rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BEREVOKA MINE PÊŞIN “DESTÊ DÊ”

 

 

BEREVOKA MINE PÊŞIN

“DESTÊ DÊ”

         

        Ji nivîsara kurdaye vekirî çi min xweş nedihat? Berî her tiştî ew nivîsar mînanî ç’îrokê sist bûn, nîgarê wan bê xûn-qinêt bûn, xeyset û psîxologîa wan tunebû, gişk mînanî hev bûn, her tenê sxêmatîzm bû. Ew mînanî gotarê rojnemê dîwara bûn. Teê bigota ew salêd sedsalya derbazbûye 20-30-îda hatine nivîsarê. Û wexta me derheqa van kêmasya digot, nivîskar ji me dixeyîdîn, bi meha mera xeber nedidan.

        Wexta min destbi nivîsara vekirî kir, min cedand, wekî ev kêmasî nava nivîsarê minda tunebin, û tê bêjî (bi gotina xwendevana) ew yek minra li hev hat. Eva jî tezetîk bû, ku kete nava nivîsara meye vekirî.

        Wexta civata sêksîa nivîskarê kurdada berevoka mine pêşin “Destê dê” dihate enenekirinê, ulmdar, nivîskarekî me derheqa serhatya “Neme”-êda fikreke ha got:

        — Wê dha rind bûya, wekî qîz qîza dewletya bûya, xort kurê kesîba bûya.

        Min bersiva wî da, got:

        — Ew rê ewqasî hatye pêpeskirinê, wekî pirtî xuê têda nemaye. Syûjêa, ku tu dibêjî, dha hêsaye. Çetine bi psîxologî wê yekê bidî makkirinê, wekî çawa guhastina qewla hukumî ser xeysetê nîgarê dike.

        Hilbet, sêksîaê berevok begem kir û qirar kir, wekî ew bê çapkirinê. Rêsênzîa Qaçaxê Mirad bi zimanê rûsî bû, orîgînala wê arxîva mindane, ez ewê bi kurdî tercmekirî raberî xwendevana dikim:

         

        “Raste, hetanî nha efrandinê Emerîkê Serdar bi pirtûka başqe çap nebûne, lê xwendevanê kurd wî baş nas dikin çawa xudanê serhatîê hewaskar, ku ji sala 1960-da rojnema “Rya teze”-da çap bûne, bi radîoa kurdî hatine weşandinê. Û femdarîye, 80 selefê berevoka wîye pêşin serhatîne, ku wextê başqe-başqeda “Rya teze”-da hatine çapkirinê. Berevok bi temamî berê efrandarya wîye 15 salane.

        Têmatîka berevoka “Destê dê” pircûreye: vira hene serhatîê derheqa şerê Wetenîêyî mezinda, hizkirina dêda, jyana merivê sovêtîêye nhada, tradîsîaê gelerîda, evîntya dilê cahilda. Du serhatyada elîwetya ruhê mêriv û tiştê mayîne nepak têne rexnekirinê.

        Destnivîsara E. Serdare efrandarîê nava edebyeta kurdîda rind tê naskirinê. Ew, tê bêjî, bi dêtaleke hûr destbi efrandinê dike, paşwextîêda bi serî wê dêtalê jyan, xeyset û ruhê nîgarêyî t’am tê dîharkirinê. E. Serdar zef baş kurdî zane, lema jî gotina wî ferihe û hewaskare.

        Bi fikra min, berevoka efrandinê Emerîkê Serdare “Destê dê” gotî ese bê çapkirinê. Ewê nava xwendevanê kurdda hewaskarya mezin pêşda bîne.

         

Qaçaxê  MIRAD,

endamê Yekîtya nivîskarê TRSS.

22.03.1974”.

 

        Lê şayîr Mîkaêlê Reşîd bi zimanê ermenî derheqa vê berevoka minda fikra xwe bi nivîsar ha daye kivşê (orîgînala wê arxîva minda tê xweykirinê). Ez ewê bi kurdî tercmekirî raberî xwendevana dikim:

         

        “Piranya serhatîê vê berevokê salê başqe-başqe min ew rojnema “Rya teze”-da xwendine, bi radîoê bihîstine û berê ewlin ew bi tezevantî, kurdbûn, zelalbûna gotinê û dewlemendbûna zimên min xweş hatine. Serhatîê wîda em pircûrebûna emir dibînin. Psîxologîa nîgara rind hatye dîharkirinê. Efrandinê E.Serdar bi hesîna nazik û delalva berbiç’evin.

        Bi fikra min, şiêrê vekirî dha başin. Nivîskar dixebite bi dengê lîrîkîê ruh, fikir-mitale û xem-xiyalê merivê nha nîşan bide.

        Xwendina vê berevokê meriva xweş tê. Û ez têra dibînim berevoka E.Serdare “Destê dê” layîqî çapkirinêye.

         

Mîkaêlê  REŞÎD,

endamê Yekîtya nivîskarê TRSS.

25.03.1974”.

         

        Ev pirtûk ji alîê sêksîa nivîskarê kurdada hate begemkirinê û qirarkirin ewê çapkin. Neşireta “Hayastan”-ê ew bona çapkirinê hazir dikir. Şikilkêş B.Mazmanyan ji min pirsî pirtûk derheqa çidane. Gava pê hesya têmatîka pirtûkê çye, ewî hûrgilî derheqa wan efrandinada pirsî, ku bi têma dê hatine nivîsarê. Û gava sala 1974-a pirtûk neşir bû, ez ecêbmayî mam, wekî şiklê rûê pirtûkêyî pêşin çiqasî mînanî şiklê dayka mine. Hetanî nha jî ez nikarim şirovekim, wekî çawa mînahevbûna usa dikaribû biqewimya, gava şikilkêş tu wexta ne dayka min, ne jî şiklê wê dîtibû…

        Wî çaxî gundîê me brîgad saz dikirin, diçûne Rûsîaê xopanê. Wana minra gotin, wekî çawa herro, paşî xebatê, gava vedigeryane cîê xwe, şîva xwe dixwarin, hêsa dibûn, yekî ese ev pirtûka min her êvar hazirara dixwend. Eva jî bûbû mijûlya wane herroje.

        Wexta ev pirtûka min çap bû û dane dikanê firotana pirtûka, ez çûm wê dikanê, min dît xênji pirtûka min usa jî 2-3 pirtûkê kurdîye mayîn jî difroşin. Min ew pirtûkê kurdî kirîn, perê min ancax têrê kir, wekî 5 mesela pirtûka xwe bikirim. Ez fikirîm, wekî sibê bêm, çend meselê mayîn jî bikirim. Sibetirê ez çûm, lê pirtûka min tunebû – nava rojekêda temam kirîbûn. Bi vî cûreyî pirtûka min pakî nekete destê min. Lema jî nha mala meda her tenê meselek maye. 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *