“HER BIJΔ DADA ERMENÎSTANÊ!
JI RÛPÊLÊ DÎROKA ME:
DÎSA DERHEQA GÊJGERÎNGA NAVBERA KURDÊ ÊZDÎ Û MUSULMANDA
“HER BIJΔ DADA ERMENÎSTANÊ!
Sala 1990-î Eskerê Boyîk çûbû Sûrîaê. Gava vegerya, bona “Rya teze” gotarek nivîsî derheqa rewşa kurdê Sûrîaêda û dabû kivşê, wekî Ermenîstanêda çiqas kurd dijîn û çawa zarokê kurda zimanê xwe hîn dibin. Eva yeka “êzdîê teze” xweş nehatibû. Rojneme dabûn dadê bi wê menîê, wekî Ermenîstanêda kurd tunene, êzdîne, êzdî jî miletekî başqeye. Dêmek, rojnemê şaşya mezin kirye û gotî înkarkirinê bide.
5-ê îyûlê sala 1990-î gazî me dadê kirin. Tîtalê Efo, ku wî çaxî rêdaktor bû, tirsya, neçû. Dewsê ez, Esker û Prîskê Mihoyî çûn. Min dadêda da îzbatkirinê, wekî em miletekin, nava meda tenê firqya dîn heye. Dad gotina minra qayîl bû û tu qirarek dernexist. Ew bi wê yekê da makkirinê, wekî pirs xwexwa tiştekî badilhewaye û nelazime rojnemê mecbûrkin înkarkirinê neşirke. Lazimaya wê yekê tune. Bi vî teherî dad her tenê bi vê enenekirnêva razî ma û tu qirarek dernexist. Tu navêjî wê şevê Hesen Hesenyan çawa endamê HHŞ xwe digihîne fûnksîonêrê wê partîaê û dibêje hukumî ser dadê bikin, wekî qirara xwe derxe rojnemê mecbûrke înkarkirinê neşirke. Vê pirsêda Gîskê jî rola kêm nelîst, ew gizîrê wê dadê bû.
Sibetirê ji dadê minra têlêxistin, gotin, wekî em gerekê ser hîmê qirara dadê înkarkirinê neşirkin. Min got: “Ne axir duh dadê qirara usa dernexist”. Bersiva min usa dan, ku me têderxist nava şevekêda qirara dadê hatye guhastinê. Em mecbûr bûn wê qirara feş rojnemêda çapkin.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
- HINDIK MABÛ EM HESABKIRANA…
- MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA
- PASPORTA TEZE Û GRAFA DERHEQA MILETÎÊDA
DÎROKA HERE RAST Û GIRANBAHA EW BÎRA MIROVE!
Eger mirov bextê xwe neşewitîne, gere careke dinê jî bêje û îzbat bike, ku Emerîkê Serdar çi ku dibêje, her tişt raste! Çendik û çend caran em hatime li ser wê fikrê, ku bîra hevalê Emerîk gelekî zore û tu tişt ji bîra wî naçe. Di vî temenê xweyî mezin û sîyanet da jî ew bîrsar nebûye û me li ser bîra xwe geş ecêbmayî dihêle…Belê, ew bi hûr gilî bûyerên wan salan bîr tîne û eşkere dike. Raste, wê demê rojnama «Rya teze» bi mecbûrî ew biryara dadgeha navçeya Spandaryanê ya bajarê Yêrêvanêye bi naverok û bingeheya xweva sosret û elîwat çap kir, lê karmendên rojnama me ew «birayar» wek dibêjin dewsa rûnê helandî danenîn. Eger ez şaş nebim, wê «birayarê» ra tevayî (hema xût bi pêşneyarî û pişgirîya Emerîkê Serdar) me şirove, hêbet û nerazîbûna xwe jî di rojnamê da çap kir, ji bo nifşên nû…Lema jî slogana «Tu kes nehatîye bîrkirinê, tu tişt nehatîye bîrkirinê» gere herdem ne ku tenê di bîra me da bimîne, lê usan jî wê gazîyê divê ji nisiletekê derbazî ya mayîn bikin…
Dîrok tenê bi nivîsarê nayê parastinê… Dîroka here rast û giranbaha ew bîra mirove…Ji ber ku tu kes nikare wê bîra mirov resît û mina bike…