JI EMRÊ ŞAGIRTÎÊ
JI EMRÊ ŞAGIRTÎÊ
Sala 1942-a havînê min û zarê hevalê xwe me nava herîêda dilîst. Dya min hat, destê min, lingê min şûştin, paşê ez birime malê. Bavê min wextêda ji bajêr minra cote solê sor anîbûn. Dya min gote min: “Solê xweye sor pêke, em herin mektebê, tê virhada îdî mektebêda bixûnî”.
Dersdarê minî pêşin Cewoê Emer Mamoyan bû. Çawa min îdî nivîsye, du dersxanê mekteba me hebûn. Femdarîye, wan herdu dersxana têra şagirta nedikir. Lema jî otax û odê gunde mayîn k’irê dikirin, em wêderê hîn dibûn. Em otaxa Emerê Mamo, Qerîê Heso, oda Taharê Ozmînda hîn bûne. Carekê zivistanê, gava me otaxa Emerê Mamoda dersê xwe dikirin, şagirtek ji avayê mekteba dudersxanê hat, got, wekî dersdarê gêografîaê Îsoê Haco gotye “bira bên, ez vêderê dersê derbazkim”. Em neçûn. Sobe vêxistî bû, em dorê top bûbûn, me xwe germ dikir. Nişkêva pihînek dêrî dan, derî çû dîwêr ket, dîsa paşda zivirî, Îsoê Haco kete hundur, dest avîte kursîkî dersxanê, danî piş dêrî, wekî derî venebe, kete nava me, em kutan. Gelekî em kutan, paşê mera got:
— De, nha herin malê xwe, lê tu tiştekî nebêjin. Yanê na, hûnê sibê bêne mektebê, ezê bela we bidmê.
Xwexwa yekî talyanî bilind bû. Lepê wî weke refikekê bûn. Û gava ser xerîtê, em bêjin, welatekî mînanî Şvêysarîaêyî biç’ûk nîşan dida, destê xwe ser xerîtê nîvê Avropaê nîşan dida û digot:
— A, Şvêysarîa vêderêye.
Ez koma 3-a bûm, gava mekteba gundê meda destpê kirin dersê zimanê kurmancî ji koma 2-ada derbaz kirin. Ez jî koma 3-a bûm. Lema jî dersê zimanê kurmancî derbaz nebûm. Ez xwexwa hînî herfa bûm û min kurmancî dixwend.
Добавить комментарий