî dîtina zûtirekê” – min tirê ew “zûtirek” sibê yanê dusibeye. Lema min sebir dikir û agirê dilê min hê gur dibû, min hê ji te hiz dikir, difikirîm, wekî tu dixwezî evîntya xwe dha biha “bifroşî” min. Ez bona wê yekê şabûm. Ax, xwezil te evîntya xwe çiqas jî dixwest biha “bifrote” min, minê ew bikirya… Ax, xwezil tenê ez bikirçya evîntya te bûma…

          Evîntîêda bazar nabe. Lê ez bikirçî bûm. Ez ne bikirçîê mal û halê dinyalikê bûm, lê… bikirçîê evîntya te bûm… Ez bi emrê xweyî terî-can bûbûm bikirçî, rewaçî û ber dergê dilê te sekinî bûm û guman bûm, wekî tuê wî derî ber min vekî, tu jî bikirçîyî. Tu jî bikirçî bûyî, lê ne bikirçîê…evîntya min.

          Evîne bêsebre, lê ez hîvya te bûm. Çiqas xortê bedew min dît, min dilê xweda qîlek wanra çêkir, tu ser hemûşkara digirtî, bûme maşoqê te, çimkî eze bawerbûm, wekî tuyî mirazê min…

          Ax, ew xebera “miraz” çiqas şîrin-şîrin ji devê te derdiket… lê yazix, ez dereng pê hesyam… Ew xeber bona min nîbû… Nema te her tişt minra zelal kir… Here, bira tera oxirbe… Careke mayîn berbi min venegere… Bira mirazê teyî teze hasilbe… Ez nifirya li te nakim û ne jî ji te dixeyîdim, çimkî min ji te hiz dikir…

          Here, mirazê xweyî teze şabe, lê bîr neke, evîne bêsebre, lê min sebir dikir.

          Bi silava evîna teye wextekê, lê nenasa teye nha,

          G. Î.”.

 

KEN Û KAR?

 

          Nava kenê teda çiqas qelpî, helekarî heye. Wey, gidîno, min çiqas te û wî kenê te kirye eynat. Nava wî kenê teda temamya qirêjaya ruhê te tê kivşê. Tu dikarî bi qelp bikeni, wexta ew yek bona kara teye. Tu dikarî bi kenê xwe ber qulixçîê derecebilind helekarya bikî. Wexta ew “laqirdîkê” bikin, çiqasî jî ew laqirdî bêtembe, tu usa dikî pîrqe-pîrq, dikenî, wekî merîê nenas tirê tu bi dil dikenî. Lê tu tu cara bi dil nakenî. Tu nikarî bi dil bikini. Hetanî kenê te jî bi hesabe. Tu dikarî ser heneka lap tûj jî nekenî, qe beşera te jî xweş nebe, gava zanî kara te wê ortê tune. Tu merîkî usanî, wekî hetanî kenê xwe jî bona kara xwe didî xebatê.

          Ken û kar? Merî jî ken bifroşe? Lê tu difroşî. Ezî bawerim, wekî tê ruhê xwe jî bifroşî. Yekî kenê xwe difroşe, wê ruhê xwe jî bifroşe. Difroşî, nafroşî — cenima te. Lê ya xirab ewe, wekî merîê usa hene, ku bi wî kenê teyî firotî têne xapandinê û te merîkî baş hesab dikin. Merîê, ku kenê xwe, ruhê xwe bifroşe, çawa dikare merîkî pakbe?

          Lê çawa ewana qelpya kenê te texmîn nakin? Çawa nabînin, wekî kenê te zorkuştîye, te kenê rast xweda fetisandye?

          Ax, ew kenê te, ew kenê teyî firotî, kenê qelp. Min çiqasî te û wî kenê te kirye eynat.

 

 

GERA QURBANA

 

 

GERA  QURBANA

 

 

                   Rojeke havînêye xweş bû. Der-dora Çilkanîê mînanî hersal bi hezar cûre kulîlk û gulava xemilîbû. Gîha bol şîn bûbû. Hela çend roj mabûn hetanî gîhadirûnê. Ew wedê gundî lapî xweş bû. Hetanî ser rêêd orta mala jî gîha şîn bûbû. Çûyîn-hatinê ew gîha dikete bin pya û diç’ilmisî. Û wexta merî ser wî gîhara diçûn, hişkbûna erdê texmîn nedikirin, te tirê ser kulavara diçin.

          Wî çaxî şuxul-emelê gundya jî ewqasî gelek nîbû. Her tenê xebata rêncberê gund hebû. Wekî mayîn mêra hacet hazir dikirin bona gîhadirûn û nandirûnê, şuxul-muxulê mayîne ç’ûk dikirin. Lê xebata jina kêm nedibû. Û wexta wan xebata xwe ser hevda danîn, kom-kom ber derê cînarekê rûdiniştin, xeberdidan hetanî êvarê pez, dewar dihat.

          Roja çûyîna ber zyaretê nêzîk dibû. Û çiqas ew roj nêzîk dibû, ewqasî kêfa gundya zêde dibû. Roja çûyîna ber zyaretê bona gişka eşq-şaya tomerî bû. Hizdikî malek çiqas jî hiznî bûya, çiqasî jî zulmeke giran ser wêda hatibûya, hesab yek bû – roja çûyîna ber zyaretê ew mal jî gotî mînanî malêd mayîn bi dil û eşq şabûya. Eger maleke kesîb gundda hebûya û çarpê ber derê wê tunebûya, pismama yanê cînara berxek didanê, wekî here ber zyaretê, qurbanê serjêke. Gele cara diqewimî, wekî malê, ku bîna hevra nexweşbûya, roja diçûne ber zyaretê hevdu dihatin û hevdura xeber didan, dilmayîn ortê dihate hildanê. Ç’evê qîz û xorta wê rojê bû, bawer bûn, wekî zyaretê mirazê dilê wana bîne sêrî. Nexweş bawer bûn, wekî nexweşya wanê mînanî mûkî çawa merî bikişîne ji nav mast derxe, wê usa bikişe ji canê wan derê. Ewê xerîbê wan hebûn, guman bûn, wekî wexta herin ber zyaretê, ebabetî wê bikin, xerîbê wanê sip-silamet zû vegerin, destê xwe derê xwe xin. Herneyse, ji ç’ûka hetanî mezina ji zyaretê, qewata wêye batinî bawer dikirin û hîvîê bûn, wekî çi nêt-meremê dilê wane qenc hene, wexta herne ber zyaretê, bi dilê sax ebabetî wê bikin, ew nêt-merem gişk wê bêne mîaserkirinê. Fikra tu kesîra derbaz nedibû, wekî rojekê dikare biqewime ber wê zyaterê qetleke mezin biqewime.

          Wê sibê herin ber zyaretê. Gund-gundîtî karê xwe kirin. Wê rojê tendûr hevekî zû vêxistin. Jina destpê kir kinc şûştin, ç’ûk û mezina av xwe kir. Jina kate lêdan, hewle çêkirin, hêk kelandin, nan petin. (Çilkanîêda herro nan dipetin, mînanî gundê mayîn nîbû, wekî hevtê carekê dipetin). Wê rojê berxvana gol girtin û berxê kerê xwe şûştin, wekî berxê wan temiz herin ber zyaretê.

          Nava gundda çûyîn-hatin dha zêde bûbû. Cînar diçûne malêd hev, tişt ji hevdu dixwestin, hev dişêwirîn. Hemîn kêf kêfa cahila bû, hev top dibûn, laqirdî dikirin, dikenyan yanê jî lîstikeke hewaskar dilîstin. Zaro wan top dibûn û tevî wan şa dibûn. Malxuê mala tivdîra xwe didîtin, wekî sibê ber zyaretê tu tiştekî wan kêm nîbe. Hey diçûne hundurê xênî dinihêrîn, çika kevanîê çi pêra gîhandye hazirke û çi maye.

          Çawa edet, roja berî çûyîna ber zyaretê kevanya xwarinê xweş çêdikirin. Eva bûbû edet û neferê malê zanibûn, wekî wê rojê wê te’mê lapî xweş bixun. Kevanî sivê hetanî paşî nîvro ji ber tendûrê ranedibûn, gelek xurek hazir dikirin. Û wexta te wan dinihêrî, hinarê sûretê wana sor dikir, çawa dibêjin, “te tirê teze ber dîzika mirtoxê rabûne”. Bîna nan, katê petî, hewlê, xwarina çêkirî gund hildanî û gelekî ji gund bela dibû. Ew bîn û bîn-boxsa mêrg û çîmanê dora gund tevhev dibû û dibû bîna cineta rast.

          Sibe safî bû. Ezmanî ç’îk-sayî bû, tu pilte ewr tunebû. Gund zû ji xewê hişyar bû. Pez, dewar, golik, berx ji gund derketin û berê xwe dane ç’yaê zyaretê. Nava gundda çûyîn-hatin dha kêm bû. Herkes çû mala xwe bona tivdîra xwe bibîne, neferê malê temam hevra herne ber zyaretê. Teştekî sivik xwarin û hûrmûrê xwe hazir kirin. Wexta ro weke bejnekê bilind bû, gundî ji malê xwe derketin û berê xwe dane ç’yaê zyaretê, bi eşq û şa, kêf û henek çûn. Gundda kes nema. Derê xwe dadan û çûn. Xêlekê şûnda gihîştine binetara ç’yaê zyaretê û destpê kirin hevraz hilkişyan. Gera zyaretêda cîê her malekê kivş bû. Wexta gihîştine gerê, her yek çû cîê xweyî berê, hûrmûrê xwe danîn û neferava çûne zyaretê. Wexta nêzîk bûn, kundeyî erdê bûn û çalepya xwe zinarê zyaretêra gîhandin, paçkirin, malxuê mala çend pol pere avîtin ber, cahila dilê xweda duea zyaret kirin, wekî miraza dilê wan bîne sêrî. Carê malek diçû ber zyaretê, duea-dirozgê xwe dikir, paşda vedigerya cîê xwe. Xêlekê şûnda gişk çûne ber zyaretê, dueaê xwe kirin û vegeryan. Cîê wan usa bû, wekî kanya zyaretê ortêda bû. Berî serjêkirina qurbanê û dadana kuç’ik gişk diçûne ser kanya Spî, ber temene dibûn, ava wê vedixwarin. Wextê eva yeka jî kuta dibû, destpê dikirin qurban serjêdikirin. Berê qurbanê zyaretêda dikirin, “zyaret, tu qebûlkî” digotin û kêr didane ser stûê qurbanê. Dibû fişînya xûnê, davit. Ber disekinîn hetanî xûn temam dikişya, paşê qurban yanê post dikirin, yanê jî dikirine eyar. Kuç’ik vêdixistin, goşt hûr dikirin, dikirne derdanê û didane ser kuç’ik.

          Çawa şivan û berxvana dûê kuç’ika didîtin, pez û berx tevî hev dikirin, dikirne berodeno. Wê rojê pez nediçû dena. Cimet hetanî êvarê ber zyaretê bû. Wexta nan hazir dibû, şivanek yanê berxvanek ber kerê berodena disekinî, yêd mayîn dihatine cem zyaretvana, nan dixwarin, p’ara hevalê xwe, gavan û golikvana hildidan diçûn, digihîştine wana.

          Dûê kuç’ika zirav dikişya. Ba tunebû, wekî belakira û êpêceyî bilind dibû, hetanî nava hewa ç’yaye temizda mina dibû, diçû. Cahila govend girtibûn, dilîstin. Du xorta kilam digotin, du qîza wan vedigerand. Dengê wanî zîz nava hewa ç’yaye temizda perwaz dida, diçû zangê ç’ya diket. Te tirê ne ku çar merî distrên, lê temamya cimetekê distrê, dengê wan û dengê wîte-wîta teyreda tevî hev dibû û dibû zeyneteke tam.

           

          Ley-lê, Leylê xanê,

          Ley-lê, Lelê, koçer canê…

           

          Hela kilamek kuta nedikirin (kesek nikare bêje, wekî kilama dewetê kîderê kuta dibe), te hew nihêrî du xortê dinê destbi kilameke mayîn dikirin. Ew herdu xortê pêşîê xwe ker dikin. Du qîzê mayîne cahil wan vedigerînin. Û kilam mînanî hingiv dikişe, şîmayê dike dilê cahila, zyaretvana, wana ji xem-xiyal, qaranya dinyaê dûr dixe, dibe dinya batinî, dinya sêr û surê dilê bengî, dinya eşq û şayê.

           

          Du şivana berya jêrîn

          Pez berdane şevînê…

           

          Hine zaro ketibûne poç’ka govendê û dilîstin, yêd mayîn henekê xwe hevdu dikirin, didane pey hev, direvyan, xwera didane tirada.

          Kevanya bin pozê xweda kilamek dikirne gine-gin, çapik-çapik şuxul-emelê xwe dikirin. Malxuê mala hev civya bûn, hey xeber didan, hey govenda cahila temaşe dikirin. Wana cahiltya xwe bîr danîn, bi ç’evnebarya qenc cahila dinihêrîn û eşq-şabûna cahila dikete dilê wan jî. Şabûn ya gişka bû. Gişk bawer bûn, wekî wexta roja ber zyaretê şa dibin, temamya salê eşq-şa, bê kul û derd wê derbazbe. Yek hizdikî çiqas jî heznîbûya, roja ber zyaretê heznîtya xwe bîr dikir û tevî gişka eşq û şa dibû.

          Cahila ewqas wext govend girtin, lîstin, hetanî nan hazir bû. Wexta nan hazir bû, goşt kelya, mezina gazî cahila kirin. Wana govend berda û her kes berbi kuç’ikê xwe çû. Her malekê ser şînayî sifre rast kir. Nefer dorê rûniştin. Hilbet, malxuê malê serê jorin rûdinişt. Hetanî ew rûnenişta, îzna tu neferekî tunebû rûnişta. Wexta çi ku xwera anîbûn, dadanîne ser sifrê, cîwar dikirin, paşê malxuê malê û neferava dorê rûdiniştin. Malxuê duea dikir, şikirbûna xwe danî, wekî îsal jî eşq-şa hatine ber zyaretê, “zyaret, tu qurbanê qebûlkî” digot, çîtî goşt hildanî. Paşê nefera destpê dikirin nanê xwe dixwarin.

          Wê rojê jî, wexta îdî nan hazir bû, gazî rêncbera kirin. Wana pez û dêwêr jêrê, bestêda dane mex’el, merîk ber pêz û berxa hîştin, yek jî ber dêwêr û golika hîştin, yê mayîn hatin bal zyaretvana, wekî nan bixun, para hevalêd xwe hildin, paşda herin, bigihîjne kerîê pêz û berxa, garanê û golika.

          (Hilbet, rojeke kivş hebû, serê baharê û havînê, roja înîê, gava berxvan, şivan diçûn ber zyaretê. Pêşîê wana elametî didane gundya, wekî wê kengê herne ber zyaretê. Rojekê pêşîê berxvana berxê colê xwe dişûştin. Kevanya wanra kate dipetin, hewle çêdikirin, hêk dikelandin, toê ser mast top dikirin, dikirne derdaneke biç’ûk û sibê, wexta berx dibirin tevî berxa dikirin, ew nemet didane berxvana. Wexta roja şivana bûya, didane şivana. Vana ev naz-nemet berev dikirin, berx yanê pez ji gund derdixistin û berê xwe didane yalê zyaretê diçûn. Wê rojê gavan û golikvan jî wî alîda diçûn û tevayî ew naz-nemet dixwarin. Ew roja rêncbera bû. Xênji wê, gele cara kevanya to dikirne nava nanê loş didane berxvana. Ewana ew jî tenê nedixwarin, gazî şivan, gavana, golikvana dikirin, tevayî teştya xwe dixwarin. Şivana jî usa dikir: çend mî didotin, şîr dikirne derdanekê û dadanîn nava kanya sar hetanî nanê nîvro. Wexta pez, dewar diketine koryê, mex’el dihatin, şivana gazî rêncberê mayîn dikirin, nan ji hevanê derdixistin û dor bi dor, gulm-gulm şîr vedixwarin. Wexta nan hindik bûya, şîr gelek bûya, digotin: “Parî hûr gulme kûr”).

          Çend malê, ku nêzîkî hev bûn, sifra xwe kiribûn yek û tevayî nan dixwarin. Cîê ha eşq û şabûn dha gelek bû. Jina û qîza pişta xwe mêrada dikirin, başqe nan dixwarin.

          Rêncber hatin ber kanya Spî sekinîn. (Edet usa bu. Ewana gotî wêderê biseknyaya, neçûna nêzîkî kuç’ikê yekî nebûna). Gava kevanya dîtin, wekî rêncber hatine ser kanîê, her yekê alîê xweda çi têra dît, hilda û bir da rêncbera, duea wan, kerî û garana wan kir, paşda zivirî hat.

          Hela rêncber ser kanya Spî sekinî bûn, hela kevanya êmek-xurek wanra dibirin, gava jêrê bû hewar-gazî.

          — Hewar, cerdê pez bir! – dengê rêncber zyaretvana tesele bû. Bû qirç’îna gullê.

          Ew rêncberê li ser kanîê sekinî naz-nemetê topkirî cîda hîştin, banzdan berjêr çûn.

          Zyaretvana sifrê xwe hîştin, dane pey wan. Gava gihîştine devê gerê, bû qirç’îna gulla. Çend merî erdê ketin, yê mayîn, ku texmîn kirin, wekî hinek cerdbaşya xwe nêzîkî gerê veşartine û dixwezin wana bend bikin, nehêlin xwe rêncberara bigihînin, xwe dane teldê zinara. Dengê gulla ker bû. Her tenê hewar-hewara rêncberê jêrê bû. Demekê her tişt seqirî. Her tenê guşe-guşa ç’êm bû, dikişya. Çend merya serê xwe ber zinarara hilbirîn. Dîsa bû qirç’e-qirç’a gulla. Cerdbaşîê mayîn pez birin, êpêceyî dûr xistin. Rêncbera dabûne dû wana. Lê cerdbaşî hey carna piş xweva dizvirîn, gullek agir dikirin, pez bir kiribûn, birekî mezin dabûn pêşya xwe şivkut dikirin, dibirin.

          Hewar-gazî ketibû nava zyaretvana. Jin û zaro li hev diçûn, dihatin û nizanbûn çi bikin. Mêra xwe ber teldê zinarada veşartibûn. Hema yekî serê xwe hilbirya, dibû qirç’îna gullê. Jêrê, li bestê rêncbera dabûne pey cerdê û “hewar-hewara” wan bû. Nişkêva bû qirç’îna gullê. Emer texmîn kir, wekî deng kîalî hat. Ewî kolozê xwe kire serê şivdarê û hêdîka ber zinêrra bilind kir. Bû vizîna gullê berra derbaz bû. Emer çend cara ha kir bona pê bihese, wekî çend cya wan didin ber gulla. Kutasîê hate bawerkirinê, wekî du cerdbaşî wana bend dikin û hilda ha gote wan mêra, ku xwe ber wî zinarî veşartibûn:

          — Du cerdbaşya ewqas mêr bend kirine. Xwelya wan serê mebe, lê em mêrin?

          — Ç’eka wan heye, em çi dikarin bikin, — yekî gotê.

          — Dêmek, em ha xwe ber zinara veşêrin, bira ew jî talan bibin û me bikenin? – Emer bi înk got û hîvya caba wan nesekinî, ha gote hazira:

          — Mirin ji halê me çêtire. Xwedê berxê nêr daye kêrêra. Yan ewê îro meytê me gişka vira bidne ber tevê, yanê emê berî wandin û talanê xwe paşda bînin. Em gotî hevra piş zinara derên, jorda kevira ser wanda holkin û êrîşî ser wankin. Ew dudune, em birekin – “pira-pir, hindika-hindik”. Her tenê kûze-kûz piş zinara derên, xwe bigihînine hafê û alîê newalêda kevira holkin. Wana xwe wêderê veşartine. Min dengê gullê wanra texmîn kir.

          Ev gotina Emer yekî derbazî cem yekî mayîn kir. Gişk pê hesyan, wekî gotî çi bikin û çawa bikin.

          Mêr piş zinara derketin, berbi hafa gêlî şûlikîn. Qaje-qaja jina û zara tev hev bûbû û ew ç’ya dihingavt. Lê cerdbaşya guh nedidane ser vê qalme-qalmê û gulle agir nedikirin. Dihate kivşê, fişek dihêvşandin. Meytê çend merya wê gera ber zyaretêda ketibû. Jin û zaro wan meyta top bûbûn û zare-zara wan bû. Tê bêjî mêr bîr kiribûn.

          Mêr gihîştine hafa gêlî û hevra destpê kirin kevir jorda tulol kirin. Bû xuşe-xuş, qirç’e-qirç’eke usa, wekî te tirê ç’yaê zyaretê teqya, jorda hat. Cerdbaşya çend gulle agir kirin. Lê gullê wan pist çûn û tu zyan nedan. Wexta jina dîtin, wekî mêr çi dikin, ew jî hatin komekdarya wan, çi ber destê wan diket, berjêr kewkî dikirin. Dengê gulla îdî nedihat. Zyaretvana hey kevir-kuç’ik jorda tulol dikirin û hey jî berjêr diçûn. Çûn, çûn, dîtin çi: du meyt dûrî hev ketine. Dîna xwe danê – serê yekî pelixye, yê mayîn ser piştê ketye nava xûnêda mewicye. Serda niç’ivîn dîtin çi: kevir defa sîngê wî ketye, qelaştye, nav-dilê wî temam derketine. Tivingê herdua alîkî ketine. Emer dada tivingek hilda, tivinga mayîn jî gundîkî hilda, îdî cîda nesekinîn, banzdan dane pey cerdê. Mêra û jina dane pey wan. Wexta cerdbaşya dîtin, wekî cimeta gund daye pey û dengê tivinga hevalê wan jî naê, pez cîda hîştin, baê hespa tijî kirin, revîn.

          Pêşîê rêncber gihîştine pêz. Paşê mêr çûn gihîştine wan. Pez dane pêşya xwe, paşda anîn. Dûrva dîna xwe danê, wekî du hesp newalêda tewlkirîne.

          — Ew hespê wan kelbê dizin, — Emer got û bi tilîê hesp nîşan dan. – Pêra negîhandin. Qestîka anîne hesp newalêda hîştine, wekî tu qûl-bende nebînin.

          — Lê çira hespa syar nebûn, nerevîn? – cahilekî pirsî. – Wekî hespa syar bûna, wê xilazbûna.

          — Lê Xwedê merya bistîne çawane? – Emer bi cûrê pirsê got. – Yazya wanda jî usa nivîsî bû. Îro îdî av-risqê wan vê dinê hatibû hildanê. Eva roja gotî pêşya wan bûya.

          — Tê kivşê, wana dixwest me êpêce wext eglekin hetanî pez dibin, dûr dixin, paşê hespa syar bin, herin bigihîjin cerdbaşîê hevalê xwe. Wana hesavê wî cûreyî mera nedikirin, lema hesp dûr, newalêda tewilandibûn.

          Derheqa vê yekêda gelekî xeber nedan, çimkî meytê merîê gunde kuştî hîvya wan bûn. Nava wê heşer-meşerêda kesekî nizanbû, wekî kê hatye kuştinê, kê birîndar bûye. Her yekî tirê, wekî zyan gihîştye neferê wî û dilezand gaveke zû bigihîje cî, pê zanibe, çika çi bûye, çi qewimye.

          Jin îdî vegeryabûne gera zyaretê. Dengê lûbe-lûb, girîê wan ketibû wan best-beyara. Digotin, dilûbandin û dikirne zarîn.

          Mêr vegeryan, hetin gihîştine gera zyaretê. Wê gerêda çend meyt ketibûn. Jin, zaro dora wana top bûbûn. Kinêza ser ç’evê xwe vedrûtin, digiryan. Wexta ç’ev mêra ketin, dengê xwe hê bilind kirin. Zara xwe ber hevra dikirin, dixwestin nêzîkva meyta bibînin. Gulle sîngê jinekê ketibû, pişta pîlra dabû der. Xûna wê ser şînayî rijyabû û mewicî bû. Cîkî mayîn cinyazê xortekî tûre bû. Ewî sibê şebeqê kilam digot û sergovendî dikişand. Dya wî, xûşkêd wî xwe peritandibûn. Meytek jî kêleka kanya Spî ketibû. Kalekî extyar bû. Gullê qafê wî vejendibû…

          Xulese, çend merî hatibûne kuştinê, çend merî jî birîndar bûbûn.

          Roja çûyîna ber zyaretê bû roja qetlê, bû roja reş û ser çend malêd Çilkanîêda hat. Xûna qurbanara tevayî wê roja reşe-heş xûna çend merîê gunde ametam jî ber zyaretê rijya.

          — Zyaret, tu qebûlnekî, ev çi zulm bû, — jina digotin û dilûbandin.

          Çend cahil şandin, wekî ereba girêdin, bînin bona cinyaza bibin gund.

          Bi gotina Emer anîn hatin cinyazê mêra başqe, cinyazê jina başqe nêzîkî hev danîn, jin dorê ser şînayî rûniştin, mêr pya sekinîn şîna xwe kirin. Nişkêva pilte ewrê reş ji piş ç’yaê zyaretê derket û çiqas çû mezin bû. Bû qirç’e-qirç’a birûskê. Baraneke gur barî, xûna erdê şûşt bir. Çawa nişkêva baranê destpê kiribû, usa jî nişkêva birî, ewr ji hev veqelişîn, tevê da.

          — Serê min qurbana zyaretêbe, — kalemêrekî got, vegerya ser mêrekî kêleka xwe sekinî. – Te dît çi kir, nehîşt xûn erdê bimîne, lêda şûşt.

          — De belkî zyaret mala seveva kav-kûnke, ûrt-ocaxa wan biqelîne, — ewî got. – Çira me çi kiribû ha anîne serê me?

          Xorta erebê anîn jêrê, dane seknandinê. Darebest çêkirin û hilkişyane gera zyaretê. Pê wan darbesta mirî anîn, danîne ser ereba û birine gund.

          Rojtira mayîn kuştî kirine ç’el…

           

                    * * *

           

                   … Tev îdî piş ç’yaê zyaretêda diqulibî. Eşq û şabûna, ku rojekê pêşda gundda hebû, temirî bû. Gund nava şînêda bû, heznî bû.

          Çendek kete ortê û Çilkanî pê hesya, wekî cerda tirka bû, ku bû xenîmê serê çend neferê gund, şabûna gund kire şîn, gera qurbana kire gera xûna merya.