“KURMÊ DARÊ NE JI DARÊBE…”
“KURMÊ DARÊ NE JI DARÊBE…”,
YANÊ HER TIŞT ÇAWA DESTPÊBÛ
“Kurmê darê ne ji darêbe, zewala darê tune”. Ev mesela kurdî zef baş wan hêza nîşan dide, ku nava miletê xweda kar dikin – ew xayîn, avantyûrîst, karyêrîst û nepakê mayînin. Ew yek nava hemû gelada heye. Miletê me vê derecêda bêpar nemaye. Em dîroka gelê meye kevnare alîkî bihêlin û vegerne her tenê ser dema wêye hereteze. Mesele, Başûrê Kurdistanêda ce’şa kar dikir, Bakûrê Kurdistanêda qoricî kar dikin, û ewana zyana dha mezin dane û didine kurda, ne ku artêşê Îraqê û Tûrkîaê. Ermenîstanêda nava gelê meda jî hene xayîn, avantyûrîst, karyêrîst û nepakê mayîn. Alîê nepakîê û xirabîêda ewana bi tu tiştî “biramakê” xweye Îraqê û Tûrkîaê kêmtir nînin. Em wanra dibêjin “êzdîê teze”, û ezê îro kurt derheqa wan xayînada binivîsim.
Dawya salê 80-î, gava binga dîwana sovêtîê sist bûbû, destbi heja Qerebax’ê bûbû, hinek “êzdîê teze” xwe hesyan, hatine meydanê û kirine galegal, wekî êzdî mileteke başqeye, tu karê wan tevî kurda tune. Ewana hesab dikirin, wekî êzdî dha nêzîkî asorya, ermenya û erebanin (ewana xwera digotin “em erebê spîne”, lê van dawya divên “em peyhatîê şûmêrê kevnarene”), ne ku kurda. Hela serda ewana kurd hesab dikirin çawa dijminê xweye qaneqan, bona wana jî têrmîna “Kurdistan” tabûa lape qedexekirîye. Ewana Kurdistana Îraqêra dibêjin “Bakûra Îraqê”, Bakûrê Kurdistanêra dibêjin “Başûr-Rohilata Tûrkîaê” yanê “Ermenîstana Roava”.
Serkêşya wê komê ev bûn: Ezîzê Emer, Hesen Hesenyan, Kerem Evdoyan (cimetê jêra digot Gîskê), Hesenê Mehmûd. Paşwextîêda Cemal Sadiqyan û Sîabend Bekoyan jî gihîştine wan.
Şerê wan hîmlî dijî rêdaksîaê û rewşenbîrê me bû. “Bedbextya” evê dawîê tenê ew bû, wekî wana fem dikirin û zanibûn, dîn çye, miletî çye, digotin, dinivîsîn, wekî em dînê xweva êzdîne, lê miletya xweva kurdin.
Tiştê ecêb ew bû, wekî “êzdîê teze” tu cara derheqa radîoa kurdîda, ku Yêrêvanêda kar dikir, tu pirseke sar nedigotin, êrîş nedibirine ser, derheqa wê radîoêda qe nedanîn ser zara jî. Bi fikra min, menî ew bû, wekî radîoê xwe rya nêytral girtibû. Xebatkarê radîoa kurdî nedigotin “radîoa bi zimanê kurdî”, lê digotin “radîoa civakî”, nedigotin “kilamê cimeta kurda”, lê digotin “kilamê cimetê”, çimkî nedixwestin navê “kurdîtîê” bidin. Ji wan sala girtî hetanî nha jî radîoê tu carekê gilîkî rexnekirinê negot derheqa kirinê van “ezdîê teze”-da. Menîgirtina xebatkarê radîoa kurdî ew bû, ku giva ew elametya didin bona kurdê welatê dereke, lema jî nelazime derheqa wê dutîretîêda bê gotinê. Lê radîoa bona êzdya, ku dîsa temamya rohilata Nêzîk û Navînda dihate bihîstinê, xeberdanê xwe bi gotinê nepakva derheqa rewşenbîrê meda destpê dikir. Nava temamya xeberdanê wanda têma dijî kurd û kurdîtîê mînanî têlekî sor derbaz dibû û tu kesekî ji serkarya radîoê dengê xwe wanra nedikir. Dêmek, menîgirtina xebatkarê radîoa bi zimanê kurdî qelp bû, wana nedixwest konflîkt pêşda bê navbera wan û “êzdîê teze”-da.
Koma wan “êzdîê teze” propaganda xwe hîmlî wan gundê deşta Araratêda dikirin, li ku ermenî û kurd tevayî dimînin (nehîêd Hoktêmbêryanê, Êcmîazînê, Masîsê, Araratê, Artaşatê). Propaganda wana ew bû, wekî giva em, rewşenbîr, dibêjin “em kurdin”, wekî usane em musulmanin. “Êzdîê teze” ser wê yekê dilîstin, wekî êzdîê nexwendî nizanibûn, wekî nava kurdada çend dîn hene – musulman, êzdî, xaçparêz, elewî, zaza. Ewan “êzdîê teze” zanibûn, wekî bona êzdyê nexwendî pirsa dîn çi pirseke nazike, û eva yeka bona meremê xweye kirêt didane xebatê. Ewana digotin, wekî rojneme û rewşenbîr me dikine surman, û evê yekê nava pareke êzdîê Ermenîstanêda hukumê xwe dihîşt. Ewana her dera digotin: “gotî Ermenîstanêda xeberê kurd û Kurdistan neêne gotinê”, wekî “kurd ne tenê dijminê ermenyane, lê usa jî dijminê me, êzdyane”, û îdîotîzma wan gihîşte wê derecê, wekî bona xwe ji kurdîtyê dûrxin xwera digotin “em ermenîê sorta dudane”!
Добавить комментарий