rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

NADO MAXMÛDOV

 

SIFETÊ ÇEND MERIVÊ WEXTÊ MIN:

 

 

BÎRANÎNÊ MIN DERHEQA

NADO MAXMÛDOVDA

  

(Kerîk ji pirtûka E.Serdare bîranîna – “Mukurî”)

                   

                   

Надо Махмудов дома-1             Min derheqa Nado Maxmûdovda zef zûda bihîstibû, lê ew nêzîkva dha rind nas kir, gava ew dixebitî çawa sedrê komîtêa dewletê (wezîret) alîê bêcerkirina pembuda, wê şûnda çawa wezîrê malhebûna Ermenîstanêye komûnal. Ew merivekî usa bû, wekî temamya Ermenîstanêda hatibû naskirinê û hizkirinê. Û em kubar dibûn, wekî wekîlekî miletê me gihîştye wê derecê û navekî usa qazanc kirye. Aha nivîskarê ermenîyî eyan, klasîkê edebyeta ermenya Dêrênîk Dêmîrç’yan derheqa Nado Maxmûdovda nava oçêrka xweye “Deşta Araratê”-da çi nivîsye: “Em mala Nado Maxmûdovda rûniştîne. Şayîrêd me Avêtîk Îsahakyan, Naîrî Zaryan û ez. Heval eslê xweva kurde û nha komnehya Hoktêmbêryanêda katibê partîaêye…

                Nehîêda gelek binelîêd kurd hene. Û, hilbet, ev nîne mene, wekî Nado borcdarîke usaye cabdar hildaye ser xwe – wê nehya pirdewlemendda bixebite. Ew merivekî serxwe, canfîda û aqile, gişk – ermenî û kurd wî hiz dikin.

               Nado zef rind zimanê ermenî zane, dîroka me zane, klasîkêd ermenî zane û hiz dike, yêd teze jî zef rind zane.

            … Nado wetenperwarekî cimeta xweye kurdî mezine. Ew cimeta xwe hiz dike, folklora wê zane, daxuliqandina wêye kûltûrîê dixwaze, bona her gaveke wêye pêşdaçûyînê guhdare.

            Nado bi nefsa xwe û xeysetê xweva mesela bratya cimetêd ermenî-kurde întêrnasîonale”.

           Nadoê Xudo Maxmûdov sala 1907-a gundê X’aranlûx’êda (nehya Martûnîê) mala şivênda hatye dinyaê. Têlêbextra, nha ew gundê kurdê musulman tune. Mirina bavêye bêwext, xerêka malêye giran Nadoê tifal mecbûr kirine 10 salîêda darê dûajo bigre xwe û pezê dewletîê gund biç’êrîne.

            Bîranîn-serhatya xweye “Dersdara mine r’em”-da ew bi hizkirin û qedirgirtineke mezin derheqa dersdara xweye ermenîye pêşinda dinivîse, bal kîjanê çawa “guhdarê aza” hînî herfa dibe, gava tevî wan dersa dibe, ku ewê dersdarê bi heq dida kurê dewletî. Paşwextîêda ewî fakûltêta dîrokê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê xilaz kirye.

             N. Maxmûdov gund û nehîêd kurdada xebata teşkîldarîê, terbyetdarîê û ronaykirinêye mezin kirye, cîyada alîkarî daye kurdêd xebatkar, hazirkirina kadrêd miletîê.

             N. Maxmûdov gelek wext organêd partîaêda xebitye (katibê komnehîêd Aparanê û Hoktêmbêryanêye partîaêye pêşin), sala 1939-a bûye komîsarê cimetîê yê malhebûna RŞS Ermenîstanêye komûnal, dewsgirtîê wezîrê rêspûblîkaêyîНадо Махмудов-1transportêyî pêşin. Gelek cara hatye bijartinê çawa dêpûtatê parlamênta sovêtîê, parlamênta Ermenîstanê. Bona xebata mexlûqetîê-teşkîldarîêye erhede ew bi ordên û mêdalêd hukumetê hatye rewakirinê, layîqî navê şuxulkarê RŞS Ermenîstanêyî çandêyî emekdar bûye.

           Gava Mêrxasê meyî miletîêyî lêgêndar Mistefa Barzanî hate Ermenîstanê, katibê kommerkezya PK Ermenîstanêyî duda, Mêrxasê Yekîtya Sovêtîê Semend Sîabandov û Nado Maxmûdov rêberya wî dikirin. Tevî wî çûne gundê kurdaye Cercerîsê (nehya Aparanê) û Heko (nehya Talînê). Nado Maxmûdov usa jî Mistefa Barzanî teglîfî mala xwe kir.

         Nado Maxmûdov sala 1991-ê çû rehmetê, goristana Yêrêvanêye Zêytûnêda hate definkirinê.

        Sala 1997-a bi hereketê sêksîa nivîskarê kurda û Şêwra rewşenbîrê kurd 90-salya bûyîna Nado Maxmûdov hate derbazkirinê. Civata şaynetî sera Mala Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêda derbaz bû. Wêda gele nivîskarê kurd û ermenî hazir bûn. Doklada hîmlî min da.

        Wê xebata partîaê û civakîra tevayî N. Maxmûdov usa jî pirsêd dîroka cimeta kurdva mijûl bûye. Sala 1959-a Yêrêvanêda kitêba wîye dîrokêye gelekî qîmetlî “Cimeta kurd” bi zimanê ermenî ronkayî dît. Ew oçêrkeke dîrokêye derheqa rya cimeta meye derbazbûyîda – ji wedê qedîmî girtî hetanî rojêd me. Lazime bidne kivşê, wekî ew Yekîtya Sovêta berêda xebateke pêşine tam bû derheqa dîroka cimeta me.

            Nado Maxmûdov usa jî naskirîye çawa nivîskarekî sovêtîêyî kurd. Ewî gelek roman, serhatî, bîranîn nivîsîne û bi pirtûkê başqe-başqe ronkayî dîtine. Ewî hîmlî bi ermenî dinivîsî, min û Wezîrê Eşo ew efrandinê wî weldigerandin kurdî. Ez naxwazim vêderê derheqa şuxulkarya Nado Maxmûdove edebyetêda binivîsim (derheqa wê yekêda min gelekî nivîsye û rojneme, kovarêd ermenî û kurdîda dane çapkirinê). Ez dixwazim vêderê binivîsim, wekî Nado Maxmûdov merivekî çawa bû. Aha çend êpîzodê hewaskar ji emrê wî.

                   

        Nado Maxmûdov mêrekî bejnbilindî, gelekî bedew bû. Merivekî xeberxweş bû, devken, laqirdçî, gelekî culet, tu tiştekî neditirsya.

           Me zanibû kevanya Nado Maxmûdov Êmma bi eslê xweva ermenî bû. Wextê xweda ew û Nado ser hev bengî bûbûn, lê dê-bavê Êmmaê qayîl nedibûn qîza xwe bidne xortê kurd. Lema jî Nado mecbûr dibe Êmmaê birevîne. Paşî revê çend cara merya dişîne mala bavê Êmmaê hevdu bên. Lê dê-bavê Êmmaê qayîl nabin. Nado Maxmûdov gilî dikir:

          — Ez mecbûr bûm tenê, xwexwa herim mala xezûrê xwe. Ewana ez nas nedikirim. Mala wanda min destpê kir derheqa zevêda baş xeberda, pesnê wî da, wekî ew xortekî çiqasî xwendî, aqil û bedewe. Bavê Êmmaê ha got: “Ê, bira, zeva qe na mînanî te bûya, tişt nedikir, wekî ji miletekî mayîne”. Min hilda jêra got: “Çi ji te veşêrim, çi ji Xwedê veşêrim. Yê Êmma revandye ezim. Nha çi dixwazin bikin”. Neferê malê ç’evê hev nihêrîn, vebeşirîn û ez bi dil qebûl kirim. A bi vî teherî navbera min û malxezûrê min xweş bû.

                   

         Wexta Nado Maxmûdov dixebite çawa katibê komîtêa nehya Hoktêmbêryanêye partîaêyî pêşin, gele cara serkarya rêspûblîkaê diçû wê nehyê bona zanibe xebata gund çawa pêşda diçe. Ew salê Şerê Wetenîêyî mezin bûn, her dera kadrê serkar diçûne cya û xebatçî didane mobîlîzasîakirinê.

              Rojekê jî sedrê Sedirtya Sovêta RŞS Ermenîstanêye tewrebilind Masak Papyan diçe nehya Hoktêmbêryanê, ew û Nado Maxmûdov tevayî diçine deştê. Ew deştê kolxoza gundê kurdayî Qamûşlûê bûn. Wexta digihîjne cî, dinihêrin çend kulfetê kurd deştêda dixebitin. M.Papyan Nado Maxmûdovra dibêje, wekî wî hînke çawa kurmancî silavê bide wan kulfetê kurd. Çawa min gotye, N.Maxmûdov merivekî laqirdçî bû, dixwest hertim xweşîê xwe merya bike. Vê carê jî dewsa silavê Papyan hînî ç’êra dike. N.Maxmûdov digot û dikenya:

              — M.Papyan nêzîkî wan kulfetê kurd dibe û çi ku min gotîê, dibêje jina. Jin hêrs dikevin, didine p’ela xwe dirêjî Masak Papyan dikin. Min pêşya wan girt û got Masak Papyan kîye. Jina jî gotin: “Lê çira mera dide ç’êra?”. Papyan jî ecêbmayî ma, wekî ewî silav daye wan jina, lê ewana çira usa cina ketin? Min jêra got: “Hevalê Papyan, kurmancîda derbdayîna xebera fikrê dide gihastinê. Min tera got silavê ha bidî wan, lê te xeber bi derbdayîneke mayîn got, lema jî silav bû ç’êr”, — digot û xweş-xweş dikenya.

                   

            Nado Maxmûdov merivekî helal, temiz, timê alîê rastîê bû. Ewî gilî dikir (gilî derheqa destpêka salê 30-îdane), wextêGelê kurd-1 dixebitî çawa katibê komnehya Aparanêye partîaêyî pêşin, qirar tê stendinê, wekî sedrê sovêtê gunda bi ga û erebê xwe herin avosê. Tên jêra dibêjin, wekî sedrê sovêteke gundê kurda bavê xwe daye girtinê. Nado Maxmûdov dipirse:

                  — Seba çi?

                  Dibêjnê:

                  — Bavê wî nexwestye spartina wî biqedîne. 

                  Nado dibêje:

                  — Gazî ewî sedrîkin, bira bê cem min.

                  Sedr tê oda Nado.

                  — Kuro, te çira bavê xwe daye girtinê?

                  — Çimkî nedixwest here avosê.

                  — Çira nedixwest?

                  — Çimkî nexweş bû.

                  — De wekî usane, — û Nado vedigere ser mîlîsîa û wanra dibêje: — Evî bigrin, herin bavê wî jî aza berdin.

                  Ew sedrê sovêta gund çend roja mîlîsîaêda girtî dimîne.

                   

             Nado Maxmûdov çiqas întêrnasîonalîst bû, ewqasî jî miletparêz bû. Raste, kevanya wî ermenî bû, lê ewî hersê zarê xwe (Donara, Dora û Salhedîn) bi ruhê kurdîtîê terbyet kiribûn. Meseleke ha.

         Qîza wîye mezin Donaraê ermenî stendibû. Navê mêrê wê Slavîk Safaryan bû. Ew katibê komîtêa nehya Yêrêvanêye Myasnîkyane partîaê duda bû. Ewî bi saya hukumê Nado Maxmûdov gelekî kurda hiz dikir û qedrê wan digirt. Wexta diçûyî oda wîye xebatê, kitêbxana wîda gelek pirtûkê derheqa çand, edebyet û dîroka kurdada hebûn.

             Çawa min got, mala mêrê Donaraê ermenî bû. Nava ermenyada jî tradîsîake ha heye: wexta nan hazire, kevanya malê dibêje neferê malê: “Ermenîno, werin nan bixun”. Hema roja pêşin, paşî dewetê, gava xasya Donaraê dibêje “ermenîno, werin nan bixun”, Donara naê, rûnanê. Xasî jê dipirse:

                  — Donara, tu çira naêyî, rûnanêyî?

                  Donara dibêjê:

                  — Te got “ermenîno, werin nan bixun”. Ez jî ne ermenîme, ez kurdim.

                  Paşî wê yekê îdî wê malêda ew xeber nedihatine gotinê.

                  Donara kinêz bû, xwe ser kurda dikuşt. Hetanî çûyîna Kanadaê ew hertim dibû mêvanê civatê me, kurda.

                   

              Nado Maxmûdov temedakî bêqusûr bû, gula textê şaya bû. Tê bîra min, gava 80-salya Ereb Şamîlov didane kivşê, wextê bankêtê Nado Maxmûdov temedatî dikir. Akadêmîk Gêvorg X’arîbcanyan, ku hesab dibû temedakî erhede, tas hilda û ha got:

                  — Virhada Nado Maxmûdov temedayê rêspûblîkaêyî yekemîne. Ez xwe hesab dikim çawa cîgirê wî.

                   

             A Nado Maxmûdov şuxulkarekî û merivekî ha bû, wê hertim bîra wan meryada bimîne, ku ew nas dikirin, jêra hevaltî dikirin. Ez kubarim, wekî wextêda navbera min û wî (nenihêrî firqya temene mezin) gelekî xweş bû, ewî gelekî ji min hiz dikir. Û hertim efrandinêd xweye bedewetîêye tezenivîsî bi hizkirin dida min, ku ez ji ermenî welgerînim kurdî.

2013

 

 

Çend gotara jî bixûnin ji sîkla «Sifetê çend merivê wextê min»:

 

EREBÊ ŞEMO (EREB ŞAMÎLOV)

QAÇAXÊ MIRAD (MÛRADOV XAÇÎK ŞABABOVÎÇ)

ŞIKOÊ HESEN

MÎKAÊLÊ REŞÎD

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *