rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

RYA PÊŞÎÊ MIN: JI ÎMPÊRÎA OSMANÎÊ HETANÎ ÎMPÊRÎA RÛSÎAÊ

 

 

RYA PÊŞÎÊ MIN:

JI ÎMPÊRÎA OSMANÎÊ

HETANÎ ÎMPÊRÎA RÛSÎAÊ

 

        Mala me jî tevî wan çend mala direve diçe deşta Bişêrîê. Wêderê gundekîda dimîne (telebextra, ez navê wî gundî nizanim). Ew gundê êzdya bûye, muxtar jî êzdî bûye.

        Wî çaxî qebûlkirî bû, wekî salê carekê karmendê Tûrkîaê herin wan gunda xercê dewletê berevkin. Go wexta karmend dihatin, çend roja diman, gundya wanra pez serjêdikirin, ezet-qulix dikirin. Gava karmenda xerc temam berev dikirin, dihîştin diçûn. Nava wan karmendada usa jî hineke zinêkar hebûne. Salekê jî karmendekî usayî zinêkar tê gundê pêşîê min. Muxtar dide pêşya wî, mal bi mal digerîne. Mala me jî tivdîra xwe dibîne. Muxtar û karmend têne mala me. Rûdinên, nan dixun. Karmend divê:

        — Ez tîme, minra avekê bînin.

        Malxuê malê dixwaze rave here jêra çeqilmastê bîne. Karmend destê xwe davêje pêşa wî, dikişîne, nahêle.

        — Bira xanim bîne, — ew bi erifî dibêje.

        Malxuê malê ancax xwe zevt dike, lêdide pêşa xwe ji destê wî derdixe, radibe, dêrîva dertê, wekî çeqilmastê jêra bîne. Kevanî derdaneke tijî çeqilmast dike, dide destê malxuê malê û ew paşda diçe odê û çeqilmastê datîne ber karmend. Karmend destê xwe lêdide, derdanê weldigerîne, çeqilmast dirije erdê.

        — Ne min go ez dixwazim xanim minra çeqilmastê bîne! Ez dixwazim çeqilmasta destê wê vexwim, — tirk bi hêrs dibêje û pişta xwe dide dîwêr.

        Malxuê malê tê hêrsa biteqe. Muxtar halê wî tex’mîn dike û hiltîne tirkra dibêje:

        — Efendî, em mala mêrikdanin. Çi cayîze gilîê usa bêjî? Te çeqilmast xwest, tera anîn. Te îdî çira usa kir? Şerme, şerme, — û vedigere ser malxuê malê, dibêjê: — Camêro, xercê xwe bide, em derên, herin.

        Malxuê malê dixwaze rave here xerc bîne, bide. Tirk dîsa dest davêje pêşa wî, nahêle here.

        — Bêje xanimê, bira ew çeqilmastê minra bîne, — bi kirêtîke usa dibêje, wekî malxuê malê îdî xwe zevt nake, destê wî zerp wêda dide.

        Tirk ji cîê xwe radibe, ber malxuê malê disekine, ç’evê xwe dikute ç’evê wî û dibêjê:

        — Êzdîê k’er, tu fem nakî, ez divêm bira xanim bê, ez wê bivînim! Ez hewcê çeqilmasta te nînim, ez hewcê xanim, bejn-bala wê, sîng-berê wême!

        Malxuê malê ber xwe nade, digihîje tirk, yekê didê, ew dişewişe, erdê dikeve. Malxuê malê dadidê tûncika wî digre, çiqas hem-zora wî hebûye, serê tirk hiltîne û çend cara erdê dixe. Muxtarê gund ancax kare malxuê malê ji tirk dûrxe, dinihêre – tirk sekitye. Hiltîne malxuê malêra dibêje:

        — Malxirab, te çi kir! Te çawa xûna wî anî ber derê me? Te kuşt! Ezê nha çi bersivê bidme dîwanê?

        Muxtar malxuê malêra dibêje, wekî ezê te qestîka bigrim, bivim bikme merekekê, kilîteke xirxope dêrîxim. “Hetanî ez meytê vî kûç’kî bivim gundê tirkayî cînar û daynim meçîtê, tu şev derê, neferê xwe hilde, bireve, wekî te negrin”.

        Malxuê usa jî dike. Hebûna xwe dike barê çend ga, neferê xwe hiltîne, ji gund dertê diçe. Xwedê zanibe, çiqasî diçe. Zane, wekî tirkî pey wî kevin. Lema jî şev-ro xwe dike yek, diçe. Tu cîkî nasekine. Gumana wî hebûye, wekî ji erdê Tûrkîaê derkeve, here wî erdî, ku bin bandûra Rûsîaêda bûye. Tê dertê mêşê Miskînya, nêzîkî bajarê Qereklîsê (Vanazora nha). Difikire, wekî ji vî mêşeyî rindtir cî tune. Qirar dike vêderê jî bimîne. Xwera avayî çêdike, heywan xweyî dike, ew û neferê xweva wêderê dimînin, ebûrê xwe dikin.

        Rojekê jî, gava ew û kurava pez-dewarê xwe derxistibûne ç’êre, sê mêrê nenas têne mala wî. Malxuê malê pê dihese, wekî ew hersê jî êzdîne, nêzîkî wêderê gundekî teze şên dikin, hatine barê ga dara bibin, avayê xwe avakin. Mala me jî diçe wî gundî û wêderê jî dimîne. (Derheqa vê reva mala meda min hûrgilî romana xweye nîvcî “Rya pêşîê min”-da nivîsye). Paşê navê wî gundê teze datînin Pamba Kurda.

        Telebextra, mala me maleke bêwa bûye. Tu cara cihêbûn neketye mala me. (Her tenê serî min û apê minda cihêbûn ketye mala me, apê min malva çûye Tbîlîsîê, ez jî hatime Yêrêvanê).

        Pambêda ji qebîla me tenê mala me bûye. Pêşîê min K’elo, Emo wî gundîda çûne rehmetê. Kurê Emo Ûsiv mabû. Jêra digotin Ûsivê Serzer. Çimkî ewî temezîke zer dora kolozê xwe dipêç’a. Sê kurê wî hebûne: Serdar, Seydo û Kerem. Serdar zewicandye, qîzeke qebîla Şemsika jêra xwestye. Navê wê Şe’rê bûye, Şe’ra Cewo. Serdar û Şe’rê kalik-pîrkê minin. Min kalkê xwe nedîtye. Romê ew dîl girtye, birye. Pîrka mine Şe’rê sala 1955-a çû rehmetê. Min gelekî pîrka xwe hiz dikir. Kulfeteke navçe, jîr bû. Gundda pîriktî dikir. Gundda çiqas jinê hemle razana, dihatin gazî pîrka min dikirin. Pîrka min pîriktî wan jina dikir, û tu zarok, tu jinek wextê razanê nemirine. Bawer bikî ji sala 20-da destpêkirî hetanî sala 1955-a çiqas zaro gundê meda bûne, pîrka min pîriktya wan kirye, lema jî gişka jêra digotin “pîrka Şe’rê”.

        Seydo jî zewicî bûye. Navê jina wî Kewê bûye. Xwedê qîzek dabûye wan. Gava Rom malda ber ç’evê neferê malê Seydo dikuje, qîz jî ji xolorê dimre, Kewê bî dimîne û vedigere mala bavê xwe, paşê mêr dike.

        Cisnê me cisnekî serte. Wê bişkê, lê wê netewe. Wekî usa nîbûya, wê çawa çar mêrê mala me derketana pêşberî temamya qebîlekê, şerkirana, hela serda jî lêdana merîkî wana seqetkirana?

        Keremî nezewicî bûye. Qîzeke Utya tê ser apê minî Keremda rûdnê. Mala me qebûl nake, ji malê derdixe. Utya tên ser mala me şêr. Dikine şer. Mala me lêdide tilîê destê utîkî dibir’e. Bona wê yekê apê minî Kerem û cînarê me Qerîê Çeto (evî axirîê bona şedetya nerast, pişta mala me girtibûye) digrin. Paşê mala me heqê xûnê dide. Apê minî Kerem diçe Tbîlîsîê dixebite, utya qestîka jêra hevaltîê dikin, dizîkava je’rê didinê, apê minî Kerem vedigere malê û diçe rehmetê. Wî çaxî Xwedê sê zaro dabûne kalkê min: Dewrêşê bavê min, Hemîdê apê min û Hizreta meta min. Ûsiv wan nevîê xwe xweyî dike, mezin dike. 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *