rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

ÇÛYÎNA LI KONFÊRANSA HEWLÊRÊ Û…

 

 

ÇÛYÎNA LI KONFÊRANSA HEWLÊRÊ

Û DERHEQA ÇEND NAS Û HEVALÊ MINDA

         

        Sala 2006-a bi înîsîatîva wezîreta hukumeta herêma Kurdistanêye çandê û Înstîtûta Asîa Pêş û Kurdistanê Hewlêrêda gotî konfêransa kurdzanê Sovêta berê derbaz bûya. Teşkîldarê wê hîmlî Şêx Mehemed Ebûbekir bû, ku serokê Înstîtûta Asîa Pêş û Kurdistanê, kandîdatê ulmê êkonomîkîê bû, merivekî serxwe, zane, welatparêz bû. Ji Ermenîstanê ez, Karlênê Çaçanî û Çerkezê Reş hatine teglîfkirinê û tevî wê konfêransê bûn. Dêlêgasîaêd Gurcistanê (A.Mêntêşaşvîlî, Keremê Anqosî, Keremê Alxan û Pîr Dîma), Sankt-Pêtêrbûrgê, Moskvaê, Êkatêrînbûrgê tevî konfêransê dibûn. Têma doklada min ha bû: “Rol û kemala rojnema “Rya teze”. Konfêrans ser dereca bilind derbaz bû. Rojnema û têlêvîzîona bi firetî derheqa wêda nivîsîn û dan.

        Wextê konfêransê ez profêsor, kurdzanê eyan M.S.Lazarêvra bûme nas. Navbera meda pevgirêdanê hevaltîê hatine sazkirinê. Min jêra got, wekî çawa wextêda min pirtûka wîye “Pirsa kurda” tercmeyî kurdî kirye, lê Têmûrê Xelîl tercma min dizye û ser navê xwe Avropaêda daye çapkirinê (derheqa dizya wîda wê para vê pirtûkêye başqe bê gotinê). Ewî got, wekî tiştekî usa ber guhê wî ketye.

        Min pirtûka xweye pêşin bi tercma zimanê rûsî «Свадьбу сыграли дважды» (bi kurdî navê wê ha bû: “Bûk du cara syar kirin”, yanê “Dewetek du cara kirin”) pêşkêş daê. Her sibe, wexta rastî min dihat, digot, wekî pirtûkê dixûne û gelekî lê xweş tê. Carekê jî pirsî, wekî kê tercme kirye. Min got, wekî hîmlî Nûra qîza min tercme kirye. Go: “Tercme bêqusûre, tê kivşê qîzê te rûsîke delal zanin”.

        Ez wêderê usa jî rastî hevalê xweyî weke 60 salî Keremê Anqosî hatim. Raste, Kerem Tbîlîsîê dimîne, ez jî Yêrêvanê, lê timê guhê me ser heve, bi poşta êlêktronîê hevdura nema dişînin, pirtûkê xweye teze pevdiguhêzin, pê têlê hevdura xeber didin. Ez rind haj pê heme Kerem çiva mijûl dibe. Ez zanim Kerem karekî partîaê, civakî û çandêyî mezin kirye, bûye hîmdarê radîoa “Ronkayî” (Tbîlîsî), çend rojneme bi kîsî xwe derxistine. Hetanî nha çend salixnemê (kalêndar) êzdya hazir kirine. Ez îdî nabêjim derheqa wê xebata wîye mezinda, ku ewî arxîvê Gurcistanêda kirye. Hetanî nha ewî bi deha pirtûk çap kirine derheqa dîrok, folklor, çand, dînê êzdyada. Gava evê xebata wî dibînî, tê derdixî, wekî ewî xebateke dha mezin kirye, ne ku hinek kandîdat û doktorê kurdzan. Rastîê jî Kerem kurdzan, rohilatzanekî naskirîye û wê derecêda fikra wîra hesab rûdinên.

        Raste, Kerem mirîde, lê zanekî dînê êzdyayî berbiç’eve. Ew gele ji şêx, pîrê me rindtir dînê êzdya zane. Lema jî gelek tirêqê me ç’evnebarya wî dikin.

        Konfêransêda ez rastî xortekî meyî delal hatim. Ewî hukumekî mezin ser min hîşt – him alîê bejn-bala xwe, bedewya xweda, him jî alîê zanebûn û milûktya xweda. Ew Pîr Dîmaye, ku Tbîlîsîêda dimîne. Hilbet, berê jî rojnemada, malperada min çend gotarê wî xwendibûn û ser zanebûnê wîye dewlemend ecêbmayî mabûm. Lê gava nêzîkva min ew nas kir, çawa dibêjin, şabûna perê min tunebû bifiryama. Ez bawerim, wekî ewê virhada jî karekî kardar bike boy navê miletê me, û paşeroja gelê me xortê usara girêdayîye. Zanebûna Pîr Dîmaye derheqa dînê êzdyada be’re. Ew ne tenê zaneye, lê usa jî dikare bi ulmî ewî dînî şiroveke. 3 pirtûkê wî: “Êzdîê Serhedê”, “Nimûnên kûltûra medenî ya kurdî” û “Lalişa Nûranî” xemila textê minî nivîsarêne.

        Xortekî usa jî Têmûrê Cindî Mamoyan bû. Sed heyf, wekî ez derheqa wîda bi wedê derbazbûyî dinivîsim. Çend sala pêşda ew bêwext ji vê dinê çû. Tê bîra min, konfêranseke Moskvaêda ewî xeberda. Ez ser ziman, logîka, xeberdana wî, bejn-bala wî, bedewya wî zendegirtî mam û dilê xweda gelekî şabûm, wekî nava meda xortekî usa heye. Wextê navbirîê ez nêzîkî wî bûm û bona xeberdana wîye bêqusûr min ew bimbarek kir. Ewî got: “Apê Emerîk, tu min nas nakî? Ne ez kurê Cindîme, gundîê teme”. Min ew hemêz kir û kela girî da qirka min. Xortekî xwendî, zane, teşkîldar bû. Ewî xwe bi temamî pêşkêşî heja meye milatîê-azadarîê kiribû, ku Tûrkîaêda fire bûbû. Ew Kîêvêda dima, serkarê Mala Kurda bû, şêwirdarê parlamênta Ûkraînaê bû. Ewî karekî çiqas mezin kir bona serrastkirina şuxulê wan kurda, ku ji komarê mayîn çûbûne Kîêvê. Min eva yeka ber ç’evê xwe dîtye, gava 2 cara Kîêvê qesidîme. Çiqas heval-hogirê wî, nasê wîye ûkraîn, rûs hebûn, çiqasî jê hiz dikirin û qedrê wî digirtin! Ez îdî derheqa kurdada nabêjim. Wextêda ewî Kîêvêda rojnema “Dengê Mîdîaê” derdixist, bi zimanê rûsî nasya xwendevana dida gelê me, dîrok û çanda wî, şerkarya wîye mêrxasîê. Sed heyf, ewî her tenê pêra gîhand pirtûkekê çapke – “Kurd li Ûkraînaê. Kurt derheqa dîroka gelê kurdda”. Ewî serî-binî 51 salî emir kir, lê pêra gîhand nav û mîrateke ewqasî dewlemend pey xwe bihêle. Hetanî nha jî, gava gilî tê ser Têmûrê Cindî Mamoyan, kela min tijî dibe. Ez dibêjim: qe xwezil min ew camêr nedîta û nas nekira. Lê alîkî mayînva jî ez kubar dibim, wekî gundê me ewledekî ha daye gelê me.

        Kurapê Têmûr – Ezîzê Cewo jî gundîê meye û dêmekî çand, zimanzanya meye, şerkarekî heja meye azadarîêye. Ewî Yêrêvanêda rêdaktorya rojnema “Botan”-ê (bi zimanê ermenî), Moskvaêda rojnema “Axîna Welat” (bi zimanê kurdî) û yêd mayîn kirye. Xebata wîye zimanzanîê, ku van salê dawîê Sankt-Pêtêrbûrgêda bi zimanê rûsî çap bûye, nava zimanzanya meda xebereke tezeye. Usa jî layîqî guhdarîêne gotarê wîye derheqa zimanê kurdîda, ku kovar û rojnemêd kurdaye derekeda neşir bûne. Berevoka şiêrê wîye “Karvanê bêxewîê” – destanîneke poêzîa meye salê dawîêye. Ezîz kurê Cewoê Emer Mamoyane, ku dersdarê minî pêşin bûye û min jorê derheqa wîda nivîsye.

        Raste, herduê dawîê (Têmûr û Ezîz) tevî konfêransa jorgotî nedibûn, lê min lazim hesab kir nasya xwendevana bidme wan. Ez dixwazim vêderê navbirîê bidme xeberdana xwe derheqa konfêransada û çend gilya bêjim derheqa hinek nas û hevalê xweye mayînda. 

        Gilîê min derheqa 2 biraê welatparêzdane. Ji wana yek Rizalîê Reşîdî rehmetîye.

        Rizalî xwendina bilind stendibû, gundê xweda Kûrekendêda (nha Fêrîk, nehya Êcmîazînê) dîrêktorê mektebê bû. Ew bûbû sîmvola gundê xwe – bi merîfetî, zanebûn, maqûltya xweva. Ewî jî ev xeyset ji bavê xweyî rehmetî Reşîdê Ozman hildabû. Reşîd merîkî xwendî bû, Tbîlîsîêda rûsî xwendibû, xweytî pismamê xwe Qanatê Kurdo kiribû. Û gava vegeryabû Kûrekendê, çend sala serkarî kolxoza gund kiribû.

        Rizalî mêrekî şertê xwe bû, milûk û merivhiz. Gund bi wî kubar dibû. Çi pirsê gunde sereke hebûna, Rizalîê Reşîd tev dibû û dida safîkirinê. Rizalî hevalekî minî nêzîk bû û çi gava ez gund diqesidîm, dibûme mêvanê Rizalî. Ez ji xeberdana wîye xweş têr nedibûm. Laqirdî û xweşîê wî  xemleke mexsûs didane xeberdana wî.

        Rizalî usa jî şayîr bû. Gele şiêr û fêlyêtonê wî rojnema “Rya teze”-da çap bûn. Ewî pêra gîhand 2 pirtûkê şiêra neşirke: “Berbi tevê” (s.1964-a) û “Xem û xiyal” (s.1982-a).

        R.Reşîd welatparêzekî erhede bû, ser wetenê xwe û gelê xwe şewitî bû. Bi hereket û înîsîatîva wî û Tosinê birê wî navê gundê Kûrekendê hate guhastinê û ew hate navkirinê ser navê şorişvanê meyî navûdeng Fêrîk Polatbêkov – Fêrîk. (Çawa eyane, navê “Kûrekend” tirkîye, yanê “gundê kûrêda”. Wana nedixwest navê tirkî ser navê gundê kurdabe). Tê bîra min, sala 1987-a Rizalî û Tosin em çend rewşenbîrê kurd teglîfî wê şaynetîê kirin, ku bona guhastina navê gund bû. Ev rewşenbîr hazir bûn: Mîroê Esed, Hecîê Cindî, Xelîl Mûradov, Karlênê Çaçanî, Tîtalê Efo û ez. Paşî şaynetîê Rizalî em teglîfî mala xwe kirin. Textekî bêqusûr danîbûn. Me wedê xwe gelekî baş derbaz kir.

        Wana ne tenê navê gundê xwe guhastin, lê usa jî kolanê gund kirine ser navê şuxulkarê me – Ahmedê Xanî, Şerefxan Bîtlîsî, Feqîê Teyran û yêd mayîn.

        Telebextra, Rizalî salêd 90-î ji gund barkir, çû parwelatê Rûsîaêyî  Stavropolê, wêderê jî çû rehmetê û Mînêralnîyê Vodîêda definkirin.

        Birê mayîn Tosinê Reşîde. Tosin rastîê jî rewşenbîre – rewşenbîrekî obyêktîve, welatparêzekî erhedeye. Ewî înstîtûta pêdagogîêye ser navê X.Abovyan fakîltêta kîmîaê, aspîrantûra xilaz kirye, dîsêrtasîa xwey kirye û navê kandîdatê ulmê kîmîaê stendye, gelek sala laboratorîa zankoa Yêrêvanêye dewletêye kîmîaêda, weke salekê jî radîoa Yêrêvanêye kurdîda xebitye.

        Ez û Tosin hevalê heve nêzîkin û ew hevaltya me hela salê xwendkarîêda destpê bûye. Min û ewî tevayî serhatya Fêrîk Polatbêkove “Eskan” ji rûsî welgerandye kurdî û rojnema “Rya teze”-da daye çapkirinê. Me usa jî tevayî êpêce wext radîoa Yêrêvanêye kurdîda bernema “Ênsîklopêdîa kurdî” hazir dikir. Tosin xweyê 2 pirtûkê şiêrane, ku Yêrêvanêda bi kurdî çap bûne: “Kilamê rê” (s.1975-a) û “Nîvro” (s.1987-a). Ez zanim Tosin usa jî romaneke dîrokî “Mestûre” nivîsye û çap kirye, bona kîjanê layîqî xelata Başûrê Kurdistanêye edebyetê “Pîremerd” bûye. Tosin usa jî xebateke mezin kirye bona berevkirin û çapkirina kilamê me. Berbiç’eve usa jî xebata wî di dereca lênihêrandina pirsêd dînê êzdyada.

        Raste, Tosin nha Avstralîaêda dimîne, lê rind haj jîyîna meye vêderêye çandê û edebyetê heye.

        Hevalekî minî baş jî heye û ez nikarim van bîranînê xweda derheqa wîda çend gilya nebêjim. Gilî derheqa şayîr Barîê Baladane. Ew merivekî zane, xêrxaz, dilovan, welatparêze. Ew bona heval-hogirê xwe, mala xwe û welatê xwe tu tiştî nahêvşîne û xwe bi temamî pêşkêşî wan îdêa kirye.

        Min Barî nas kir, gava bû xwendkarê para azêrî ya fakûltêta înstîtûta pêdagogîêye ser navê X.Abovyane fîlologîê. Min nas kir û jê hiz kir. Ew hesîn û hevaltî eva îdî 50 salî zêdetire dom dike. Û çiqas diçe dha zêde û gur dibe. Raste, wexta Barî înstîtûtêda hate qebûlkirinê, ez îdî kûrsa 5-a bûm. Paşî xilazkirina înstîtûtê jî, gava ez radîoa Yêrêvanêye para kurdîda  dixebitîm, hertim êvarê diçûme oda xwendkarê kurd û gele cara şev wêderê dimam û cîê Barîda radizam, lê ew diçû xwera cîkî mayîn didît. Min û Barî cahiltîêda gele tişt kirye û hetanî roja îroyîn jî ew bîra min û Barî naçin.

        Paşî xilazkirina înstîtûtê Barîê Bala çend sala wezîreta Ermenîstanêye ronkayîêda xebitî çawa telîmçîê ziman û edebyeta azêrya û kurda. Ew çendik-çend sala bûye dîrêktorê sovxozê û her tişt kirye bona pêşdaçûyîna malhebûnê.

        Telebextra, wextê şerê bona Qerebax’ê mala Barîê Bala jî kurdê meye musulmane mayînra tevayî koçkir û ji Ermenîstanê çû. Destê me ji hev qetya, em haj ji hev tunebûn, min nizanibû Barî kîderêye. Evê yekê weke 20 salî kişand, lê bi saya hereketê Barî, wekî ewqasî çerçirîbû, pey pirs-pirsyara ketibû, careke mayîn navbera meda heleqetî hatine sazkirinê. Ez pê hesyam, wekî Barî malêva çûye Qazaxstanê, qeraxê bajarê Alma-Ataêda cîwar bûye. Berî çûyîna li Alma-Ataê, telebextra, kevanya wî Dîlbera qîza birê Wezîrê Nadirî çûbû rehmetê. Evê yekê gelekî xirab hukumî ser Barî kir. Hetanî roja îroyîn jî bi keder kevanya xwe bîr tîne. Badilhewa nîne, wekî ewî gele şiêr, pirtûk pêşkêşî wê kirine.

        Şikir 2 kurê Barî hene. Barî cem kurê xweyî mezin Elî dimîne. Elî û kevanya xwe Gulnara mînanî ronaya ç’evê xwe Barî xweyî dikin. Barî jî hersê nevîê xwe – Letîfe, Qadir û Nûrxan – şadibe û wanra kêfxweş dibe.

        Lê kêfxweşya wîye lape mezin xebata efrandarîêye. Hetanî nha 6 pirtûkê wîye şiêra, poêma, pîêsa çap bûne. Ji wan 6 pirtûka yek Dihokêda (Başûrê Kurdistanê) hatye çapkirinê. Nha Barî berevoka xweye bi sirê hazir dike û guman heye xwendevanê ewê zûtirekê bibînin. Cîye bê gotinê, wekî ev her şeş pirtûkê Barî ji alîê rojneme û malperê kurdîda baş hatine qîmetkirinê.

        Raste, alîê mezîlêda ez û Barî ji hevdu dûrin, lê bi saya mecalê pevgirêdanê em gelekî nêzîkî hevin. Bawer bikî her hevtê em bi Skype-ê hevdûra xeber didin, rind haj hal-hewalê hev hene.

        Ez vêderê usa jî dixwazim derheqa nas û hevalê xweye kurdê musulmanda bîr bînim. Mixabin, gelek ji wana tewqê xwe ji vê dinê birîne û çûne dinya mayîn. Lê şikir çend heval jî saxin û bi serfirazî kar dikin. Ez bi hizkirneke mezin dixwazim derheqa Kinyazê Îbrahîmda bêjim. Ew doktorê ulmê fîlologîê, profêsor, akadêmîke, serwêrê kafêdra zankoa Alma-Ataêye dewletêye tirkîye, serokê olka kurdê Qazaxstanêye, xudanê çendik-çend xebatê ulmîye, usa jî endamê Asosîasîa miletaye li rex Prêzîdêntê Qazaxstanê.

        Ahmedê Hepo nivîskarekî meyî naskirîye, xudanê çend berevokê serpêhatya û romanokane. Îlahî pirtûka wîye “Hêsirê xûnê” ji alîê xwendevanê kurdda baş hatye qebûlkirinê. Ew serokê beşa radîoa kurdîye, ku Bekyêda kar dike. Bi hereketê wî rojnema kurdaye “Dengê kurd” weşanê xwe didomîne.

        Ez bi hizkirin usa jî wan hevalê xwe kurdê musulman bîr tînim, ku, sed yazix, îro nava meda nînin: Mehmedê Heso, Salihê Heso, Mecîtê Elî, Wezîrê Ûso û yêd mayîn.

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *