rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

TEBYET NAVA LÎTÊRATÛRA KURDAYE SOVÊTÎÊDA (1963)

 

 

TEBYET  NAVA  LÎTÊRATÛRA  KURDAYE  SOVÊTÎÊDA

 

 

         Nava efrandina bedewetîêda nişandayîna tebyetê bê me’nî û bê fikir nîne. Tebyet bi xwe gelekî bedewe. Wexta ew bi hostatî nava efrandinêda tê nîşandayînê, xeml û rewşeke dha mezin dide wê. Xwendevan wextê efrandina usa dixûne, temamya bedewya tebyetê tê ber ç’evê wî.

         Şayîr Q. Mirad nava çend xetê biç’ûkda temamya sifetê tebyeta baharê nîşan daye (“Bahar xewê rabû”). C. Celîl şiêrêd “Elegeza min”, “Berbi ç’yaê Elegezê”-da tebyeta ç’yaê xweyî hizkirî bi bedewetî daye kivşê. Fêrîkê Ûsiv bi qewmandinêd tebyetê temamya sifetê deweta kurda nîşan daye (“Deweta tebyetê”): ba rûvîê dewetêye, erd tvdarekê dewetê dibîne, ewr def û zurnê dixin, brûsk syarin û berbi beyara dipekin, dûman xêlya bûkêye, keskesor govenda kurdaye pirawaze, dengbêjê wê dewetê teyr-teyredane.

         Nava şiêra xweye “Nexşê tebyetê”-da Şikoê Hesen wî demê tebyetê nîşan dide, wexta “baran dibare”, “dinya xwe dişo” û “ba dizare”. A wî çaxîye, wekî

 

Û ba e’wrê reş

Şiv dike, dajo,

Çawa şivanê

Kerê pêz bajo.

 

         Lê şiêreke mayînda ew p’encê roêye zêrîn himberî qeytana al dike û “wexta p’enc dide nedîra te’vê”, ew p’encê zêrîn “dora heç’ê qerqaş dibine e’gal” – û Elegeza naz kubar dikene, xêlya xweye xas dide alîkî, sîng-berê k’aw xanê dikin û

 

Ç’yaê der-dor ji h’eyr-h’ewasê

Dest didin hevdu, radibin reqasê.

 

         Sehîdê Îbo sifetê “Payîza Moskvaê” wa nîşan dide:

 

Ezman pîra nemirnejî,

Hingil bi av bûne t’ijî,

Dilop dikin, dibin baran,

Radmûsin ban û meydan.

 

         “Ezman cilka ewra davê ser xwe”, “kulîê berfê çawa mircan telp digrin”, “erd û ezman t’ev dibin yek”, “her dera şilî û bagere”, lê

 

Li nav ezman rakêta me

Payîza me dike bahar.

 

         Şayîr nava tebyetêda hêsa dibe, der-dorê wî kulîlk û gulin, bahara xweşe, ew xweber jî nava tebyeta cinetîda cahil bûye û dilê wî mînanî saz jêra distirê. A eva fikir û bedewya şiêra Mîkaêlê Reşîde “Pey baranê”-ra.

         Şiêra Simoê Şemoye “Yek ez, yek kanî, yek jî dilê min” şiêreke lîrîkîêye delale. Gul vedibe – şayîrî şaye, ç’ivîk difire – e’şqê şayîrr’a tîne, “tebyet bedewe pêra şa dibin” “yek ez, yek kanî, yek jî dilê min”.

         Şayîr hertim p’aê pirê şikil û himberîkirina ji tebyetê hiltîne. Vê derecêda jî tebyet komekeke mezin dide, wekî bedewya efrandinê dha gelek be.

         Tebyet ne ku tenê rewşeke bedewetya lîtêratûraêye, lê ew usa jî mecaleke başe bona rind dîharkirina halê qewmandina. Nava şuxulêd usada efrandar yan bi cûrê kontrastê, yanê jî bi cûrê nonîhevkirinê hal yanê qewmandina dha bi fireh nîşan dide. Vêderê jî, çawa dibêjin, nîşandayîna tebyetê bê fikir nîne, tebyet nava efrandinada pasîv nîne, ew eseyî qewmandinara girêdayîye. Emînê Evdal nîşandayîna tebyetê xwera dike mecal (“Gulîzer”), wekî zulma dewrana berê dha bi bedewetî nîşan bide. Avtor nîşan dide, wekî wexta wê dewrana berêye xirabda qetlê dikin, tebyete pirmijîye, lê wextê Zerê û Zoro digihîjin mirazê xwe, tebyeta der-dorê wan şaye.

         Poêma Ûsibê Bekoye “Sih’îd”-da bi cûrê kontrastê tê nîşandayînê, wekî çawa Îrana cînarda tebyete xweşe, zeynete, her tişt nava wêda aza û şaye, lê rûê qeydemexlûqetya kapîtalîstîêda wî welatîda tiştêd nebînayî tên serê merya. Merî, ew ewledê wê tebyeta cinetî, tê zêrandinê. Dêmek, tebyete xweş û başe, lê emrê merîê wêderê ne t’u emre.

         Nava proza meda jî nîşandayîna tebyetê cîkî mezin digre. Nava çend serhatîêd Hecîê Cndîda (“Zozan”, “Siba teze”, “Ji gunda gundek”) tebyet rind qewmandinara tê hûnandinê, komekê dide dha dewlemendbûna syûjêê.

         Xweşe tebyeta Eyntabê (romana Ereb Şamîlove “Jîyîna bextewar”). Hewasa merya gelî-geboz, ç’ya-banî, mêrg û zevîê wêra tê. Ç’yaêd wê bi mêşa hatine wergirtinê. Her dera xule-xula ava kanîêd sare. Tebyeta vira eynî zeynete. Lê tu were binihêre nava vê zeynetêda merî nikarin pakî ebûrê xwe bikin. Bedewya tebyeta wî erdî û belengazya bnelîêd wir t’u wexta ji bîra xwendevana naçin.

         Hilbet, em dikarin meselêd ha dha gelekî bînin. Lê çapa mqalê mecala wê yekê nade me. Me dixwest çend pirs jî derheqa wê yekêda bigota, wekî çawa çend şayîrêd mera li hev nehatye bedewya tebyetê rind bidne kivşê û bigihînin xwendevana. Wexta efrandinêd wan dixûnî, dibînî, wekî ne bedewya tebyetê wan efrandinada heye û ne jî tu tê derdixî, ku derheqa tebyetêda nivîsîne. Ewana dixwezin pê xeberêd “kulîlk”, “mêrg”, “sosin”, “zevî”, “kanîê avxweş”, “sorîn”, “gulîn”, “bahar” û yêd mayîn tebyetê nîşan bidin. Lê rastî ewe, ku pê xeberêd usa tebyetê nîşan nadin. Şayîrê me’rîfet bîn û boxa tebyetê tê derdixe, bedewî û nazkaya wê dibîne, maşoqê wêye û bêy wan xeberêd şablon jî usa dinivîse, wekî xwendevan bedewî û bi cî xebtandina tebyetê ber ç’evê xwe dibîne. Yanê jî carna diqewime, ku çend  şayîrêd me bê me’nî û bê fikir derheqa tebyetêda dinivîsin. Gerekê me’nya nîşandayîna tebyetê hebe.

 

“Rya teze”, 11-ê aprêlê s.1963

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *