KAMILÊ ŞEKO Û ZAROKÊ GUND
KAMILÊ ŞEKO Û ZAROKÊ GUND
Gundîkî me hebû. Navê wî Kamilê Şeko bû. P’îr bû. Çûbû ber şêr, birîndar bûbû, vegeryabû gund. Gizîrê gund bû. Bêzuret bû. Lê gelekî zara hiz dikir, timê xweşîê xwe wan dikir.
Tê bîra min, carekê ewî gote me, çend zara, wekî em ser erdê velezin, ew dikare sê cara bike fîtîn, emê bêhemdî xwe rabin ser pya. Em ser zik velezyan, me destê xwe avîte şînayî (wekî dha qewîn erdêva bêne girêdanê, ranebin). Ewî carekê kire fîtîn, me xwe dha qewîn erdêva guvaşt. Cara duda jî kire fîtîn, me xwe dha erdêva kire cir’cir’k. Hevekî sekinî, Kamil hilda ha gote me: “Ez îro nakim fîtîn, sibê bikme fîtîn”. Û pişta xwe da me, çû.
Kamilî nexwendî bû. Carekê diçe Spîtakê, dikeve dikana pirtûka û dipirse: “Derheqa miletê meda qe pirtûk hene?”. Digrin berevoka “Şayîrê sovêtîêye kurd”, ku sala 1953-a bi zimanê ermenî Yêrêvanêda çap bûbû, didinê. Kamil ew berevok anî pêşkêş da min. Min teze koma 10-a xilaz kiribû.
Gundê meda çend mehel hebûn. Zarê wan mehela hevdura hevaltî nedikirin, hertim hevra dikirne şer. Îlahî zarê malê kesîb dha nêzîkî hev bûn. Min mukurya hevalê xweye zarotîê kirye. Ew Eloê Çîlê, Etemê Hinarê, Mîrzeê Zelîxê, Rostemê Dîdemê (bavê wana çûbûne ber şêr, venegeryabûn, lema jî ser navê dê dihatne navkirinê), Rizaê Etar, Mêralîê Mîro, Elîê Reşîd, Mehemedê Ûsê, Stalîkê Ûzo, Sûtoê Cemal û yêd mayînin, ku, telebextra, gişk çûne rehmetê.
Добавить комментарий