NEXWEŞYA DYA MIN Û “MÊRXASYA” ZEVÊ SEDRÊ KOLXOZÊ
NEXWEŞYA DYA MIN
Û “MÊRXASYA” ZEVÊ
SEDRÊ KOLXOZÊ
Sala 1956-a bû. Min întamê xwe dabûn, derbazî kûrsa 3-a bûm, vegeryame gund. Ez pê hesyam, wekî apê min wê salê jin-zarava çûbûye Tbîlîsîê, lê kirye-nekirye dya min wanra neçûye, tenê malda maye. Wî çaxî dya min ç’êlekê kolxozê didotin. Şevekê, gava radizê, xewnê dibîne, wekî çawa min ber ç’evê wê serjêdikin. Dike qarîn û ji tirsa hişyar dibe. Wê tirê berbanga sibêye, elbê hiltîne, diçe tewla kolxozê ç’êleka bidoşe. Xebatçîê tewlê dya minra dibêjin, wekî nîşeve, tu çira ewqasî zû hatî, here malê. A, wî çaxîda rûê tirsêda dya min nexweş dikeve, dengê wê dikeve. Ewê nikaribû xwarina hişk bixwara, gewrîêda nediçû. Her tenê xwarina ron dixwar. Doxtira gotibûn, wekî nexweşya dya min raka gewrîêye.
Gava min dya xwe vî halîda dît, min dya xwe hilda anî Yêrêvanê, bir înstîtûta rakê. Wêderê jî gotin, wekî dîagnoza wê raste.
Em vegeryane gund. Rojekê jî sibê şebeqê dya min ez dame femkirinê (çimkî nikaribû pakî xeberde), wekî dixwaze pê ereba şîr (şîrê kolxozê rojê 2 cara pê erebê dibirin Elegezê teslîmî zavoda şîr dikirin) here Elegezê ser doxtir. Paşê ez gerekê biçûma min dya xwe banya. Dya min çû. Ez jî rabûm, wekî teştê bixum. Wextekê min dît Kamilê gizîr hat û got, wekî sedrê kolxozê Fetîê Îvo dibêje, bira bê, here zevya Davanê tapanke. Min gotê:
— Here jêra bêje, dya min çûye Elegezê ser doxtir, ezê herim dya xwe bînim, ezê sibê herim zevîê tapankim. (Wî çaxî îzna xwendkarê îdarê xwendina bilind hebû neçin kolxozêda nexebitin, hêsabûna xweye havînê derbazkin).
Kamil çû. Xêlekê şûnda Cema cînara me hate malê û minra got:
— Fetî ber dîwarê kîlera kolxozê sekinye, tera dide ç’êra.
Ez derketime derva. Min dît, sedir wêderê nîne. Min teştya xwe xwar û derketim herim Elegezê. Rê kêleka kîlerêra diçû. Gava ez gihîştime kîlera kolxozê, min dît Fetî û çend lawikê gundê me ber derê kîlerê sekinîne. Wexta Fetî ez dîtim, bêy tu menya da ç’êra û xwe dirêjî min kir. Zevê wî Hamoê Ûsiv û birê wî Teyoê Ûsiv ew girtin. Ez cîê xweda sekinîm. Fetî minra dida ç’êra. Min jêra got:
— Xalê Fetî, tu mêrê mezinî, nede ç’êra.
Lê ewî dîsa da ç’êra. Cara duda, sisya min jêra got “nede ç’êra”, lê ew yek nekete qafê wî. Ez mecbûr mam duqat, sêqat jêra bidme ç’êra. Zevê wî Hamoê Ûsiv ew destê birê xweda hîşt, berbi min hat. Ez û birê Hamo Fêrîk hevalê heve nêzîk bûn. Min dilê xweda got wê bê, minra bêje “bihêle here, tişt nake, mêrê mezine, ç’êra dike”. Û rastîê jî gava hat û çend gav man nêzîkî minbe, hilda usa jî got. Min gotê:
— Hamo, tu dibînî, Fetî çi neheqîê dike?
Tu nabêjî ew min arxayîn dike. Ew hat, nêzîkî min bû, sîle avîte min. Min û wî hev xist. Fetî jî berdan, ew hat, gihîşte me. Min kire çemê kulmeke cîwar da çena wî. Lawik ketine ortê, em ji hev dûr xistin.
Ez çûme Elegezê, min dya xwe hilda anî gund. Minra gotin, wekî paşî şêr Mîsak Xaçatryanê ermenî, ku kîlerçîê kolxozê bû, hiltîne Fetîra ha dibêje:
— To nemerd, ewî xortî çi kiribû, wekî te vê sibê şebeqê ew neheqî kir?
Raste, ew kîleçîê kolxozê bû û teslîmî sedir dibû, lê dîsa xîreta wî hilneda û usa gote serkarê xwe. Ew û Fetî xwe dirêjî hev dikin, lê lawik dikevne ortê, nahêlin têkne şer.
Zevê sedir Hamo usa jî brîgadîrê gund bû. Nîvro bû, xebatçî ji deştê hatibûne gund. Ewî gerekê ew berevkirana û bişandana xebata kolxozê.
Kirina sedir ewqasî min çetin nedihat, çiqasî mixenetya zevê wî. K’êreke meye kalanî hebû. Min k’êr kire bin pêncekê xwe, ez çûm orta gund. Êloê Qeymes wêderê xwera otax çêdikir. Min û Êlo hevdura xeberda, lê ç’evê min rya mala Hamo bû, çika wê kengê derê bê orta gund, gazî xebatçîê kolxozê bike. Mala apê wî Hesen piş mala wan bû. Hesen ber dîwarê xwe rûniştibû. Û gava Hamo ji mal derket, hat ber apê xwera derbaz bû, apê gotê:
— Tê kuda herî?
— Ez diçim xebatçya bişînim ser xebatê.
— De vegere, kûç’kê kûç’ka! – apê gotê. – Te vê sibê çi tiştekî qenc kirye, wekî nha diçî nava gund? De zû vegere, here malê!
Hamo usa jî kir. Tê kivşê, apê wî ez dîtibûm, tê derxistibû, wekî dikare tiştekî nepak biqewime.
Hetanî êvarê ez orta gund mam, lê Hamo usa jî ji malê derneket.
Çend roj derbaz bûn. Min dît Hamo bostanê kartolê xwe av dide. Ew çendek bû me kartolê xwe av dabû. Ez çûm serê bendê, min ava wî bir’î, av berî ser xamê piş mala me da, kêleka bostên cîkî usada velezyam, wekî neême kivşê, mer’ danî kêleka xwe. Serê bendê fêza mala me bû. Ku hebe-tunebe, Hamo gerekê bihata serê bendê û ava xwe berda. Wextekê min nihêrî – mer’ ser mila jêlva tê. Jineke cînara me Belgê piş mala xwe rûniştibû. Ewî gote Belgê:
— Xatya Belgê, tu nizanî, kê ava me bir’ye?
Belgê got:
— Ez çi zanim?
Hamo hat, t’ûşî min bû. Ez rabûm, min da mer’ê û gotê:
— De tu mêrî, nereve! Tu wê rojê ketibûyî bin sya xezûrê xwe û te dixwest mêranîkê bikî. De tu mêrî, bisekine! – û min xwe dirêj kirê.
Mala Fetî fêza mala me bû. Zeva berbi mala xezûr revî.
Ce’sê Osê wêda dihat, hat xwe avîte pêsîra min, ez girtim:
— Tu navînî, malik lê şewitî, ziravqetî bû! Eva jî jêra bese! – û kete milê min, ez anîme malê…
Hetanî mirina Hamo me hevdura xeber nedida.
Добавить комментарий