JI CIVÎNA ULMÎ HETANÎ CIVATA KOLXOZÊ
JI CIVÎNA ULMÎ
HETANÎ CIVATA KOLXOZÊ
Lê em vegerne Ermenîstanê. Rojekê dîrêktorê înstîtûta rohilatzanîê ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîê Nîkolay Hovhanîsyan minra têlêxist û xwest ez herim cem. Ez çûm. Ewî got, wekî cem wan Navenda safîkirina konflîkta hatye sazkirinê û ew dixwazin berê ewlin pirsa konflîkta navbera me û “êzdîê teze”-da binihêrin. Ewî got, wekî gerekê herdu alî hazirbin, hevra bikevne hucetê bona ulmdarê înstîtûtê bêne bawerkirinê kê raste, kê neraste. Ewî usa jî got:
— Alîê “êzdîê teze” gotine em hazirin.
Min jî got:
— Ez qayîlim û hazirim.
N.Hovhanîsyan got, wekî tu gotî doklada hîmlî bidî. Maksîmê Xemo û Rizganê Cango jî gotî dokladê bidin.
Roja kivşkirî (21-ê noyabrê s.1996-a) em çûn, pê hesyan “êzdîê teze” naên tevî vê hucetê nabin. Femdarîye – wê bi wî barê xweyî vikî-vala bihatana ulmdarara çi bigotana?
Min, M.Xemo, R.Cango doklad dan û dane makkirinê, wekî em miletekin, her tenê firqya dîn heye. Ulmdarê hazir careke mayîn hatine bawerkirinê, wekî em rastin, gava dibêjin “kurdê êzdî”. Ew doklada min rojnema “Rya teze”-da kurt hatye çapkirinê (11-ê dêkabrê s.1996-a).
Çendek derbaz bû. “Êzdîê teze” gundê Erdeşerêda (nehya Hoktêmbêryanê) civata xweye “ulmî” derbaz kirine û gundîê nexwendî jî bûne qîmetkirê fikrê wan. Çend ulmdarê înstîtûtê wêderê hazir bûne û ecêbmayî mane, wekî firqîke çiqasî mezin navbera rewşenbîrê kurd û teşkîlkirê vê civatê heye. Tevgelekî wê civatêyî ermenî minra got, wekî ew civat elîwetî bû û weke civata kolxozê bû. Eger me, rewşenbîra, fikrê xwe bi ulmî didane makkirinê, lê gotinê “êzdîê teze” mînanî xeberdana pîrejinê gunda bûn, ku ber dîwara rûdinên û şer-şiltaxa davêjin merya.
Добавить комментарий