rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DU TÊLÊGRAM Û MÎROÊ ESED

 

WEXTÊ  XEBATA  LI  RÊDAKSÎAÊ

 

DU TÊLÊGRAM Û MÎROÊ ESED

         

телеграммы        Sala 1963-a bû. Îraqêda beesîsta dîwan welgerandibûn, Ebdil Kerîm Qasim kuştibûn. Destbi têrora mezin kiribûn dijî komûnîsta. Serkarê Partîa Îraqêye komûnîstîê Salyam Adîl (ereb bû), katibê duda yê wê partîaê Cemal Heyderî (kurd bû) kuştibûn, qira komûnîsta danîn. Şerê dijî kurda dabûne seknandinê, çimkî pirsa qirkirina komûnîstava mijûl dibûn. Beesîsta nikaribû 2 pêşenya – pêşberî kurda û komûnîsta – bikrana şer. Lema jî pêşîê kurdara helekarî dikirin, belgîê nerm didane ber serê wan.

        Wê salê havînê, gava, bi fikra beesîsta, wana pirsa komûnîsta bi cûrê qirê safîkirin, bi qewateke nebînayî êrîşî ser kurda kirin. Çawa avtorekî rûs nivîsye, Kurdistana Îraqêda agir dibarî. Eger berê, wextê Ebdil Kerîm Qasimda rojnemê Sovêtê tu carekê derheqa şerê kurda û hukumeta Îraqêda nedinivîsîn, lê nha, gava qira komûnîsta anîn, wan rojnema îdî ne tenê derheqa têrora dijî komûnîsta, lê usa jî şerê dijî kurdada dinivîsîn.

        Rojekê Sehîdê Îbo, Simoê Şemo, Mîroê Cangîr hatine rêdaksîaê bal min. Xeberdana me hîmlî derheqa wê zulmêda bû, ku Îraqêda danîne serê cimeta me. Dilê me gelekî dêşya, lê tiştek ji destê me nedihat. Me qirar kir ji navê rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd 2 têlêgrama bişînin: yekê – Komîtêa sovêtîêye xweykirina aştîê, ya mayîn – Komîtêa TMY (UN) xweykirina aştîêra.

        Me usa jî kir. Rojtira mayîn rêdaktor Mîroê Esed gazî min kir û bi hêrs minra got, wekî îzna min tune ez têlêgramê usa qolkim. (Nizanim, kê jêra gotibû). Min jêra got, wekî bin wan têlêgramada min qolkirye çawa rewşenbîrê kurd, lê ne ku xebatçîê rojnemê, tu kesek nikare wê îznê ji min bistîne. M.Esed got, wekî me ew têlêgram avayê rêdaksîaêda nivîsîne. Min gotê: “Ew menîye, dikarî bêjî we ser kax’azê rêdaksîaê nivîsye. Pirs ew nîne, wekî me kîderê û ser çi kax’azî nivîsye, pirs ewe, ku Îraqêda cimeta me tê qirê û em dijî wê yekê şikyat dikin”. M.Esed got, wekî “xebatçîê mînanî te min nelazimin, ha here, ezê te ji xebatê azakim”. Min gotê: “Azadikî – nha jî azake”. Ez ji kabînêta wî derketim, çûm.

        Hema wê rojê (17-ê îyûnê s.1963-a) êvarê seheta 19.00-a radîoa Moskvaê elam kir, wekî kome rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd têlêgram şandine Komîtêa sovêtîêye xweykirina aştîêra û decalîê hukumeta Îraqêye teze dijî kurda berk gunekar kirine û dew kirine şerê dijî kurda lez bidne seknandinê.

        Hema wê rojê êvarê M.Esed çû Moskvaê konfêransê. Gava vegerya, ez çûme cem û min gotê, wekî çawa ew têlêgrama me pê radîoa Moskvaê dane.

        — Werin em pêşya qewmandina nekevin, — M.Esed got. – Wexta lazimbe, Kommerkezîê mera bêje em çi bikin.

        Mîroê Esed rêdaktorê rojnemeke usa bû, ku organa partîaê û hukumetê bû. Merivê dewrana xwe bû. Ew, çi ku wê demê lazim bû, digot û dikir. Xwexwa merîkî gelekî maqûl bû, xwendî û zane, temamya rêspûblîkaêda naskirî bû. Tê bîra min, wexta enenekirina proêkta Konstîtûsîa RSS Ermenîstanêye teze ewî sêsîa Sovêta RSS Ermenîstanêye tewrebilindda xeberda û çend pêşdanînê usa kirin, ku serkarya rêspûblîkaê mecbûr bû navbirîê bide sêsîaê bona wan pêşdanînê wî binihêrin. Dawya dawîê ew pêşdanînê wî hatine qebûlkirinê û ketne nava têksta Konstîtûsîaêye hîmlî. Serkarya rêspûblîkaê gelekî qedrê wî digirt, gotina wîra hesab rûdinişt. Badilhewa nîbû, wekî ew çendik-çend sala hate bijartinê çawa endamê Kommerkezya PK Ermenîstanê, dêpûtatê Sovêta RSS Ermenîstanêye tewrebilind, cîgirê sedrê Sovêta RSS Ermenîstanêye tewrebilind, serkarî çend sêsîaê Sovêta tewrebilind kirye, hêjayî navê şuxulkarê Ermenîstanêyî çandêyî hurmetlî bû, bi ordên û mêdalava hate rewakirinê.

        Ewî 27 sala serkarî min kirye. Ez gele tişta ji wî hîn bûme. Merîfeta wîye mezin ew bû, wekî ewî dikaribû komê rewşenbîrê meye başqe-başqera ziman bibîne, dilê tu yekî ji xwe nehêle. Ez naxwazim derheqa M.Esedda, xebata wîda dirêj xeberdim, çimkî min bona 80-salya wî gotareke mezin nivîsye û rojnema “Rya teze”-da daye çapkirinê.

        Kolêktîva rêdaksîaê biç’ûk bû, gelekî tifaq bû. Endamê wê mînanî neferê malekê bûn, hevdura qurban-heyran bûn. Eva yeka saya serê rêdaktor bû. Ewî xebatçî anegorî zanebûn, xebathizî û obyêktîvya wan qîmet dikir. Lema jî xebatçî jê negazin bûn. Çawa îdî min jorê gotye, 27 sala ew serkarê min bûye. Nava wan salada carekê neqewimî, wekî dilsarî bikeve navbera min û wî. Her tenê carekê em hevra ketine hucetê, lê derheqa wê yekêda ezê careke mayîn gilîkim. 

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *