DERHEQA TEREVDAR, RUHDARKIR Û PIŞTGIRÎÊ “ÊZDÎÊ TEZE”-DA
DERHEQA TEREVDAR, RUHDARKIR Û
PIŞTGIRÎÊ “ÊZDÎÊ TEZE”-DA
Çend miletçîê ermenî – Garnîk Asartyan, Êx’ya Naç’aryan, Galûst Galoyan, Xaçîk Stambolsyan û yêd mayîn helan didane van “êzdîê teze” (hersêkê axirîê dêpûtatê parlamênta Ermenîstanê bûn). Bi înîsîatîva Galûst Galoyan (katibê KM PKE alîê îdêologîêda) radîoêda para “Xeberdanê bona êzdya” vebû. Wedê wê bernema radîoê 30 deqeye, serkarê wê jî Hesenê Mehmûde. Êfîra wê bernemê pêşîê her tenê ew bû, wekî diewtyan rêdaksîaê û rewşenbîra, mera digotin “zinêkar”, “xayîn” û gilîê mayîne necayîz. Lê gava rojnema “Dengê êzdya” (bi zimanê ermenî) derket, wêda jî şer-şiltaxê nebînayî davîtne me. Şuxul gihîşte wê derecê, wekî Hesenê Mehmûd rojnema “Hayastanî Hanrapêtûtyûn”-êda (“Rêspûblîka Ermenîstanê”) nivîsî, wekî… “zimanê kurdî tune”. Şêxekî (ew xwexwa şêxe) rabû îzin da xwe zimanê cimeta 40 mîlîonê înkarke!
Wexta ew gend-gemar rojnemêda derket, em 3 merî – ez, Çerkezê Reş û Ezîzê Cewo – çûne cem rêdaktorê wî çaxî Aydîn Morîkyan û me gotê, wekî cî bidne me jî, em jî pêşda bên, bersiva wî bidin. Camêrî go: “Ser sera, ser ç’eva. Binivîsin, bînin”. Çerkez xwe berra kir, go: ezê binivîsim. Lê hetanî dawîê usa jî nenivîsî. Xeysetê wî bû: her tişt hiltanî ser xwe, lê gele cara, wexta lazim bûya, nedanî sêrî.
Xeysetekî wîyî mayînî xirab jî hebû. Ewî her tişt reş dikir, wekî ser wê reşayê her tenê “spîkaya” wî bê kivşê. Gelo badilhewa bû, wekî rojnemê “Arêvî êrkîr” (“Welatê roê”, bi zimanê ermenî), “Mîcagêtk”-êda (“Mêsopotamîa”, bi zimanê ermenî), ku ewî rêdaktorî wan dikir, çendik-çend gotarê wî neşir bûn, li ku hemû rewşenbîrê me bêhurmet dikir, emekê wan reş dikir? Hinek gotarada ewî rewşenbîrê me himberî tiştê usa dikir, ku ne layîqî gotinêne. Bi fikra wî, her tenê ew bû, kesekî mayîn tunebû. Hilbet, ew merivekî xwendî bû, lê xeysetê wî, ç’evnebarya wî ew kiribûn dereceke usa, ku ewî nikaribû çend sala serhev cîkîda bixebite. Kesekîra yole nediçû, her tenê digote “ez!”. Lê wê yekêra tevayî ez nikarim vêderê wê yekê bilind qîmet nekim, ku ewî poêma Ahmedê Xanîye “Mem û Zîn” bi hostatîke bilind tercmeyî ermenî kir. (Ew pirtûk paşî mirina wî neşir bû).
Bi spartina G.Galoyan serwêrtya Ermenîstanêye statîstîkîê wextê tomerîkirina mefaê hesabkirina binelyaye sala 1989-ye hemtifaqîê êzdî cuda kir çawa miletekî başqe.
Paşwextîêda parlamênta Ermenîstanê zimanê kurdîra tevayî zimanê “êzdkî” jî nas kir. Wezîreta Ermenîstanêye xwendinê û ulm ser hîmê vê naskirina parlamêntê destpê kir pirtûkê dersê “zimanê êzdkî” çap kir. Wey li wan pirtûka! Ewê ku xwexwa motacê xwendinê û hînbûnê bûn, ew pirtûk hazir kirin. Lema jî piranya mektebê gundê kurda (xênji 2-3, dîrêktorê kîjana ermenîne) ew pirtûk qebûl nekirin.
Wextê hilbijartina dêpûtatê parlamênta sovêtîêye dawîê bi saya propaganda demkêşê G.Galoyane kurd wê okrûgêda, kîderê kandîdatya G.Galoyan hebû, kurdê navça Elegezê dengê xwe dane wî û ew hate hilbijartinê çawa endamê parlamênta sovêtîê.
Okrûga Hoktêmbêryanê ya hilbijartinê parlamênta sovêtîê bona dêpûtatîê kandîdatûra doktorê ulmê doxtirîê, profêsor Gêorgîê (Joraê) Xudo û ya pincarbêcerkireke ermenî hebû. “Êzdîê teze” miqabilî kandîdatûra Joraê Xudo agîtasîa dane gurkirinê û gazî bijarvanê wê okrûgêye êzdî kirin dengê xwe nedin bona kara kandîdatya Joraê Xudo, lê bidin bona kara pincarbêcerkira ermenî. Profêsor nehate bijartinê, lê pincarbêcerkir hate hilbijartinê.
Добавить комментарий