rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

HEWASKARE…

 

 

ÎZBATÎÊ NEEYAN

JIYANA MERIVÊ EYANDA

 

 AY HINEK PIRTÛK ÇAWA HATINE ÇAPKIRINÊ…

 

часть письма К.Курдо-1

Parek ji nema Qanatê Kurdo

 

 

         Eva nema Qanatê Kurdoye, ku çend rewşenbîrê meye mayînra şandye, wê reqemêda usa jî minra. 

         (Nema Qanatê Kurdo bixûnin vêderê).  

 

 

 

 

“ZANEÊ” FOLKLORA KURDA

 

DSC00232 - копия-1

Pareke gotara Emînê Evdal, ku rojnema
“Pravda”-êda hatye weşandinê (1957)

 

         Kê ku pirî-hindikî haj zargotina me heye, zane fikra evê mesela me çye: “Hirç’ û govend?”. Weksene hirç’ nikare bikeve govendê û bilîze. Lê vêderê, hema destpêkirina gotarêda, em dibînin mesela me hatye guhastinê û vî cûreyî hatye nivîsarê: “Kurd û xwendin?”. Zargotina kurdada her tenê heye “Hirç’ û govend?”, lê ne ku “Kurd û xwendin?”. Eva bona gelê me nux’sankirineke mezine. Weskene em û xwendin gelekî dûrî hevin, dêmek, em beyanîne. Û evê yekê ulmdarê kurd dinivîse, ew jî kîderê? Rojnema “Pravda”-êda – wî çaxî rojnema sovêtêye lape sereke û lape masayî. Wekî ulmdarê me usa dinivîse, dijminê meê çi bêjin û binivîsin?!..        

         Dibêjin, paşî wê gotarê, gava Mistefa Barzanîê nemir hate Yêrêvanê, seba vê gotinê gelekî hêrs ketibû û xwestibû rastî xudanê wan xeta bê û çi lazime jêra bêje. Rêberê M. Barzanî usa kirin, wekî ew rastî hevdu nehatin.  

 

Gotara Emînê Evdal bixûnin vêderê.

 

 

 

 

 MÎNAHEVBÛNA NEBÎNAYÎ…

 

Destê dê-2

«Destê dê»

01

Seyra Xudo,
dayîka Emerîkê Serdar

 

         Pirtûka mine pêşin bi navê “Destê dê” ji alîê sêksîa nivîskarê kurdada hate begemkirinê û qirarkirin ewê çapkin. Neşireta “Hayastan”-ê ew bona çapkirinê hazir dikir. Şikilkêş B.Mazmanyan ji min pirsî pirtûk derheqa çidane. Gava pê hesya têmatîka pirtûkê çye, ewî hûrgilî derheqa wan efrandinada pirsî, ku bi têma dê hatine nivîsarê. Û gava sala 1974-a pirtûk neşir bû, ez ecêbmayî mam, wekî şiklê rûê pirtûkêyî pêşin çiqasî mînanî şiklê dayka mine. Hetanî nha jî ez nikarim şirovekim, wekî çawa mînahevbûna usa dikaribû biqewimya, gava şikilkêş tu wexta ne dayka min, ne jî şiklê wê dîtibû…

 

 

 

 

 NEMA A.TVARDOVSKÎ

01-z

Nema A.Tvardovskî

 

          Eva bersiva şayîrê sovêtîêyî navûdeng A.Tvardovskîye, ku rêdaksîa “Rya teze”-ra şandibû, tu cya nehatye çapkirinê û eger ez lê nebûma xweyî, wê nava kax’azê mayîne bêkêrda biçûya, undabûya.

         Aha wergêra vê nemê ji zimanê rûsî:

           “Birêz hevalê Mstoyan!

         Zor spas bona pîrozbayê û wê daxwaza we, ku ez berbirî xwendevanê we bibim û wana pîroz bikim, lê bibaxşînin min, ez berk miqabilî wê “janrême” û hûn merivê pêşin nînin, ku bona pêşdanîna usa ez daxwaza wana înkar dikim.

         Ez wera her tiştê baş dixwazim.

 A. Tvardovskî.”

 

 

 NEMA ŞAGIRTA

 

nema şagirta-z

Nema şagirta

       Bona “Rya teze” rojê giran bûn. Rûê tunebûna fînansada rojneme êpêce wext dernediket. Ew sala 1992-a bû. Rojekê jî dîrêktorê mekteba gundê Tilike (nehya Talînê) 8-sale Tîtal Polatov hate rêdaksîaê, eva nema û çend manat, wê reqemêda usa jî perê hûr, da min û got: “Eva jî şagirtê mekteba me şandine” û serda zêde kir, wekî ew perê te’ştya wan bûne. Kaxazekî başqeda nivîsîbûn, wekî kîjan komê çiqas pere şandye. Evê nemê û kirina şagirta ez gelekî xemkêş kirin, kela girî da qirika min. Û min qirar kir hema seba xatirê van şagirta jî mabe gotî ez her tiştî bikim bona rojnema wane hizkirî neê dadanê. Ez îro dikarim bêjim, wekî min borcê xwe ber şagirta û dîrêksîa mektebê qedand.

       

 

 

 NEMA A.BOJKO

001-z

Nema A.Bojko

 

 

        A.Bojko baylozê Ûkraînaê bû li Ermenîstanê. Rojekê Gumrîêda wextê rasthatina wekîlê miletê kêmjimar tevî serkarya bajêr Bojko jî wêderê hazir bû. Em hevdura bûne nas. Ewî got, wekî şayîrekî wan şiêr nivîsye derheqa kurdada. Min go: “Ezê gelekî razîbim, eger tu ewê şiêrê rêdaksîaêra bişînî”. Ewî camerî ne tenê ew şiêr (ew rojnema meda hate çapkirinê), lê usa jî ew neme şand:

 

 

002-z

Derheqa şiêra Sîmonênkoda

003-z

Derheqa şiêra Sîmonênkoda

004-z

«Kurdê birara»

005-z

Kopîa rojnema Kîêvêye
herhevtê «Slovo» («Xeber»)

 

 

 PARÛYR SÊVAK DERHEQA GELÊ MEDA

 

Паруйр Севак-z

Destnivîsara Parûyr Sêvak

 

         Telebextra, naê bîra min eva nivîsara han şayîrê ermenyayî mezin Parûyr Sêvak kengê nivîsye. Lê tê bîra min wî çaxî ew katibê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê bû. Serwêrê para rêdaksîa rojnema “Rya teze”-ye hunermendîê û edebyetê Egîtê Xudo çû cem derheqa wîda binivîse. Û jê hîvî kir xebera xwe bêje derheqa gelê meda. Ewî jî ev nivîsar nivîsî û da Egîtê Xudo. Ew nivîsar rojnemêda hate çapkirinê û min jî ev orîgînal hilda xwey kir.

         Aha wergera wê bi zimanê kurdî:

        “Xwendevanê mine kurde hizkirî!

      Ez hela biç’ûktîêda haj xeysetê gelê weye baş heme û ez dixwazim ewana qewlêd tezeda dha baş bin.

         Hertim dost û pismamê gelê we,

         P. Sêvak”.

 

 

 SERHATYA EMERÎKÊ SERDAR BI ZIMANÊ FRANSÎ

 

Франция-z

Etudes kurdes

 

         Sala 2012-a paytexta Fransîaê Parîzêda almanaxa Înstîtûta kurdî ya Parîzê ronkayî dît. Ew cilda 11-aye ya meha adarê sala 2012-a û bi temamî pêşkêşî edebyeta kurda kirîye.

         Wê cildêda serhatîke nivîskarê kurdî naskirî Emerîkê Serdar û hevpeyvîna tevî wî hatine weşandinê. Navê serhatîê “Nemebir”e, ku nivîskar sala 1976-a nivîsye, berevoka wîye “Îdî dereng bû”-da û berevoka wergerê efrandinê wîye bi zimanê rûsîye “Dewetek du cara kirin” hatye weşandinê. Ev serhatî pêşekzana antropologîaê, lekolînkira kilamê kurdaye şînê, doktora zanyarîê Estelle Amy de la Breteque ji rûsî welgerandye fransî (rûpêl 109-118). Ewê ev serhatî ji berevoka nivîskare “Dewetek du cara kirin”, ku sala 2005-a bi zimanê rûsî Yêrêvanêda hatye weşandinê, hildaye û welgerandye fransî.

         Eva cara dudane, ku nivîsara kurdê sovêtîêye vekirî bi zimanê fransî tê wergerandinê û weşandinê. Ya pêşin romana Ereb Şamîlove “Şivanê kurmanc” bû, ya duda jî eva serhatya Emerîkê Serdare. Vê serhatîê dikarin vêderê bixûnin.

         Vê cildêda usa jî hevpeyvîna Estelle Amy de la Breteque fire tevî Emerîkê Serdar hatye weşandinê. Navê hevpeyvînê haye: “Hela guman heye”. Hevpeyvînêda Emerîkê Serdar hûrgilî berpirsa wan pirsa dide, ku derheqa jyana wîdanin, wan qewladanin, kîjanada ew çawa efrandar pêşda hatye. Nivîskar usa jî fikra xwe dibêje derheqa pêşdaçûyîna edebyeta kurdaye sovêtîê, destanîn û kêmasîê wê, rola radîoa kurdî û rojnema “Rya teze” di şuxulê pêşdabirina edebyeta kurda ya hêna sovêtêda.

         Gotî bê kivşkirinê, wekî Înstîtûtê înîsîatîveke baş nîşan daye, gava guhdarî danye ser edebyeta kurdê sovêtêye berê û bi vî cûreyî goveka xwendevanên wê dha daye firekirinê. Eva yeka nîşan dide, ku edebyeta kurdê Ermenîstanê îdî derdikeve meydana navnetewî.  

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *