rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

ŞERVANÊ BONA AŞTÎÊ Û MORALÊ

 

KARÊ LI RADÎOÊ

 

 

ŞERVANÊ BONA AŞTÎÊ Û MORALÊ

 

борец за мир                  Tê bîra min, çend sal derbaz bûn. Sêksîa nivîskarê kurdada berevoka efrandinê Ûsivê Beko enene dikirin. Qaçaxê Mirad “şiêra” wîye “Edlayî” berk rexne kir û got ew gelekî siste.

                  — Çye, tu miqabilî edlayêyî? – Ûsivê Beko gotê.

                  — Na, ez ne miqabilî edlayême, ez miqabilî şiêra teye sistim, — Qaçaxê Mirad gotê.

                  Qewmandineke ha jî tê bîra min. Dengbêjê meyî navûdeng Şeroê Biro hatibû radîoê û kilama xweye eyan “Hekîmo” gotibû û ew ser qeytanê nivîsî bûn. Gotî şêwra bedewetîê qirarke – ewê hildin çawa fond yanê na. Ji endamê şêwra bedewetîê geleka xeberdan û qîmetekî mezin dane wê kilamê. Ûsivê Beko jî xeberda, got, wekî ew “anmorale”, “çawa emê rabin radîoêda wê kilamê bidin, gava wêda ev xet hene:

                   

Ezê pêşkêşî hekîmê mala bavê xwekim

Zermemikê xweye çardehsalîye nazî”.

                   

                  — Wekî usane, em propaganda wê yekê dikin, ku qîzê çardehsalî tiştê haye anmoralîê dibêjin, — Ûsivê Beko got û ser zêde kir: — Ez berk miqabilim, wekî ev kilam bê qebûlkirinê.

                  Baş bû pêşdanîna wî nehate qebûlkirinê. Şêwrê qirar kir ewê kilamê hildin çawa fond û bi radîoê bidin. Ew kilam ne ku tenê bi radîoa Yêrêvanêye kurdî tê dayînê, lê usa jî hemû radîoê kurda ewê didin. Ew kilameke cimeta meye hizkirîye û her dera tê gotinê.

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *