rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

PROBLÊMÊ FÎNANSÎÊ, NEMA ŞAGIRTA Û SPONSORÊ ME

 

 

PROBLÊMÊ FÎNANSÎÊ,

NEMA ŞAGIRTA Û SPONSORÊ ME

 

        Min hewara xwe cimeta me daxist. Çend cya alîkarî dane me. Tê bîra min, kulfeteke pênsîonêr (telebextra, navê wê naê bîra min) ji gundê Şahûmyanê (nehya Ecmîazînê) pênsîa xweye mehekê rêdaksîaêra şand. (Ew kulfet dayka Mirazê Ezîz bû, ku mala xweda mûzêa navmala gelê me dabû teşkîlkirinê).

        Rojekê Tîtalê Reşîd – dîrêktorê mekteba gundê Tilike (nehya Talînê) 8-sale – hate rêdaksîaê. (Ew pêşewitîkî rojnemê bû, aktîvîstekî gundê Tilikî hêle bû. Xwendina wîye rûsîye bilind hebû. Serkarya nehyê gelekî jê dipelikand. Badilhewa nîbû, ew ewledekî malbeta Polatova bû, wê malbetê, ku yekî mînanî Fêrîk Polatbêkov dabû gel. Birê Tîtal – Arsên Polatov – bû hîmdarê têatra ermenyaye pantomîmaê. Navbera wî û nivîskarê navûdeng Wîlyam Saroyan, heykelçêkirê ermenîyî eyan Yêrvand Koçar gelekî xweş bû. Birê wanî biç’ûk Sêvdîn wezîreta Sovêtîê û Rûsîaêye karê derda xebata dîplomatîê dikir. Bavê wan Reşîd merîkî xwendî, bilyan û xêrxaz bû. Ew dersdarekî zimanê rûsîyî baş bû. Gelek sala dersdarî kiribû, bûbû dîrêktorê mektebê). Ewî pakêtek da min, go bixûne. Min pakêt vekir. Aha pakêtêda kurdî çi nivîsîbûn:

        “Rya teze”-ye hizkirî!

        Hildin komeka meye biç’ûk û bibaxşînin – ewqas destê me hatye.

        Em rojnema miletê xwera firnax dibin.

        Şuxulkarya rêdaksîaêye mêrxasîêra açixya dixwezin.

                                                           Tomerya koma şagirtê mekteba gundê Tilik”. 

        Xênji vê nemê usa jî ev navnîş pakêtêda hebûn: “Koma 1-ê – 31 manat, koma 2-a – 47 manat, koma 3-a – 26 manat, koma 4-a – 15 manat, koma 5-a – 44 manat, koma 6-a – 23 manat, koma 7-a – 12 manat, koma 8-a – 26 manat. Serhev 224 manat.

        Gelî xwendevanêd meye “Rya teze”! Em sala weye teze bimbarek dikin. Koma şagirtê mekteba gundê Tilik. 5/I-1992”. (Orîgînala wê nemê arxîva minda tê xweykirinê).

        Tîtalê Reşîd dest bire cêba xwe û perê şagirta derxist, da min.

        Ev perê şagirta bona me pêşkêşa lape bilinde. Ne axir wana perê teştya xwe mera şandine. Xênji perê kaxaz pakêtêda usa jî perê hûr hebûn. Kela girî da qirka min. Ewê ne tenê dilê me şakir, lê usa jî nîşan da, wekî wê mektebêda terbyetkirina şagirtaye milethizîê ser çi dereceke bilinde.

        2 birê milethiz, şîrhelal Borîs û Mêlsîkê Mehemed, ku qeza Rûsîaêye Yaroslavlêda kar dikirin, temamya salekê (sala 1992-a) sponsorya rojnemê kirin.

        Partî Dêmokratî Kurdistan (Îraq), Yekîtya Nîştîmanî Kurdistan, Partîa karkerê Kurdistanê, Partîa Kurdistanêye sosîalîstîê (K.Bûrkay), Înstîtûta Parîzêye kurda (Kendal Nezan), Yekîtya êzdîê Almanîaê, kurdê Amêrîkaê, Şvêdîaê û rêxistinêd meye mayîn alîkarî dane me. Çi gava ewledê gelê meye pêş, ku ji welatê dereke dihatine rêdaksîaê, alîkarya peretî didane me. Çend cara rewşenbîrêd meye li Tbîlîsîê mera alîkarî şandin. Fonda Soros alîkarya têxnîkîê û peretî da me. Wekîlxana TMY li Yêrêvanê, baylozxana Fransîaêye li Yêrêvanê jî pirsa alîkarya meda bepar neman.

        Rojnemêda rûbrîkake ha hebû: “Pêşewitîê rojnemê”, kîderê me navê wan merya dinivîsî, ku alîkarya peretî dane rojnemê.

         

        Rewşa rojnemê gelekî giran bû. Xebatkarê me hîştibûn, çûbûn. Temamya salekê rêdaksîaêda ez tenê mam û tu qurişek çawa aylix min nestend. Min wî cûreyî usa kir, wekî rojneme neê dadanê û em wan hersê kabînêtê xwe unda nekin. Bi çerçerê nebînayî eva yeka minra li hev hat. Gava heve pere ketine destê rêdaksîaê, min Grîşaê Memê û Rizganê Cango (ku çend sala pêşda, gava rewşa rojnemê xirab bû, xebatê aza bûn, bê xebat mabûn), hilda ser xebatê. Min zanibû, wekî ew herdu gelekî dûrî jûrnalîstîkaêne, lê ez mecbûr bûm, çimkî kadrê anegor tunebûn. Çawa dibêjin, “Gundda mêr tunebûn, navê dîka danîbûn Evdilrehman”. Grîşa çû 6 meha Krasnodarê ma. Min nizanibû wê bê yanê na, lema jî min Mirazê Cemal cem me hilda ser xebatê.

        Sala 2001-ê rewşa rojnemê dîsa xirab bû. Min wekîlê Yekîtya Nîştîmanî Kurdistan Şoriş Sehîdra, ku Moskvaêda rûdinişt, têlêxist û derheqa rewşa rojnemêda jêra got. Ewî got: “Ezê paşê tera têlêxim”. 2 roj derbaz bûn, Şoriş minra têlêxist û got, wekî Mam Celalra (Celal Telebanî serokê Yekîtya Nîştîmanî Kurdistan) xeberdaye, ewî ez teglîf kirime, ku herme Kurdistanê. Min razîbûna xwe da û gotê, wekî ez tenê naçim, ezê xebatkarekî me Rizganê Cango çawa rêber xwera bibim, îlahî wekî emê Îranêra herin, ew jî farizî zane. Şoriş qayîl bû. Çendekî şûnda em bi firindê çûne Têhranê, Kêrmanşahê, wê şûnda bi avtomaşînê çûne Sulêymanîê. Em 20 rojî zêdetir Kurdistanêda man, çûne Helebcê, Salhedînê, Hewlêrê, Lalişê. Mam Celal 2 cara em qebûl kirin. Alîkarîke usa da rêdaksîaê, wekî têrê kir em rojnemê salekê xweykin. (Derheqa çûyînêda min 2 hejmarê “Rya teze”-da gotareke mezin ser 2 rûpêla neşirkir). 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *