TIŞTEKÎ SADE NÎBÛ — WERGÊRA EDEBYETA SEYASETÎÊ Û…
TIŞTEKÎ SADE NÎBÛ — WERGÊRA
EDEBYETA SEYASETÎÊ
Û ŞERKARYA DIJÎ ŞER-ŞILTAXA
Mîroê Esed bi meha dikete nexweşxanê. Min rojneme qol dikir. Û gava qinyatê mezine ferz hebûna, min xwexwa tercme dikir. Gava destê min diwestya, min gazî çend xebatkarê me dikir, dida rûniştandinê, min zar tercme dikir, ewana jî bi sirê dinivîsîn.
Proêkta Konstîtûsîa TRSS teze neşir bûbû. Kommerkezîê sparte rêdaksîaê, wekî ese lazime proêkt bi kurdî jî bê tercmekirinê û rojnemêda çap bibe. Rêdaktor M.Esed sparte min, wekî ez wê proêktê tercmekim. (Çawa eyane, ew zakona welête hîmlîye û gotî bi cabdarîke gelekî mezin bê tercmekirinê, wekî fikrê wê zakonê yekşvêtî bêne femkirinê û qebûlkirinê). Min têksta rûsî û ermenî hilda û destpê kir tercmekir. Wexta tercmekirinê min him têksta ermenî, him jî ya rûsî dinihêrî. Êpêce cya têksta ermenîda şaşî, berr’aberdan hebûn. Gava min tercme dida rêdaktor, min jêra digot, wekî têksta ermenîda çi şaşî û berr’aberdan hene. M.Esed û çend xebatkarê meye mayîn tercma min dinihêrîn, lê guhastinê berbiç’ev nedikirinê.
Paşî wê yekê, gava proêkta Konstîtûsîaê rojnema “Rya teze”-da jî hate çapkirinê, rêdaktor çû cem katibê Kommerkezya PK Ermenîstanê K.Dallakyan û gotê, wekî têksta ermenîda çi şaşî û berr’aberdan hene. Dallakyan gotibû, wekî lazime wexta dokûmêntê haye ferz têne stendinê, gerekê berê ewlin bidin “Rya teze” tercmeke, paşê bidne Armênprêsê, wekî belake. Kommerkezîê komîsîa saz kiribû, ewê têkstê proêktêye ermenî û rûsî himberîhev kiribûn, ew şaşî û berr’aberdan îdî têksta hîmlîda tunebûn.
Min usa jî “Konstîtûsîa RSS Ermenîstanê”, “Qanûnnema Partîa komûnîstîêye Tifaqa Sovêtîê”, “Programa Partîa komûnîstîêye Tifaqa Sovêtîê”, “Rêêd hîmlî yêd pêşdabirina TRSS êkonomîkîê û sosîalîêye salêd 1986-1990-î û wedê hetanî sala 2000-ê”, “Qirara Kommerkezya PKTS derheqa qedandina qirarêd Plênûma Kommerkezya PKTS îyûnê (sala 1983-a) teşkîleta Ermenîstanêye rêspûblîkaêye partîaêda” tercme kirin, rojnemêda, paşê bi pirtûkê başqe çap kirin.
Tê bîra min, wexta L.Brêjnêv wefat bû, me hejmara mexsûs hazir kir. M.Esed dîsa nexweşxanêda bû. Ji çapxanê minra têlêxistin, wekî wekîlê Kommerkezya PK Ermenîstanê hatye, îznê nade em wê hejmarê çapkin. Ez çûme neşirxanê. Xebatkarê Kommerkezîê Olêg Arakêlyan minra got:
— Ev çi hejmare we hazir kirye? Çira tu nizanî gerekê hejmara şînêbe?
Min gotê:
— Usa jî heye. Ez tera bêjim, çi qinyat hejmarêda hene.
Û min destpê kir rû bi rû hemû qinyat jêra tercme kir.
— Lê nobedarê rojê usa minra negot. Zef başe! Hema usa jî hejmarê bidin.
Me usa jî kir.
Hilbet, min zanibû nobedarê rojê Grîşaê Memê çira usa kirye. Ewî dixwest ber ç’evê Kommerkezîê min nux’sanke, usa bike Kommerkezî aminya xwe min neîne. Lê ew yek jêra li hev nehat. Ez ber ç’evê Kommerkezîê dha bilind bûm. Û badilhewa nîbû, wexta Mîroê Esed şandin pênsîaê, Tîtalê Efo dewsê kivşkirin, temya pêşin, ku Kommerkezîê dabûyê, ew bû, wekî “nevî-nevî destê xwe bidî Emerîkê Serdar”. Nenihêrî wê yekê, wekî wî çaxî gelekî şikyatê min kiribûn. Ezê paşê derheqa wan şikyatada binivîsim.
Ez 2 cara tevî kongrêa rojnemevamê sovêtîê bûme, ku Moskvaêda derbaz dibûn. Ji Ermenîstanê em çawa wekîlê 3 rojnemê rêspûblîkaêye sereke (wekîlê rojnema çara “Komûnîst”-ê nehatibû bijartin) tevî kongrê dibûn. Ez bûm, Rafîk bû (“Sovêtakan Hayastan”) û Esker bû (“Sovêt Êrmenîstanî”). Em mêvanxana “Rosîa”-êda diman. Ez û Esker odekêda bûn. Rast dibêjin: gava dixwazî yekî rind naskî, jêra rê here, hevaltîê bike. Min û Eskerê azêrî hevaltîke baş kir. Min dha nêzîkva ew nas kir û jê hiz kir. Merivekî xemxur, qenc, hevalhiz bû. Raste, ew azêrî bû, lê ez jî kurd bûm, em hevdura mînanî bira bûn û gava vegeryane Yêrêvanê, ew dostî û hevaltya me dha qewîn û mehkem bû. Lê, telebextra, ewê dirêj nekişand: Esker barkir, çû Bekyê.
Добавить комментарий