rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

KURD LI ERMENÎSTANÊ

 

 

KURD  LI  ERMENÎSTANÊ

 

 

Ev doklad sêmînara merk’eza Ermenîstanêye safîkirina konflîktada hatye xwendinê, ku 20-ê noyabrê sala 1996-a sera civatêd înstîtûta rohilatzanîê ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîêda derbaz bûye.

          

                   Ermenîstanêda bona olk’a me halê konflîktîê tune, em bêjin halekî usa, çawa Sûrîaê, Îranê, îlahî Tûrkîaê û Îraqêda heye. Lê bal me huceta hundurê olk’ê heye derheqa pirsa êzdî-kurdda, kîjan, bi fikra me, halê konflîktîê nîne, çimkî hucet diçe orta rewşenbîrê olk’a me , hinek wekîlêd tirêqa û k’omeke wan meryada, ku pey k’ara xwe dikevin di pirsa femdarya miletîê û dînda.

         Prêzîdêntê RE Lêvon Têr-Pêtrosyan prês-konfêranseke Moskvaêda, gava caba pirsa rojnemevanekî daye, wekî gelo cem we pirsa miletîê heye, gotye, wekî “Ermenîstanêda pirsa miletîê tune, bal me kurdêd êzdî dimînin, em û ew hevdura mînanî dostanin”. Wezîrê Rêspûblîka Ermenîstanêyî k’arê derî berê Vahan Papazyan jî daye k’ivşê, wekî Ermenîstanêda weke 60 hezar kurd dimînin. Îranzan, kurdzanê eyan, doktorê ulmêd fîlologîê Garnîk Asatryan jî nava wê hevpeyvînêda, ku daye rojnema “Kurdistan prêsê”, gotye, wekî Ermenîstanêda 60 hezar kurd dimînin. Ênsîklopêdîada (ya Şêwrêye Mezin, Brîtanîaê, Ermenîstanê û yêd mayîn) xeber-mqala “êzdî”-da hatye kivşkirinê, wekî êzdî p’areke cimeta kurdane, firqî t’ek-t’enê dîne. Şe’detîke mayîn jî heye, wekî êzdî miletekî başqe nînin. Nava berevoka “Binelîêd dinyaê. Salixnema etnodêmografîê”-da navê wan hemû milet û cimeta heye, ku dinyaêda dijîn, wê reqemêda t’alîşa (90 hezar), t’at’a (25 hezar), çûkça (15 hezar), ûdîa (6 hezar), alêûta (500 merî) û yêd mayîn, lê navê êzdya tune. Û nikaribû hebûya jî, çimkî êzdî milet, cimet nîne, lê xwenavkirina wê p’ara cimeta meye, ku dînê musulmanîê qebûl nekirye, maye ser dînê xweyî qedîmî. Xênji dîn t’u firqîke mayîn orta êzdya û kurdada tune.

         Dêmek, wa gotî “konflîkta” kurda-êzdya tiştekî qestbendeye, ku hinek merya pêşda anye. Ew ne anegorî k’ara cimeta ermenya, ne jî k’ara cimeta kurdaye, eger em nebêjin, wekî ew miqabilî k’ara wane hîmlîye.

         Wê şûnda dokladêda kurt hate gotinê, wekî k’engêda kurd hatine Ermenîstanê.

         Nha kurd marzêd Aragasotnê, Armavîrê, Araratê, bajarêd Yêrêvanê, Gumrîê, Vanazorê, Abovyanê, Dîlîcanê, Stêpanavanê, Taşîrêda dimînin. Rêspûblîkaêda 22 gundêd kurdaye xalis hene.

         Nava 7 dehsalîêd derbazbûyîda olk’a me ne tenê gihîştye dereca peşdaçûyînêye k’ivş, lê usa jî alîê reqemê xweda zêde bûye. Awa, eger sala 1922-a Ermenîstanêda 8650 kurd diman, lê anegorî salixêd hesabkirina binelîaye sala 1989-a Ermenîstanêda weke 60 hezar kurdêd êzdî û musulman diman. Hilbet, pirsa mîgrasîaê jî heye. P’areke kurda, eyan nîne çiqas, rûê qewlêd êkonomîkîêye giranda ji Ermenîstanê çûne, hinek hîmlî çûne, hinek jî we’delî.

         Nava dehsalîêd derbazbûyîda bona olk’a Ermenîstanêye kurda qewlêd pêşdabirina kûltûra miletîêye baş hatine sazkirinê. Xusûsîke we’dê derbazbûyî bona kûltûra kurdaye miletîê ew bûye, wekî gelek derecada kadrêd miletîê tunebûne, gelek wekîlêd rewşenbîrêd ermenya hîmê ocaxêd meye kûltûraê danîne. Em bi şêkirdarî vê yekê bîr tînin û meselêd vê yekê naynin, çimkî ew gişkara eyanin.

         Van salêd axirîê, rûê dema derbazbûnêda, bona olk’a me jî êpêce çetinayî pêşda hatine. Lê dîsa dîwana Ermenîstanê olk’a me, problêmêd wê bîr nake. Lazime wê îzbatîê bidne kivşê, wekî prêzîdêntê Rêspûblîka Ermenîstanê Lêvon Têr-Pêtrosyan çû gundê kurdayî Elegezê, rastî wekîlêd binelîê 10 gundê kurdaye cînar hat, wanra qse kir, derheqa pirs û problêmê wanda bihîst, gilî da, gava mecal hebe, wana safîke. Nava xeberdana xweda ewî da kivşê: “Ez gelekî qedrê cimeta we digrim, çimkî em cimetne usanin, ku bextê me mînanî heve, me tevayî ç’ek hildaye. Em bîr nakin e’fatya Cangîr ax’a wexta şerê Sardarapatê, em bîr nakin t’faqdarya wîye ç’ekê t’evî mêrxasê meyî miletîê Andranîk. Îro jî hûn borcê xwe diqedînin ber wetenê xweyî duda – Ermenîstanê”.

         Ev seredan çawa nava olk’a rêspûblîkaêye kurdada, usa jî nava wan kurdada baş hate qebûlkirinê, ku ji sînorê rêspûblîkaê der dijîn. Ev seredan hate qebûlkirinê çawa nîşana berbir’îbûna serk’arê rêspûblîkaêyî qenc berbi cimeta me. Û badilhewa nîbû, wekî wextê bijartina prêzîdêntê rêspûblîkaê olk’a me dengê xwe da maqûl Lêvon Têt-Pêtrosyan.

         Mesela mayîne geş ewe, wekî rojnema “Rya teze” bi alîkarya dewletê ronkayî dibîne.

         Nha çar teşkîletêd olk’a meye mexlûqetîê hene: Şêwra rewşenbîrê kurd, komîtêa “Kurdistan”, hevaltya dostya ermenya-kurda û wa gotî “T’faqa êzdîaye miletîê (?)”. Bi fikra me, wê dha rast û k’ardar bûya, eger eva axirîê her t’enê pirsê xweykirina dînê êzdyava mijûlbûya.

         Înstîtûta rohilatzanîêda ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîêda, ûnîvêrsîtêta “Davît Anhax’t”-da p’arêd kurdzanîê, T’faqa nivîskarêd Ermenîstanêda sêksîa nivîskarêd kurd hene, ji sala 1930-da rojnema “Rya teze” neşir dibe, herr’o bi radîoa Ermenîstanê she’etek 15 deqe xeberdanê bi zimanê kurmancî didin.

         Olk’a me, ku rêspûblîkaêda nava olk’êd Ermenîstanêye miletîêda ya here mezine, telebextra, parlamênta Ermenîstanêda wekîlê wê tune. Ji sala 1918-a hetanî sala 1990-î parlamênta Ermenenîstanêda yek û yekî zêdetir wekîlêd me hebûne. Tunebûna wekîlê me parlamênta Ermenîstanêda bi wê yekêva tê şirovekirinê, wekî sîstêma bijartinîê t’am nîne. Bi fikra me, vê derecêda merî dikare cêribandina Îrana cînar bide xebtandinê, li k’u wekîlêd miletêd kêmjmar bi qeydê olk’a têne bijartinê. Bi wî qeydeyî du ermenî bûne dêpûtatê parlamênta Îranê.

         Wê rind bûya, wekî aparata prêzîdêntê Rêspûblîka Ermenîstanê yanê hukumetêda yek hebûya, ku pirsêd olk’a meva mijûl bûya.

         Pirsa hazirkirina kadra jî gelekî ferze. Vê derecêda tradîsîaêd rêspûblîka meye baş hene: we’dê xweda têxnîkûma kurdaye pêdagogîê, p’ara ûnîvêrsîtêta Yerevanêye dewletêye kurdzanîê hebûne, kîjana kadr hazir dikirin û rewacêd  heyî didane razîkirinê. Eger em hesab hildin, wekî p’arêd kurdzanîê, rojnema kurdî, elametîêd radioêye kurdîye herr’oje, mektebêd gundêd kurdada dersê ziman û lîtêratûra kurdî (rind dibû dersê t’arîxa cimeta kurda jî derbaz bûna) hene, wî çaxî ne tiştekî nêzîkî aqilane, wekî wan ocaxa bi kadrêd lazimva nadne razîkirinê. Gava van axirya bextê me lêda, em rastî prêzîdêntê rêspûblîkaê hatin, me ev pirs raberî wî kirin. Înstîtûta Ermenîstanêye pedagogîê yanê ûnîvêrsîtêta dewletêda vekirina p’ara kurdzanîê yanê fakûltêtêd wan îdarêd xwendina bilinde fîlologîêda her sal bi t’emba dewletê, ji konkûrsê der qebûlkirana 4-5 cahilêd kurd  wê alîkarî bida, wekî rewaca berbi kadrêd pêdagogîê, kadrê kurdzan bidana razîkirinê. Di dereca bi kitêbêd dersava razîkirina şagirtêd kurdda jî kêmasîêd berbiç’ev hene. Eva îdî 15 sala zêdetire, wekî kitêbêd dersê ziman û lîtêratûra kurdî neşir nabin, yêd heyî jî ne anegorî xwestinêd we’dene.

         Di emrê mexlûqetîê, miletîê-kûltûrîêda rola têlêvîzîonê gelekî mezine. Car-cara bi têmatîka kurdî elametya didin. Lê, telebextra, ew hertim nînin û dereca wan gelekî nimize. Dergê têlêvîzîona Ermenîstanê ber rewşenbîrêd me bawer bikî dadaye. Elametîêd têlêvîzîonêye bi têmatîka kurdîye ne ewqasî mezin, lê hertimî wê bêne qebûlkirinê çawa gaveke berbiç’ev. Ew elametîê alîkarîê bidin, wekî binelîêd rêspûblîkaê dha nêzîkva emrê olk’a me, dînê wê, erf-edetê wê nas bikin, wê zanibin, wekî wa gotî huceta êzdya-kurda tiştekî vir’-derewe.

         Pirsa derheqa problêm, binyat, statûsa rojnema “Rya teze”-da zûda gihîştye. Hilbet, rojnemê emrê binelîêd rêspûblîkaêye kurde mexlûqetîê-polîtîkîê û kûltûrîêda rola mezin lîstye. Ew dimîne çawa rojnema rêspûblîkaêye bi zimanê kurdîye t’ek-t’enê û gotî temamî ya komplêkseke pirsêd polîtîkîê, miletîê, lîtêratûrîê û yêd mayîn bide razîkirinê. Lê eva îdî sê sale, wekî rojneme nava mehêda du cara ronkayî dibîne û çapa wê jî biç’ûke (mamûlek). Çawa pêrîodîka wê, usa jî çapa wê zûda t’êra rewacêd îroyîn nakin. We’deye ev pirs ji alîê organêd hemcabda bê enenekirinê û rojneme bibe dîharkirina xwestinêd we’deye t’am.

         Tradîsîaêd Ermenîstanêye baş hene û saya wan bûye, wekî Ermenîstan bûye merkeza kurdzanîê û ocaxa pêşdabirina kûltûra kurdaye miletîê. Ew tradîsîa saya serê cimeta ermenya, organêd wêye dewletê hatine sazkirinê.

         Lema jî gilî diçe ne ku derheqa sazkirina komponêntê emrê kurdayî kûltûra miletîêda, lê dha pêşdabirin û t’amkirina wanda.

         Herdu cimetêd me – ermenî û kurd, ku dersê t’arîxê hesab hiltînin, wê virhada jî pêşda herin, ser wê rya t’arîxê wê piş hev sekinî bin. Yazya me wê yekê dixwaze. Emrê meyî îroyîn şe’detya wê yekêye. Raste, wa gotî huceta êzdî-kurd k’arê olk’a meyî hundure, lê em bawerin, wekî bi navçîgarî û alîkarya dostê meye ermenî emê ewê hucetê safîkin û nehêlin bona rêspûblîka me, ku bi rya dêmokratîê pêşda diçe, pirsdanînêd teze pêşda bên.

          

“Rya teze”, 11-ê dêkabrê s. 1996-a

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *