rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

MIN ÇIRA DEST JI ŞAYÎRTÎÊ KIŞAND?

 

 

MIN  ÇIRA  DEST  JI  ŞAYÎRTÎÊ  KIŞAND?

  

Dîwaro, tera divêjim,

Bûkê, tu guhdarbe.

(Mesela cimetê).

 

 

         Wextekê (ew jî zemanek bû, ha) ez jî şayîr bûm, ew jî şayîrekî erhede.

         Wî çaxî nizam dar li kewê ket yanê jî kew li darê ket, şiêreke min bi navê “Edlayî” gazêtekêda neşir bû.

         Ez heyrana ç’evê lawika bim, wana şiêra min danî rex şiêra klasîka, ez birim, gîhandime ber p’er’ê ezman.

         Pey wêderêra ez gelekî pişika xweda werimîm. Min got: “Pey, lê ez şayîrim!”

         Û min rojê 2 şiêr dinivîsî û dikire hewarze – “Ezim şayîr, ezim dengbêjê dila, gula lîtêratûraê, hostaê xebera, ezim ha ezim!”

         Ew wext-wedekî usa bu, wekî nava meda çiqas merîê xwendî hebûn, çiqas merîê, ku herf nasdikirin, temam jî şayîr, nivîskar û aşiq bûn. Ê, ez jî înstîtûtêda, hela fakûltêta ziman û lîtêratûraêda hîn dibim, dêmek, ez jî şayîrim. Ya duda, şiêra mine neşirbûyî derheqa edlayêdane. Kî, ku miqabilî şiêra minbe, bizanbe, ew jî dijminê edlayêye. Em, şayîrê kurdê sovêtîê, temam jî weke hevin, ez jî usa dinivîsim, çawa ku gişk dinivîsin. Lê ya krîtîkaê!.. Ewê çi xelqê kirye, wekî çi min jî bike. Xwe destê min p’elawa bavê krîtîkaêda neşewitye, wekî jê şerm bikim. Min serê rê û me’nya hemûşka bir’ye.

         Lê min nizanbû, wekî ew şayîrtya minê zûtirekê wê ber minda bimîne.

         Rojekê jî ecêbeke giran hate serê şayîrtya min. Bextê şayîrtya minra gazêtêda şiêra şayîrê me “Kilama edlayê” neşir bû. Çimkî têma şiêrê me yek bû, lema jî min ku ew şiêr xwend, qudûmê çokê min hema berda şkest. Min tê derxist, lê hey lo, lo… t’extekî şayîrtya min kême! Hema wê rojêda terkek li şayîrtya min ket.

         Ez duşurmîş bûm. Oho, lê şayîrtî tenê xwendin nîne. Xwendinêra tevayî tiştekî mayîn jî lazime. Min şiêr careke mayîn jî xwend. Hevekî qudûm hatine ber çokê min, gula e’nya min geş bû, ez fikirîm. “Hi, filankes, hebe-tunebe, sêra te rîfmovkêdane. Tu rîfmovka kilama cimetêye “Destê xwe bide destê min” didî xebatê, lema şayîrtya te bi cîye, erê? Ezê jî niha herim sêra rîfmovka kilamê cimetê jî hînbim û wî çaxî heqê te bême der.

         Ez wê bêxweya rîfmovkê jî hîn bûm, kilamê cimetêye “Destê xwe bide destê min”, “lingê xwe bide lingê min”, “newqa xwe bide newqa min”, “ez bengîme, ez bengîme”, “gede lawko” jî topkir, dizî seqet-sûqet kir, serî binî xist, kire nava şiêra xwe û xwend. Bala xwe daê, çi binhêrim: lê min malxirabî, fikir û tiştê kilamê cimetêye bedewetîê dur’in, lê yê min jî nola k’êzika fistoqene.

         Min careke mayîn jî ew şiêra xwend. Ç’irûsî ber ç’evê min ket. Min tê derxist, wekî sêra şayîrtya wî ne ku rîfmovkêdane, lê kambaxa rîtmovkêdane. Rîtmovka wî nola ya poêzîa şerqîêye, lema jî şayîrtya wî e’silzadeye. Min kitêbêd şayîrê şerqîê temam ezberkirin, hela serda jî yê çend heba p’ekand û bi dilekî baristan xwera got: “De, filankes, niha sirya min hatye, gerekê tu şûr-qemê xwe ber min daynî!” Min şiêrek jî nivîsî. Dîna xwe daê — bêxweya t’aê şayîrtya min vêrsekê ji cîê xwe quloz dibe, lê ya şayîrtya wî tê bêjî erdêva p’erçînkirye.

         Min ew şiêra gele cara xwend, ezberkir, lê dîsa me’nya şayîrtya wîya li min dîhar nebû. Ez duşurmîş bûm, wekî zimanê wî çetine, gelek xeberê nenas nava şiêra wîda hene, min got: “Hi, filankes, min sêra şayîrtya te bi herdu desta girt. Îdî îroda şayîrtya teê serk’ele bilukume, lê ya minê sibêda mîna avtoa şayîrekî me berbi mêrga şayîrtîê bixingile, çilqaske, qilbe”. Sibetirê ez zû rabûm û bi k’el-bîn dest bi hînbûna zimanê kurdî kir. Min usa kir, wekî nava mehnîvekêda kurdya nêr ji xwe dûrxist û meşqûl-meşqûl kurdî hînbûm. Min reşbelekeke dinê jî nivîsî. Bala xwe daê, çi binhêrim, ewê mîrata şayîrtîê dîsa berê xwe ji min guhastye. Pey wêderêra p’ir’î-hindikî hişê min hate serê min û min hilda xwera got: “Heyran, gerekê merî ya mêra unda neke, qewata min vî mêrikîda naçe, ewî dinêdîtîye, çî min wî camêrî ketye? Bese, ezê ji wî kalemêrî dûrkevim û xwe stûê cahilêd hevalê xwe xim. Xwe kula reş minda nehatye, ez hela wî nikarim, lê ez dikarim xwe stûê şayîrêd cahile rind xim”.

         Min şûrê xwe tûj kir, daketme h’erafê meydanê û r’ikêvî ser wan kir. Min şiêrek jî nivîsî û anî himberî şiêrê wan kir, hey lo, lo, dîsa bêfeyde bû. Ez fikirîm: lê yê kulek dîsa ezim.

         Min şiêr û efrandinê wan careke mayîn jî sero-binokir, têderxist, wekî syûjê, kompozîsîa, fikir, ziman, himberîkirin, çêkirina şikila, êpîtêt û yêd mayîn yê wana başin, lê yê min seqet-sûqetin, mînanî kurê H’esê Dûdêne. Lema jî şûrê wanî şayîrtîê usa rind dibire, lê şûrê şayîrtya min çiqas diçe, ewqas ko dibe. Ez wana jî hînbûm, lê kîjanê, ku qeweta min negihîştê, min şikil, himberkirin, êpîtêtê şayîrê meye baş jî p’ekandin, lê dîsa şayîrtî li min nebanbû. Niqitî dilê min, wekî me’rîfeta mine şayîrtîê tune. Ez nikarim t’u tiştekî ser tiştekî xim, ez dikarim hemû tiştî hînbim, bê cî çend destdirêjayê seqet jî bikim, lê wê bêxweya me’rîfeta şayîrtîê ne dikarim hînbim, ne dikarim bi malê dinê bik’irim û ne jî dikarim bip’ekînim. Lema jî min xwe cîda ker’ kir, dengê xwe bir’î û mala xweda ker’-lal rûniştim. Lê cara ew moza şayîrtîê dihate dora min û min jî ker’-ker’ te’rîêda reşbelek rêz dikirin. Lê çawa dibêjin, çerxa şayîrtya min ç’ep zivirîbû. Dîsa xweyê “Kilama edlayê”, tê bêjî e’ynatara, wan roja şiêra “Nexweşya poêtîê” neşirkir. Min bi kulzikî ew şiêra xwend û tê derxist, wekî ew derheqa nezanê nolî mindane û min t’obekir, sond xar, wekî xênji şiêrekê ez îdî t’u cara naçim nava syara, p’alanê şayîrtîê daneynim ser pişta extê xwe û çiqasî jî Şamilê Beko û Egîtê Cimo şîrin-şîrin qeydê “cirîdê” û “Marşa kurda” nexin, ez ne ku tenê ber bi heç’ê Parnasê, lê qet berê xwe nadme k’ir’ê Sîçanlûê jî. Çimkî xasa, xama temam jî hev girtine, hevva k’aş dibin, dixwezin xwe bidne selefê syara. Birê şayîr, te t’irê k’ê ku niha çaw, qet û bendê hespê xwe alozekirine, wê t’emamê herin sêrî? Ha hinekê miqîm gêdûka we’deye kûrda holbin.

         Û wexta min ev herçar xeberêd han nivîsîn, kambax, ew şiêra mine wextekî kete bîra min. Bi tex’mîna min, ew şiêr t’emîye, çawa bona min, usa jî bona çend şayîrêd meye ahil û cahil. T’emya min awaye:

 

K’ê razaye hişyar be,

K’ê hişyare guhdar be,

K’ê guhdare bizanbe,

Şayîrê bê me’rîfet be,

Qelema şayîtrîê heta sax’be, hilnede.

 

         Bawermîş bin, eva ku k’arê nede, zyanê qet t’u cara nade.

 

 

“Rya teze”, ­­25-ê dêkabrê s.1960

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *