XEBATA MINE LI TÊLAVÊ Û QEWMANDINÊ WÊDERÊ
XEBATA MINE LI TÊLAVÊ
Û QEWMANDINÊ WÊDERÊ
Wê salê payîzê ez çûme mekteba gundê Elegezêye navîn, koma 8-a xwend. Çend meha çûm mektebê. Rewşa mala me gelekî giran bû. Apê min got: “Bira Seyrê û inka min bimînin, ez û tuva jî herin Têlavê bixebitin”.
Meha zivistanêye pêşin bû. Em stansîa Spîtakêye rya hesinda hîvya poêzdê bûn. Poêzd wêderê her tenê çend deqa disekinî. Poêzd hat. Lepik destê minda tunebûn. Min destê xwe avîte şîşa rex derê vagonê, hilkişyam. Destê min xûdabûn û wê şîşêva girtibûn. Min ancax destê xwe ji wê şîşê qetand. Teê bigota ç’ermê destê min hatye gurandinê. Hetanî em gihîştine Tbîlîsîê, wê şûnda Têlavê, destê min dêşya. Çimkî cara pêşin bû, ku ez poêzdê syar dibûm, medê min levdiket û ez vedireşyam.
Têlavêda em çûne mala Nîşoê Qamê, ku merîkî me bû. Ew çend sal bû çûbû Têlavê dima, ewî û neferê xweva gurcikî zanibûn. 2-3 roja şûnda Nîşo gote min û Şerefê kurê xwe (ku 5 sala ji min mezintir bû): “Herin mêşe, dara bînin, çimkî ardûê me xilaz dibe”. Em û çend gedê gundê me, ku berêda hatibûn Têlavêda diman, çûne mêşe dara bînin. Em çûn, me dar bir’în, Şeref qalç’ikê ser darê xwe temiz kir, serê wî tûj kir, t’ok pêva girêda. Lê darê min destê xwe nedaê, qalç’ik ser ranekirin, serê wî tûj nekir. Min gotê:
— Tu çira darê min jî usa hazir nakî, çawa darê xwe?
Go:
— Darê te ç’ûke, vira jî serbijêre, tu hevekî k’aşkî, wê xwexwa bişûlike, here.
Me dar k’aş kirin. Darê Şeref rind dişûlike, lê ez ancax darê xwe k’aş dikim. Em hevekî hatin. Nişkêva gotin “qerewilê mêşe hatin!” Heryek alîkîda revî. Du qerewil bûn. Hatin ez û xortekî gurc girtin, berbi şeher birin. Qerewila û ewî xortê gurc bilind-bilind ser hevda kirine qarîn, ewî û qerewilekî hev xistin. Qerewilê dinê milê min berda û çû hewara hevalê xwe. Ez revîm, ketime kûç’a. Lê şeherî nenas bû, min nizanibû kîjan kûç’e diçe kîderê. Şeherda min her tenê meydana sereke nas dikir û dikaribûm ji wêderê herime malê. Ez hey direvyam, hey jî min pey xwe dinihêrî. Qerewil nedihatne kivşê. Ez hatim, hatim, derketim meydanê. Îdî ji wêderê hêsa çûme malê. Apê min çûbû min digerya. Xêlekê şûnda ew jî vegerya hat û gava dît ez malim, gelekî şabû.
Cîê xebata me, çend zarokê hevalê min, meydana Têlavêye navendî bû. Avtobûsê nehya dihatin vêderê û eger piştoê yekî hebûya, me dibire bazarê û çend kapêk qazanc dikir. Lê tu nabêjî “xweyî-xudanê” wî cîyî gundîê me Şevavê Xerzîye. Û gava em diçûn ber avtobûsê ji nehîê hatî, ewî berî me dida, nedihîşt em nêzîkî avtobûsa bin. Min terka wê yekê da. Apê min birekeke biç’ûk minra k’irî, min bireka xwe hiltanî, kûç’e-kûç’e digeryam, darê malê gurca hûr-hûr dibirî bona şewatê.
Min xwera elîfba zimanê gurcikî destxist û êvara xwexwa herfê gurcikî hîn dibûm. Ez hînî hemû herfa bûm û min dikaribû têkstê biç’ûk bixwenda.
Ez hetanî meha gulanê Têlavê mam. Paşê em vegeryane Tbîlîsîê, apê min wêderê ma, lê ez hatime gund.
Добавить комментарий