rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

RASTHATINA TEVÎ MARTÎROS SARYAN

 

WEXTÊ  XEBATA  LI  RÊDAKSÎAÊ

 

RASTHATINA TEVÎ MARTÎROS SARYAN

         

02a-z        Sala 1964-a, payîza dereng bû. Rêdaksîaê sparte min herim rastî şikilkêşê ermenyayî navûdeng Martîros Saryan bêm, jêra xeberdim û derheqa wîda binivîsim.

        Leyla qîza min, ku yeksalî bû, nexweşxanêda bû. Kêfa min qe tunebû. Ez û şikilkêşê rêdaksîaê Arakêl Crax’aspanyan çûne mala M.Saryan. Mera gotin, wekî ewî paldaye, hêsa dibe. “Hetanî ew rabe, dha rinde hilkişin qatê 2-a, sinetxana wî bibînin”. Em çûne sinetxanê, me rind dîna xwe da şiklê wêderê. Paşê em peyayî qatê 1-ê bûn. Mera gotin: “Hosta rabûye, wê nha bê”. Me nihêrî derî vebû, M.Saryan derda hat. Em pêşîêda çûn, min destê xwe kire destê wî û gotê, wekî ez bi spartina rêdaksîa rojnema kurdî hatime.

        — Kîjan rojnemê? – ewî ji min pirsî.

        Min gotê:

        — Ez ji rojnema kurdame.

        — Pî-î-î… Hûn xêr hatine, — û beşerxweş bû. – Lê minra gotin, wekî hûn ji rojnema azêryane. Hûn dostê minin, ez kurda hiz dikim. Keremkin, rûnên. Ka te (berbirî min bû) hejmareke “Rya teze” minra anye? Min dixwest bidîta.

        Min gotê:

        — Bibaxşînin, min fem nekir hejmarek wera bianya.

        — Tu zanî, — ewî gote min, — ez kurda zûda nas dikim. Min kurdê Îranê, Tûrkîaê dîtine. Min dîtye kurd çawa hespê dajon: tê bêjî syar hespêva bizmar kirine, usa çapik û çelengin, usa serxwene, tê bêjî teyrin difirin. Min dîtye kurd çawa direqisin. Govenda wan gelekî min xweş hatye: diketin destê hev, kîp dibin û teê bigota zincîreke. Usa çapik-çapik, teê bigota ne ku 50-60 merî dilîzin, lê merivek dilîze. Gişka bi teqlekê, rîtmekê dilîstin. Îlahî ewê sergovendîêda temezî dêstda bi hostatî dilîst û govend pey xwe dibir. Min vêderê jî lîstika kurda dîtye. Qîzeke we heye (gilî derheqa Sûsîka Simodane), koma wêye kilam-reqasê  kurdî heye. Ew timê sera fîlharmonîaêda pêşda tê û min pêşdahatina wê komê bi têlêvîzîonê dîtye. Ew reqas qe ne mînanî wan reqasê kurdane, ku min Îranê û Tûrkîaêda dîtine.

        Me gelekî xeberda, ewî derheqa rewşa olka meye vêderê, çanda meda dipirsî. Û şadibû, gava min derheqa destanînê olka meda digotê.

        — Xwe ermenî zorê nadne we? – ewî ji min pirsî.

        Min gotê, wekî me tu cara xirabya ermenya nedîtye, ewana bi xêrxazî, pismamtî berbirî me dibin, her teherî alîkarîê didine me.

        — De gerekê usa be jî, — ewî got. – Ne axir em, herdu cimet, ne tenê cînarê hevin, nava hevda dijîn, lê usa jî ji alîê dijminekî tomerî Tûrkîaêda hatine zêrandinê.

        Rasthatineke gelekî bi dil bû û hukmekî mezin ser min hîşt. Ez ecêbmayî mam, wekî Hostakî usayî mezin çawa meriv ewqasî sadeye.

        Gava me xatirê xwe jê xwest, em derketin, min xem-xiyalê xwe bona nexweşya qîza xwe bîr kiribû û bi dilekî eşq û şa ez çûme nexweşxanê. Kevanya min got, wekî şikir îro Leylê pake. Tê bêjî eva yeka jî peyhatina rasthatina mine tevî Martîros Saryan bû.

        (Min derheqa hunermendya M.Saryanda gotarek “Dengbêjê roê” nivîsî, ku rojnema “Rya teze”-da 10-ê dêkabrê sala 1964-a hate çapkirinê). 

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *