M.S.LAZARÊV “PIRSA KURDA”, YANÊ DÎROKA DIZYA WERGÊREKÊ
M.S.LAZARÊV “PIRSA KURDA”,
YANÊ DÎROKA DIZYA WERGÊREKÊ
Min jyana xweda gele tercme kirine. Lê tercma lape giran û lape ecêb ew tercma pirtûka M.S.Lazarêve “Pirsa kurda” bû. Min ew ne bi înîsîatîva xwe, lê bi spartin tercme kir. Têmûrê Xelîl wî çaxî rêdaksîaêda dixebitî çawa korêktor. Gilî derheqa sala 1978-dane. Ewî rojekê minra got, wekî rêxistineke kurdaye Avropaê qirar kirye ewê pirtûka Lazarêve “Pirsa kurda”, ku derheqa dîroka kurdaye salêd 1891-1917-dane û bi zimanê rûsî çap bûye, bi kurdî tercmekirî neşirke.
— Lê, — ewî got, — qewata min nagihîjê ez tercmekim. Lema jî ji navê wê rêxistinê (ewî navê rêxistinê neda) ji te hîvî dikim tu tercmekî.
Herneyse, em hevra qayîl bûn ezê bi tîpê kîrîlî tercmekim, ewê jî tercma min bike bi tîpê latînî û wanra bişîne. Em usa jî hevra qayîlbûn, wexta pirtûk çapbe, gerekê ser rûpêlê wêyî 2-a bê nivîsarê, wekî Emerîkê Serdar tercme kirye, Têmûrê Xelîl ew ji tîpê kîrîlî guhastye tîpê latînî. Derheqa honorarêda hate gotinê, wekî paşî çapkirina pirtûkê ew pirsê bê safîkirinê.
Hemû xebatçîê rêdaksîaêye wî çaxî derheqa vê yekêda zanibûn, çimkî gele cara, wexta rêdaksîaêda wextê minî aza hebûya min tercme dikir. Tê bîra min, çend cara Qaçaxê Mirad, ku wî çaxî hela sax’ bû, gava wedê wî aza hebûya, pirtûk hiltanî, bi zar tercme dikir, min jî dinivîsî.
Pirtûka bi rûsî çapbûyî 472 rûpêle. Min serî-serî tercme dikir, destnivîsara xwe dida Têmûrê Xelîl, ewî ji kîrîlî diguhaste latînî û destnivîsara min paşda dida min. Temamya pirtûkê me bi vî cûreyî kir. Min 27-ê martê sala 1978-a destbi tercmê kir û 9-ê mayê sala 1978-a xilaz kir. Destnivîsara min 687 rûpêle û nha arxîva minda tê xweykirinê.
Çend meh derbaz bûn. Min ji T.Xelîl pirsî:
— Yazya tercmê çawa bû?
Go:
— Hela neeyane.
Çend sal jî derbaz bûn. Tu deng-hisek tunebû. Têmûrê Xelîl jî ji Yêrêvanê koç kir, çû Şvêdîaê. Dîsa tu xebereke neşirkirin yanê neneşirkirina vê tercma minda negihîşte min. Hat hetanî sala 1999-a.
Gava min kovara “Roja Nû”-da (s.1999-a, hejmara 5-6-a) xwend, wekî pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” Stokholmêda bi tercma Têmûrê Xelîl bi kurdî neşir bûye, min neme kovarêra şand, da kivşê, wekî tercmeçîê wê pirtûkê ezim. Bersiva min dan, wekî Têmûrê Xelîl ber ç’evê wan ew pirtûk tercme kirye. Lê çimkî pirtûk destê minda tunebû, min nikaribû tiştekî bikira. Ez gelekî ji rêdaktorê wê kovarê Halûk Uztyûrkê bira razîme ewî ew pirtûk minra şand. Min pirsa zelalkirina tercmeçîê wê pirtûkê civîna Şêwra rewşenbîrê kurdda pêşda kişand.
Ez biryara komîsîa Şêwra rewşenbîrê kurd derheqa wê pirsêda raberî xwendevana dikim:
“BIRYAR
Civîna koma rewşenbîrê kurdda (20-ê îyûlê sala 2001-ê) rêdaktorê rojnema “Rya teze” Emerîkê Serdar (Emerîk Sardaryan) hîvî kir komîsîakê sazkin bona wê pirsê binihêre ka kê pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” ji rûsî tercmeyî kurdî kirye.
Ev komîsîa hate sazkirinê:
1. Karlênê Çaçanî – kandîdatê ulmêd dîrokê, serokê koma nivîskarê kurd ya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê, rêdaktorê sereke yê kovara “Dostî”.
2. Grîşaê Memê – cîgirê rêdaktorê rojnema “Rya teze”, endamê Yekîtya jûrnalîstê Ermenîstanê.
3. Keremê Seyad – serokê para radîoxeberdanê kurdî, endamê Yekîtya jûrnalîstê Ermenîstanê.
4. Elîxanê Meme – şayîr, endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.
5. Mirazê Cemal – şayîr, rojnemevan.
Komîsîaê hûrgilî pirsê nihêrî û hate ser vê fikrê: sala 1978-a Têmûrê Xelîl (Hamlêt Mûradov) ji navê komeleke kurdaye li Avropaê (navê wê nedaye) ji Emerîkê Serdar hîvî dike pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” ji rûsî tercmeyî kurdî bike.
Hevra pev dikevin Emerîkê Serdar ewê pirtûkê ji rûsî tercmeyî kurdî bike (bi tîpê kîrîlî), Têmûrê Xelîl wê ewê bike tîpê latînî. Usa jî hevra qayîl dibin wexta pirtûk derkeve gotî bê nivîsarê, wekî Emerîkê Serdar ew ji rûsî tercmeyî kurdî kirye, Têmûrê Xelîl ji tîpê kîrîlî guhastye tîpê latînî.
Emerîkê Serdar serî-serî tercmeyî kurdî dike, destnivîsara xwe dide Têmûrê Xelîl, ew jî ewê diguhêze tîpê latînî û destnivîsarê vedigerîne. Bi vî teherî Emerîkê Serdar temamya pirtûkê (têksta rûsî ji rûê 1-371-ê) tercmeyî kurdî dike xênji nasîê.
Sal derbaz dibin, lê pirtûk naê weşandinê. Wexta Têmûrê Xelîl kovara “Roja Nû”-da, ku Şvêdîaêda neşir dibe, derbazî ser xebatê dibe, sala 1999-a Stokholmêda ev pirtûk tê weşandinê, ser perê kîjanêyî pêşîn tê nivîsarê, wekî pirtûk Têmûrê Xelîl tercme kirye, tu cya navê Emerîkê Serdar naê kivşê. Başe, wekî temamya destxeta Emerîkê Serdar maye (687 rûpêl).
Komîsîaê, ku pirtûk hûrgilî himberî destxetê kir, ev yeka azrû kir:
xênji pêşxeberê (ew pêşxeber ya rûsîda tune) û nasîdayînê gişk tercma Emerîkê Serdare, xênji çend têrmîna, ku lîtêratûra kurdîye Ermenîstanêda têne xebitandinê, lê Avropaêda teherekî mayîn têne nivîsarê. Têmûrê Xelîl tenê ew têrmîn guhastine, yê mayîn, hetanî nîşanê niqitka jî (vêrgul, nuxte û yê mayîn) têksta pirtûkê mînanî destxeta Emerîkê Serdare. Wekî usane tercmeçî ne ku Têmûrê Xelîle, lê Emerîkê Serdare.
Xulese, komîsîa hate ser wê fikrê, wekî Têmûrê Xelîl karê Emerîkê Serdare kirî kirye ser navê xwe. Ewî tiştekî kirêt kirye, ku gerekê bê gunekarkirinê. Komîsîa usa jî têra dibîne, wekî îzna Emerîkê Serdar heye extîyarya xwe çawa tercmeçîê pirtûkê xweyke”.
Ev biryar civîna rewşenbîrêd kurdda hatye enenekirinê û begemkirinê û rê têra dîtine ewê rojnema “Rya teze”-da çapkin.
Derheqa vê dizya Têmûrê Xelîlda ne tenê “Rya teze”, lê usa jî gelek rojneme û kovara nivîsîn: “Rya teze” (N8, avgûst, s.2001-ê), “Novîy Kûrdîstan” (“Kurdistana nuh”, bi zimanê ûrisî, Moskva, N7, sêntyabr, s.2001-ê), “Hayastanî komûnîst” (“Komûnîstê Ermenîstanê” bi zimanê ermenî, Yêrêvan, N37, oktyabr, s.2001-ê), “Axîna Welêt” (Moskva, N6, s.2000-a), “Pênûs” (kovara edebyetê, ku Avropaêda tê weşandinê, N19, s.2005-a), usa jî gelek malperê kurdî.
Komîsîa Ermenîstanêye parastina mafê avtora minra got, wekî “dikarî wî bidî mehkemê. Îzbatîê te naêne înkarkirinê. Mehkemê bona kara te qirarê derxe”. Gava komîsîa pê hesya, wekî ew Şvêdîaêda dimîne û pirtûk wêderê hatye çapkirinê, got, wekî mehkeme gerekê wêderê derbazbe, ew jî çixarê mezinra girêdayîye. Min dît, wekî ez nikarim bin vê çixarê derêm, lema jî min ew diz neda mehkemê.
Ewî usa jî Halûk (rêdaktorê kovara “Roja nuh”, li ku Têmûr dixebitî) xapandibû, giva ew pirtûk ewî ber ç’evê wan tercme kirye. Min biryara komîsîaê, hejmarê rojnemê jorgotî û nemeke biç’ûk Halûkra şand. Paşî vê yekê ne tenê Têmûrê Xelîl, lê usa jî qîza wî îdî rêdaksîa kovara “Roja nuh”-da nexebitîn.
Dizî ketibû nava xûna wî. Gava Yêrêvanêda karxana perç’eye ser navê Klara Sêtkînêda dixebitî, perç’e didizî, nava xwe dipêç’a, derdixiste derva. Kolêktîv haj vê kirina wî hebû, lema jî navê wî danîbûn “Ktor Hamo” (navê wîyî rast pasportêda Hamlête, kurt jêra digotin Hamo. “Ktor” – ermenîye, yanê perç’e. Dêmek, yanê Hamo-Têmûr perç’ediz). Serkarya karxanê vê dizya wê hesya, ew ji xebatê derxist.
Bona sifetê Têmûrê Xelîl dha rind bê kivşê, ezê meselekê jî bînim. Çend sala pêşda serokê Înstîtûta Bryûsêlêye kurda Dewrêşê Ferho, ku hatibû Yêrêvanê, mera gilîkî ha kir: “Van dawya Têmûrê Xelîl hatibû Bryûsêlê û rastî me hat. Min ew teglîf kir herin rêstoranê nan bixun. Ewî minra got: were em neçin rêstoranê, dha rinde wan perê rêstoranê bide min. Min gotê: qe berxwe nekeve, ezê nan jî bidme te, pera jî bidme te”. A lema jî jêra digotin “Têmûrê parsekçî”.
Eyane, wekî wextê sovêtê, gava merivê cêrgevan dixwestin herin welatê kapîtalîstîê, yan nedihîştin, yanê jî hasêgehê mezin pêşda danîn. Lema jî pirs pêşda tê – ew çawane: wexta kurdzanê mezin Qanatê Kurdo 2 cara xwest here welatê Rohilata Nêzîk û tevî konfêransê kurdzanîê bibe, nehîştin ew here, lê bona Têmûrê Xelîl tu hasêgeh tunebûn û kengê dixwest diçû wandera û wextê vegerandinê jî bi barekî giran dihat?
Paşî wê yekê, gava dizya Têmûrê Xelîl ser avê ket, ewî derê çewalê şer-şiltax, bux’danê xwe vekir û destpê kir hezar cûre şer-şiltax avîtne min. Tê kivşê, ewî hesab dikir, wekî parastina lape baş êrîşkirine û hema usa jî taktîka xwe pêşda dibir. A vêderê gotine: “Bavo, min diz girtye. Bavê go: bîne were. Kur got: dikim-nakim, naê. Bav dibêjê: berde, were. Kur dibêjê: min ew berdaye, nha ew min bernade”. A, ya min û ya Têmûrê Xelîl jî haye.
Ewî rojnemeke kurdaye Tûrkîaêda gotarek da çapkirinê, li ku bux’dan avîtne min. Ez mecbûr bûm bi vê “Nema vekirî” bersiva wî bidim:
“NEMA VEKIRÎ TÊMÛRÊ XELÎLRA
Min nivîsa teye “Xewnerojkê rêdaktorê “Rya teze”, ku hejmara rojnema “Roja teze”-ye № 42 (21-ê nîsanê sala 2000-ê) çap bûye, xwend û ez … ecêbmayî nemam. Çimkî bux’danbêjî (şer-şiltax) hela biç’ûktîêda ketye nava xûna te û tu nikarî ji wê yekê aza bibî. Tu hela biç’ûk bûyî, diçûy mektebê, gava bavê teyî rehmetî Xelîl Mûradov ser xelqê şikyatê nerast dikir, erze dinivîsîn, lê bona destnivîsara wî nas nekin, dida te û te ber digirt, dinivîsî. A wî çaxîda bux’danbêjî ketye nava xûna te.
Ev miqale wê bux’danbêjya te îzbat dike — me pê herfê reş ser kax’aza spî nivîsye: “Em pê hesyane, wekî hinek partî, rêxistin û meriv nava kurdê sovêta berê, ku çûne Avropaê, alîkarîê berev dikin, giva bona rojnemê. Ewana çi p’era ser navê me berev dikin, mera naşînin, dikine berya xwe”.
Vêderê qe tê gotine, wekî rewşenbîrê sovêta berê, ku çûne Avropaê, p’era berev dikin û mera naşînin? Gotinê ser kax’azê spî nivîsî jî tu feş dikî. Qe fikra mera jî derbaz nebûye em derheqa wan rewşenbîrê xweda usa bifikirin, ku çûne Avropaê. Me gotye “hinek meriv”, me konkrêt navê meriva nedaye, lê Xwedê ji te bixweze, dive tu nava wan “hinek merivadabî”? Mesela gelê me dibêje: “Bîna k’iz tê ji mala diz”. Eger ew yek tune, te çira şer-şiltaxê usa avîtne me?
Hîmê me hebûye, wekî me usa nivîsye. Rastî ewe, wekî ji Almanyaê meriv hatibûn û mera gotin, wekî Almanyaêda ser navê rojnemê p’ere berev kirine. Ewana hatine bawerkirinê, wekî tu tiştek negihîştye rojnemê.
Me hejmarê têlê xwe bona wê yekê nenivîsye, wekî “îznê ji me bixwezin”, çawa te bêşermî nivîsye, lê bona wê yekê bû, wekî însanê bêşeref gel nexapînin. Ya mayîn, çiqas em pê zanin, hela tu kesî tu nebijartine, ne jî kivşkirine serokê rewşenbîrêd meye Avropaê. Tu çira ji navê wanda pêşda têyî? Gelo eva jî şer-şiltax nîne?
Belê, staja me hersê rojnemevanê “Rya teze” dike weke 100 salî, lê nava wan 100 salada me xizmeta gelê me kirye. Em bona vê yekê kubarin, biç’ûk û mezinê Ermenîstanêye kurd ne tenê Ermenîstanê me nas dikin. Ji me yek jûrnalîstê Ermenîstanêyî emekdare, ku nava kurdê vêderêda yê yekemîne û tek tenêye. Lê gelo çiqas kurdê sovêta berê çawa rojnemevan te nas dikin û te çiqasî xizmetî gelê me kirye? Em her tenê zanin, wekî gava te rojnema “Rya teze”-da kar dikir, ji deha zêdetir înformasîaê teye qelp her tenê yek yanê dudu rojnemêda çap dibûn, çimkî me zanibû, kîjan ne raste. Mesela cimetê dîsa cîye: “Here cîê nenas, payê xwe bide xas bi xas”. Kê-kê, lê em rind zanin, wekî bona qelpî-qûlpîê te nedixwestin te nava Yektîya jûrnalîsta qebûlkin. Bona qelpî-qûlpîê te nîbû, wekî tu ji radîoê ser kar derxistin? Û tu mecbûr bûyî, wekî herî polîsîaêda qerewil bixebitî.
Kê tu ji wêderê anî rêdaksîaê? Ne axir rêdaktorê berê Mîroê Esed nîbû? Û tu nha dûrva kewkanya davêjî wî camêrî. Merî gotî şîrhelalbe.
Belê, dikare biqewime nava kurdê welatê derekeda me usa nas nakin, çawa te nas dikin. Me nava wanda navê parsekçîtîê qazanc nekirye, şikir mera navêjin parsekçî. Lê hergê te bîr nekirye, çawa Sûrîaêda, usa jî Avropaêda navê te danîbûn “Têmûrê parsekçî”. Û bona wê yekê nîbû, wekî tu cara duda nediçûyî wan welata? Çûyînê teye wan welata jî ne boy welatparêzîê bû, lê tu rind zanî – bona ariş-vêrşa kinca bû. Tu dinivîsî giva wêderê bê pere kar dikî, lê em vêderê kar dikin û miaş distînin. Ya te ser bextê tedabe, em nizanin. Lê ya me em dikarin bêjin, wekî eva sal nîveke herşe xebatkarê me miaş nestendine. Hetanî vê pirsêda jî tu qelpîê dikî.
Tu vêderê nînî, haj rewşa Ermenîstanê tuneyî, lê dîsa şer-şiltaxa davêjî serkarya Ermenîstanê. Te rojnema “Roja teze”-da nivîsye, wekî giva paşî girtina Ebdulleh Ocalan serkarya Ermenîstanê zorê dide kurdê vêderê. Tiştê usa tunebûye û tune. Eva jî bux’dana teye bi sirêye. Ez zef rind zanim mena vê nivîsara te çiye. Wexta lazimbe, ezê derheqa wê yekêda jî binivîsim.
Te rojnema “Kurdistana nuh”-da, ku Moskvaêda bi rûsî çap dibe (N 2-3, s. 2000) îzbatîêd derheqa karê Casimê Celîlî rehmetîda feş kiribû. Ez nizanim haj pê heyî, wekî kome rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurd çawa lazime bersiva te dabûn û rûê teyî qelp nîşan dabûn. Tu ji vê yekê jî şerm nakî.
Telebextra, rojnemevanya kurdaye welatêd dereke ewqas jî rind haj hal-wextê kurdêd Ermenîstanê tune, lema jî bextê te anye, ç’ep-rast nav ketî, çawa tera dest dide, usa jî dinivîsî.
P. S. Eva nema han min 2-ê hezîranê s. 2000-ê bi faksê rêdaksîa rojnema “Roja teze”-ra (Stembol) şand bi wê bawerbûnê, wekî çawa zakonê jûrnalîstîkaê dixwezin vê bersiva min jî wê rojnemêda neşirkin. Lê hetanî nha ne tenê neşir nekirine, lê layîq jî hesab nekirine bersiva min bidin. Çawa tê kivşê, ewana bux’danê Têmûrê Xelîl (navê wîyî rast Hamlête) dha bawer dikin, ne ku rastîê”.
(“Rya teze”, №1 (4771), noyabr, s. 2000-ê).
Dive hinek xwendevan bêjin: ez ji ku zanim, wekî bavê wî Xelîl Mûradov Têmûr mecbûr kirye erzê wîye ser xelqê nivîsî berbigre bona destnivîsara bavê wî Xelîl neê naskirinê? Çawa eyane, wî çaxî ez û dayka wî Eznîva Reşîd tevayî radîoêda dixebitîn çawa dîktor. Wexta ewê û mêrê xwe Xelîl Mûradov malda dikirne şer, ew şer danî hetanî cîê xebatê jî. Wan roja Eznîv hêrs-hêrs dihate xebatê û ber min gazinê xwe dikir, wekî çawa mêrê wê X.Mûradov kurê wê Têmûr nhada mecbûr dike xwe rya rast negre. Ewê usa jî digot: “Çi ji kurê min dixwaze? Ew gedê min dide rûniştandinê bona şikyatê wîye ser xelqê berbigre seba destnivîsara wî neê naskirinê. Nhada kurê min hînî qelpîê-qûlpîê dike”. A, evê yekê ez, çawa dibêjin, ji serkanîê pê zanim.
* * *
Pey vê yekêra jî Têmûrê Xelîl çiqas şer-şiltax avîtne min û ez hatime bawerkirinê, wekî xwey-xidanê wan malperê kurdî, li ku cî didine Têmûrê Xelîl, yan ser dereca wîne, yan jî neyarê rewşenbîrê kurdê Ermenîstanêne. Lema jî min lazim hesab nekir wan malperada bersiva wî bidim, çimkî bawerim ew jî mînanî rojnema jorgotîne. Bira ew diz firnax nebe, wekî ez nikarim bersiva wî bidim. Ez dikarim û hela serda jî zêde bidim. Lê ez naxwazim nimizbim ser dereca wî û xudanê wan malpera. Ez bixwazim jî – nikarim, çimkî kûltûra mine nevsê îznê nade min.
Dirûtya Têmûrê Xelîl wê hucetêda jî tê kivşê, ku wextêda navbera wî û Celîlê Celîl diçû. Aha bersiveke xweda, ku malpera Avêstakurd-e meha noyabrê sala 2005-a, ewî çi nivîsye: “… Eger ez di meseleyekê da şaş bim, ez dikarim ji merivên wek Emerîk uzra xwe bixwezim, ji ber ku ewî bi dehan salan bona gelê me ewqas kar kirîye, ku yên mînanî min û Celîl dikarin avê li destê wî bikin”. Dixwazim bêjim, ew tenê “meselekêda” şaş nebûye, lê wergêra temamya pirtûkekê dizye û ser navê xwe daye çapkirinê, û paşê ne tenê baxşandinê (“uzvê”) ji min naxwaze, lê hela serda hezar cûre bux’dana davêje min. Nemeke xweda, ku 2 sala (s.1997-a) berî dîharbûna dizya pirtûka Lazarêv ewî minra şandye, nivîsye: “Qencîê te gelek ser min hene, vê qencîê jî minra bike”. Ewî bi dizya wergêrê bersiva qencîê min da û hetanî roja îroyîn jî şer-şiltaxa davêje min.
Добавить комментарий