JANRA NEMA VEKIRÎ
JANRA NEMA VEKIRÎ.
NEMA MINE VEKIRÎ PRÊZÎDÊNTÊ ŞAY C.BÛŞRA
Ez merivê pêşin bûm, ku nava edebyeta kurdaye sovêtîêda janra nema vekirî da xebatê (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”, “Rya teze”, 12-ê noyabrê s.1959-a).
Sala 2006-a komîsîa ŞAY navparlamêntîêye serbest, ku Bêykêr û Hamîlton serkarê lê dikirin, doklad hazir kir û da prêzîdêntê ŞAY Corc Bûş derheqa paşeroja Îraqêda, li ku kara kurda hesab hilnedabûn. Gava derheqa vê yekêda ez pê hesyam, min nema vekirî bi zimanê înglîsî Corc Bûşra şand û pêra-pêra ji admînîstrasîa wî bersiv hate stendinê, wekî “me nema we styendye, zor spas”. Eva jî nema min:
“NEMA VEKIRÎ
SEROKKOMARÊ AMÊRÎKAÊ BIRÊZ CORC BÛŞR’A
Serokkomarê Amêrîkaê birêz Corc Bûş!
Ez kurdekî Ermenîstanême, nivîskarê kurdim, rojnemevanim, serokê koma rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurdim. Ez 71 salîme, emekê minî edebyetê îznê didine min vê nemê Wera binivîsim. Me’na nivîsara vê nemê doklada Bêykêr-Hamîltone, kîderê mafê kurdê Kurdistana Başûr hesab hilnedane.
Ez bawerim, wekî Hûn zanin nava dîrokêda gelê me çi zulm û zêrandin dîtye. Ez derheqa wê yekêda nanivîsim. Ew qetil û zulm, ku dagirkira nava dîrokêda anîne serê gelê me, ber ç’evê cihanê hatye kirinê û, telebextra, cihanê xwe ker’ û lal kirye. Evê ker’ û lalbûna wê kişand hetanî sala 1990-î. Berî wê sala 1988-a wextê Anfalê Başûrê Kurdistanêda 200 hezar kurd qirkirin. A paşî wê yekê teze sala 1990-î bi biryara Rêxistina Miletaye Yekgirtî, bi înîsîatîva Amêrîkaê û Anglîaê nîvê Başûrê Kurdistanê bona teyarê Seddam Husêyn hate elamkirinê çawa zox’ala qedexekirî. Bi saya parastina Amêrîkaê û Anglîaê pareke gelê me Kurdistana Başûrda aza bîna xwe kişand û destbi karê sazdar kir. Nava 16 salên derbazbûyîda pareke Başûra Kurdistanê, ku ji alîê Amêrîkaê û Anglîaê dihate parastinê, Rohilata Nêzîk û Navînda bûye ada (cizîra) dêmokratîê, azayê û serxwebûnê. Eva yeka bi saya hereketê welatê Weye jî û hemû kurdê dilsoz û welatparêz vê yekê dişêkirînin.
Em, kurdê ku ji welatê xwe der dijîn, gelekî şa û kubar bûn, gava We Qesra Spîda birêz Mesûd Barzanî qebûl kir û qîmetê layîq da karê wî û kurdê Kurdistana Başûr. Evê yekê nava meda ew guman pêşda anî, wekî Amêrîkaê îdî tu cara pişta xwe nede Başûrê Kurdistanê.
Ez tex’mîn dikim Hûn jî bawerin, wekî Rohilata Nêzîk û Navînda kurd dostê Amêrîkaê here aminin. Aminbûn xeysetê kurdaye û ewana tu cara bêşêkir nînin, qencya kirî çawa lazime qîmet dikin.
Gava min doklada Bêykêr-Hamîlton xwend, cem min şik pêşda hat, gelo ewana rastîê dost û dijminê Amêrîkaê ji hev derdixin yanê na? Dokladêda ew çi ku nava 16 salên derbazbûyîda Başûrê Kurdistanê hatye sazkirinê, tê pêpeskirinê, tu rêke rast naê nîşandayînê bona safîkirina pirsa Kêrkûkê. Dinê-alem zane, wekî Başûrê Kurdistanêda parlamênta bi dêmokratî, organêd serkarîkirinê, yûstîsîaê û mehkemê hatine sazkirinê û baş kar dikin. Gelo badilhewane, wekî Başûrê Kurdistanêda partîaê sîyasîê cuda-cuda aza kar dikin? Gelo welatên cînarê Îraqêda, Îraqê xwexweda (para erebada) eva yeka heye?
Ez du cara çûme Başûrê Kurdistanê û min dîtye gel çiqas serbeste, azaye, tirs û xof dilê wêda tune, prêsa, têlêvîzîon, radîoê partya û netewê başqe-başqe aza kar dikin.
Birêz Corc Bûş!
Ez aqilbendî û dûrdîtina Weye sîyasîê bawer dikim, wekî Hûnê îznê nedin plana Bêykêr-Hamîlton bê mîaserkirinê (îlahî para derheqa gelê kurdda), ku cara bi sirê gelê me ber dergê xezakirina fîzîkîê nesekine.
Ez bawerim, wekî Hûnê îznê nedin vê yekê, yanê na hurmeta Amêrîkaê wê ber ç’evê cihanê bikeve, dijminê wê û me wê şabin, dostê berxwekevin. Ç’evê me, kurdê dereke, li Kurdistana Başûre.
Kurda hetanî sala 1990-î digotin: “Dostê me her tenê ç’yaê mene”. Gênêral û xebatkarê Weye derecebilind rind haj vê gotinê hene û wexta rastî gelê Kurdistana Başûr dihatin, digotin: “Ne tenê ç’yaê we dostê wene, em jî dostê wene”.
Nha wext hatye wê yekê praktîkaêda îzbatkin.
Bi qedirgirtin,
Emerîkê Serdar,
nivîskarê kurd,
rojnemevanê Komera Ermenîstanêyî emekdar,
serokê koma rewşenbîrên kurd li Ermenîstanê.
Yêrêvan / Ermenîstan
29.12.2006”
Ev neme van malperada bi 3 zimana (înglîsî, kurdî, rûsî) – www.kurdistanobserver.com, www.kurdishmedia.com, www.netkurd.com, www.yeziden.de (Dengê Êzîdiyan), www.kurdistan.ru, www.ezid.ru, www.dostani.com, usa jî rojnema “Rya teze”-da (№4, dêkabr, s.2006-a) hatye weşandinê.
Добавить комментарий