TEKERA FELEKÊ
BÎRANÎNÊ ZAROTÎÊ:
TEKERA FELEKÊ
Rûbênê dostê me gundê Lêrnanskêda dima. Necar bû. Ewî wextêda pê dara minra erebeke lihîstoke biç’ûk çêkiribû. Min ewqasî wê erebêra lîstibû, wekî gişk ji hev derketibû. Tenê tekerekeke wê mabû. Rojekê jî ez sivderêda ber dîwarê koxê me rûniştibûm, min wê tekerekêra dilîst. Tekere tulol bû, çû ber derê tewlê. Ez ji cîê xwe rabûm herim tekerê bînim. Du gava ji dîwêr dûr ketim, bû xuşînya dîwêr, hilşya. Pê kevirê mezin dîwar danîbûn. Ser dengê xuşînya dîwêr pîrka min ji xênî banzda hate sivderê. Ewê zanibû, wekî ez ber dîwêr rûniştî tekerekêra dilîzim. Gava dît dîwar hilşyaye û ez dûr sekinîme, ez hemêz kirim, bû îske-îska wê, girya. Ji wan kevira tenê yek minketa, wê ez bikuştama.
Wê rojê pîrka min nanê germ derxist, wekî ez ji wê qezyaê xilaz bûme.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
Добавить комментарий