ŞERÛDA Û HARBÛYA ÇI DIKIRIN
ŞERÛDA Û HARBÛYA ÇI DIKIRIN
“Êzdîê teze” cimet top dikirin, danîn heyata avayê rêdaksîa. Wanara digotin, wekî rojnema “Rya teze”, ku em kirine kurd, qatê 12-dane. Hineka serê xwe bilind dikirin, qatê me dinihêrîn û bi desta nîşan didan, wekî emê serê we jêkin. Ewana dixwestin bikevne hundurê avayî, hilkişine qatê me, lê mîlîsîonêrê ber dêrî sekinî nedihîştin. Hinek ermenî, ku wêderêra derbaz dibûn, wanra digotin:
— Hûn dibêjin “em êzdîne”, lê rewşenbîrê we dibêjin “em kurdin”, çira rewşenbîr usa dibêjin? Gelo weke we fem nakin, çi çie?
“Êzdîê teze” wanra digotin, wekî rewşenbîr ji kurdê welatê dereke pera distînin, lema propaganda kurdîtîê dikin. (Kê wê pere bida rewşenbîrê me? Dewleta kurda, ku tunebû? Lê Ezîzê Emer çira navêje, wekî ewî ser navê êzdîtîê 700 pez ji nava êzdya berev kir, ew pez çawa bû? Ezîzê Emer ew pez xwe “helal kir”. Çira navêje ew pere çawa bûn, ku ewî û koma wî berev dikirin giva gundê Emoda, ku meheleke gundê Zovûnîêye, zyareta êzdya çêkin? Kane ew pere û ew zyaret?).
Çend cara wana êrîş birine ser înstîtûta rohilatzanîê, carekê ketne hundur, tabloa ser derê serkarê para kurdzanîê Şekroê Xudo şkênandin. Xênji wê, terevdarê “êzdîê teze” Karlênê Çaçanî, Çerkezê Reş bona wê yekê kutan, wekî ewana digotin “em kurdin”. Rojekê jî, gava ez malda bûm, têlêxistin. Min tetka têlê hilda, wî serê têlê yekî bi aksênta kurdî, lê bi zimanê ermenî got:
— Ew mala Emerîkê Serdare?
Min go:
— Belê.
Go:
— 10 hezar dolara hazirke, êvarê emê bên, bivin. Yanê na, emê serê te û jin-zarê te jêkin.
Min bi eks got:
— Keremkin, werin.
Lê usa jî nehatin. Ez didame tirsandinê. Çendik-çend cara malda û rêdaksîaêda bi têlê gefê usa min xwarine. Tê bîra min, carekê jî Gîskê têlêxist û ji xwe mezintir xeberda:
— Hela tu saxî? Tişt nake, rojê te hesabkirîne.
Min gotê:
— Tu careke mayîn jî usa berzeq-berzeq minra xeberdî, ezê herdu ç’evê te derxim!
Rojekê jî minra gotin, wekî “êzdîê teze” ber Opêraê mîtîngê dikin. Min ji xebatçya me Delala Memê hîvî kir here wira û bibihê, çika çi dibêjin. (Ewana Delal nasnedikirin, nizanibûn ew rojnemêda kar dike). Delal çû û ji wêderê minra têlêxist û got, wekî qirar kirine paşî mîtîngê herin bavêjin ser rêdaksîa rojnemê. Min pêra-pêra mîlîsîaêra têlêxist û got, çi hal-hewale. Çend deqa şûnda 2 mîlîsîonêr hatin kabînêta min. Pirsîn: “Çi qewimye?” Min wanra got, wekî mîtîngê çi qirar kirye. Mîlîsîonêra gotin: “De bira bicêribînin wê yekê bikin” û derketin çûn. Paşê ez pê hesyam çûne, teşkîldarê mîtîngê rind guvaştine. Tevgelê mîtîngê îdî nehatin.
Gava Delal vegerya, minra got, wekî mîtîngêda xeber dane û ev tişt gotine: “Gelî ermenya! Hûn zanin kurda zarokê we û yê me, êzdya, serjêkirine, xûna wana kirine vanaê û pê wê xwe şûştine. Hûn çawa îznê didin Ermenîstanêda kurd hebin û rojnema kurdî jî Yêrêvanêda bê çapkirinê?..” Û gele-gele gotinêd haye bêcabdar mîtîngêda hatine bihîstinê.
Gele cara ewana qestîka dixwestin provakasîaê bikin. Tê bîra min, gundekî nehya Êcmîazînêda jin, mêrek (şêx bûn) kuştibûn. Cinyazê wan gotî banyana mex’berê gundê Fêrîkda definkirana. Me, rewşenbîra, qirar kir herin tevî definkirina wanbin. Ez bûm, Karlênê Çaçanî, Mirazê Cemal, wekîlê PKK Xanê û Mahîr Elî. Em çûn. Wexta cinyaz anîn û definkirin, cimet rûnişt nanê xêrê bixwe. Ewqas merî hatibûn, wekî ser sifrê cî nedibûn. Mera li hev hat her tenê Xanê û Karlênê Çaçanî ber sifrê bidne rûniştandinê. Çend “êzdîê teze” jî rûneniştibûn. Hesen Hesenyan qestîka hat nêzîkî min bû û got:
— Ax, bira evê şînê nîbûya, minê kûç’ik berî teda.
Min gotê:
— Dûrî cidê te minê usa bikra, kûç’ka tu pirtî-pirtî bikra!
Haj xeysetê min hebû, zanibû ezî hêrsim. Gotina xwe got û berbi “êzdîê teze” revî. Ewî tirê ezê bidim pey û şerekî pêşda bînim. Min tê derxist, wekî ew qestîka vê provokasîaê dike, dixwaze şînê tevîhevke û bêje rewşenbîr gunekar bûn. Min ev nêta wî têderxist û xwe zevt kir, neda pey. Xwedênekirî wekî şer pêşda bihata (piranya cimeta hazir merîê min, xizmê min bûn), mêrê bihatana kuştinê. A, “êzdîê teze” provokasîaê ha jî dikirin.
Добавить комментарий