rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

XUDANÊ MÎRATA EFRANDARÎÊYE MEZIN (PÊŞGOTIN, «MUKURλ)

 

 

XUDANÊ MÎRATA

EFRANDARÎÊYE MEZIN

 

        Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, wergêr, rexnegirê  edebyetê û şuxulkarê civakî, serokê koma rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd Emerîkê Serdar (Emerîkê Dewrêş Serdaryan) 8 sibatê sala 1935-a gundê Pamba Kurdada (nha Sîpan) nehya Aparanê (nha qeza Aragasotnê, Ermenîstan) hatye dinê. Dê-bavê wî gundî bûn: Dewrêşê Serdar û Seyra Xudo. Ew hela şeş salî nîbû, gava destbi Şerê Wetenîêyî mezin bû û bavê wî şêrda şehîd ket. Temamya giranya xweyîkirin û mezinkirina kurê taê-tenê kete ser milê dayka wîye nexwendî Seyrê. Emerîkê Serdar paşî xilazkirina dibistana gundê xweye 7-sale xwendina navîn dibistana gundê Elegezêye navînda stend. Sala 1959-a ewî fakûltêta dîrokê-fîlologîê ya înstîtûta Ermenîstanêye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyan xilaz kir, 3 meha dibistana gundê Elegezêye navînda bû dersdarê ziman û edebyeta ermenya, ziman û edebyeta kurda. Hema wê salê ewî teglîf dikin, wekî radîoa Yêrêvanê para xeberdanê kurdîda kar bike. Pêşîê ew wêderê dixebite çawa dîktor (spîkêr), paşê dibe cîgirê serokê parê. Sala 1962-a Emerîkê Serdar cîguhastî rêdaksîa rojnema “Rya teze” dibe. Pêşîê dixebite çawa wergêr, paşê dibe serokê para çandê û nema, katibê cabdar, cîgirê rêdaktor. Lê ji sala 1991-ê hetanî sala 2006-a ew dibe rêdaktorê rojnemêyî sereke. Sala 2006-a derbazî pênsîaê dibe.

        Emerîkê Serdar ji sala 1965-a endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanêye, lê ji sala 1995-a endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêye. Ew usa jî endanê PENa Kurde. Sala 1980-î bona emekê mezin di dereca pêşdabirina prêsaê Emerîkê Serdar bi hurmetnema Sedirtya Sovêta Ermenîstanêye tewrebilind tê rewakirinê, lê sala 1986-a ew layîqî navê hurmetlî – Rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdar dibe. Emerîkê Serdar du cara bûye dêlêgatê hemcivînê Yekîtya rojnemevanê Sovêtê, ku Moskvaêda derbaz bûne. Meha avgûstê sala 2009-a Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbrîc, Anglîa) (International Biographical Centre (Cambridge, England) navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş — 2009” daye Emerîkê Serdar. Emerîkê Serdar nava kurdada merivê yekemîne, ku layîqî wî navê navnetewîyî hurmetlî bûye. Derheqa emekê E.Serdare di dereca çand û edebyeta kurdîda usa jî “Ênsîklopêdîa Îslamê”-da  hatye nivîsarê (“The Encyclopedia of Islam, Kurd, Kurdistan, Band 5 (Khe-Mahi), Brill, 1986).

        Sala 2003-a bi teglîfkirina radîo û têlêvîzîona Komera Îranêye Îslamê Emerîkê Serdar 7 roja çû Têhtanê û tevî fêstîvala radîoa Îranê bû. Hema wî çaxîda destpêkirî çend sala bi têlê şiroçîê radîo û têlêvîzîona Îranêye kurdî bûye.

                 Ji sala 1992-da ew serokê serwêrtya Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurde.

                 Emerîkê Serdar 2 cara Başûrê Kurdistanê qesidye. Cara yekemîn sala 2001-ê bi teglîfkirina Mam Celal. Cara duda sala 2006-a tevî konfêransa kurdzanya Rûsîaê bûye, ku Hewlêrêda derbaz bûye. Ewî wê konfêransêda bi têma “Rol û kemala rojnema “Rya Teze” doklad xwendye.

        Derheqa emir û şuxulkarya wîda gotareke mezin 2 hejmarê rojnema “Xebat”-da (19.X.2008 (N 3000), 20.X.2008 (N 3001)) hatye nivîsarê.

        Emerîkê Serdar xudanê bi seda gotaraye derheqa pirsêd edebyet û çandêda, ku bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî hatine çapkirinê.

        Çawa kurdzan Tomas Boîs pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Lîbananêda bi zimanê înglîsî çap bûye, dinivîse, Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye.

        Hetanî nha 10 berevokê serhatî û romanokê Emerîkê Serdar çap bûne. Ji wana hevt bi zimanê kurdîne – “Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keşkûl” (2013). Lê sê berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du cara syarkirin” (rûsî navê pirtûkê haye — “Dewetek du cara kirin”) (2005),  “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê şevê…” (2013). Efrandinê berevoka rûsîye pêşin hersê qîzê wî – Leylê, Nûrê û Zerê – wergerandine, lê efrandinê herdu berevokê mayîn Nûrê tenê wergerandye.

        Serhatîêd Emerîkê Serdar kirine pirtûkê dersê zimanê kurdî, hemû hejmarê almanaxa efrandinê şayîr û nivîskarê kurdê Ermenîstanêye “Bahara teze”-da hatine çapkirinê, usa jî welatê derekeda neşir bûne. Sala 2012-a serhatya wîye “Nemebir” bi wergera zimanê fransî almanaxa Înstîtûta Parîzêye kurdaye salewextêda hatye çapkirinê.

        Emerîkê Serdar eyane çawa wergêrekî baş. Ewî çend pirtûkê seyasetîê wergerandye kurdî û çap kirine. Emerîkê Serdar wergêrekî edebyeta bedewetîêye. Ewî romanoka nivîskarê ermenyayî meşûr, dost û xêrxazê gelê kurd, redaktorekî rojnema “Rya teze”-yî pêşin Hiraçya Koçare “Hizret” wergerandye kurdî û çap kirye. Ew wergêr û hazirkirekî wan berevokê şayîrê ermenyaye mezin Hovhannês Tûmanyan û Avêtîk Îsahakyane, ku bona 100-salya bûyîna wan bi kurdî hatine çapkirinê. Ewî usa jî efrandinê gelek nivîskarê ermenî, rûs, Avropa roavaê, Asîaê wergerandine  û rûpêlê rojnema “Rya teze”-da dane çapkirinê.

        Emerîkê Serdar emekekî giranbaha kirye nava nivîsara kurdaye vekirîda. Efrandinê wî, ku derheqa qewmandinêd rêaldanin, usa rast emir nîşan didin, ku merî dikare wana hesabke çawa tiştê dokûmêntal.

        Têma efrandinêd wîye hîmlî emrê gunde. Ew emir gelekî rêal û bedew hatye nîşandayînê bi hemû derecê xweva, bi şîn û şayê xweva. Lê nîgara dê nava efrandinê wîda cîkî berbiç’ev digre. Ew gelekî bi dil û xemkêşî derheqa dêda, xemxurî û mêrxasya wêda, emrê wêyî dijwarda dinivîse. Nîgara dê bi hemû atrîbûtê xweva tê ber ç’evê xwendevana. Ewî guhdarya mezin usa jî danye ser psîxologîa dayîkê, usa rêal nîşan daye, wekî te tirê ew dayîk zûda tera nase û nêzîkî dilê teye.

        Em dikarin bêjin, wekî cara pêşin nava edebyeta kurdê Sovêtêda Emerîkê Serdar nivîskarê pêşine, ku guhdarî danye ser psîxologîa nîgarê xwe, usa rêal û nazikayî nîşan daye, wekî hukumekî mezin ser xwendevana dihêle. Zimanê nîgarê wî jî zêndîye, her yek bi cûrê xwe xeber dide, xeberdana yekî ne mînanî yê mayîne. Emerîkê Serdar ev cudatya xeberdana nîgara cara pêşin kirye nava edebyeta kurdê Sovêtê. Zimanê nivîskar dewlemende. Ew mesela, meteloka, îdîoma, fraza bi merdane dide xebatê û ew nava efrandinê wîda pirin. Tu tiştekî ecêb vêderê tune – nivîskar zarotî û cihaltya xwe gundda derbaz kirye, li ku her tişt bi zargotinê hatye perwerdekirinê.

        Emerîkê Serdar nava edebyeta kurdê Sovêtêda nivîskarê pêşine, ku janra Nexş-nîgarê hûr (helbesta spî) anî meydanê. Nexş-nîgarê wîye hûr kurtin, kûrfikrin, fîlosofîne.

                 E.Serdar janra Nema vekirî anî nava edebyeta kurdê Ermenîstanê. Hetanî wî tu kesekî nava rojnemevanîê û edebyetêda ew janr nedabû xebatê. Emerîkê Serdar hela sala 1959-a cara pêşin ew janr da xebatê (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”).

        Ew yek, wekî çawa xwendevanê kurd, usa jî xwendevanê bi zimanê rûsî bi nivîsar efrandinêd Emerîkê Serdar çiqas begem kirine û bilind qîmetkirine, xweber nîşana wê yekêye, wekî nivîskarê me çiqasî bi dilê xwendevanara xeberdaye. Xwendevanê bi zimanê rûsî dinivîsin û dibêjin, wekî ewana bi serî efrandinêd Emerîkê Serdar gelê me, rabûn-rûniştina wî, erf-edetê wî nas kirine. Eva jî bûye pirake qewîn navbera xwendevanê miletê mayîn û emrê gelê me.

        Nivîskar  Yêrêvanêda dijî û diefirîne. 

         

Nûrê  SERDARYAN

(Nûra  Emerîk),

endama Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *