PIRTÛKA HEVTA — “HISRETA EMIR”
PIRTÛKA HEVTA — “HISRETA EMIR”
Hukumeta Ermenîstanê alîkarya peretî da, wekî pirtûka mine hevta bê çapkirinê. Ew “Hisreta emir” bû, ku bi kurdî sala 2008-a Yêrêvanêda çap bû. Ez ç’evada belengaz bûbûm, Nûra min pirtûk hazir kir û rêdaktorî lê kir.
Ev pirtûk jî layîqî guhdarya rojnema û malpera bû. Malpera www.ezdixane.ru-da xwendevana derheqa vê pirtûkêda fikra xwe digotin. Aha çend gotinê wan:
“Min hetanî nha serhatîke wê baştir nexwendye (gilî derheqa serhatya “Eşîr bavê eşîrêye”-dane – rêd.). Ez ber birêz Emerîkê Serdar temene dibim. Ez gelekî şa dibim, wekî ev pirtûka wîye teze ronkayî dîtye. Ez Emerîkê Serdarra emrekî dirêj û sax’lemîê dixwazim”.
Şalîko Bêkes.
“Ez bona pirtûka bi sirê Emerîkê Serdar pîroz dikim! Zor spas bona bi neynikê nîşandayîna wedê meyî derbazbûyî bi gumana paşwextya geş! Mamosta, bi seda sala bijî!”
Letîf Memed.
“Birêz Emerîkê Serdar! Bona ronkayîdîtina pirtûka weye teze ez we pîroz dikim û xwestinê hereqenc wera dixwazim. Zor spas bona karê efrandarîê û tebîgirtina bajarvanîê. Bi efrandinê tezeva me bide şakirinê”.
Slo76.
“Zor spas bona serhatya haye hewaskar. Her tenê min dixwest zanibûya: ew yek rastîê emirda bûye yan na? Hulbet, bona ronkayîdîtina pirtûka teze ez te pîroz dikim. Birêz Emerîkê Serdarra emrekî dirêj dixwazim”.
Spartak.
“Ew yek rastîê qewimye, xezûrê nivîskar Sehîdê Eslan jêra gilî kirye. Emerîkê Serdar bi xwe ew yek nivîsye”.
Letîf Memmed.
“Û gele tiştê ha qewimîne”.
Mam.
“Ez gelekî şa bûm, wekî kitêba nivîskarê meyî hizkirî Emerîkê Serdar derket. Ji bo me, xwendevana, ew pêşkêşa here mezine. Serhatîê nivîskarê navûdeng gelekî nêzîkî ruhê mene. Dersdarê Mezin, ez wera sehet, qewat û emrekî dirêj dixwazim û ç’evnihêrya kitêbê nûme”.
Delala Memê.
Xênji qîmetkirinê zar, ku gelek bûn û ji alîê qelfê başqe-başqeda bûn derheqa pirtûkê min, îlahî herduê bi rûsî tercmekirî, min usa jî neme û malperada qîmetkirinê xwendevana didîtin. Ewê yekê ez didame şakirinê, wekî xwendevanê malpera hîmlî şagirt û cahil bûn, ku hewaskarî nîşan didan berbi edebyeta me, îlahî, wekî nimûnê edebyeta me bi zimanê kurdî nikaribûn bixwendana, lê dixwestin qe na bi serî zimanê rûsî haj edebyeta me hebin.
Binga gelek serhatîê min (“Dê”, “Lûle-kivav”, “Guman”, “Li serê bendê”, “Tirs”, “Sitar kir” û yêd mayîn) – qewmandinê rêalin, lê her tenê çawa bingeh. Lê wekî dinê min kirasê efrandarîê wan kirye û xwestye wana bikim xebera bedewetîê. Ez nikarim bêjim ew yek çiqasî minra li hev hatye, her tenê xwendevan dikare bêje.
Добавить комментарий