DAYKA ÎNSPÊKTOR
BÎRANÎNÊ ZAROTÎÊ:
DAYKA ÎNSPÊKTOR
Gava min koma 7-ada dixwend, serkarya mektebê xwest, wekî ez derbazî nava cêrgê komsomola bim. Nizanim çawa, dya min wê yekê hesya bû û hate mektebê, qalmeqalmeke mezin pêşda anî. Ewê bi hêrs digot: “Hûn dixwazin kurê min bêxwedêkin? Ez îzna vê yekê nadim!” Usa jî nehîşt ez mekteba gundê meda derbazî nava cêrgê komsomola bim. (Her tenê wexta min mekteba Elegezêye navînda dixwend, bûme komsomol).
Gava min mekteba Elegezêye navînda dixwend, car-cara dya min dihate vî gundî mala xatya min Zelxo. Te hew dinihêrî derê dersxanê vedibû, dya min derda dihat, ser kursîkî rûdinişt. Ermenî jî pakî nizanibû. Bi teherekî dersdar dida femkirinê, wekî dersdar dersê ji min bipirse, çika ez dersa xwe zanim yanê na. Dersdar şa dibû, gazî min dikir, ders ji min dipirsî. Paşê vedigerya ser şagirta û wanra digot:
— Binihêrin, ev kulfeta nexwendî çawa qedrê xwendinê digre û dixweze kurê wê rind hînbe.
Min şerm dikir, lê dersdar paê dya min dida û bi ç’evekî qenc min dinihêrî. Min çend cara dya xwera digot, wekî şerme, neê mektebê. Ewê digot “erê”, lê dîsa ya xwe dikir. Û gava cara bi sirê dihate mektebê, dersdara îdî bêyî gotina wê gazî min dikirin, ders ji min dipirsîn. Îlahî dersadrê ziman û edebyeta ermenî Frûnzîk Mkrtçyan, dersdara zimanê almanî Mayranûş Babayanê gelekî pesnê vê yekê didan, bi ç’eveke gelekî qenc min dinihêrîn û guhdarya mexsûs didane ser min. Hetanî roja îroyîn jî ez nikarim emekê wan dersdarê xwe neşêkirînim û kirina wan bîr bikim.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
Добавить комментарий