DENGBÊJÊ WETEN, EVÎNTÎÊ Û TEBYETÊ (2004)
DENGBÊJÊ WETEN, EVÎNTÎÊ Û TEBYETÊ
(BONA 70-SALYA BÛYÎNA FÊRÎKÊ ÛSIV)
Rind tê bîra min, sala 1953-a bû. Min teze k’oma deha kuta kiribû û gundê xwe Pambêda (nha Sîpan) dixebitîm çawa serwêrê klûbê. Payîza dereng bû, gundda dewet bû. Fêrîkê Ûsiv, ku wî çaxî xwendinxana Yêrêvanêye pêdagogîêda dixwend, hatibû gund. Hema nava dewetêda ewî şiêra xwe, ku bi zimanê ermenî nivîsî bû, kîjan derheqa gundê meda bû, minra xwend. Ez hingêda pê hesyam, wekî Fêrîk şiêra dinivîse û rind jî dinivîse.
Fêrîkê Ûsiv sala 1934-a gundê Pamba Kurdada, malmezineke ol’ka me – Ûsivê Îvoda hatye dinê. Paşî kutakirina mekteba gunde hevtsale xwendinxana Yêrêvanêye ermenyaye pêdagogîêda hîn dibe û sala 1955-a ewê bi açixî kuta dike. Hema wê salê jî fakûltêta fîlologîê-dîrokê ya înstîtûta ermenyaye pêdagogîêye ser navê Xaçatûr Abovyanda tê qebûlkirinê û sala 1960-î ewê kuta dike. Paşî kutakirina înstîtûtê Fêrîkê Ûsiv rêdaksîa xeberdanêd radîoêye kurdîda dixebite çawa serwêrê p’ara lîtêratûraê. Vêderê ew çend sala dixebite, paşê diçe gundê xwe mektebêda dersê ziman, lîtêratûra ermenya, kurda dide, weke 30 salî gundda dersdarîê dike hetanî derbazî pênsîaê dibe.
Fêrîkê Ûsiv hela salê şagirtîêda die’firand, lê şiêra wîye pêşin, ku pêşkêşî bîranîna Xaçatûr Abovyan kiribû, sala 1955-a rojnema “Rya teze”-da neşir dibe. Ew xudanê çend berevokane: “Ç’evkanî” (s.1961), “Gula Elegezê” (s.1964), “Lîrîka” (s.1967), “Ûsivê Nevya” (s.1973), “Narê” (s.1977). Xênji wê, du kitêbêd wî “Bahara teze”-da (N 3, 1984), “Hisretdevter” (N 6, 1987), “Dinya delal” neşir bûne. Kitêbeke wî jî Şvêdîaêda bi tîpê latînî çap bûye.
Ew sala 1974-da endamê T’faqa nivîskarêd Ermenîstanê bû.
Fêrîkê Ûsiv cûrê û rewşa poêzîaêye teze xwera anî. Ew rastîê jî tezevanê lîtêratûra me bû û bi serî efrandinê wî lîtêratûra me gihîşte dereca lîtêratûra eynsîye bilind. Lê poêma wîye “Ûsivê Nevya”, “Rihana Reşo”, “Xewna Mîrmih”, “Hisret” û yêd mayîn ne ku tenê sertacê efrandinêd wîne, lê usa jî merî dikare wan dayne rex “Mem û Zîn”-a Ahmedê Xanî. Xênji poêzîaê usa jî serhatîêd wîye delal eyanin (“Legleg”, “Ç’êlek”, “Kur’ik, ç’iqê darê neşkêne”). Çawa poêzîa wî, usa jî ev serhatî û pîêsêd wî (“Bê qelen”, “Dimdim”), ku bûne radîokompozîsîa, li ser rya dewrananin, ew xuliqîne, lê mînanî navê xudanê xwe nemirîne.
Şayîr derheqa rya xwe, programa xweye efrandarîêda şiêreke xweye sifteda (“Ez û cimet”, ku bi zimanêd ûrisî û ermenî hatye tercmekirinê) gotye: hergê şayîr cûcka fir’ane, cimet jêra p’er’-bask û hewaye, hergê şayîr moza hingive, cimet gula nava k’ewşene, hergê şayîr me’sîye, cimet be’r û okêane, hergê şayîr steyrke, cimet jêra ezman û e’rşe.
Û rastî jî, hetanî dawya emrê xwe şayîr qelpî vê programa xwera nekir, ser wê r’ê bû û jê derneket.
Poêzîa Fêrîkê Ûsiv p’ir’têmaye. Têmake sereke kurd û Kurdistane.
Kurd û Kurdistan dax’a dilê şayîr bûn. Û şiêrê bi vê têmaê nivîsî k’el û gur’in, alav û şewat wanda hene:
Car-carna têm, melûl, dilxor û mir’ûzim.
Lawo, k’erba binê lingê te r’admûsim…
Şaş nemîne, berxkê min… eh, k’î zane…
Dinê heye k’aşk’işika dest îsane,
Dive r’okê Kurdistana xopan vebe,
Bavkê teyî h’isret dilda lê t’unebe…
… Bira hingê lingê te bi h’isreta min
Biger’e nav ax-t’opraxa cime’ta min…
Cîkî mayîn şayîr dixweze, wekî “Kurdistana min” aza bibe, “bira gêzîke dergevana destê minbe” û “soqaqeke El-Cizîrê “posta” minbe”.
Û tu van gotinê şayîr bawer dikî, çimkî ewê bêqelpin, bi dil hatine gotinê, bona wî pirsa heyetîêye, neynesya ruhê wîne.
Û wexta şayîr dibêje:
Qur’n û dewr û sal-zeman
H’eyrî bengzê te ez mam,
K’urdim, k’uyî, K’urdistan,
Wey dîl û bindesta min…,
xwendevan jî dibe “dîlê” k’ela dilê şayîrê mileth’iz.
Evîntya şayîre lîrîkîê nazike û delale, fenê wê nûra e’rşane, gezo ji k’enê wê dibare, p’or’ê wê reşin, enya wê geşe, ç’evê wê belekin, dêmê wê gulave. Û eger şiklkêşek van şiêrêd şayîr bixûne, wê pêra-pêra şiklê wê evîna wî bikişîne û bide ber ç’eva.
Evîne zore, t’u tişt ber wê teyax nake. Zivistane, berf dibare, sare, ava cewê qerimye, lê bengya dêm û ber vekirinê û te’rîêda hev radmûsin. Şiêr bi tomerîkirineke ha kuta dibe:
Ez bawerim, welle bra, dilê bengî, dilê har,
Zivistana sike-sar jî karin bikne gulbahar.
Rastîê jî poêzîa heq eve, gava tê derdixî, digihîje sewdaê te, lê nikarî şirovekî, çawa nikarî sazbendîê şirovekî, gava her tiştî bîr dikî, xwe û şirovekirinê jî pêra û her t’enê heyra wê sazbendîêyî.
Raste, nava poêzîa Fêrîkê Ûsive evîntîêda te’lî-tengasî jî hene, lê ew çetinayî û te’lîê evîntîêne, ku dha şîrin dikin, dha bedew dikin.
Şayîr ewqas li ser tebyetê bengîye, wekî xwendevana jî bengî dike. Têne ber ç’evê te tebyeta gunde hezar awazîye, hezar tawazî, beranberdan, rojderbazkirina rêncberê çolê… Temam têne ber ç’evê te û wexta dixûnî, hew zanî, wekî gişk ne rojêd derbazbûyîne, lê sfetin hertim ber ç’evê tene, dengin hertim ber guhê tene.
P’ir’in şiêr û yekxanêd Fêrîkê Ûsive fîlosofîê, ku derheqa derecêd emrê başqe-başqedanin.
… H’izkirina dê û bavê
Weke ç’emê ser delavê,
Weke mêrga gul di navê,
Çiqa ewleda p’ar dibe –
Ne kêm dibe, ne jar dibe…
Şayîrê rast ewe, wekî nava sazbendîêda tiştê usa bibîne, ku merîê mayîn wê yekê tex’mîn nekin yanê jî ew bona wan nedîhare. Me gişka jî emrda dîtye, wekî li rex cewê t’ûm heye. Lê şayîr ew kirye sfet, fikreke k’ûr kirye nava wê, t’ûmê li rex cewê maşoqê avêye, ku…
H’izkirî tê bi lewzê xweş,
T’ûmê sêfîl k’ar’êz dike
Û dih’ele bengîê serxweş,
Tê… minra xwe h’emêz dike.
Fêrîkê Ûsiv usa jî tercmeçîkî bêqusûr bû. Ewî bi hostatîke usa tercme kirine, ku firqya tercmê û orîgînalê tex’mîn nakî. Goveka tercmekirina wî gelekî fire bû – Anakrêon, Şêkspîr, Bayron, Haynê, Pûşkîn, Yêsênîn, Sayat-Nova, Îsahakyan, Tûmanyan, Têryan, Çarêns, Hamzatov û gelek-gelekêd mayîn. “Anûş”-a Tûmanyan û “Abû Lala Maharî”-a Îsahakyan bi tercma Fêrîkê Ûsiv bûne sertacê lîtêratûra meye tercmekirî. Lê kilamêd Sayat-Nova bi tercma Fêrîkê Ûsiv bi kurdî têne stranê û hertim bi radîoê têne dayîne.
Efrandinêd Fêrîkê Ûsiv bi zimanê mayîn hatine tercmekirinê. Şiêra wîye “Ez û cimet” cara ewlin ûrisî hatye tercmekirinê û kovara “Drûjba narodov”-da (“Dostya cimeta”) hatye neşirkirinê. Paşê ev şiêr û çend şiêrêd wîye mayîn bi zimanê ermenî hatine tercmekirinê û neşirkirinê. Şayîrêd ermenîye usa efrandinê wî tercme kirine, çawa H. Şîraz, H. Sahyan û yêd mayînin. Lê poêma wîye “Xewna Mîrmih” ûrisî tercmekirî berevoka “Ç’îroka Bermiraz”-da neşir bûye.
Derheqa îskûstva Fêrîkê Ûsive şayîrtîêda lazime bê gotinê, wekî rîtmovka sazbendya şiêrêd wî hangê vekirye ort’ê û kutasîêye zingînra, alîtêrasîaê, derbdayîna şaynetîêye t’eqlr’a girêdaîye. Me’nîke sereke jî hema eve, wekî gelek şiêrêd wî îdî bûne kilam û bi radîoê têne dayînê.
Fêrîkê Ûsiv bi cûrê cimetîê dinivîsî. Tradîsîaêd lîtêratûra meye kevn û folklora meye dewlemend şayîr rind mih’andibû, dida xebatê û pêşda dibir. Sewta wîye şayîrtîê t’eke, çawa sewta dengbêjê e’slî r’açandîye û ak’le. Xeber cîê xweda, nava fikra tomerîda hatine xebtandinê. Zimanê wî dewlemend û şîrine, e’ynsî zimanê cimetê.
Şayîrê meyî mezin, pêşîk’êşê lîtêratûra meye teze Fêrîkê Ûsiv 3-ê gulana sala 1997-a wefat bû û gundê xweyî h’izkirî Sîpanêda hate definkirinê.
“Rya teze”, sêntyabr, s. 2004
Добавить комментарий