rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DÊKANÊ MIN, PARAZVANÊ MIN

 

SALÊ XWENDKARYA MINE DÛRE DIRÊJ… 

 

 

DÊKANÊ MIN, PARAZVANÊ MIN

 

декан                   Raste, V.Hamazaspyan roleke gelekî mezin lîst, wekî ez bûme xwendkar, lê paşwextîêda ewî minra xirabîke mezin jî kir. Ew 2 sal bû ez razanxana xwendkarada (общежитие)  bêheq dimam çawa xwendkarekî kesîb, ku nikare heqê razanxanê bide.

                  Ez kûrsa 3-a bûm. Kûrsa me mezin bû, em 113 xwendkar bûn. V. Hamazaspyan dersê “Dîroka gelê ermenî” dida me. Rojekê jî wextê lêksîaê tu nabêjî xeberdane, hevaleke min, ku pêşya min rûdinişt û pêra negîhandibû lêksîaê tam binivîse, vegerya ser min û pirsî: “Go kîjan salê?”. Min go, filan salê.

                  Tu navêjî V. Hamazaspyan dîtye ez û ew xwendkar hevdura xeber didin, dew kir ez rabim şipya.

                  — Tu çira xeber didî? – ewî gote min.

                  Min go:

                  — Ez xebernadim.

                  Go:

                  — Tu dixwazî ez xeysetê miletê te bidme rêzê?

                  Xwendkarê hevalê min gişk ermenî bûn, ez tenê kurd bûm, xûnê qafê min xist, min gotê:

                  — Xênji xeysetê qenc tu nikarî tiştekî xirab derheqa miletê minda bêjî.

                  Ew hêrs ket, go:

                  — Ji dersa min derê! Hûn, xwendkarê kurd, pakî hîn nabin, lê em we xweyî dikin.

                  Ez ji aûdîtorîaê derketim. Wextê navbirê hevalê min ber dilê minda hatin.

                  Ders xilaz bûn. Ez çûme razanxana xwendkara. Komêndant ber dêrî hîvya min bû û got:

                  — Tu gerekê heqê razanxanê bidî.

                  Min gotê:

                  — Ne ez ji wî heqî azakirîme.

                  Go:

                  — Na, Hamazaspyan emir kirye, wekî wî heqî bidî.

                  Min gotê:

                  — Mecala min tune ewî heqî bidim.

                  — Wî çaxî emê te ji razanxanê derxin.

                  Min go:

                  — Derdixin jî, derxin.

                  Wî çaxî rojnema “Grakan têrt” (“Rojnema edebyetê”, bi zimanê ermenî) danîn dervava dîwarê razanxanê dixistin. Paşê nanê nîvro ez çûm ber wî dîwarî sekinîm û min rojneme dixwend. Nişkêva yekî sîleke usa da min, wekî agir ber ç’evê min pekya. Min tirê xûjanê kolana Narîmanovin. Ez vegeryam, min dît dêkanê fakîltêta me Artaşês Pox’osyan û lêktorê me Lêvon Bayramyanin.

                  — Rojnemê dixûnî, erê? – A. Pox’osyan bi eks gote min. – Bixûne, bixûne. Wekî te ji razanxanê derxin, tê çi bikî? – û hîvya bersiva min nema, go: — Lêvon, em çûn.

                  Paşê minra gotin, wexta A. Pox’osyan pê dihese, wekî V. Hamazaspyan qirara usa qebûl kirye, jêra dibêje: “Ew xwendkarekî meyî kesîbe û nikare heqê razanxanê bide”. Lê V. Hamazaspyan ser gilîê xweda dikeve û berk dewê dike, wekî ez gerekê heqê razanxanê bidim.

                  A.Pox’osyan hêrs dikeve, vedigere dêkanatê. Du lêktorê me wêderê bûne – Aşot Abrahamyan û Arşalûys Babayan (herdu jî doktor bûn). A.Pox’osyan wanra dibêje derheqa xeberdana xwe û V. Hamazaspyanda. Ew herduê dawîê dibêjin: “Emê heqê razanxana wî bidin”. Lê A.Pox’osyan qayîl nabe, divê: “Emê wî cûreyî wî xwendkarî nux’sankin. Ew endamê profsoyûzêye, bira ew jî heqê razanxana wî bide”. Pêra-pêra gazî serokê profsoyûzê dike, jêra dibêje, wekî Emerîk Serdaryan wê salê du erza bide te, her carekê tê 40 manatî bidêyî bona heqê razanxanê bide (salê heqê razanxanê 80 manat bû). Serokê profsoyûzê qayîl dibe. A.Pox’osyan xwexwa digre ser navê min erzê dinivîse, dide xwendkareke me, divê: “Bive bide Emerîk, bira salê 2 cara erza ha binivîse bide serokê profsoyûzê”. Min usa jî kir. A bi vî teherî 3 salê mayî min kîsî profsoyûzê heqê razanxanê dida.

                  Eva kirina A.Pox’osyan tu cara ji bîra min naçe.

                  Min çawa nivîsye, V. Hamazaspyan dersê “Dîroka gelê ermenî” dida. Bîra min neçûbû, wekî ewî ber temamya kûrsê dabû rûê min, wekî em, xwendkarê kurd, pakî hîn nabin… Wê salê me gerekê întama “Dîroka gelê ermenî” bida. Ez rind hîn bûm. Wexta întamê hevalekî min pêşya min bersiv dida, pakî nikaribû caba xwe bide. Min hêdî digotêda, wekî alîkarîê bidmê. V. Hamazaspyan  çend cara minra got: “Xwe ker’ke”. Lê min hey xwe ker’ dikir, hey digotê. V. Hamazaspyan gote ewî hevalê min:

                  — Lê tu şerm nakî – ew kurde, dîroka gelê te ji te rindtir zane?

                  Hevalê min derket, sirê gihîşte min. V. Hamazaspyan got:

                  — Tu hêşka bûbûyî bilbil. Were, çika barê teda çi heye.

                  Min bersiva hersê pirsê xwe baş dan, ewî berra çend pirs dane min, min bersiva wan jî baş da, îdî dengê xwe nekir, girt minra “5” danî.

                  Bi vî teherî min nîşan da, wekî ew gotina xweda rast nîbûye, wexta digot “hûn, xwendkarê kurd, pak hîn nabin”. 

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *