rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

REWAKIRIN Û PÎROZBAYÎ

 

 

HURMETNEMA SEDIRTYA SOVÊTA

ERMENÎSTANÊYÎ TEWREBILIND (1980)

Почет.грамота-рус-zПочет.грамота-арм-z

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ROJNEMEVANÊ RÊSPÛBLÎKA ERMENÎSTANÊYÎ EMEKDAR (1986)

 Заслуж.журн-рус-zЗаслуж.журн-арм-z

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 HINEK TÊLÊGRAM Û NEMÊ PÎROZBAYÊ

Низами Бако-zписьмо Сулейманова-zтелеграмма Сианоса-z

 

 

 

 

 

 

 

 

 

NEMA  BAYLOZÊ  ÎRANÊ  LI  ERMENÎSTANÊ

 

        Baylozê Rêspûblîka Îranêye Îslamîêyî pêşin li Ermenîstanê ev razalixneme minra şandye:

 

“Boy navê Xwedê

Pismamê ezîz,

ax’aê qedirbilind EMERÎKÊ SERDAR!

Иран-z 

        Ez borcê xwe hesab dikim paşî xilazbûna mîsîa mine dîplomatîê li Ermenîstanêyî welatê hizkirî razîbûnê bidme We bona hevrakarkirina Weye alavî seba qewînkirina dostî û pêşdaçûyîna du welatê kevnar Ermenîstan-Îranê, û hîvya min ji Xwedê heye Hûn bigihîjne açixya li ser evê rya dijwar.

        Raste, em ji hev dûr dikevin, lê ez gumanim, ku îro em dha nêzîkî hev bûne, me tevayî çerçere û şabûn dîtye.

        Ez dixwezim, wekî ev hesîna zyaretî û dualî qewînbe.

 

 

 

Baylozê Rêspûblîka Îranêye

Islamîêye qeydeder û wekîldar

Hemîdrêza NÎK’K’AR”.

 

 

 PROFÊSÎONALÊ CIHANÊYÎ PÊŞÎKÊŞ

 

Кембридж-2-zPROFÊSÎONALÊ CIHANÊYÎ PÊŞÎKÊŞ

SÊRÎA 2009_______________________________________________________

21 avgûstê s.2009-a                                   Dêpartamênta lêkolînê ya Navenda Bîografîêye

                                                               navnetewî , Kêmbrîc, Anglîa

 

           Birêz Emerîkê Serdarra

           ……

  Ermenîstan

 

                  “Birêz Serdar!

      Gotî We pîroz bikim. Hersal Dêpartamênta lêkolîne ya Navenda Bîografîêye navnetewî (International Biographical Centre) lêkolîna bi hezara bîografîa ji serkanîê cuda-cuda derbaz dike bona tamkirina salixnemê meye eyan û rewakirina wan anegorî Bernema me. Hildibijêrin çend merivên usa, ku, bi fikra me, karekî mezin dereca xweda kirine, hukumî ser dereca cî, netewîê û navnetewîê hîştine. Hûn karkirekî usayî mezinin. We gele hereket rêtye bona bigihîjne wê standartê, ku layîqî rawekirinêye. Lema jî kandîdatûra We çawa profêsîonalê dereca xweyî berbiç’ev û mezin hatye lênihêrandinê û pêşdakişandinê bona Navenda Bîografîêye navnetewî lêbinihêre. Ratîfîkasîakirina ewê rewakirinê ji alîê Serwêrtya Rewakirinêda nha dawî hatye, lema jî ez xwera hurmeteke mezin hesab dikim We navkim çawa endamê Navenda Bîografîêye navnetewî

 

PROFÊSÎONALÊ CIHANÊYÎ PÊŞÎKÊŞ

2009

 

         Çawa xweyê ewê nîşana xasbûnê Hûn dikarin bawerbin, wekî cîê We nava dîroka meda heye, û wê yekêda razîbin, ku karê We ne tenê hatye dîtinê, lê usa jî hatye qîmetkirinê çawa karekî mezin. Hersal çend profêsîonalê cihane, yên navûdeng û nenavûdeng, ji hemû dîssîplîna dikarin bikne nava ewê navnîşa degme. Ew ew merivin, kemala karê kîjanaye herroj heye, û ew ne tenê ew merivin, navê kîjana sernivîsarada tê kivşê. Biryar hatye qebûlkirinê navê We bikne nava navnîşa sala 2009-a û çawa merivekî usa, ku layîqî wê hurmetê bûye, Hûnê sera Navenda Bîografîêye navnetewîda bêne rêgîstrasîakirinê. Bi tex’mîna min,Кембридж-1-z Hûn gotî kubarbin, wekî navê We wê cîê xweyî layîq bigre.

         Çawa merivekî usa, ku navê wî kirine nava navnîşa Navenda Bîografîêye navnetewî “Profêsîonalê Cihanêyî Pêşîkêş”, îzna We heye nîşanê bîranînê bistînin – mêdala mexsûs û degme, ku hostê me bona monarxîa cihanê hazir kirine, û sêrtîfîkata nexşkirî, ku ser kax’ezê pêrgamêntêyî herîbaş hatye çapkirinê.

         Ez gelekî şame, wekî wê nûç’a şabûnê Wera bêjim, û gumanim, wekî Hûnê kubarbin bona wî hukumî, ku ser hevalbend û hevalê xwe dihêlin. Minra tenê dimîne We bi dil û can pîroz bikim.

 

          Bi qedirgirtin,

         Nîkolas S. Loû

      Dîrêktorê sereke”.

 

 

HINEK NEMÊ PÎROZBAYÊ

 

TOSINÊ REŞÎD, nivîskarê kurd, Avstralîa:

«PÎROZ BE, EMERÎKÊ BIRA!»

 

DENGÊ AMÊRÎKAÊ:

«ROJNEMEVANÊ KURD EMERÎKÊ SERDAR XELATA SERKEFTINÊ WERGIRT»

 

PÎR DÎMA (GURCISTAN), OKTYABR, s.2009-a

       «Gava ez pê hesyam, wekî navê “Profêsîonalê Cihanêyî Pêşîkêş seba sala 2009-a” dane We, ez bona gelê xwe kubar bûm. Ez bi dil We pîroz dikim seba wê qewmandina ferz!!!

       Bira Hûn, xebata Weye xwenehêvşandî cahilê me ruhdar bikin seba xebata efrandar.

Bi qedirgirtin,

Pîr Dîma».

 

AZAD, (ALMANÎA), xwendevanê malpera www.avestakurd.net, 1 oktyabrê s.2009-a:

       «Pîrozbe, apê Emerîk!

       Ez wek kurdekî apê Emerîk bi dil û can pîroz dikim û jêra jiyaneke dirêj hêvî dikim. Min bi xwe apê Emerîk nedîtye, lê min carekê li Almanîaê bajarê Nyûrênbêrgêda, dema min “Radîoa Dengê Kurda”-da kar dikir, li gel birêz Emerîkê Serdar hevpeyvînek çêkir. Eva demeke dirêje, lê heta roja îro ew dengê wîyî delal û kurdya wîye şîrin hê ji guhê mindanin mîna helbesteke hêja û ç’êmekî welatê min diherike!

       Ez careke din apê Emerîk pîroz dikim û destê wî maç’ dikim «.

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *