AX, EW HELEQETÎÊ NAVBERA QEBÎLADA!..
JI JIYANA GUNDÊ ME Û NE TENÊ…
AX, EW HELEQETÎÊ NAVBERA QEBÎLADA!..
Navbera gundîkî me – Cekê Teyo, ku ji qebîla Mixaylya bû, û qebîla Utya tunebû, gele cara kiribûne şer. Rêdaktorê rojnema “Rya teze”-ye wî çaxî Cerdoê Gênco bû, ku ji qebîla Utya bû. Utya usa dikin, wekî rojnemêda derheqa Cekê Teyoda fêlyêtonekê neşir dikin, şer-şiltaxa davêjnê. Dîwan vê pirsêva mijûl dibe, Cekê digrin û slêstîkirina wî Lênînakanêda (nha Gumrî) derbaz dikin. Cekê dibêje, wekî ew û Utya dijminê hevin, lema şera davêjnê. Slêstçî dibêjê:
— Merîkî usa gundê weda heye, wekî ne ji qebîla we, ne jî ji qebîla wanbe, bê rastîê bêje?
Cekê divê:
— Erê, heye, — û navê bavê min dide.
Ez jî wî çaxî biç’ûk bethal nexweş bûme û malê îdî bona qencbûna min gumana xwe birîbû. Gazî bavê min dikin, wekî here Lênînakanê. Bavê min karê xwe dike here. Pîrka min, apê min, dya min hiltînin jêra dibêjin:
— Mala te xirab nebe, kurê teyî taê-tenê ber mirinêye, tu radibî bona Cekê diçî Lênînakanê.
Bavê min dibêje:
— Cekê dergê tengdane. Ez nikarim neçim. Gede jî mir, hûn hildin. Ezê ese herim.
Û diçe, rastîê dibêje. Çend roja şûnda Cekê aza berdidin. Pey wê yekêra Cekê û bavê min bûne destebirakê hev.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
Добавить комментарий