rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

WERIN EM HEVEKÎ BIKENIN!

 

 

JIN Û ESKERÎ?

 

девушка с ружьем         Ew 5 sala zêdetir bû, ku Seyran (lê gişk jêra dibêjin Sêda) bûbû kevanya mala min. Wî çaxî îdî 2 zarokê me hebûn. Carekê ewê cîê xebata minra têlêxist û got, wekî kax’az stendye, gazî wê dikin dixwazin bibin eskerîê.

         — Ew çi kax’aze? – ez ecêbmayî mam.

         Ewê bi ken got, wekî gerekê here eskerîêda qulixke.

         — Çawa eskerîêda qulixkî? – min ji guhê xwe bawer nekir, lê êvarê, gava vegeryam malê, rastîê jî min kax’axekî usa xwend. Wî kax’azîda usa jî nivîsîbûn — “Ûsoyan Sêyran”.

         Rojtira mayîn min komîtêa eskerîêra têlêxist û hevekî hêrs qulixçîê komîtêêra got:

         — Ew kengêda destpê kirine welatê meda jina dibin eskerîê?

         — Çawa? Em gazî jina nakin! – ewî bi dilmayî gote min. – Çiye, hûn laqirdîê xwe dikin, heval?

         — Ez laqirdya nakim, — min bi cûrê wî bersiva wî da. – Duh pê poştê kax’az şandine mala me, wekî jina min Ûsoyan Sêyran gerekê here eskerîêda qulixke. Eger, heval, hûn nizanin, zanibin, wekî navê “Sêyran” ne tenê cem ermenya heye (û ew jî navê mêraye), lê usa jî cem kurda heye û navê jinaye. Lema jî wexta hûn navnîşa wan xorta hazir dikin, wekî herin eskerîêda qulixkin, rind pê bihesin, paşê gazî meryakin.

         Ewê ku minra xeber dida, ji gotina min bawer nekir.

         — Wî çaxî bira kevanya we bê komîtêa eskerîê, em bibînin, wekî jine.

         — Çiye, hûn min dikenin?! – ez hêrs ketim. – Ew tu cîkîda jî naçe! Eger hûn gelekî dixwazin, keremkin werin mala me, bibînin, çika kê pêşberî we sekinye – jin yanê mêr!

         Hilbet, paşî vê xeberdanê tu kesek nehate mala me, lê em gele wext bi wê êpîzodê kêfxweş dûbûn.

         Ay gava miletê cînar haj onomastîka hevdu tunene, digihîne çi derecê!

 

 

K’ERA BELENGAZ!

 

ослик         Çend lawikê Qundexsazê (nha Rya Teze) dixwazin herin Tilvîsê bixebitin. K’erekê jî xwera dibin bona bajêrda ewê bidne xebatê.

         Diçin dertên stansîa Hemamlûê (nha bajarê Spîtakê) û hîvya poêzdê (trêynê) dimînin. Poêzd tê, lawik k’erê dibin, vagona dawîêda girêdidin bi wê gumanê, wekî poêzdê k’erê kaşke, bive here bajêr.

         Gava digihîjne Tilvîsê, diçin dinihêrin tenê serê k’erê û şirît mane…

 

 

GOTINA KINÊZÊ

 

собака и ослик         Gundê Pamba Kurda (nha Sîpan) û Çobanmaz (nha Avşên) cînarin. Binelîê wan gunda hevdura başin, xweşîê xwe hevdu dikin û ji hevdu naxeyîdin.

         Pambya çobanmazyara digotin “k’er bela”, lê çobanmazya pambyara digotin “sîpkê kûç’ik”.

         Rojekê binelîê Pambê Reşîdê Mîrze û binalîê Çobanmazê Memlîê Xemo pê firxûna Mehemed (ewî jî binelîê Çobanmazê bû) ji Elegezê vedigerin. Navbera rêda k’erek merixî bûye. Reşîd dibêje Memlî:

         — Here kinêza xwera bêje bira rê bide me em herin.

         Memlî peya dibe, diçe nêzîkî k’erê dibe, kûz dibe, guhê wêda tiştekî dibêje, lê k’er çawa merixî bû, usa jî dimîne. Memlî vedigere tê, firxûnê syar dibe. Reşîd jê dipirse:

         — Kinêza te çi got?

         Memlî dibêje:

         — Ewê got: hetanî ew kûç’ik ser firxûnêbe, ez ranabim!

 

 

K’ARÊ MIN PÊ NEKETYE!

 

драка5         Serpayîz bû. Ez gerekê ji Êcmîazînê bihatama Yêrêvanê. Gava ketim avtobûsê, min dît cîê rûniştandinêye vala tune. Ez cîkî sekinîm û min destê xwe avîte lûla jorê xwe bigrim. Wexta min destê xwe bilind kir, pêşa potê minî payîzê serê jineka rûniştî ket. Ewê porê xwe mînanî qelaxa ser serê xwe çêkiribû. Pêşa potê minî payîzê wê qelaxê ket. Ew vegerya, min nihêrî, avrûke tûj da min. Min tex’mîn kir, wekî qezya ji vê jinikê tê. Min ew cîda hîşt ez vegeryam, hevekî wêda sekinîm.

         Min nihêrî mêrekî cahil, kulfeteke cahil û kulfeteke navsere ketine hundurê avtobûsê û ew mêrê cahil dewsa mine berê sekinî.

         Avrobûs rê ket. Wextekê me dît ew jinika qelax sêrî ji cî rabû û sîleke zex’m da ewî mêrê cahil û ewê jinikê hev xistin. Û hetanî avrobûs gihîşte Yêrêvanê, şerê wan bû. Em pê hesyan, wekî pêşa potê wî jî qelaxa ser serê wê jinikê ketye, ewê jî rabûye û sîleh avîtye…

         Lema jî ji wî çaxîda hetanî nha ez guh didime ser dengê xweyî hundur.

 

 

EM EWÎ NEKINE ŞAYÎR?

 

поэт         Gava kurê Emînê Evdal Sîdar mekteba navîn xilaz dike, Emîn hiltîne Karlênê Çaçanîra, ku wî çaxî serwêrê para rêdaksîa “Rya teze”-ye edebyetê û çandê bû, têlêdixe û dibêjê:

         — Karlên, Sîdarê min mekteba navîn xilaz kir. Tu çi dibêjî: em ewî nekine şayîr?

         Ulmdarê me “nizanibû”: ne ku DIKINE şayîr, lê DIBINE şayîr. 

 

 

 

EZ JÎ TEV WE GURÊX…

 

волкодав         Sala 1949-a berevoka efrandinê Pûşkîn A.S. bi tercma kurdî (wey li wê tercmê!) hate neşirkirinê. Ew berevok Casimê Celîl tercme kiribû. C.Celîl çend mesela ji wê berevokê hiltîne, diçe Elegezê mektebê bona ewê bifroşe. Dersdarê kurmanca berev dibin û yek-dudu ji wana pirtûkê dikirin. Bona Casimê Celîl yê mayîn bîne xîretê hiltîne ha dibêje ewê pirtûk kirîne:

         — Ay mêrê gurêx, ay mêrê gurêx…

         Dibe pîrqînya lawika, dikenin. C.Celîl tê derdixe, wekî şaşîk berda, û hiltîne ha dibêje:

         — Ez jî tev we gurêx, ez jî tev we gurêx…

 

 

EYŞÊ,  TU  EYŞÊBÎ…

 

ссора         Eyşê yeke zimane, şerûd bû. Gundda kesek nemabû, ku pêra şer nekiribûya. Te hew dinihêrî sibê şebeqê derdikete derva, menîk cînarekê digirt û pêra dikire şer. Hetanî nekira şer, dilê wê rehet nedibû. Lema jî cînara, gundya derê wê venedikirin.

         Lê ew çendek bû dengê Eyşê îdî nedihat. Gundî ser vê yekê ecêbmayî diman:

         — Xwedê hevîne, ev çi qewimye, wekî dengê Eyşê naê, cînarara nake şer? – gundya digotin.

         Wê rojê Kino mera wî ser mila hat berbi serê bendê here. Rya wî binatara mala Eyşê diket. Gava hat nêzîkî tanga mala Eyşê bû, ew ji hundur derket, ber dêrî sekinî, Kino kire gazî:

         — Kino, Kino, bidî xatirê Xwedê, were ber derê me! Ezê tera tiştekî bêjim.

         Kino fikirî, wekî Eyşê qestîka gazî dike, ku pêra têke şer.

         — Eyşê, ezî lezim, av diçe ser bostanê me, ez gerekê herim lê bibim xweyî, — Kino gotê.

         — Na, na! Bidî xatirê Xwedê, tê bêyî. Gilîkî minî ferz heye tera bêjim.

Show »

         — Eyşê, dive kirê şer hatye te, dixwezî minra têkî şer?

         — Na, xwe ez dîn nebûme tera têkme şer! Te çi kirye, wekî tera têkim şer? Her tenê gilîkî min heye tera bêjim.

         Kino têderxist, wekî nikare gura Eyşê neke, neçe ber derê wê. Mer ser mila çû ber derê Eyşê.

         — Wey tu ser ç’evara hatî! Were kêleka xûşka xwe rûnê, — Eyşê gotê.

         Kino tex’mîn kir, wekî tiştekî xirab fikra wêda tune, mera xwe danî, çû kêlekê rûnişt.

         — Kino, bidî xatirê Xwedê, tê minra têr bidî ç’êra, — Eyşê gotê.

         — Pî, Eyşê, xwe tu rya Xwedê neketî? Ezê çira tera bidme ç’êra? – Kino bi ecêbmayî jê pirsî.

         — Hergê tu Xwedê dihebînî, tê minra bidî ç’êra. Tu nedî ç’êra, ezê yeke usa bînim serê te, wekî om-om bê gilîkirinê, — Eyşê bi hêrs gotê û ç’evê xwe lê cinû kir.

         Kino nizanibû çi bikra. Zanibû Eyşê dikare hertiştî bike, wê nikaribe yaxa xwe jê xilazke.

         — Hela minra bêje, seva çi tera bidme ç’êra, — Kino dîsa jê pirsî.

         — Tu bide ç’êra, ezê paşê tera  bêjim, — Eyşê caba wî da.

         — De wekî usane… — Kino ç’evê xwe girt, devê xwe vekir, çiqas ç’êr-i’tî zanibûn, gişt dane rêzê…

         Çiqas diçû, beşera Eyşê xweş dibû. Tê bêjî ew çi ku Kino digotê, bi dilê wê bû, pê baristan dibû.

         Wexta Kino rind da ç’êra, Eyşê bi beşereke xweş berê xwe wîda kir û dubare caba wî da… Gava hertişt gotê, dilê xwe rehet kir, hevekî xwe kerkir, bîna xwe stend, hilda dawîêda ha gotê:

         — Rehme bavê tebe… Of, dilê min teze rehet bû.

         Û Eyşê gotê, wekî çawa kurê wê Xalit çendekî pêşda jêra gotye, hergê virhada ew cînarara bike şer, wê milê wê bigre ji malê derxe, bêxweyke. Gotîê te em nava gundada kirine oyîn-sosret. Te usa kirye kesek derê me venake. Bese, bese, bese… A tirsa vê yekê bû, wekî Eyşê ew çendek bû cînarara şer nedikir. Lê nikaribû ber xwe bide, lema gazî Kino kirye û usa kir.

         — Zulma ha jî dibe? – Kino ber xweda got, rabû jê dûrket.

         Paşî vê yekê dengê şerê Eyşê îdî gundda kêm dihate bihîstine.

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *