rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BÎRANÎN

 

 

 BÎRANÎNÊ  ZAROTÎÊ

 

 

3 BERXÊ “PARTÎAVAN”

        3 mîê me hebûn, 3 berxê wan. Min nav wan berxa kiribû: navê yekî danîbû Şamîramyan (ku femîla katibê komnehya Elegezêye partîaêyî pêşin bû), navê yê duda Avêtîsyan (ku femîla sedrê komşuxulkira sovêta nehîê bû), navê yê sisya jî danîbû… Virhada bixûne.  

 

TEKERA FELEKÊ

        Rûbênê dostê me gundê Lêrnanskêda dima. Necar bû. Ewî wextêda pê dara minra erebeke lihîstoke biç’ûk çêkiribû. Min ewqasî wê erebêra lîstibû, wekî gişk ji hev derketibû. Tenê tekerekeke wê mabû… Virhada bixûne. 

 

DAYKA ÎNSPÊKTOR

        Gava min koma 7-ada dixwend, serkarya mektebê xwest, wekî ez derbazî nava cêrgê komsomola bim. Nizanim çawa, dya min wê yekê hesya bû û hate mektebê, qalmeqalmeke mezin pêşda anî… Virhada bixûne.

 

BÊÎSAFÊ BÊÎSAF

        Gele cara merî merivaya xwe unda dike, kirina wan weke kirina ne anegorî merivayêne. Qewmandineke ha ewqasî hukumî ser min kirye, wekî hetanî roja îroyîn jî ji bîra min naçe. Ew yek wextê zarotya minda bûye. Aha çi qewimye… Virhada bixûne. 

 

 

 JI JIYANA GUNDÊ ME Û NE TENÊ…

 

 

“EZ BATRAKIM, EZ BATRAKIM!..”

        Gundê meda zulmeke usa bûye, ku hetanî nha jî tê gilîkirinê. Dîwana Sovêtîê teze hatibûye testîqkirinê. Guhdarya mezin didane ser kesîbê gund, wanra digotin “batrak”. Kesîbek gundê meda hebûye, navê wî Tosinê Ûrşan bûye. Ew jî batrak bûye… Virhada bixûne. 

 

KIRÎ Û TESLÎM KIR

        Dawya salê 20-î qirara hukumeta Sovêtê hebû: ç’eka ji nav cimetê berevkin. Çar qemê mala me hebûne, bavê min dibe teslîm dike. Wekîlê dîwanê qayîl nabe… Virhada bixûne. 

 

AX, EW HELEQETÎÊ NAVBERA QEBÎLADA!..

        Navbera gundîkî me – Cekê Teyo, ku ji qebîla Mixaylya bû, û qebîla Utya tunebû, gele cara kiribûne şer. Rêdaktorê rojnema “Rya teze”-ye wî çaxî Cerdoê Gênco bû… Virhada bixûne. 

 

Û ZEVÎYA ÇANDÎ KIRE SÎLOS…

        Zulmeke mayîn jî ji bîra min naçe. Îdî dawya salê 1940-î bû. Halê gundya gelekî giran bû. Derbaharê hinek diçûne bajêr dixebitîn, wekî karibin wextê gîhadirûnê û nandirûnê parî nanê wan hebe. Cînarekî me jî çûbû bajêr dixebitî… Virhada bixûne. 

 

HER TIŞT BOY NAVÊ DÎWANA SOVÊTÊ!

        Wan sala zulmê usa dibûn, wekî ji hiş û sewdaê merya dûr bûn. Gundekî cînar hebû. Wêderê sedrê serwêrtya kolxozê merivekî nexwendî, lê aktîvîstekî dîwana Sovêtê bû. Gilî dikirin, wekî… Virhada bixûne. 

 

 

 SALÊ XWENDKARYA MINE DÛRE DIRÊJ…

 

 

“EZ MERIVÊ Ç’YAME, TU CÎKÎ MIN NAÊŞE…”

        Sala 1953-a min mekteba navîn xilaz kir. Min nikaribû şuxulê xwe bidim bona îdara xwendinêye bilindda bixûnim, çimkî dokûmêntê min serrast nîbûn. K’utîka gundda paşnavê (femîla) min Ûsûbov bû, lê atêstatêda Serdaryan bû, mêtrîka min jî tunebû. Hetanî min eva yeka serrast kir, pasporta xwe stend, wedê qebûlkirina dokûmênta derbaz bû… Virhada bixûne. 

 

ÇAWA EZ BÛME XWENDKAR

        Dokûmêntê min qebûl kirin. Min her hevt întamê xwe bi serfirazî da, her tenê ji ûrisî “3” stend. Rûê wê yekêda qaleke min kêm bû û navnîşa xwendkarê qebûlkirîda nav û paşnavê min tunebû… Virhada bixûne. 

 

DÊKANÊ MIN, PARAZVANÊ MIN

        Paşê ewî xirabîk jî minra kir. Ew 2 sal bû ez razanxana xwendkarada (общежитие)  bêheq dimam çawa xwendkarekî kesîb, ku nikare heqê razanxanê bide… Virhada bixûne. 

 

PASPORTA TEZE Û GRAFA DERHEQA MILETÎÊDA

        Ez kûrsa 2-a bûm, gava wedê pasporta min xilaz bû. Min pasporta xwe bir p’ara mîlîsîa nehya Yêrêvanêye Spandaryanê, wekî dewsê ya teze bidin min… Virhada bixûne. 

 

 

 KARÊ LI RADÎOÊ

 

 

NEME JI LALIŞÊ

        Me ji Lalişê nemek stendibû. Nemêra tevayî şiklê koma êzdya hebû, ku hatibûn ber zyaretê. Gişk pêxas bûn, cilê spî li wan bûn. Nemêda be’sa qewalekî dikirin… Virhada bixûne. 

 

ŞERVANÊ BONA AŞTÎÊ Û MORALÊ

        Tê bîra min, çend sal derbaz bûn. Sêksîa nivîskarê kurdada berevoka efrandinê Ûsivê Beko enene dikirin. Qaçaxê Mirad “şiêra” wîye “Edlayî” berk rexne kir û got ew gelekî siste… Virhada bixûne. 

 

“EM DESTBI XEBERDANA ZIMANÊ RÛSÎ DIKIN…”

        Rojekê ez û Eznîva Reşîd oda dîktorada rûniştibûn, hîvîê bûn, kengê wedê me bê em herin ber mîkrofonê. Me xwera xeber dida. Gilî hate ser zimanê rûisî… Virhada bixûne. 

 

GELO MERXASIN YANÊ QAÇAXIN?

        Tê bîra min kiribûne planê, wekî ez gerekê qisa zasbendîê binivîsim derheqa kilamê meye mêrxasîêda. Min nivîsî û gotî wê rojê bi radîoê bidana. Çend sehet mabûn, wekî destbi xeberdanê kurdî bibe, gava… Virhada bixûne. 

 

WERGÊRA SÎNXRON

        Carekê jî têksta ermenî weke perekî anîn û gotin, wekî ese gerekê ew bi radîoê bê dayînê. Wedê xeberdanê me îdî wê destpê bûya. Me pêra nedigîhand tercmekin… Virhada bixûne. 

 

JI OTAXA KÎSEÇÎÊ HEMAMÊYE!

        Têl ser textê minî nivîsarê bû. Gele cara têlê dixistin, qerfê xwe dikirin. Rojekê jî dîsa sibê zû têlêxistin û ermenî pirsîn… Virhada bixûne. 

 

 

 WEXTÊ  XEBATA  LI  RÊDAKSÎAÊ

 

 

DU TÊLÊGRAM Û MÎROÊ ESED

        Sala 1963-a bû. Îraqêda beesîsta dîwan welgerandibûn, Ebdil Kerîm Qasim kuştibûn. Destbi têrora mezin kiribûn dijî komûnîsta… Virhada bixûne.

 

ME ÇAWA DIZÎKAVA GUHDARYA RADÎOA DIKIR

        Wexta N.Xrûşçov ji xebatê derxistin û dewsê L.Brêjnêv kivş kirin, guhastin kete nava seyasetya sovêtîêye berbi kurda. Sovêtê destpê kir guh neda kurda, ber beesîsta helekarî kir û alîkarya eskerîê daê. Îdî mînanî berê rojnemada derheqa kurdada gelekî nedinivîsîn… Virhada bixûne.

 

PEZ, PASPORTA UNDABÛYÎ Û… CESÛS

        Dawya salêd 80-î hukumeta Ermenîstanê qirar derxist, wekî çend nehyêd Ermenîstanêda gotî pêz xweyî nekin, çimkî ew erdê êrozîa dike. (Qirarêda navê wan nehyê navdeştê hebû, li ku kurd diman û pez xweyî dikirin. Dêmek, ev qirar dijî kurda bû)… Virhada bixûne. 

 

RASTHATINA TEVÎ MARTÎROS SARYAN

        Sala 1964-a, payîza dereng bû. Rêdaksîaê sparte min herim rastî şikilkêşê ermenyayî navûdeng Martîros Saryan bêm, jêra xeberdim û derheqa wîda binivîsim… Virhada bixûne. 

 

BERSIVA HER TENÊ 3 ŞERÊ NEŞÛŞTÎ

        Jiyana minda gelek cara şerê neşûştî avîtine min, lê min gele cara bersiva wan nedaye, çimkî min layîq hesab nekirye. Lê 3 şerê neşûştî, ku van axirya avîtine û davêjne min, ez naxwazim bê bersiv bihêlim, çimkî ew ji temê derdixin… Virhada bixûne.

 

ÇAWA MIN KONSTÎTÛSÎA TRSS TEZE WERGERAND BI ZIMANÊ KURDÎ

        Sala 1976-a proêkta Konstîtûsîa TRSS teze prêsa sovêtîêda hate weşandinê bona enenekirina hemcimetîê. Şika me hebû gelo çawa rojnema miletîê emê ewê wergerînin bi zimanê kurdî û rojnema “Rya teze”-da bidne weşandinê yanê na? Bona vê pirsê… Virhada bixûne.

 

 

 ÊPÎZODÊ CUDA-CUDA

 

 

GELO MIQAMÊ KÊYE?

        Sala 1970-î bû. Ez nexweşxanêda bûm. Rêjîsyor Vardazaryan jî nexweş bû û wê nexweşxanêda paldabû… Virhada bixûne.

 

“EZ SERÊ DYA XWEKIM…”

        Wekîlekî rewşenbîrê me, ku jina wî ermenî bû, pê hesya bû, wekî ezê dîsa herim sanatorîaê, minra got kurê wî minra tevayî here sanatorîaê. Hilbet, ez qayîl bûm û em çûne wê sanatorîaê, li ku ez çend sala hêsa bûme… Virhada bixûne. 

 

HER TENÊ MIN NEŞÎNE SÎBÎRÊ

        Rind tê bîra min xebatçîkî KGB-êyî berêyî kurd B.R., ku wextêda gele kurd dabûne girtinê, çûbû pênsîaê û xwedêgiravî şuxulê bedewetîê dinivîsî… Virhada bixûne. 

 

 DÎROKA WEŞANA PIRTÛKA HECÎÊ CINDÎYE “HEWARΔ

        Sala 1965-a weşanxana Ermenîstanêye “Hayastan”-ê, li ku pirtûkê kurdî dihatine weşandinê, sparte min rêsênzîa hundur binivîsim derheqa pirtûka Hecîê Cindîye “Hewarî”-da. (Wextê sovêtê tradîsîake ha hebû: pirtûk berî bê weşandinê gerekê bihata rêsênzîakirinê… Virhada bixûne. 

 

 

 SIFETÊ ÇEND MERIVÊ WEXTÊ MIN

 

 

            Van dawya min tex’mîn kirye derheqa şayîr û nivîskarê meda, ku çûne rehmetê, kêm tê nivîsarê û bîranînê, îlahî wexta qewm û pismamê wane nêzîk, zureta wan û pêşewitîê wan tunene yanê ewqasî jî aktîv nînin. Hilbet, eva yeka ne tiştekî başe û şêkirandina emekê wan, keda wan, bîrnekirina nav û kirinê wan dikeve ser milê wan merya, ku wextêda ew naskirine, tevayî xebitîne û zanibûn ew jiyanêda merivne çawa bûne, xeysetê wan çawa bûye, çi qewmandinê emrê wane hewaskar hebûne û yêd mayîn.

            Bextê min lêdaye min gelek wekîlê edebyet û çanda me, ku çûne rehmetê, ne tenê nêzîkva naskirine, tevayî xebitîne, lê heval û hogirê heve nêzîk bûne. Hilbet, ji wana heryek weke emekê xwe bû, herkes nîbû, ku steyrka geş bû, lê gişta tevayî, heryekî weke hunurê xwe alîkarî dida pêşdaçûyîn û dewlemendbûna edebyet û çanda me. Lema jî gerekê wana bîr nekin û heryekî weke emekê wî qîmetkin bona dîrok paşwextîêda elek-bêjinke û cîê heryekî kivşke.

            Ez, çawa wekîlekî wê silsiletê (ku bi qewlî tê navkirinê çawa silsileta duda û, telebextra, gelek kêm mane), borcê xwe hesab dikim pirî-hindikî nasya xwendevana bidme wan efrandarê me, ku min wextêda nêzîkva naskirine û em tevayî xebitîne. Dibe hinek gotinê min hineka xweş neên yanê wanra dest nedin, lê ez ruhê xwera qelpîê nakim û dinivîsim usa, ku çawa hebûye. Hilbet, dîroka meda, çawa ya hemû gelada, her tişt rast û dûz nîbûye, hilketin, daketin hebûne. Ew prosêseke obyêktîve, lê gotî heqî ser her tiştîrabe û rastî bê gotinê û qîmetkirinê. Çiqas qewata min hatye, min cedandye usabe.

 

02 EREBÊ ŞEMO (EREB ŞAMÎLOV)

            Paşî Fêrîk Polatbêkov Ereb Şamîlov komûnîst û şorişgerekî kurdî duda bû, tevgelekî şerê bajarvanîê bû, parwelatê Stavropolê û Bakûra Kavkazêda şerkarî dikir dijî dijminê qeydê sovêtîê, bi aktîvî tevî testîqkirina dîwana sovêtîê dibû li Pişkavkazê… Virhada bixûne. 

 

 

 

Qaçaxê Mirad

QAÇAXÊ MIRAD (MÛRADOV XAÇÎK ŞABABOVÎÇ)

            Dawya sala 1959-a ez dixebitîm çawa dîktorê radîoxeberdanê kurdî. Wedê xeberdanê me rojê 15 deqe nîvro bû. Em 6 merî dixebitîn: Xelîl Mûradov, Qaçaxê Mirad, Casime Celîl, Şikoê Hesen, Eznîva Reşîd û ez… Virhada bixûne.

 

 

 

 

 
Надо Махмудов дома-1 NADO MAXMÛDOV

            Min derheqa Nado Maxmûdovda zef zûda bihîstibû, lê ew nêzîkva dha rind nas kir, gava ew dixebitî çawa sedrê komîtêa dewletê (wezîret) alîê bêcerkirina pembuda, wê şûnda çawa wezîrê malhebûna Ermenîstanêye komûnal. Ew merivekî usa bû, wekî temamya Ermenîstanêda hatibû naskirinê û hizkirinê… Virhada bixûne. 

 

 

Şikoê Hesen ŞIKOÊ HESEN

            Aha ji wana yek, ku ewqasî jî naê bîranînê û qîmetkirinê, şayîrê bi şuret, zanekî zimanê kurdîyî erhede Şikoê Hesene, ku ez dixwazim derheqa wîda çend gilya bêjim… Virhada bixûne. 

 

 

 

 

 

Mîkaêlê Reşîd-2 MÎKAÊLÊ REŞÎD

            Şayîrê meyî xweyşuret Mîkaêlê Reşîd hevalê minî nêzîk bû û navbera me gelekî xweş bû. Raste, temenê meda firqya 10 sala hebû, lê ew yek nedibû menî, wekî em hevaltîke baş nekin… Virhada bixûne. 

 

 

 

 

 

 JI RÛPÊLÊ DÎROKA ME:

 

SAZKIRINA ŞÊWRA  REWŞENBÎRÊ KURD

        Rewşa rojnemêye abûrî gelekî giran bû. Derheqa wê yekêda min gotarek (“Rojnema bi zimanê kurdîye tek-tenê halekî girandane”) nivîsî û rojnema  ermenîye “Hayastan”-êda 20-ê martê sala 1992-a da çapkirinê. Min qestîka binda qol nekir, lê du nav danî binda: “rêdaksîa rojnema “Rya teze” û “Şêwra rewşenbîrê RE kurd” bona hukumê wê dha gelek be… Virhada vixûne. 

 

 

 DÎSA DERHEQA GÊJGERÎNGA NAVBERA

KURDÊ ÊZDÎ Û MUSULMANDA

 

“HER BIJΔ DADA ERMENÎSTANÊ!

        Sala 1990-î Eskerê Boyîk çûbû Sûrîaê. Gava vegerya, bona “Rya teze” gotarek nivîsî derheqa rewşa kurdê Sûrîaêda û dabû kivşê, wekî Ermenîstanêda çiqas kurd dijîn û çawa zarokê kurda zimanê xwe hîn dibin. Eva yeka “êzdîê teze” xweş nehatibû. Rojneme dabûn dadê… Virhada bixûne.

 

HINDIK MABÛ EM HESABKIRANA…

        Çend sala pêşda hinek wekîlê dîwana Ermenîstanê bin hukmê van “êzdîê teze”-da qirar kirin nava olka meda hesabkirina binelya derbazkin bona pê bihesin, çiqas merî xwe kurdê êzdî hesab dikin, çiqas merî jî dibêjin “êzdî miletekî başqeye… Virhada bixûne. 

 

MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA

        Min wextêda gotarek nivîsî derheqa dostya kurda û ermenyada, da kivşê, wekî Cangîr ax’aê kurdê êzdî (ev xebera “kurdê êzdî” min ji ankêta wîye wextê girtinê hildabû, ku rojnemada derketibû), wê derecêda çi karekî mezin kirye. Ew gotar bi zimanê ermenî rojnema “Avangard”-êda çap bû… Virhada bixûne. 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *