rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

SAZKIRINA ŞÊWRA REWŞENBÎRÊ KURD

 

 

 JI RÛPÊLÊ  DÎROKA ME

 

SAZKIRINA 

ŞÊWRA  REWŞENBÎRÊ KURD

           

          

DÎROKA SAZKIRINÊ

          

         Rewşa rojnemêye abûrî gelekî giran bû. Derheqa wê yekêda min gotarek (“Rojnema bi zimanê kurdîye tek-tenê halekî girandane”) nivîsî û rojnema  ermenîye “Hayastan”-êda 20-ê martê sala 1992-a da çapkirinê. Min qestîka binda qol nekir, lê du nav danî binda: “rêdaksîa rojnema “Rya teze” û “Şêwra rewşenbîrê RE kurd” bona hukumê wê dha gelek be.

         Rojtira mayîn akadêmîk Şekroê Xudo hate bal min û got:

         — Te çiqas rind kirye, wekî bin wê gotarêda çawa qol te navê Şêwra rewşenbîrê kurd danye.

         Şêwra usa tunebû. Min qestîka ew nav danî bin gotarê.

         Şekroê Xudo got:

         — Raste, Şêwra meye usa tune, lê were em wê sazkin.

         Em, çend rewşenbîr (ez, Şekroê Xudo, Şerefê Eşir, Karlênê Çaçanî, Çerkezê Reş), hev top bûn û me qirar kir Şêwra usa sazkin. Spartine min, wekî ez qanûnnema wê binivîsim, lê Şekroê Xudo konfêransa hîmdanînêda doklada hîmlî bide. Min qanûnneme nivîsî, da Şekro, ewî xwend, çend tişt serda zêde kir.

         Em bona konfêransê hazir bûn. Em çûbûn me serkarya Mala Artîstra (nha avayê baylozxana Fransîaêye li Yêrêvanê) xeberdabû, qayîlya wê stendibû, wekî sera wî avayîda 9-ê gulanê sala 1992-a konfêransa xweye hîmdanînê derbazkin.

         8-ê gulanê em li rêdaksîaê berev bûbûn û me tivdîra derbazkirina konfêransê didît. Me ji serokê têatra Yêrêvanêye pantomîmaê Arsên Polatov hîvî kir here seraê binihêre. Çû û têlêxist. Minra got: “Nesekinin, werin vira”.

         Em gişk rabûn çûne Mala Artîst. Em pê hesyan, wekî çend êzdya kincê fîdaya xwekirine, hatine, xebatkarê wê, ku hîmlî jin bûn, gef xwarine, dane tirsandinê: eger kurd vêderê konfêransê derbazkin, emê avayî biteqînin. Jinê belengaz gelekî tirsya bûn. Em ber dilê wanda hatin, me ew dane bawerkirinê, wekî ew “êzdîê teze” tu wexta nikarin tiştekî usa bikin. Xulese, me wezîrê Ermenîstanêyî karê hundur Vano Sîradêx’yanra têlêxist û derheqa vî halîda jêra got. Ewî got: “Konfêransa xwe bêminet derbazkin, bira bicêribînin tiştekî usa bikin”. Paşê xebatkarê Mala Artîst îdî netirsyan û îzin dan sibetirê konfêransê derbazkin.

         9-ê gulanê sibê zû ez çûme rêdaksîaê, wekî ji wêderê herme konfêransê. Eskerê Boyîk û Cemalê Husê jî hatine rêdaksîaê. Cemal got, wekî îşev fîdaya avîtine ser mala Çerkezê Reş û gef xwarine, wekî em konfêransê derbazkin, wê ecêbekê bînine serê Çerkez û neferê mala wî.

         Em çûn ber derê Mala Artîst. Cimet tijî bûbû, hatibûn tevî konfêransê bin. Şekroê Xudo jî ji Çerkezê Reş pê hesya bû, wekî şeva derbazbûyî çi qewimye, dudil bû, konfêransê derbazkin yanê na. Min gote Şekro:

         — Wekî em konfêransê derbaznekin, gerekê laç’ika jina xwe bidne serê xwe, ji malê derneên. Ev tirsfirandina wan gerekê me ji şuxulê meyî destpêkirî paşda nede. Wekî çûne, gef Çerkez xwarine, bira Çerkez neê, tevî konfêransê nebe. Lê em gotî konfêransa xwe derbazkin.

         Çend hevala jî fikra min xweyî kirin. Şekroê Xudo qayîl bû, û me bêy Çerkezê Reş destbi konfêransa xwe kir.

         Sera bi merya kimkimî bû, gelek jî şipya sekinî bûn. Wekîlê rewşenbîrê ermenîye wê demêye usaye navdar tevî konfêransa me dibûn û xeberdan, çawa Sîlva Kapûtîkyan, Sêro Xanzadyan, Gêvorg Êmîn û yêd mayîn. Tê bîra min, Sîlva Kapûtîkyanê ne tenê konfêransa me silav kir, lê usa jî got, wekî lazime em, rewşenbîrê ermenî jî, rêxistineke usa sazkin.

         Konfêransêda doklada Ş.Xudo hate bihîstinê, Qanûnnema Şêwrê hate xwendinê û begemkirinê û hate qirarkirinê berbirî wezîreta Ermenîstanêye yûstîsîaê bin bona testîqkirina Qanûnnema Şêwrê. Şekroê Xudo hate bijartinê çawa sedrê Şêwrê, Şerefê Eşir û Çerkezê Reş çawa cîgir, ez jî ketibûm nava Serwêrtîê.

         Paşî konfêransê em, çend heval, çûne rêdaksîaê. Ez ser kirina wan “êzdîê teze” gelekî hêrs ketibûm. Min cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karê hundurra têlêxist û gotê dixwazim bona pirseke ferz bême bal we. Min kurt jêra got, pirs çidane. Go: keremke, paşî xebatê were. Ez û Ezîzê Cewo çûn. Cîgirê wezîr got, wekî wezîr Vano Sîradêx’yan hîvya weye. Em çûne kabînêta wezîr. Ewî camêrî em gelekî baş qebûl kirin. Min derheqa oyînbazîê “êzdîê teze”-da jêra got. Wezîr vegerya ser cîgirê xwe û jê pirsî:

         — Em dikarin ser wan şuxulê ûgolovnîê vekin?

         Cîgir gotê:

         — Na, em nikarin, çimkî ewê zyanê ketî (yanê Çerkezê Reş) tu cya şikyat nekirye.

         Paşî vê yekê jî Şêwra rewşenbîrada me çend cara gote Ç.Reş, wekî derheqa kirina wanda erzê bide Şêwrê, em enenekin û qirara xwe wezîreta karê hundurra bişînin. Ç.Reş hetanî dawîê jî tu erzek nenivîsî.

         Çend meha şûnda Şekroê Xudo çû Moskvaê, dewsê ez hatim bijartinê çawa sedrê Şêwra rewşenbîrêd kurd û heta nha jî wî karî1992_3 - копия dikim.

         Şêwra me bû endameke hîmdanîna Yekîtya miletê Ermenîstanêye kêmjimar.

          

 DERHEQA XEBATA PRAKTÎKE KIRÎDA

          

         Minê derheqa xebata Şêwrêye kirîda nenivîsya, eger bux’danbêj (кляузник) Têmûrê Xelîl van dawya malperekî kurdîda nenivîsya, wekî Şêwr strûktûreke vike-valaye, tu xebatek nekirye. (Têmûrê Xelîl weke 20 salî pêşda ji Ermenîstanê revye, çûye Avropaê û ji wêderê diewte rewşenbîrê me – Casimê Celîl, Mîroê Esed, Semend Sîabandov, Emerîkê Serdar, Nûrê Polatova, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Cemîla Celîl û yêd mayîn. Malperda dinivîse, wekî katibê Şêwrê bûye. Katibtya wî jî ew bû, ku serî-binî 2-3 protokolê civata Şêwrê nivîsîn. Lê ez, ku 20 salî zêdetire serkarîê Şêwrê dikim, qe navê min jî nade, hela serda hezar cûre şer-şiltaxa davêje min û Şêwrê, her tenê propagandakirina şexsê xwe û merivê xweva mijûle. Dinivîse, giva ew nivîskare. Lê hetanî roja îroyîn jî xwendevana tu efrandineke wîye bedewetîê nexwendine. Bedbextî wê yekêdane, wekî gele malperê me rind haj kurdê Ermenîstanê tunene, ew jî çawa jêra dest dide, dinivîse, ç’ep-rast pesnê xwe dide, wî çaxî, gava Ermenîstanêda ewî nas dikin çawa merivekî diz, bux’danbêj. Badilhewa nîne, ku pêşîê me gotine: “Here cîkî nenas, payê xwe bide xas bi xas”).

         Nha kurt derheqa xebata Şêwrêye praktîkda.

  • Şêwrê û sêksîa nivîskarê kurd tevayî 100-salya Ereb Şamîlov ser dereca hukumetê, 90-salya Nado Maxmûdov dane derbazkirinê. Şêwrê usa jî hobêlyanê 500-salya poêma Ahmedê Xanîye “Mem û Zîn”, şayîrê meye derekeye navûdeng Cegerxwîn, Hejar, Goran û yêd mayîn daye kivşê.
  • Bi hereketê Şêwrê û Yekîtya miletê Ermenîstanêye kêmjimar gundê Şênkanîê (Korbûlaxa berê) ava vexwarinê stend wî çaxî, gava ew gund bi deha sala ji ava vexwarinê merûm bûbû, ava vexwarinê ji gundê cînar danî.
  • Şêwrê û Yekîtîê doxtir ji Yêrêvanê birin gundê kurda û sax’lemya cimetê hesyan. Wan herdu rêxistina usa jî derman birin gundê kurda û dane nexweşa, pere dane vêtêranê şerê Wetenîêyî mezin.
  • Ez û sedrê Yekîtîê V.Çatoêv çendik-çend cara çûne çend gundê kurda nehya Talînê û pirsa ava wane vexwarinêva mijûl bûne. Bona wî meremî em usa jî marzpêtaranê, wezîreta avê qesidîne. Lê, telebextra, em negihîştine tu tiştekî.
  • Gundê Şamîramêda (nehya Aştarakê) qetil qewimî bû: çend neferê malekê kuştibûn, gunekarî davîtne ser cînara. Qestîka usa dikirin, wekî 2 qebîlê kurdê êzdî rakne rûê hev, dutîretî bikeve nava binelîê gund û dawya dawîê ew gund bihêlin, herin, axa wan bikeve destê gundê ermenya — Arûç’êyî (Talîşa berê) cînar. Em çûne gund. Me xebatkarekî rojnema ermenyaye “Aravot”-ê xwera bir. Cîda me gundî dane xeberdanê, kûrayî pirsê nihêrî. Rojtira mayîn rojnema “Aravot”-êda derheqa vê pirsêda gotareke sert neşir bû. Paşê eyan bû, wekî ne ku binelîê gundê Şamîramê ew qetil kirine, lê çend merîê gundê Arûç’ê kirine. Ew jî hatin girtinê û cezakirinê.
  • Bi înîsîatîva Şêwrê û komîtêa Ermenîstanêye xweykirina aştîê (serok kompozîtor Êdûard Mîrzoyan) rasthatina wekîlê rewşenbîrê kurd û ermenî hate  teşkîlkirinê, kîjan avayê komîtêêda derbaz bû. Wextê rasthatinê gelek pirsê ferz û aktûal hatine bilindkirinê, kîjan derheqa jyana rêspûblîkaê û heleqetîêd herdu cimetada bûn.
  • Min çiqas cara ji navê Şêwrê civat û rasthatinê bi masştaba rêspûblîkaêda xeberdaye û daye kivşê, wekî çawa avayê mektebê gundê Elegezê, Rya Teze, Sîpanêye navîn, klûb û pirtûkxanê wan gunda rûê erdhejêda hedimîne. Paşwextîêda avayê mektebê gundê Elegezê û Rya Teze hatine çêkirinê û tezekirinê.
  • Çawa eyane, pirsa pirtûkê dersê zimanê kurdî gelekî tûj bû. Pirtûk tunebûn yanê jî kevn bûn û ne anegorî xwestinê rojê bûn. Lema jî min ji navê Şêwrê sparte dîrêktorê mekteba gundê Rya Teze Xalitê Celîl pirtûkê dersê zimanê kurdî hazirke. Ewî elîfba û pirtûka koma 3-a hazir kir, min jî rêdaktorya wan kir. Lê, telebextra, X.Celîl ji wede zûtir çû rehmetê û bi menîê başqe-başqe ew pirtûkê destnivîsar nehatine çapkirinê. Paşwextîêda elîfba wî bi hevkarya Elîxanê Memê neşir bû.
  • Bi hereketê min ji sala 2000-da rojnema “Rya teze” ji tîpê kîrîlî derbazî tîpê latînî bû û hetanî nha jî bi wan tîpa tê çapkirinê. Şêwrê usa jî pirs pêşda kişand, wekî pirtûkê dersê zimanê kurdî bi tîpê latînî bêne çapkirinê. Ew ji alîê hukumetêda hatye qebûlkirinê û nha ew pirtûk bi tîpê latînî têne weşandinê.
  • Şêwrê bi nivîsar hîvî ji wezîreta Ermenîstanêye xwendinê û ulm kir, wekî lîmîtê bide salê îdarê xwendinêye bilindda 4-5 cya ji konkûrsê der bide abîtûrîêntê kurd bona wê kêmasya kadrê me bidne hildanê, ku mekteba û ocaxê meye çandêda hebû. Lê, telebextra, evê daxwaza mera hesab rûneniştin.
  • Gele cara ser derecê cuda-cuda me pirsa tunebûna dêpûtatê me, gundê kurdada tunebûna niqitkê doxtirîê, hukumetêda tunebûna kadrê me û yêd mayîn pêşda kişandine. Me usa jî pirs pêşda dikişand, wekî elametîê têlêvîzîonêye kurdî hebin (nava hevtêda 2-3 cara)…

         Gelo Şêwr rêxistineke vike-vala bûye, tu tiştek nekirye, çawa bux’danbêj dinivîse?

                  Çawa dibêjin, çi ku duxuliqe, usa jî dimre. Nha ya Şêwrê jî usane. Eva çend sale Şêwr kar nake bi menîê obyêktîv. Yêrêvanêda ew koma rewşenbîrê kurd nemaye, ku berê hebû û dikaribû û dixwest kar bikira. Telebextra, nha ew kom tune. Rastîê jî Yêrêvanêda rewşenbîrê kurd jî nemane, yê ku mane jî, bi menîê cuda-cuda aktîv nînin û nikarin kar bikin. Ez jî bêsehet bûme. Nha Şewr bi nav heye, lê rastîê kar nake. Merî dikare bêje, wekî Şêwra rewşenbîrê kurd mîsîa xwe qedand û nha çawa rêxistin ji meydanê derketye. 

2013

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *