rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

NEMA VEKIRÎ HOVSÊP XÛRŞÛDYANRA (2012)

 

 

NEMA VEKIRÎ

PRÊS-KATIBÊ PARTÎA “JARANGÛTYÛN”

(“MÎRAT”, ERMENÎSTAN)

HOVSÊP XÛRŞÛDYANRA

 

 

         Tê kivşê tu pey rêç’a bavê xwe diçî, ku bi fikrê xweye dijîkurdava eyan bû.

         Hûn bloga xweye Facebook-êda bi zimanê ermenî dinivîsin, ku kurdê musulman Bakûra Îraqêda berî êzdya didin, wana ji cîê wana derdixin. Ez ji wê yekê destpê bikim, ku temamya cihanêda (evê yekê zanibin!) wê herêmêra dibêjin Kurdistana Îraqê. Lê ez ecêbmayî namînim! Bona Tûrkîaê û Ermenîstanê têrmîna “Kurdistan” tabûye û dewsa wê herdu welat berk têrmîneke mayîn kar tînin – “Bakûra Îraqê”.

         Em pêşda herin. Çira hûn nizanin, ku navça Sîncarê (Şengalê), li ku hîmlî êzdîê Îraqê dimînin, nakeve nava sînorê herêma Kurdistana Îraqê? Gelo hûn haj pê nînin, ku gava çend sala pêşda navça Sîncarêda faşîstê tirk û ereb têrora mezin kirin, rûê çida weke hezar êzdî qir bûn, Hukumeta herêma Kurdistanê û Prêzîdêntê wê Mesûd Barzanî çend hezar pêşmerge şandin wêderê bona parastina êzdya û nehêlin êzdî bi masayî ji wêderê herin? Lê hûn dinivîsin, wekî kurdê musulman zorê didine êzdya û dicedînin ewê navçê ji êzdya temizkin! Ew seyasetya nasîonalîstê ermenyaye tradîsîone, ku çend sedsalîê axirîêda cedandine varvêşîê bikne navbera kurdê musulman û kurdê êzdî û wana rakine rûê hev. Telebextra, gele cara ew yek wanra li hev hatye. Lê nha ew wext nîne. Gelê me bi tomerî hildayî nêt û meremê ewê seyasetya kirêt rind fem dike, xênji çend şivan-gavanê nexwendî, ku bona nasîonalîstê ermenî bûne bingeh. Gelo ew yek derheqa vê yekêda şedetîê nade, ku Ermenîstanêda êzdî qebûl kirine çawa miletekî başqe, zimanê “êzdkî” hesab kirine çawa zimanekî başqe û ew yek parlamênta Ermenîstanêda dane derbazkirinê? Ew jî wî çaxî, gava eva yeka kurdzanê temamya cihanê ecêbmayî dihêle.

         Hûn bangî Ermenîstanê dikin, ku her tiştî bike û nehêle êzdî ji Bakûrê Îraqê herin. Çiye, hûn ewqasî ber êzdîê Îraqê dikevin? Eger erê, lê çira usa xemxur nînin bona êzdîê Ermenîstanê? Ne axir ew olkeke kêmjimar nîne, lê wekîlê wê parlamênta Ermenîstanêda tune. Eger hûn hûmanîstekî ewqasî dilovanin, bira wî çaxî partîa we navê êzdîkî bike nava lîsta xweye berîhilbijartinê, ew jî cîkî usa, ku ew êzdî karibe bê hilbijartinê çawa dêpûtatê parlamênta Ermenîstanê. Gele cara partîaê we navê êzdya dikine nava lîsta xwe her tenê bona wê yekê, ku dengê êzdya qazanckin, lê ne bona êzdî bêne hilbijartinê, çimkî navê wan lîstada cîê usadanin, ku nikarin bêne hilbijartinê. Tiştekî mayîn jî. Çira hûn dengê xwe bilind nakin, ku organêd hukumetêda wekîlê êzdya kar bikin, ne axir paşî ermenya bi jimara xweva êzdî olka Ermenîstanêye dudaye? Ne axir komerêda tu karmendekî êzdî tune! Ew jî wî çaxî, gava parlamênta Kurdistana Îraqêda dêpûtatê ermenî heye, bajarê Zaxo û gundê der-dorêda mektebê ermenya kar dikin, Hukumeta herêma Kurdistanê bi kîsî xwe avayê mektebê ermenya û dêrê ermenyaye teze çêdike. Lê gava Îraqêda têrorîzm gumreh bûbû, ermenîê bajarê Îraqêye mayîn revîne Kurdistanê, dîwana cî ew bi dil qebûl kirin û wêderê ewana bi guman sitar bûn.

         Xulese, çend meha pêşda nêzîkî bajarê Yêrêvanê Sovêtaşênêda ermenîkî  serê jineke êzdî jêkir, lê derheqa wê qetla giranda ne rojnemê we, ne têlêvîzîona we, ne jî partîaê weye seyasetîê û rêxistinê civakî qe dengê xwe nekirin! Hûn ha xemxurin bona êzdya û berjewandîê wan? Axir çetin nîne têderxin fikra we çiye û çi meremê weye dûr û dirêj hene: du parê gelê me (surmana û êzdya) rakine rûê hev û vî cûreyî hûn bigihîjne armanca xwe.

         Min dikaribû gele mesele bianyana. Lê ew çi ku min anye, derheqa gele tiştîda dibêje. Nha hûn hatin bawerkirinê em haj armanca we hene?

 

Emerîkê Serdar,

nivîskarê  kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar. 

Yêrêvan, avgûst, 2012.

 

         Ev Nema vekirî rojnema «Свободный Курдистан» bi zimanê rûsî hatye weşandinê (№7 (110), 2012). Ew usa jî van malperê rûsîda hatye weşandinê: www.kurdistan.ru, www.kurdist.ru, www.kurd.ge, www.kurdîshcenter.ru, www.pukmedia.co/russi. 

         Nema vekirî H.Xûrşûdyanra van malperê kurdîda hatye çapkirinê: www.avestakurd.net, www.rojevakurd.com.

GOTAR: salê 2000-ê

 

 

Salê 2000-ê

 

NEMA  VEKIRΠSEROKKOMARÊ  AMÊRÎKAÊ BIRÊZ  CORC  BÛŞR’A (2006)

        Serokkomarê Amêrîkaê birêz Corc Bûş! Ez kurdekî Ermenîstanême, nivîskarê kurdim, rojnemevanim, serokê koma rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurdim. Ez 71 salîme, emekê minî edebyetê îznê didine min vê nemê Wera binivîsim. Me’na nivîsara vê nemê doklada Bêykêr-Hamîltone, kîderê mafê kurdê Kurdistana Başûr hesab hilnedane… Virhada bixûne. 

 

WEZÎRÊ  EŞO  70  SALÎYE (2004)

        Temam bû 70 salya nivîskarê kurdî eyan, tercmeçî, rojnemevan, şuxulvanê kûltûraê Wezîrê Eşo. Wezîrê Eşo, ku mekteba gundê Sîpanêye (marza Aragasotnê) hevtsale, paşê mekteba Tbîlîsîêye N 23-ye ermenyaye ort’e kuta kirye, fakûltêta zankoa Yêrêvanêye dewletêye dîrokê xilaz dike, du sala dixebite çawa dîrêktorê mekteba gundê xwe… Virhada bixûne. 

 

XWESTINA  MEYE  HEQ  ÎNKAR  KIRIN (2004)

        Çawa eyane, ji sala 1929-a hetanî destpêka sala 1938-a Ermenîstanêda me tîpê latînî dida xebatê. Temamya lîtêratûra bedewetîê, seyasetîê, kitêbêd dersa, rojnema “Rya teze” bi wan tîpa dihate çapkirinê. Bi biryara hukumeta Şêwrê tîpê latînî hatine qedexekirinê û dewsa wan tîpêd kîrîlî hatine xebtandinê… Virhada bixûne. 

 

DENGBÊJÊ  WETEN,  EVÎNTÎÊ  Û  TEBYETÊ (2004)

        Rind tê bîra min, sala 1953-a bû. Min teze k’oma deha kuta kiribû û gundê xwe Pambêda (nha Sîpan) dixebitîm çawa serwêrê klûbê. Payîza dereng bû, gundda dewet bû. Fêrîkê Ûsiv, ku wî çaxî xwendinxana Yêrêvanêye pêdagogîêda dixwend, hatibû gund… Virhada bixûne. 

 

DEWETA  ME.  MIN  EW  ÇAWA  DÎTYE (2004)

        Salêd pey şêre çetin bûn. Serpayîz bû. Gundê meda gimînya defêye. Gundda şaîye, dewete. Lema jî cimet temam mirazê herdu gulara şa dibe. Çawa edetê cimeta meye, braze’va yanê jî cahilekî dinê dara ze’vêye bi her bêşeyî xemilandî digre xwe, cahilê gund dora darê top dibin û… Virhada bixûne. 

 

XEBERA  XWEŞ  BAHARA  DILANE (2004)

        Van axirya ez mêvanê maleke kurda bûm. Malxuê merivekî navsere bû, camêrekî şertê xwe bû, maqûlekî bi xeberdan. Îlahî xeberdana wî ez heyr-hijmekar hîştibûm. Çawa dibêjin, bi serî xeberdana wî maqûltya cimeta me dihate k’ivşê… Virhada bixûne. 

 

7  ROJA  LI  TÊHRANÊ (2003)

        Bi teglîfkirina radîo û têlêvîzîona Rêspûblîka Îranêye Îslamîê ez ji 29-ê sêntyabrê hetanî 6-ê oktyabra îsalin li Têhranê bûm. Ez hatibûme teglîfkirinê bona tevî wê fêstîvala p’arêd radîoxeberdan û têlêvîzîonêye bi zimanêd cuda-cuda bibim, ku hersal tê derbazkirinê… Virhada bixûne. 

 

REWŞENBÎRÊD ERMENΠ DERHEQA KURDA Û ÇANDA WANDA (2003)

        Bawer bikî wekîlêd rewşenbîrêd t’u miletekî mayîn derheqa kurdada bi t’omerî hildayî ewqas tişt nenivîsîne û dîrokêra nehîştine, çiqas ulmdar û nivîskarêd ermenî. Û ew yek bi temamî tebyetîye… Virhada bixûne. 

 

ABOVYAN  Û  CIMETA  KURDA (2003)

        Çawa hûmanîst berbirîbûna Xaçatûr Abovyan berbi hemû cimeta, îlahî cimetêd cînar, gelekî bi pismamtî bûye. Ewî qedrê hemû cimeta digirt, ew ç’ûk bûna yanê mezin, terefdarê dostî û bratya wan bû… Virhada bixûne. 

 

H’USÊYN  H’UZNΠ MÛK’RÎANÎ (2002)

        Dîrokzanê eyan H’usêyn H’uznî Mûk’rîanî nava kurdêd mûk’rîda merivê pêşin bû, ku hîmê neşirxana kurdî danî. Neşirkirina kitêbêd kurdî, teşkîlkirina binga neşirkirina miletîê navê wîra girêdaîye… Virhada bixûne. 

 

E’BDULLEH  GORAN (2002)

        E’bdulleh Goran dêmekî lîtêratûra kurdayî nîveka sedsalya pêşinî mezine. Efrandinêd Goran bûne temamya dewraneke teze nava pêşdaçûyîna lîtêratûra kurdada. Ew tê hesabê çawa klasîkekî lîtêratûra kurda, yê ku gelek tiştêd teze kirye nava poêzîa kurdaye nuhda… Virhada bixûne. 

 

HEJAR (2002)

        Nava klasîkêd lîtêratûra meye sedsalya 20-da Hejar cîkî mexsûs digre. Badilhewa nîne, wekî serokê Rêspûblîka Kurdaye Dêmokratîê Qazî Meh’emed Hejar hesab dikir çawa şayîrê miletîê. Ewî ew yek bi saya efrandinêd xweye bi motîva welatparêzîê, hunermendya nazik, çap û cûr’êd dîharkirina bedewetîêye xwexwetîê qazanc kiribû… Virhada bixûne. 

 

CEGERXWÎN (2002)

        Sedsalya 20-da çend şayîrêd meye mezin pêşda hatin, ku hela sax’tya xweda hêjayî navê klasîk bûn. Ji wana yek jî Cegerxwîne. Bawer bikî temamya poêzîa wî bi ruhê welatparêzîê hatye perwedekirinê. Ne t’enê poêzîa wî, lê çi ku bin qelema wî derketye,  bi wî ruhî hatye nivîsarê… Virhada bixûne. 

 

MELLE  MEH’MÛD  BAYAZÎDÎ (2002)

        Eyane, wekî nava sedsalya 19-da baylozê Ûrisêtêyî li Erzurumê Alêksandr Jaba (1848-1866) gelek destnivîsarêd kurdîye qîmetlî berev kirin, ku derheqa lîtêratûra, ziman, dîrok û êtnografîa cimeta kurdada bûn. Vî şuxulîda Melle Meh’mûd Bayazîdî k’omekeke gelekî mezin da Jaba… Virhada bixûne. 

 

QANATÊ  KURDO (2002)

        Pêşdaçûyîna kurdzanya sovêtîê bi gelek tiştava navê kurdzanê eyan, doktorê ulmêd fîlologîê, profêsor Qanatê Kurdor’a grêdaîye. 50 salî zêdetir ewî xwe bi temamî pêşkêşî pêşdabirina kurdzanîê kir û bû zanyarekî meyî lapî naskirî… Virhada bixûne. 

 

 GER’EK  LI  KURDISTANA  AZA (2002)

        Meha oktyabra sala 2001-ê bi teglîfkirina k’atibê sereke yê Yêkîtya Nîştîmanî Kurdistan CELAL TELEBANÎ du xebatkarê rojnema “Rya teze” – rêdaktor E’MERÎKÊ SERDAR û k’atibê cabdar RZGANÊ RECEVÎ çûne Kurdistana aza… Virhada bixûne. 

 

 ULMDAR  Û  REWŞENBÎRÊ  BI  HERFA  MEZIN (2001)

        Nava çend dehsalîê axirîêda welatê Şêwrêyî berêda k’omeke kurdzan-dîrokzanaye usa pêşda hat, kîjana nava xebatê xweda ulmîda gelek pirsêd dîroka meye lênihêrandî azrû kirin, xebateke hêle kirin bona lênihêrandina dîroka kurdaye dewrana nha. Êpêce xebat hate kirinê bona bi ûrisî tercmekirin û neşirkirina serkanîêd dîroka meye sedsalîêd navîn… Virhada bixûne. 

 

 EWLEDÊ  ŞÎRH’ELAL (2001)

        Yazya hinek ewledê cimeta me usa bûye, wekî mecala wan tunebûye qulixî lîtêratûra û kûltûra miletê xwe bikin. Ewana nava miletê mayînda nav û hurmeteke mezin qazanc kirine, emekekî mezin r’êtine bona pêşdabirina lîtêratûra û kûltûra wan mileta.    Ewledekî miletê meyî usane K’erem R’eş (K’eremê Bek’ir), ku dêmekî lîtêratûra ûrisayî k’ivşe û… Virhada bixûne. 

 

 NEMA  VEKIRΠ TÊMÛRÊ  XELÎLR’A (2000)

        Min nivîsa teye “Xewnerojkê rêdaktorê “Rya teze”, ku hejmara rojnema “Roja teze”-ye № 42 (21-ê nîsanê sala 2000-ê) çap bûye, xwend û ez … ecêbmayî nemam. Çimkî bux’danbêjî (şer-şiltax) hela biç’ûktîêda ketye nava xûna te û tu nikarî ji wê yekê aza bibî… Virhada bixûne. 

 

 

 

GOTAR: salê 1990-î

 

 

Salê 1990-î

 

 

 EWLEDÊ  CIMETA  XWE (1992)

        18-ê yanvarê sala 1991-ê bû. Rastîê jî berf dibarî, rojeke mij û dûman bû, rojeke reş bû bona olk’a meye vêderê. Wê rojê sibê seheta 9-a dijminê decalî mixenet otaxa xebatêda  bi nemamî gulle berî Seh’îdê Îbo dabû, kuştibû… Virhada bixûne. 

 

ŞÊX, HÊDÎ BAJO!.. (1992)

        Hejmara rojnema ermenîye “Azg”-êye 2-ê îyûlê sala 1992-da rêdaktotê rojnema bi zimanê ermenîye “Dengê êzdya” (yanê dengê çend şêxa?) H’esen T’emoyan, wekî jêra usa jî dibêjin H’esenê şêx, mqalek neşir kirye, vir’-derewê usa kirine, wekî, çawa dibêjin, p’irtî xuê wanda t’une û… Virhada bixûne.

 

CINÊ  NAV  ME, YANÊ  POZÊ  XWE  NEKE  NAVA  ŞUXULÊ  OLK’A  ME (1994)

        Van axirya prêsa ermenya ser h’îmê înformasîa radîostansîa BÎ-BÎ-SÎ elam kir, wekî Şêwra Tûrkîaêye bêqezyabûna miletîê qrar qebûl kirye, anegorî kîjanê neh’îêd ç’yaê Araratê û T’endûrekê têne elamkirinê çawa zona halê şêr’e mexsûs. Anegorî wê qrarê, temamya binelya gotî ji wêderê herin, lê merivêd, ku bêy îzndayîna mexsûs ji wêderê neçin, bêne gullekirinê… Virhada bixûne. 

 

KURD  LI  ERMENÎSTANÊ (1996)

        Ev doklad sêmînara merk’eza Ermenîstanêye safîkirina konflîktada hatye xwendinê, ku 20-ê noyabrê sala 1996-a sera civatêd înstîtûta rohilatzanîê ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîêda derbaz bûye… Virhada bixûne.

 

NIVÎSKAR  Û  ŞUXULK’ARÊ KURDΠ MEXLÛQETÎÊYΠ E’YAN (1997)

        90-salya bûyîna nivîskar, t’arîxzan, şuxulk’arê mexlûqetîêyî kurdî eyan Nado Maxmûdov t’emam bû. Ew merî û şuxulk’arekî  h’izkirî bû çawa nava kurdada, usa jî nava ermenyada… Virhada bixûne. 

 

NEMA  VEKIRΠXUDANÊ  MQALA  “EW  USA  JΠ PIRSA  EXTÎYARYA  MÊRIVE” CEMAL  SADAXYANR’A (1997)

        Ew yek tiştê veşartinê nîne, wekî mecala xebera nivîsare mezin heye, îlahî wexta ew bi destî mecalêd înformasîa masayî tê neşirkirinê, tê belakirinê, û bal merya, ku ewê dixûnin, derheqa vê yanê wê qewmandinêda (wê reqemêda derheqa nevsê û qelfeke meryada jî) fikrekê pêşda tîne… Virhada bixûne.

 

MERÎ,  BAJARVAN,  REWŞENBÎR (1999)

        Ez bi h’izkirin derheqa hogirê xweyî xebatêyî mezin Mîroê Esedda dinivîsim. Weke 30 salî me t’evayî k’ar kirye, ew serk’arê min bûye. Min alîê wîda her tenê qencî, camêrtî dîtye. Ew çawa merî h’elal û qence, camêr û dilovane, xweyê kûltûra mezin û zanebûnêd k’ûre… Virhada bixûne.

 

 

 

GOTAR: salê 1980-î

 

 

Salê 1980-î

 

 

 TE’VA  HELBESTA  RÛSÎ (1988)

        Alêksandr Sêrgêêvîç Pûşkîn (1799-1837) şayîrê ûrisayî miletîêyî mezine. Merivên zemanê wî ew bi nav dikirin wek te’va poêzîa ûrisa. “Ew ne tenê şayîrê ûrisa yê zemanê xwe yê mezin bû, — Bêlînskî derheqa Pûşkînda nivîsye, — lê usa jî şayîrê hemû cimeta û hemû qurna yê mezin bû”… Virhada bixûne.  

 

ULMDAR  Û  MERÎ (1988)

        Sala 1966-a bû, gava Knyazê Îbrahîm Mîrzoêv mekteba Yêrêvanêye azêrîye orteye N 9 ser navê Axûndov bi qîmetê zef başva kuta kir, gazêta meda derheqa wîda înformasîake fire bi şiklê wîva bi sernivîsara “Paşwextya wî geşe” neşir bû. Em gelekî şane, wekî ew pêşdadîtina gazêtê îro mîaser bûye… Virhada bixûne. 

 

BILINDAYA  Ç’ÎÊ  DÛRVA  TÊ  K’IVŞÊ (1989)

        Şamilê Bek’o çû rehmetê. Sazbend wefat bû, lê sazbendya wî ma, wekî cimeta mera bijî, tevî wêbe, wê şake û dilê wê t’ev rake. “Cirîd”. Fîqê dixe Şamilê Bek’o”, – t’imê em vê gotinê bi radîoa Yêrêvanê, nava xeberdanêd kurdîda dibihên. Û dibe gujîna fîqê… Virhada bixûne.

 

 

 

GOTAR: salê 1970-î

 

 

Salê 1970-î

 

 

PÊŞDAÇÛYÎNA  LÎTÊRATÛRA KURDAYE  SOVÊTÎÊ (1970)

        Gava Ermenîstanêda qeydê sovêtîê hate testîqkirinê, bona kurdêd Ermenîstanê her cûre mecal-mik’an vebûn seba pêşdabirina kûltûra wane nivîsar. Hukumeta Ermenîstana Sovêtîêye teze hema salêd heyetya xweye pêşinda her cûre mecal efrandin bona bilindkirina dereca emrê kurdayî kûltûrîê… Virhada bixûne. 

 

T’U  CARA  JI  BÎRA  MIN  NAÇE… (1972)

        Şiklkêşê mezin Martîros Saryan wefat bûye… Demekê vê be’sê dibihêyî û ji guhê xwe bawar nakî. Bawar nakî, çimkî te t’irê ew we’dera xuliqîbû û mînanî we’de wê heta-hetayê bijî… Wê bi wan efrandinêd xweye sert’acva bijî, ku bûne milk’ê we’de, bûne p’îgarê we’de û dane ser rya heta-hetayê… Virhada bixûne. 

 

LÎTÊRATÛRA  BI  KURDΠ TERCMEKIRÎ (1972)

        Nava salêd dîwana sovêtîêda mala cimetêd welatê meye bratîêda ew p’ara cimeta kurda, ku wetenê meyî p’irmiletda dijî, di hemû derecêd emrda gihîştye açixîêd nebînayî. Ji wan açixya yek jî lîtêratûra wêye bedewetîê nivîsare, ku îro îdî gihîştye dereceke usa, wekî çawa welatê meda, usa jî ji hidûdê wî der hatye naskirinê û qîmetkirinê… Virhada bixûne. 

 

 RÊJÎSYORÊ  CAHIL (1973)

        Gele wede nîne, wekî Yêrêvanêda, bi qeydê mexlûqetîê, têatra cahilaye pantomîmaê (lîstika bê deng û h’is) heye, ku bi înîsîatîva komneh’ya Myasnîkyanêye komsomola hatye teşkîlkirinê. Rêjîsyor û serekvanê wêye artîstê êstrada Moskvaêye janra pantomîmaê Valodê R’eşîd Polatov… Virhada bixûne. 

 

DEWLEMENDTYA  MEYE  MILETÎÊ (1976)

        Cimeta kurda nava heyetya xweda zargotineke dewlemend efrandye, zargotineke usa, ku bûye neynika rabûn-rûniştandin, femdarî û berbirîbûn, xwestin û armanca wê. T’u dereceke mayînda dewlemendya ruhê cimeta me ewqasî fer’ih’ û zelal nehatye kivşê, çiqasî zargotina wêda. Ew ênsîklopêdîa emrê cimeta meye… Virhada bixûne. 

 

 ROHILATZANÊ  MEZIN (1977)

        Pêşdaçûyîn û gilvedana rohilatzanya sovêtîê bi çapeke mezinva navê wekîlekî wêyî eyan akadêmîk Hovsêp Orbêlîra girêdaye. Orbêlî pêşekzanekî terîq, lîtêratûra, îskûstva, bi gilîkî kûltûra Ermenîstanê, Rohilata Nêzîk û Navîn, Kavkazêyî erhede bû û wan derecada talanta wîye mezin geş gulveda… Virhada bixûne. 

 

NAVÊ  ŞAYÎR  NAÊ  BÎRKIRINÊ (1978)

        Gelekî çetine, gava derheqa hevalê xweda bi we’dê derbazbûyî xeberdî. Nha ya min usane. Şikoê Hesen hevalê minî nêzîk bû, em çend sala t’ev xebitî bûn û rind hînî xeysetê hevdu bûbûn. Nha min çetin tê, wekî derheqa hevalê xweyî nêzîk, şayîrê h’izkirî Şikoê Hesenda bi we’dê derbazbûyî xeberdim… Virhada bixûne. 

 

 

 

GOTAR: salê 1960-î

 

 

Salê 1960-î

 

 

 MIN  ÇIRA  DEST  JI  ŞAYÎRTÎÊ  KIŞAND? (1960)

        Wextekê (ew jî zemanek bû, ha) ez jî şayîr bûm, ew jî şayîrekî erhede. Wî çaxî nizam dar li kewê ket yanê jî kew li darê ket, şiêreke min bi navê “Edlayî” gazêtekêda neşir bû. Ez heyrana ç’evê lawika bim, wana şiêra min danî rex şiêra klasîka, ez birim, gîhandime ber p’er’ê ezman… Virhada bixûne. 

 

VEÇÊKIRINA  FOLKLORA CIMETA KURDA JI  ALÎÊ  NIVÎSKAR  Û  ŞAYÎRÊD  ERMENYADA (1962)

        Sal û zeman hatine û buhirîne, gelek cara pêva dijmina li xwelya cimetêd ermenya û kurda ketye, lê çiqas jî te’vî û teyroka terîqa dewranêd derbazbûyî hatine-çûne, wan herdu cimeta şbêta brêd helal hevra cînartî kirine, tevî şîn û şaya hev bûne, hevra xebitîne, rabûne û rûniştine… Virhada bixûne. 

 

 KITÊBA,  KU  TEZE  RONAYΠ DÎTYE (1962)

        Nûrî Hîzanî (Hovakîm Margaryan) gelek zûva bi zimanê kurdî efrandîye, ew şiêra û poêma dinivîse. Sala 1935-a berevoka efrandinêd Nûrî bi sernivîsa “Şebeqa sibê” neşirbû. Lê îsal neşîreta Ermenîstanêye dewletê Yêrêvanêda bi zimanê kurdî berevoka efrandinêd wîye duda bi navê “H’ub û xebat” daye neşirkirinê… Virhada bixûne. 

 

TEBYET  NAVA  LÎTÊRATÛRA  KURDAYE  SOVÊTÎÊDA (1963)

        Nava efrandina bedewetîêda nişandayîna tebyetê bê me’nî û bê fikir nîne. Tebyet bi xwe gelekî bedewe. Wexta ew bi hostatî nava efrandinêda tê nîşandayînê, xeml û rewşeke dha mezin dide wê… Virhada bixûne

 

ÇEND  PIRS  DERHEQA KRÎTÎKA LÎTÊRATÛRAÊDA (1963)

        Terîqa lîtêratûraê bê krîtîka nabe, lê krîtîka jî alîê xweda ser terîqa lîtêratûraê h’îmdibe. Abzora lîtêratûraê ew tomerîkirina rya lîtêratûraê û krîtîkaêye derbazbûye. Lîtêratûra û krîtîka hevra six girêdayîne. Lê çye krîtîka?.. Virhada bixûne. 

 

NÎŞANDAYÎNA  DOSTYA  CIMETÊD  ERMENYA  Û  KURDA NAVA  LÎTÊRATÛRA  ERMENYAYE  KLASÎKDA (1964)

        Lîtêratûra bedewetîê di şuxulê dha pêşdabirin û qewînkirina dostya cimetada roleke gelekî mezin lîstye û dilîze. Lîtêratûra ermenya zef rind şedetya wê yekê dide. Têma dostya cimeta nava lîtêratûra ermenyada ji kûraya qurna tê… Virhada bixûne. 

 

ÇEND  GILΠ DERHEQA  AŞIQÊ  HIZKIRÎDA (1964)

        Gelek aşiqê kurde me’rîfet hebûne, ku navûdeng bûne, lê, telebextra, derheqa wanda lap kêm hatye nivîsarê (çi jî hatye gotinê, tenê çend me’lûmetîêne). Lê lazime, wekî derheqa wanda bê nivîsarê, şuxulê wan bê qîmetkirinê. Lema jî me têr’a dît îro nasya xwendevanêd xwe bidne emr û şuxulkirina aşiqekî kurdê sovêtîêyî lapî berbiç’ev Ahmê Çolo… Virhada bixûne. 

 

DENGBÊJÊ  ROÊ (1964)

        Cimet Martîros Saryanra dibêje Varpêt, yanê Hosta: Hostê nexş û nîgara, Hostê renga. Çima? Îskûstva M. Saryan naê weklandinê. Ewî stîla xwe kirye nava îskûstva şiklkêşîê-nexşkarîê… Virhada bixûne. 

 

 ÇEND  GILΠ DERHEQA  TERCMA  BEDEWETÎÊDA (1965)

Rêke pêşdabirin û dewlemendkirina lîtêratûra kurdaye sovêtîê jî – ew tercmekirina bedewetîêye. Çawa bona lîtêratûra her cimetekê, usa jî bona ya me tercmekirina şuxulêd bedewetîêye dinênas hesab dibe çawa qewmandineke eyan nava terîqa kûltûra meda… Virhada bixûne. 

 

TÊMA  ŞERÊ  WETENÎÊYΠ MEZIN  NAVA LÎTÊRATÛRA  KURDAYE  SOVÊTÎÊDA (1965)

        Çawa eyane, salêd 1941-1945-a ketine nava terîqa Wetenê me çawa salêd şerê Wetenîêyî mezin, salêd efatya cimeta sovêtîê. Gêrmanîa faşîstîê, ku dicedand dinyaê temamî zevtke û Êvropaêda îdî gelek cimet kiribûn qûlê xwe, 22-ê îyûnê sala 1941-ê bi mixenetî hicûmî ser Wetenê meyî mezin kir… Virhada bixûne. 

 

XEBATEKE ULMÎYE QÎMETBILIND (1965)

        Wextek hebû, gava hineka digotin, ku cimeta kurda ne xweya lîtêratûra nivîsare xwexwetîêye: ew çi ku bi nivîsara kurdî heye, ew nimûnêd lîtêratûraêd ereba û farizaye tercmekirîne. Wan “ulmdar-rohilatzana” eva “fikra” pêşda dikişandin û digotin… Virhada bixûne. 

 

BLÛR … JI  FIRINDÊ (1966)

        Pêşenya Lênîngradê. Blokada bajarê mêrxasa çetin wedê şerêd Wetenîê, çawa eyane, 900 rojî kişand. T’e’bîê eskerê me û dijmin pêşberî hevin, cî-cîna weke 100 mêtrî ji hev dûrin: herdu alya erd k’olane û ketine… Virhada bixûne. 

 

XWESTINA ME – XWENDEVANA (1966)

        Çendekî şûnda wê bibe qur’lt’a nivîskarêd Ermenîstanê. Berê wê qewmandina berbiç’ev me dixwest careke mayîn jî dengê me –  xwendevana bigihîşta efrandarêd me, bona kîjana ewana dinivîsin, ber kîjana ewana hesabdarin… Virhada bixûne. 

 

 DIK’A  ARTÎST  —  DEWRANE (1967)

        Dibêjin, wexta artîst nalîze, tê bîrkirinê. Lê gelo kîjan artîstar’anin? Nha artîstê mezin weke 80 salî emr kirye. Îdî li ser dik’ê ber temaşeçya pêşda naê, temamya qewata gênîa xwe li ber wan venake, wan bi lîstika xwe h’eyrî nahêle, Dêzdêmona delal cîê badilhewa naxeniqîne… Virhada bixûne. 

 

 BIBÎNE  Û  BÎR  NEKE (1967)

        Dinyaêda ger’ gelekî xweşe. Îlahî ger’a li welatê sovêtîêyî aza. Her dera bîna xwe aza dikişînî, her dera te t’irê tuyî li malî. Diçî bajar û wargêd teze, efatya merivêd sovêtîê ber ç’evê xwe dibînî, dinihêrî, wekî nava van 50 salêd dîwana sovêtîêda her qulç’ekî welatê meyî dûr û nêzîkda çi guhastinêd nebînayî bûne… Virhada bixûne. 

 

NÎGARA  KULFETA  KURD  NAVA LÎTÊRATÛRA  ERMENYAYE  SOVÊTÎÊDA (1967)

        Hertim jî (çawa nava lîtêratûra klasîkda, usa jî nava ya sovêtîêda) şayîr û nivîskarêd ermenya bi h’izkirin û bi qedir derheqa kulfeta kurdda nivîsîne, bedewî, merivhizî, mêranya wê dane kivşê, pesnê wê dane çawa dayîka xemxur, çawa jina xweynamûse mezin, çawa ewleda ç’yaye p’ir’bedew… Virhada bixûne. 

 

 

 

QAÇAXÊ MIRAD

 

 

QAÇAXÊ  MIRAD

 

 

         Navê dêmekî lîtêratûra kurdaye sovêtîêyî naskirî, şayîr, jûrnalîstekî kurdî eyan, t’evgelekî Şerê Wetenîêyî mezin Qaçaxê Şevavê Mirad zûva xwendevanê kurdra nase.

         Qaçaxê Mirad meha dêkabrê sala 1914-a gundê Tendûrekê, neh’ya Sînekê (qeza Qersê) ji dya xwe bûye. Qaçaxê çar salî bû, gava ber zulm û zêrandina Romê mala wan jî mecbûr dibe dide ser rê-dirbê nenas. Sifte têne Ermenîstanê, paşê diçine Gurcistanê. Hema vêderê jî bavê wî diçe rehmetê û temamya qaranya malê dikeve stûê brê wîyî mezin – Osê. Qaçaxê biç’ûk jî hindava xwedaMin çi dît-2 k’omek dida brê, diçû ber dêwêr. Ew gund, ku mala wan têda sit’ar bûbû, gundê ûrisa bû. Hema vî gundîda jî Qaçax diçe mektebê. Paşê, gava mala wan tê Tbîlîsîê, ew diçe wê mekteba kurda, ku Lazo serkarî lê dikir. Paşê kutakirina wê ew usa jî mekteba ûrisaye ort’eye N 4 xilaz dike, tê Yêrêvanê û têxnîkûma kurdaye Pişkavkazêye dersdarîêda tê qebûlkirinê. Lê zûtirekê ew vê têxnîkûmê dertê û dikeve înstîtûta ûrisaye pêdagogîêye dusale.

         Sala 1937-a Qaçaxê Mirad înstîtûtê kuta dike û weke du sala bajarê Lênînakanêda dersdarîê dike.

         Sala 1939-a Qaçaxê Mirad diçe eskerîê û weke 20 salî cêrgê Ordya Sovêtîêda qulix dike. Salê Şerê Wetenîêyî mezinda Qaçaxê Mirad sîlih’ dêstda bi efatî wetenê meyî sovêtîê xwey dike, ji çend cîya birîndar dibe, lê dîsa vedigere pêşe’nîê. Bona efatya wextê Şerê Wetenîêyî mezin ew bi du ordênêd “Steyrka sor”-va, 9 mêdalava tê rewakirinê.

         Paşî bi altindarî kutabûna şêr jî Qaçaxê Mirad cêrgêd Ordya Sovêtîêda qulix dike, gelek xebatê cabdar dike, digihîje r’ut’bê kapîtan.

         Qaçaxê Mirad weke du sala rêdaksîa xeberdanêd radîoêye kurdîda xebitye. Sala 1960-da ew rojnema “Rya teze”-da dixebite, pêşîê çawa katibê cabdar, paşê, hetanî mirina xwe, çawa dewsgirtîê rêdaktor.

         Qaçaxê Mirad usa jî înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîêye dûreke kuta kirye (sala 1966-a) û xwendina bilind stendye. Sala 1973-74-ye xwendinêda ewî p’ara kurdzanîêda ya fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêye rohilatzanîêda dersê lîtêratûra kurdaye klasîk daye.

         Qaçaxê Mirad ji sala 1945-da uzvê Partîa komûnîstîêye T’faqa Sovêtîê bû. Ew usa jî uzvê T’faqa nivîskarê T’R’SS û T’faqa jûrnalîstêd T’R’SS bû. Sê cara bi hurmetnema Sedrtya Sovêta Rêspûblîka Sovêtîêye Sosîalîstîêye Ermenîstanêye tewrebilind hatye rewakirinê.

         Qaçaxê Mirad 4-ê dêkabrê sala 1979-a paşî nexweşya giran bajarê Yêrêvanêda wefat bû.

 

* * *

 

         Şiêra Qaçaxê Mirade pêşin sala 1935-a rojnema “Rya teze”-da neşir bûye. Lê du sala şûnda bi tercma wî serhatya Lêv Tolstoye eyan “Dîlê Kavkazê” bi kitêbeke başqe ronkayî dîtye. 4 berevokê efrandinê wîye xwexwetîê bi zimanê kurdî ronkayî dîtine: “Şewq” (sala 1958-a), “Gulperî” (sala 1962-a), “Bahara teze” (sala 1965-a) û “Gava çara” (sala 1972-a). Xênji wê, poêma wîye “Mîrze Meh’mûd” sala 1956-a bi tercma zimanê gurckî bi kitêbeke başqe ronkayî dîtye. Xênji hazirkirina  berevoka “Efrandinê nivîskarêd kurdaye sovêtîê” (bi zimanê kurdî, sala 1961-ê), ku Qaçaxê Mirad û Casimê Celîl tevayî hazirkirine, ewî usa jî berevoka “Rya teze” hazir kirye, ku sala 1958-a bi zimanê ûrisî Tbîlîsîêda ronkayî dîtye. Vê berevokêda hîmlî efrandinê efrandkarê kurdê Gurcistana Sovêtîê neşir bûne. Ewî usa jî “Konstîtûsîa T’R’SS” tercmeyî zimanê kurdî kirye û sala 1959-a bi kitêbeke başqe daye neşirkirinê.

         14 sala zêdetire, wekî şagirtê mektebê gundêd kurdaye k’omê VII-VIII bi wê kitêba dersa (“Lîtêratûra wetenîê”) hînî lîtêratûra kurdî dibin, ku Mîroê Esed û Qaçaxê Mirad tevayî hazir kirine. Qîmetekî vê kitêbêyî mezin jî ewe, wekî cem me cara ewlin efrandinêd klasîkêd me bûne qnyatêd dersa.

         Goveka têmatîka efrandinê şayîr gelekî fireye. Ew derheqa emrê vê p’ara cimeta kurdaye îroyîne bextewarda dinivîse, edlayê dipesine, şêr û şerbaza gunekar dike, şerkarya cimetêd zêrandîye miletîê-azadarîê dipesine. Hilbet, şiêrêd bi motîva evîntîê û derheqa tebyetêda jî kêm nînin.

         Şayîr bengzê gundê meyî îroyînra şa dibe, gund, ku bi nav û nîşanê xweye îroyînva bûye şe’detnema bextewarya gundîê me (“T’ewşê gundê me”), pesnê qîza kurdaye dewra sovêtîê dide, ku bi fe’mdarî, berbirîbûn û dinênaskirina xweva hatye guhastinê, bûye çêkirçîke komûnîzmêye aktîv (“Jinêd welatê Şêwrêra”, “Keç’a kurda”, “Leylê”, “Meyane” û yêd mayîn).

         Têma şêr û edlayê nava poêzîa Qaçaxê Miradda cîkî berbiç’ev digre. Şayîr te’lî û tengasya şêr dîtye, zane ew zulmeke çawane, lema jî bi dengekî bilind gazî cimetê dinyaê dike, ku edlayê xweykin, nehêlin şêr pêşda bê.

         Çawa t’evgelekî Şerê Wetenîêyî mezin Qaçaxê Mirad çend şiêr û poêm pêşkêşî hevalê xweye şervanîê kirine, yêd ku şerê giranda emrê xwe dane ruhîna weten, pêşkêşî wan heval-hogirê xwe kirine, yêd ku bi altindarî vegeryane malê. Vê derecêda berbiç’evin poêma wîye “Teyar” û “Rasthatina Rûstavîê”. Merî dikare bi cumlekê serecema poêma pêşin bêje: kurê kurdayî mêrxas Teyar şêrda bona azakirina qîza qazax emrê xwe nahêvşîne, lê dilê wê qîzê û pîredêda hetanî-hetayê dimîne. Heq jî usane. Wetenê meyî sovêtîêda hemû cimet brane, rojê ox’irmê giranda pişta hev sekinîne.

         Çawa vê poêmêda, usa jî ya “Rasthatina Rûstavîê”-da h’esîna mala cimetê T’faqa Sovêtîêye yektî, îdêaêd dostî, bratya wan, e’fatya wekîlê ûrisa, ermenya, gurca û cimetê mayîn hatine dîharkirinê.

         Qaçaxê Mirad êpêce şiêr û poêm pêşkêşî şerkarya kurdaye miletîê-dêmokratîê kirine, ew şerkarya heq pesinandye. Efrandinê bi vê têmaê nivîsî alavîne, germ û gur’in.

         Evîntî û tebyet – du motîvêd poêzîa Qaçaxê Mirade hîmlîne. Evîntî ji her tiştî zêdetire, bîna ber ruhê şayîre. Temamya nazikayî û bedewya tebyetê tê ber ç’evê xwendevana, gava efrandinê şayîre bi wê têmaê nivîsî dixûne.

 

Bahar xewê rabû,

Belgê darê şîne,

Gula nazik vebû,

Şayê xwera tîne.

 

         Qelîbotk nava efrandinê Qaçaxê Miradda cîkî berbiç’ev digrin. Wan qelîbotkada ew çawa kêmasîê merya, xeysetê wan, usa jî edetê kevne zyandar krîtîk dike.

         Rastîê jî qelen cimeta me bûye t’eşqele. Û Qaçaxê Mirad derheqa vê yekêda gilîê xwe gotye, ew gunekar kirye:

 

Hey qelen, qelen, ûrt’ te biqele –

Çi miletê kurd bûyî t’eşqele…

Çiqas qîzêd can, çi xortê talyan –

Miraz ç’evda man, tu bayîsê wan.

 

         Qaçaxê Mirad bi cûrê qerf-qûç’kê cimetê wan merya dik’ene, ku dikine fîqe-fîq, destê wan cêvêdaye, lê barê giran ser pişta jinêye.

         Qelîbotkeke xweye mayînda (“Merî û me’r”) şayîr merîê bêşêkir gunekar kirine. Eva qelîbotka bi cûre t’eqla xweva nêzîkî ruhê efrandina cimetêye û te t’irê şayîr ji cimetê hildaye.

         Qaçaxê Mirad nava emrê xweyî efrandarîêda gelek cara berbirî zargotina meye dewlemend bûye, nimûnêd wê veçêkirine. Ewî hîmlî ç’îrok hiltanîn û veçêdikirin (“Ç’îroka Mîrze Meh’mûd”, “Qadirê neç’îrvan”, “Dîwana kulîlka”, “Gurganî Zîndanî” û yêd mayîn). Çawa nava ç’îrokê cimetêda, usa jî nava ç’îrokê Qaçaxê Mirade veçêkirîda merîê qenc altindarîê dibin, merîê nep’ak têne altkirinê. Ew ç’îrok bi çapa sivik hatine nivîsarê.

         Efrandinê Qaçaxê Mirad we’dê başqe-başqeda bi çend zimana (ûrisî, ermenî, gurckî) hatine tercmekirinê. “Ênsîklopêdîa sovêtîêye mezin”-da derheqa wîda hatye nivîsarê. Kovar û rojnemê kurdê welatê derekeye progrêsîv jî derheqa wîda nivîsîne û efrandinê wî neşir kirine.

         Qaçaxê Mirad jî hindava xweda lîtêratûra kurdaye sovêtîê bi tercmê tezeva daye dewlemendkirinê. Ewî gelek efrandinê şayîrê ûrisa, ermenya, gurca, ûkraîna, azêrya klasîk û we’dê nha tercmeyî zimanê kurdî kirine.

         Nava emrê xweyî efrandarîêda Qaçaxê Mirad usa jî nivîsara vekirîva mijûl bûye. Çend serhatîê wî rojnema “Rya teze”-da neşir bûne.

         Vê berevokêda, ku rehmetî hela saxya xweda hazir kiribû û teslîmî neşiretê kiribû, ew serhatî cîwar bûne, ku ewî salê başqe-başqeda nivîsîne. Cîkî mezin p’ara romana wîye “R’ev û sit’ar”-e pêşin digre, ku sed yazix nîvcî ma, nivîskar pêr’a negîhand wê temamke.

         P’aê serhatya p’irê derheqa Şerê Wetenîêyî mezindanin, t’evgelekî kîjanî nivîskar bi xwe bûye. Serhatîê bi vê têmaê mînanî bîranînane: nivîskar derheqa wê yekêda dinivîse, çi ku ber ç’evê xwe dîtye. Wanda nîşandayîna wetenh’izya merivêd sovêtîê, dostî û bratya wan cîkî mezin digre. K’emaleke van serhatyaye mayîn jî ewe, wekî fikra wane terbyetkirinêye mezin heye.

         P’ara romana “R’ev û sit’ar”-e pêşinda emrê p’areke cimeta kurdaye berî rêvolyûsîaê li qeza Qersê tê nîşandayînê. Ew cî gelekî hukumî ser merya dikin, li k’u nep’akya sinifa k’edxur, dostya cimetê kurda û ermenya, erf-edet, deba cimeta me têne nîşandayînê. P’evgirêdana Xêço, Eslan, ewledê wan, dostîê, şerkarya wane tomerî miqabilî zulmkara cîkî sereke digrin. Ev p’ara romanê bi dema r’evêva kuta dibe û fer’ih’ tê k’ivşê, wekî peyhatina wê wê hebûya.

         Em bawerin, wekî ev berevoka Qaçaxê Mirade vekirî nava lîtêratûra meye tezeda wê cîê xweyî layîq bigre.

 

Qaçaxê Mirad “Min çi dît”

Yêrêvan, 1981

(rûê 3-8)

XÊRXAZÊ CIMETA MEYÎ MEZIN

 

 

XÊRXAZÊ  CIMETA  MEYΠ MEZIN

 

 

         Klasîkê edebyeta ermenya Avêtîk Îsahakyan (1875-1957) dinya, emr nava tomerîbûna wanda, bêy h’idûdkirinê dinêzanebûnê û miletîê tex’mîn dikir. Ewî k’ela efrandarîê ji emr, edebyet û zargotina ne ku tenê cimeta xwe, lê usa jî cimetêd ûrisa, gurca, azêrya, kurda, osa, fransiza, îtalîa, çîna, hinda, ereba, cihûda, hûna, baska hildaye, nîgarê merivêd wan cimeta efirandye, ew jî bi xûn û xeysetê wan, bi fe’mdarî û berbirîbûna wane miletîêva. Bi wê yekêva efrandina Îsahakyan qîmet û k’emala h’emmerivayê dest anye.

         Xwestin û xiyalêd hemû cimeta, îlahî cimetêd biç’ûke zêrandî, gelekî nêzîkî dilê Varpêtê h’izkirî bûn. Eyane, wekî ew h’izkirin û 011-1qedirgirtineke çiqasî mezinva  berbi cimeta kurda dibû, ruhê wêyî azayîh’izîê h’izdikir, qîmetekî mezin dida zargotina wê û hertim, wexta cî dihat, bi qedir derheqa wê û kûltûra wêye ruhanîêda xeber dida.

         Hostê xebera bedewetîêyî mezin hela biç’ûktîêda kurdara nas bûye, haj emrê wan hebûye, zargotina wan h’iz kirye. Eyane, wekî aşê mala bavê Îsahakyan hebûye. Û kurdê gindêd cînar t’imê hatine wî aşî. Îsahakyanê biç’ûk bi h’izkirin guh daye ser dengbêjî û sazbendya wan, qse û lêgêndêd cimeta kurda.

         Îsahakyan gelekî ji zargotina kurda h’iz dikir. Paşwextîêda ew wa dinivîse: “Şivanêd gundê me… Mexso blûreke hêle lêdixist… H’aco dengbêj bû. Wana kilamê cimeta xweye dilşewat distran. Min bi dil û eşq guh dida ser stran û dengê blûra wan, ç’îrok û efrandinê kurdaye êpîkîê, folklora kurda dibihîst, ku zar’otya xweda hetanî roja îroyîn jê h’iz kirye”. A hema me’nîk jî ev bû, wekî Hraçya Koçar berevoka “Folklora kurmanca” (s. 1936-a) bi h’izkirin pêşkêşî şayîrê mezin kir û ew berevok hetanî nha jî dur’ cewahirê edebyeta hemdinyaêra tevayî ser textê wî nivîsarêye (“Rya teze”, 31-ê martê, sala 1964-a).

         Çend sala pêşda gazêta “Rya teze”-da (4-ê martê sala 1970-î) p’areke wan mesele û metelokê cimeta kurda hatine neşirkirinê, ku şayîrê mezin we’dê başqe-başqeda bihîstibûn û bloknota xweda nivîsîbûn.

         Hela salêd 1900-î ew diçe gundê T’odanê (qeza Qaqizmanê) û deweteke kurdada hazir dibe. “Ze’va kurdekî dewlemendî kal bû, lê bûk qîzeke k’esîbe 16-salîye bedew bû û her ç’evek hildanî hezar hêsir dibarand”. Eva yeka gelekî xirab hukumî ser şayîr dike û, çawa brazîê wî Abas Îsahakyan dinivîse, 56 sala şûnda dîsa bi dilk’eder derheqa vê yekêda gilî dikir (“Avangard”, 30-ê oktyabrê sala 1956-a).

         Îsahakyan derheqa xebatçîê kurdda bi alavî nivîsye. Û rastîê jî usa bûye, Hecîê Cndî nava mqaleke xweda wa dinivîse: “Tê bîra min civata serwêrtya T’faqa nivîskaraye bi sirê, ku payîza sala 1937-a derbaz bû, li k’u min derheqa pêrspêktîvêd pêşdaçûyîna edebyeta kurdaye sovêtîêda doklad dida. Av. Îsahakyan, ku ew çend meh bû vegerya bû weten, xeberdana xweda k’emaleke mezin da pêşdabirina edebyeta kurdaye teze li Ermenîstana Sovêtîê” (“Grakan têrt”, 28-ê fêvralê sala 1975-a). Wê xeberdana xweda ew usa jî dide k’ivşê, wekî k’emala vê edebyeta me bona cimeta kurdaye welatê derekeye p’ir’mîlîon çiqasî mezine, û meseleke ha tîne: “Wexta ezî li Parîzê bûm, kitêbê mayînra tevayî min kitêbê dersê zimanê kurdî jî stendin, ku Yêrêvanêda neşir bûbûn. Kurdekî nasê minî xwendî, gava ew kitêbê dersa dîtin, dane ser sîngê xwe û k’ela wî t’ijî bû girya, şêkirdarya xwe da hukumeta sovêtîê, cimeta ermenya bona neşirkirina kitêbê dersê zimanê kurdî û vekirina mektebê kurda”.

         Îsahakyanê merivh’iz gelekî guh dida ser emr û hînbûna xwendkarê Yêrêvanêye kurd. Gava pê dihese, wekî xortekî kurd – Bego Kaloêv xwendinxana Yêrêvanêye bedewetîê kuta kirye û dixweze here Kîêvê û wêderê xwendina xwe pêşda bibe, Îsahakyan hiltîne vê nemê şayîrê Ûkraînaêyî mezin Pavlo Tîçînar’a dinivîse:

 

“Pavlo Grîgorêvîçê ezîz!

         Ez ji Yêrêvanê bi alavî We slav dikim. Hûn gelekî bibaxşînin, wekî bona pirsekê ez cefê didme We. Ew merîê, ku vê nema min tîne, şiklk’êşê kurdayî pêşin Bego Kaloêv xwendinxana Yêrêvanêye bedewetîê kuta kirye û gelekî dixweze înstîtûta Kîêvêye bedewetîêda xwendina xwe pêşda bibe çawa şiklk’êş.

         Serhatya wî gelekî hewaskare: berê şivan bûye, êt’îme. Ez gelekî hîvî dikim k’omekê bidne mîaserkirina xwestina wî – înstîtûtêda bê qebûlkirinê.

Pêşda ez ji We razîme.

Bi slavê alavî A. Îsahakyanê We.

13-ê îyûlê sala 1954-a.”

 

         Û ev pevgirêdanê Îsahakyan bi cimeta kurdara nikaribûn nava efrandinê wîye bedewetîêda nehatana k’ivşê. Wextêda ew bûne h’îm û qnyatê wan efrandinê wîye bedewetîê, ku derheqa emrê kurdadanin yanê jî veçêkirina nimûnê zargotina mene. Vê derecêda hewaskar û gelekî qîmetlîne serhatîê wî “E’moê kurd”, “Hesen ax’a”, qse-bîranîna “Dara Îvoê kurmaxarî: dengbêj Slêman”, balada “Nadoê bengî”, veçêkirina lêgênda “Leyl û Mecnûn” kurdî, qelîbotka “Kurd û ç’ivîk” û yêd mayîn, ku nha tercmekirî vê berevokêda têne neşirkirinbê.

         Îsahakyan nivîsye: “Min hertim li halê kurda pirsye” (“E’moê kurd”), halê wîda giryaye, jêra gotye “ezîzê min”. Serhatîke xweye mayînda (“Hesen ax’a”) ewî bi gênîalî psîxologîa êlbaşîê kurda nîşan daye, bi h’izkirin derheqa mêvanh’izya kurdada nivîsye, pesnê wî xeysetê wan daye, wekî ew çawa qedrê mezina digrin.

         Bi serî qse-bîranîna “Dara Îvoê kurmaxarî: dengbêj Slêman” em wê serkanîê dihesin, ji kîjanê balada “Nadoê bengî” xuliqye. Derheqa vê balada xweda ewî gotye: “Ew efrandineke mine lape başe, gelekî Marîêta Şahînyanê xweş hatye”.

         Romana “Osta Karo”-da jî em rastî nîgarê kurda, meselê dostya ewledê cimeta ermenya û kurda tên. Serîkî vê romanêda (“Osta Karo li cem şivana”) ew bi alavî derheqa şivanê kurd Hr’ço û Mexsoda xeber dide, nîşan dide, wekî Osta Karo çiqasî berxwe dikeve, gava guh dide ser serhatya evîntya Hr’çoye bêbext, ber dilê wîda tê.

         Av. Îsahakyan bi h’izkirin nimûnê zargotina me veçêkirine. Bona nivîsara qelîbotka “Kurd û ç’ivîk” ewî meseleke cimeta me daye xebatê, ku kovara “Mûrç’”-êda sala 1906-a (N 11, rûê 3-a) neşir bûye. Emrê bêxem, net’eşkîldar mirine. Eve fikra vê qelîbotka delal.

         H’îmê nivîsara lêgênda “Leyl û Mecnûn” ew şax’a beyt-serhatya kurdaye, ku sala 1907-a cilda berevoka Êmînyane miletzanîêye pêncada bi zaravê kurdê Tîmanê, bi tercma zimanê ermenî neşir bûye. Îsahakyan gelekî ji orîgînalê dûr neketye, lê çend guhastinê berbiç’ev kirinê, p’arêd teze lê zêdekirine, alîê bedewetîêda hê daye t’amkirinê.

         Çawa vê lêdêndêda, usa jî efrandinê xweye bi têma kurdîye mayînda Îsahakyan cûrêd lihevanîna zargotina me dane xebatê, kolorîta cimeta kurdaye miletîê xwey kirye.

         Efrandinê şayîrê h’izkirî bi serî tercma zûda nava dilê xwendevanê kurdda cîê xweyî layîq girtine û her dera bi alavî hatine qebûlkirinê. Bona 80-salya bûyîna şayîrê mezin berevoka efrandinê wî bi navê “E’moê kurmanc” (şiêr û serhatî) neşir bû. Xênji vê berevokê efrandinê wîye tercmekirî usa jî rojnema “Rya teze”, kitêbê zimanê kurdîye dersada neşir bûne. Efrandinê wî Îraqêda jî tercmeyî kurdî bûne. Şayîrê kurd Meh’med T’ofîq Wirdî “E’bû-Lele-Maharî” tercmeyî kurdî kirye.

         Bira tercmekirin û neşirkirina vê berevokê bibe nîşana wê h’izkirin û qedirgirtina mezin, bi kîjanê cimeta kurda berbir’î xêrxazê xwe, şayîrê mezin Avêtîk Îsahakyan dibe.

 

Avêtîk Îsahakyan “Berevok”

(bi zimanê kurdî),

Yêrêvan, 1977

(rûê 3-7)

PISMAMÊ MEYÎ H’IZKIRÎ

 

 

PISMAMÊ  MEYΠ H’IZKIRÎ

 

 

         Nivîskarê ermenyayî sovêtîêyî berbiç’ev Hraçya Koçar dost û xerxazekî cimeta kurda bû. Çawa efrandinêd xweye 010-1bedewetîêda, usa jî mqalêd xweye pûblîsîstîêda ewî hertim bi h’izkirin derheqa cimeta meda nivîsye, nîgarêd kurdaye baş efrandye. Hilbet, me’nya vê yekê hebû.

         Binelîêd gundê X’ûmlî Bûç’axê (qeza Elaşgirê), li k’u zar’otya nivîskar derbaz bûye, ermenî û kurd bûn, cînar, dost, k’irîv, xêrxazêd hevdu bûn… Gelek hevalêd Hraçyaê biç’ûke kurd hebûn, wekî bi hevra kurdî xeber didan û saya wê yekê nivîskarê meyî h’izkirî ze’f rind zimanê kurdî zanibû.

 

Êvare, xweş êvare,

Dilê min zare-zare…

 

         Ax, ew kilamne çawa bûn, çito xeber bûn! Êvare, kerîê pêz li sîngê ç’yaê Npatê mex’el hatye, şivanêd ermenî û kurde bengî govend girtine û bi dil xwera distrên û dilîzin…

         “De gotî kurmancî zanibî, wekî sêra wan xebera li te dîharbe”, — nivîskar paşwextîêda dinivîse.

         Ne serê wîda, lê hela serê bav-kalada, serê pêşyada ermenya û kurda li hev pirsîne, rojêd ox’irmê giranda pişta hev sekinîne… Nivîskarê kurdaye sovêtîê Ahmedê Mîrazî nava bîranînêd xweda dinivîse, wekî wextê dijmin dor li gundê wan, T’ûtekê girt, dixwest ç’ûk-mezinê wî gundî xezakira, bavê nivîskarê me,  wekî kurda bi h’izkirin jêra digotin K’oço, k’oma ermenî hilda û hate hewara t’ûtekya, dijmin revî, dostî û bratîê alt’kir…

         Yanê gelo badilhewa bû, wekî nivîskarê meyî h’izkirî qnyatê şuxulê xweye bedewetîêye ewlin ji emrê kurda hilda (“Dînik Misto”, “Dayka Gulê”)? Hilbet na. Ew pêşdabirina wê dostîê û pismamtîê bû, ya ku hela serî kal-bavada hebû…

         Sala 1931-ê serhatya Hr. Koçare “Xecê” kovara “Nor ûx’î”-da ronkayî dibîne. Pirsa serhatîêye hîmlî ew daxuliqandina qîza kurde. Nivîskar bi serî çend sifetêd rêal şerê emrê kevn û teze, prosêsa altindarya emrê teze li gundekî paşdamayîda nîşan dide, li k’u ermenî û kurd t’ev dijîn. Xecê, Hasmîk, Aram û yêd mayîn destpê dikim miqabilî erf-edetê gunde kevn, qewatêd k’edxur şerkarîê dikin. Vê serhatîêda tê nîşandayînê, wekî çawa cahilê ermenyaye xwendî nava kurdê koçerda xebateke kûltûrîêye mezin dikin, k’omekê didine batrak, şivanêd nexwendî. Bi saya qeydê sovêtîê û k’omekdarya wekîlêd cimeta ermenyaye bra Xecê xwendina xwe kuta dike û dixebite. Hela salêd 30-da eva serhatya Hr. Koçar kurdî hate tercmekirinê û neşirkirinê.

         Wextê salêd 1930-da rojnema “Rya teze” teze ronkayî didît, Hr. Koçar hevalêd ermenîye mayînra tevayî, ku kurdî zanibûn, k’omekeke gelekî mezin dan xebata rojnemê. Ew bi xwe bû rêdaktorekî wêyî pêşin.

         Hr. Koçar hertim jî guhdarîke mezin daye ser zargotina cimeta meye dewlemend û wexta lazim bûye, nava efrandinêd xweda bi merdane ew daye xebatê. Wextê Şerê Wetenîêyî mezin, gava lazim bû ruhê eskerê meyî wetenh’izîê dha bihata bilindkirinê, nivîskar nava serhatî û oçêrkê xweda usa jî qnyatêd zargotina meye derheqa wetenh’izîêda dida xebatê. Mesele, “Şêr şêre, çi jin, çi mêre” (oçêrka “Xûşkêd me”).

         Lê nava serhatya xweye “H’isreta ewled”-da, ku sala 1942-a neşir bû, ew vê mesela cimeta kurdaye k’ûrfikir tîne: “E’fatek, — Hr. Koçar dinivîse, — t’enê pêşberî dijmin dike şer”, zikda birîndar dibe, digrî û dike qare-qar:

         — Wey li min pişt, wey li min pişt…[1]

         Meriv bi e’cêbmayî jê dipirsin:

         — Heyran, ne tu zikda birîndar bûyî, tu çira dibêjî “wey li min pişt”?

         — Belê, zikê min birîndare, — ew cabê dide, — lê pişta min dêşe, alt’bûna min ji piştêye… Wekî hevt brê min pişta min sekinîbûna û k’omeka min hebûya, ez alt nedibûm û êşa birînê nedidît”.

         Xweber femdarîye, wekî wan salêd şêrda k’emala vê mesela cimeta me çiqas mezin û ferz bû.

         Qet nizanim k’ê wê çawa derheqa cimeta meda usa bi dilşewat, usa bi alavî, usa bi rast û pismamtî binivîsya, çawa Hr. Koçar mqala xweye “Kurdêd Ermenîstanê”-da nivîsye. Nivîskar usa derheqa emr û destanînêd p’areke cimeta meye biç’ûkda dinivîse, çawa pismamê derheqa pismamê xweye başda binivîse, çawa braê derheqa brêda binivîse. Nivîskar bi dil pêşdaçûyîna mera şaye, bi dil berxwe dikeve, gava emrê kurdê wî alî tê ber ç’eva, lê bi dil jî bawer dike, wekî temamya cimeta kurda wê bi mesela kurdêd Ermenîstanê bigihîje azayî û serbestya xwe.

         Gava sala 1961-ê Hr. Koçar çû welatêd ereba, Bex’dadêda rastî kurda jî hat. Nava mqala xweye “Tragêdîa Bex’dadê”-da derheqa wê rasthatinêda nivîskar wa dinivîse: “… Min kurdêd cahilra qse kir, ku kovara bi navê “Hîwa”-ye k’ûrfikir neşir dikin, min serkarê azadarya kurda – Mistefa Barzanîra qse kir, ku çena xweye he’sinî guvaşte ser hev, bi xeberêd kurdîye minra nas got: “Dinya wa namîne, rojekê heqî û sîlih’ê bigihîjin hev”.

         Berevoka serhatîêd Hr. Koçare “Kitêba spî”-da, ku ya kutasîê bû, dîsa bi serî nîgarêd H’emzo (serhatya “P’ira Feratêr’a”), Qasimê Zîlanî, Me’rîf, Nado alîkîda, alîê mayînda Smbat, K’oço, Arakêl (serhatya “H’isret”) dostî û pismamtya cimetêd ermenya û kurda hatye nîşandayînê.

         Serhatya “H’isret”, wekî nha bi tercma kurdî tê neşirkirinê, hesab dibe destanîneke proza ermenyaye sovêtîêye van salêd axirîêye berbiç’ev. Arakêlê qorixçî bîra welatê xwe, erdê kal-bava dike. Sînor dit’eribîne, diçe dertê wî alî Erez. Wêderê ew rastî kurdê şorişvan tê. Kurd çawa lazime wî qebûl dikin. Nivîskar bi h’izkirin derheqa dostî û cînartya cimetêd ermenî û kurdada xeber dide, seyasetya hukumeta Roma sultanîêye dir’ûtîê gunekar dike, ser pirsa şerkarya cimeta kurdaye miletîê-azadarîêye salêd 1930-ye li Tûrkîaê disekine.

         Nivîskar usa jî bi h’izkirineke mezin wê yekê nîşan dide, wekî çawa wexta xezakirina cimeta ermenyaye mezin gelek cîya kurda k’omek daye ermenya, ew xweykirine, aza kirine. Ew yek bi serî nîgara Qasimê Zîlanî hatye nîşandayînê.

         Paşî neşirkirina “Kitêba spî” xêle wext derbaz nebû (s. 1965-a baharê), gava mirina bêwext t’êlê emrê pismamê meyî h’izkirî bir’î. Lê tiştek ji qewata mirinê dere, ew, çi ku Hraçya Koçar nivîsye û pey xwe hîştye, wê heta-hetayê bimîne, t’u wexta û t’u cara k’emala xweye mezin unda nake.

 

Hraçya K’oçar “H’isret”

(bi tercma zimanê kurdî)

Yêrêvan, s. 1972

(rûê 3-6)

 


[1] Eva cumla han nivîskar bi kurdî nivîsye û tercmeyî ermenî kirye, — nasî ya E’.S.