rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

Û ZEVÎYA ÇANDÎ KIRE SÎLOS…

 

JI JIYANA GUNDÊ ME Û NE TENÊ…

 

 

Û ZEVÎYA ÇANDÎ KIRE SÎLOS…

 

Косари                  Zulmeke mayîn jî ji bîra min naçe. Îdî dawya salê 1940-î bû. Halê gundya gelekî giran bû. Derbaharê hinek diçûne bajêr dixebitîn, wekî karibin wextê gîhadirûnê û nandirûnê parî nanê wan hebe. Cînarekî me jî çûbû bajêr dixebitî. Îdî destbi gîhadirûnê bûbû. Zevya kele girtibûn, lê ew hela nehatibû. Zevya ber derê wan jî rind şîn bûbû. Zevî jî zevya ceh bû. Ç’evê neferê malê wê zevîê bû, ebûra wan ser wê bû. Rojekê jî dadxwazê (prokûrorê) nehya Elegezê hat û gava pê hesya, wekî hela ew cînarê me ji bajêr nehatye û destbi xebata sîloshazirkirinê bûye, sedrê kolxozê da pey xwe, ber derê wê mala cînarê me sekinî û dewa malxuê malê kir. Dya wî got, wekî hela ji bajêr nehatye, lê wê zûtirekê bê. Dadxwaz vegerya ser sedrê serwêrtya kolxozê û bi hêrs gotê:

                  — De wekî nehatye, gazî çend kêlendîkêşake, bira bên, zevya wî şîn bidrûn, bivin bikne sîlos, wekî zanibe, çawa neê kolxozêda nexebite.

                  Sedir xwe ker’ kir.

                  — Ne ez terame! Zû gazî çend meryake, bira bên zevîê şîn-şîn bidrûn, wekî zanibe dew birê maste!

                  Sedir gote gizîr:

                  — Here gazî çend lawikake, bira kêlendîê xwe hildin, bên.

                  Zarîn kete nava neferê wê malê. Teê bigota merîkî wanî ezîz çûye rehmetê. Lawik bi kêlendîê xwe hatin û bi kulzikî zevî dirûtin, birin kirine sîlos. Risqê wê malê hate birînê. Îdî malxuê ji bajêr venegerya. Payîzê hat, neferê xwe hilda û çû bajêr. Hetanî roja îroyîn jî dengê zarîna neferê wê malê guhê mindane.

 

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *